Xalkî
Xalkî, Halkî, Khalkî, Xalke, Xalk, Ḫalki xwedawenda çandiniyê, nesîb û rizqan ê Hatiyan (Hîtît) bû. Ji aliyê payebilindiyê ve di asta Xumarbî yê Horiyan, Nîsaba ya Mezopotamyayî bû. Xumarbî nêr, maskûlen lê ew û Nîsaba mê, femînen bûn. Xwedawendek Hatiyên herî kevnare jî hebû ku navê wê Xaît, Khaît, Kaît bû. Ew jî femînen bû. Têkiliya wan herduyan heye yan na, ez nizanim.
Watenasiya peyvê
Li ser vê meseleyê xebat kêm in. Tê payîn ku xwedawend navê xwe ji zadek, dexlek girtiye. Lê kîjan zad e nayê zanîn. Zimanê Hatiyan jî wekî Horî, Lûvî Hînd û Ewropayî ye. Heger em heya Avestayî, Sanksrîtî, Kurdiya navîn biçin, rastî navên riwekan nebatan tên. Lê heya proto Hînd Ewropayî biçin rastî kokên wekî *h₂élgʰ- an *gʷr̥hₓ-no- tên ku bi rastî jî di wateya zad, tişta mezin dibe de ne. Divê Kurd xebatên li ser mîtolojiya bav-kalên xwe bikin, ji xelkê re nehêlin.
Xalkî jin e
Di zimanê Kurdî de dengê maskûlen ango nêr ji peyvê tê. Xal, Xalê min, eşîra Xalkî, kal, kalik hwd. Lê di kîtabeyên li Hatûşşaş (Hatûşa) hatine vedîtin de ew wekî mê, femînen derbas dibe. Perestgehên Xalkî li Nerîk, Îştanûwa jî hebûne. Nerîk îro li parêzgeha Samsunê ya Tirkiyeyê dikeve. Îştanûwa jî di qeydên hatiyen de wekî "bajarê li ber perê Çemê Şaxiriya dikeve" derbas dibe. Çemê Şaxiriya kîjan çem e û li kû ye, ez nizanim. Divê Hîtîtologên me lê bixebitin.
Di lewheyan de nivîsîne ku her sal dema berhevkirina zadê, bo Xalkî diyarî û qurban dihatine belavkirin. Rahîbeyên "zanayên herî mezin ên nûrê, tîrêja rojê dizanin" Şiwanzanna bo Xalkî îibadet dikirine. Di Festîvala Kilamê de, di Festîvala Antaxşûmê de bo wê kilam dihatine gotin û li ser navê wê diyarî dihatine belavkirin.
Berê esalet li ser jinê bû
Di kilamên Hatiyan de Xalkî wekî "dayika bavan, koka esaletê, xwîna biesil, pakiya pîroz, keça biesil" jî tê pesindayîn. Hin Hîtîtolog dibêjin "keça biesil" keçika Xalkî ye ku navê wê jî Xalkî ye. Ji ber ku gorî kevneşopiyan mirov nikare xwedawendek wekî keça yan kurê filankesî bipesinîne. Lewra keçik an kur dikarin bi dayik-bavan pesnê xwe bidin. Xalkiyek din heye yan tune nediyar e.
Ji ber ku Xalkî esalet e, Aryanên Anatoliyayê ev nav li zarokên xwe kirine, keyser û keybanûyan xwe wekî "xizmetkarê, keça, kurê Xalkî" pesinandine. Bo mînak Xalîpîno, ango "Xalkiya azeb, nezewicî, zarok".
Darius Winzer
X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen