Donnerstag, 10. April 2025

 

Festîvala Porûliya 

Ev festîvaleke Hatiyan e (Hîtît). Di biharê de dema "kulîlkan aj didan" dihate pîrozkirin. Jê re Porûliya, pûrûliya, porûliya-ma pûrliya, puruliya nû pûrliya jî digotin. Navê festîvalê ji kilameke olî tê, lê qeydên wê kilamê winda ne. Tê payîn ku di mûzexaneyên Tirkiyeyê de hebin. Mirov dikare bêje Newroza Hatiyan e, ev cejn. Pîrozbahî nêzîkî mehekê berdewam dikir. Navenda pîrozbahiyan paytext Hatûşa (Hattûşşaş/Hatûşar) bû. Herwiha li bajarên pîroz jî festîval dihat sazkirin. Bajarê xwedawendê bayê Nêrîkê (Nerîk), Zîpalanê (Zîppalanda), Arînayê (Arînna) jî herwiha pîrozbahiyên cuda dihatin kirin.

Watenasiya peyva "Porûliya-ma Pûrliya"

"Por, pûr, pûhr", por e. Îro jî di Kurdî de peyva por heye. Paşpirtika "+rûliya" di wateya rûtkirin ango birrîn, qutkirin, kurkirin de ye. Bi giştî "Porûliya" ango porbirrîn. "Ma" ango bi Kurdî hema, tevî, bi. "Nû" bi Kurdî û. "Pûrliya" ango pirrbûn, bereket. Bi giştî di Kurdiya îro de tê wateya "Festîvala Porbirrîn û Pirrbûnê, bereketê".

Ferhenkok Hatî - Kurdî

Por, pûr, pûhr - por. Bo mînak: Mû porşna / pûrşna rûlaem (Min por rût kir, jêkir)

Parşna - pirç, pûrt. Bo mînak: Ego parşna xarpaem (Ez pirçê diqurpînim)

Şîppana - çirpanî, çirpandin. Bo mînak: Ego parşna şîppaem (Ez pirçê diçirpînim)

Walhaî - şikildayîna porê, porê xwe çêkirin. Bo mînak: Ego porşna walhaem (Ez şikil didim porê xwe)

Takşaî - Kurdiya wê nizanim. Ev jî lêkerek bo porê ye. Bi texmînî ev jî di wateya kurtkirinê de ye lê Kurdiya wê nizanim.

Şakûî - Mûyê bedenê. Bo mînak: Mû şakûîna xarpaem (Min mûyê xwe qurpand)

- Min

Ego - Ez

Marra - Mar

Şarpa, şerpî - Cure marek e, kîjan e nizanim. Mareke bijehr e.

Îlûyanka - Navekî taybet e. Navê dêva marî ye. Ev dêv bi xwe mareke mezin em cinawir e. Xwedawend pê re şer dikin. Min Şerê Îlûyanka û Teşû wergerandiye Kurdî, ez ê biweşînim.

Şarra - şer, şerkirin, şerê mezin

Arxe, ûrxî - şerê biçûk, pevçûn.

Papa - Bav

Atta, attaş - Di zimanê pitikan de "baba, bavo"

Angaştên cuda

Hin hîtîtologên Tirk dibêjin ev nav ne ji kilamekê tê, lê navê cihê ango meydana ku festîval lê tê pîrozkirin e Porûlî. Lewra gorî baweriyê li wê meydanê xwedawendên zivistanan derdiketin ser Çiyayê Harkayê (Erciyes) vedigeriyan û porên xwe jêdikirin, ji extiyariyê derdiketin, dîsa dibûn ciwan. 

Zanayên Ewropoayî bêhtir li ser Mîtaniyan sekinîne. Dibêjin ev cejn ji Mîtaniyan derbasî Hatiyan bûye û porûlî tê wateya erdê. Ango "erdê por da, erdê aj da". Mîtanî, Hatî, Lûvî û Horî yek milet bûn. Ziman û mîtolojiyê wan hema hema yek bûn. 

Daddi Pecchioli û Volkert Haas jî, wekî hemî cejn û pîrozbahiyan, viya jî dikin para Akadî û Asûriyan lê îdiayên wan li hewayê dimînin. Ew lê digerin ka tiştek wiha li cem Asûriyan heye yan na. Heger hebe bi wê ve girêdidin, heger tunebe jî dibêjin "miheqeq ji Asûriyan hatiye". Ew dibêjin por, kurk e. Ango postê, kurkê ajalan e. Di cejnê de xwedawend kurkên xwe nû dikin.

Rîtûelen roja yekem a cejnê

Serî de tenaşoya miriyan ango cihê mirî xatir ji xizmên xwe dixwazin tê temîrkirin. Xatiyan jê re hişte, hişta, ḫišta digotin. Ji vir mirî diçûn bihuştê.

Keyser li ber deriyê bajarê Hatûşayê bi kilaman tê pêşwazîkirin. Keyser bi gigirê (erebeya hespan a çar dolavî) Xurşayan (çenteyê pîroz) digerîne û dibe cihê festîvalê û wan bi darên mazî ve darve dike. Di wan de mewij, goştên hişkkirî, şîranî hene. Tenê dikarin jinebî, nexweş, sêwî, rêwî û "kafir" jê bixwin. Xwarina kesên din şerm e.

Li dora gigira keyser bi hezaran mirov hene û bê rawestan kilaman dibêjin. Bi hev re perestgehên xwedawend Xalkî, Alanî, Parka, Xanaxan, Şalawan tên ziyaretkirin û diyarî tên dayîn. 

Piştî îbadetê, keyser tê hiştayê. Daholvan daholê lêdidin. Bixurvan bixurê dikin. Keyser an keybanû nan dişkînin û didin hev. Ango pariyek nan parve dikin. Pariyek biçûk jî datînin ser tenaşoyê û îlahiyek dixwînin. Di îlahiyê de xatir ji "sala derbasbûyî" tê xwestin. Keyser û keybanû biskên xwe dibirrin. Piştre her kes tê biskên xwe dibirre. Ango hinekê porên xwe bi sembolîk dibirrin û îlahiya xatirxwestinê dixwînin. Her kes nan dişkîne û li hezkiriyên xwe yên herî biqîmet parve dike.

12 pez an dewarên qer tên qurbankirin. Agirek mezin tê dadan, sê caran li dora agir digerin û her kes lingên xwe dişo û tê carekê xwe di ser agir re davêje. 

Keyser an keybanû derdikeve ser cihekê bilind ku postê canega lê raxistiye, bi dengê bilind qewlan dixwîne. Di qewlan de bi xwedawenda text û desthilatiyê Xalmasûyê (Ḫalmašuit) re diaxive. "Spas mama ku te ev text û tac kiriye nesîbê min. Ez welatê xwe diparêzim, tu çiyayan diparêzî". 

Keyser an keybanû vedigere cemaetê wiha dibêje: "Ji xwedawenda rojê Arîna, ji xwedawendê bayê Teşû re spasdar in. Teşû ba anî, ewrên reş belavkir, baran barî. Dar û kêranê mezin şîn bûn û me bi wan qesrên mezin çêkirin. Mama Xalmasûyê ji daran re got bila hemî xerabiyên di hinava xwe de bidin der. Mama Xalmasûyê bi bazekî reş peyam şand peravên deryayê û ji xwedawend Îştû û Papa xwest bila temenên çûyî hemiyan betal bike. Bila guneh û xerabiyên çûye hemiyan pûç bike. Bila text û tacê min dayîm bike. Mama Xalmasû dixwaze hûn qîmeta xwedawenda paqijî û rindiya devedorê, Parkayê, bigirin. Mama Xalmasûyê peyam şand Çiyayê Harkayê û hemî çiyayan, bila li cihê xwe bimînin. Bila roj bi zêran bê xemlandin da tava wê zindî be. Mama Xalmasûyê peyam ji Telîpîno re şand bila kilîta embarên şerabê veke, bawermend jê vexwin".

12 keçikên azeb li dora keyser an keybanû dicivin ku tacên kulîlkan dane serê xwe û kilaman dibêjin. Qedeha şeraba fêkiya murrî pêşkêşî mîr dikin. Dua ji xwedawend Zayû re tê kirin, keyser qedeha xwe bo Zayû radike. Piştre keyser bo Xapantalî, Mezûla, Înar, Zababa, Tîtirmok, Tunturmîşa, Teteşxap û gelek xwedawendan dua dike û şeraba fêkiya mûrrî vedixwe.

Ji goştên qurbanê xwarin hatine amadekirin. Xelk têra xwe xwarinan dixwin û vedixwin. 

Sergovendên dansê xelkê radikin dansê. Esker û şervan dansên nêçîrvaniyê dikin. Hewa bû tarî meşale tên vêxistin. Keç û xort hevûdu nasdikin.

Roja yekem wiha derbas dibe. Rojan din keyser û keybanû bi tevî xelkê diçin bajarên din û li wir jî cejn berdewan dike. 


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.





Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...