Xaldî
Xwedawendê herî payebilind ê Îraniyan e ku li Keyaniya Orarto bêhtir navdar bûye. Orartoyan (Urartu) di nava sedsalên 9 heya 6 BZ desthilatî kirine. Xaldî mezinê gel e, serfermandarê gel e û parêzvanê gel e. Serokên civakê bi navê wî dest bi axavtinê dikirin. Şervan bo di şer de serbikevin bang wî dikirin.
Xaldî di lewheyan de li ser pişta şêrekî sekiniye, carnan perên wî jî hene. Perestgeha Xaldî ya herî navdar li parêzgeha Rewandûzê ye. Navê jina wî Baxbartû ye ku ji ber ew xwedawenda bajarê Arûbaniyê (Mûşaşîr) bûye. Di hin kîtebayan de Bagbartû yan Baxbartû wekî Baxmaştû hatiye nivîsîn.
Ji Zagrosê berî bi Qefqasê
Hin zanist îdia dikin ku ev xwedawend ji Horiyan derbasî Orartoyan bûye. Demekê dirêj wiha dihate zanîn, lewra nivîsên Orartoyiyan nedihate xwendin. Lê îro pirraniya zanistan dibêjin ji Zagrosê berî bi bakur hatiye. Ango bingeha xwedawend Xaldî, çanda Zagrosiyan e. Zimanê Orartoyiyan gelek peyv û simbolên Gotî, Elamî, Horî dihewîne.
Îdeolojiya fermî ya Ermenistanê
Dewleta Ermenistanê jî wekî Tirkiyeyê, dîrokzanî polîtîze kiriye. Her tiştî û her kesî dikin Ermenî. Ermeniyan dîroka xwe li ser Orartoyiyan ava kirin. Piştre dema nivîsên Orartoyî hatin xwendin, kivşe bû kû ti eleqeya wê bi ziman û çanda Ermeniyan nîne. Kêm be jî, hê jî hin Ermenî bi dîroka fermî ya dewletê bawer dikin.
Ermenî ji xwe re Hayk dibêjin û pirr dereng hatine herêma Armîniyayê. Armîniya wekî Botan, Xerzan navê herêmeke Îraniyan e. Ji ber ku li wir dijîn, xelkên cîran ew bi navê herêmê binavkirine, gotine Ermenî.
Çanda Orartoyiyan
Xwedawend Xaldî di destê xwe de serê rimekî digire. Motîfên şervanî û nêçîrvaniyê gelek in di xemlên Orartoyiyan de. Li perestgehên xwe bi lingên pêxwas îbadet dikirine. Kivşe ye jin di civaka wan de gelek biqîmet bûne, "dara jiyanê" ku li cem tevahiya Aryaniyan tê zanîn, jin av didin. Ango jin û jiyan bi hev ve girêdayî ne. Di xemlan de 12 pirr bikaranîne. Ango bo mînak darek çêkiribin 12 pelên wê hene. Di xemlan de herwiha şêr, ga, quling, per û bask, mar, roj, hesp pirr bikaranîne. Roj li cem wan sîmbola herî pîroz e.
Min li ser ziman û xwedawendên Orartoyiyan çend gotar nivîsîne, lê hê sererast nekirine. Ez ê wan jî parve bikim.
Têkildar:
- Oktay Belli, The Anzaf fortress and the Gods of Urartu. İstanbul, Galatasary, Arkeoloji ve Sanat Yayinlari 1999, Abb. 16.
- Mirjo Salvini: Geschichte und Kultur der Urartäer. Wissenschaftliche Buchgesellschaft, Darmstadt 1995.
Darius Winzer
X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen