Sonntag, 6. April 2025

 

XURŞ

Xurş, Kurša, Xûrşe, Khurşa, Kûrşa "tûrê neçîrê yê îlahî" ye di çanda Aryanên Anatoliya û bakurê Mezopotamyayê de. Keyên Hatiyan (Hîtît) di seferên xwe de, ev tûr bi xwe re digerandin. Hê jî ev peyv di Kurdî de tê bikaranîn. 

Horiyan kurşa, kurşî, Lûviyan tara kurşa yan taraxantîlî gotine. Di zimanê Lûviyan de tara di wateya tûr a Kurdî de ye. Taraxantîlî, ango tûrê rizqê, tûrê xwedîkirinê, tûrê hewandinê. Orartoyan qabşî gotine. Peyva qap îro jî tê bikaranîn, bo mînak qabê cuzdanê, qabê şerabê. Qapî (derî), qapax... Kokên wan "qap, kap" ji  Hînd Ewropoyayiya kevn in. 

Di mîtolojiya Hatiyan de xwedawendekî heye ku bi dirûvê Xurşê tê pênasekirin ku jê re Zîtxariya (Zitḫariya) dibêjin. Ev bi awayekî derbasî Samiyan bûye yan na, ez nizanim. Divê pisporên mîtolojiyê lê bikolin. Lê di olên Samiyan de karakterekî heye û jê re pêxember Zakariyah tê gotin.

Girê Mirazan (Xerabreşk, bi Tirkî Göbeklitepe) û dengbêjiya Kurdî

Ji Girê Mirazan heya kilamên dengbêjên Kurdî her ev tûrê, çemedanê, çenteyê xwedayî heye. Çima? Di bîreweriya hevpar a Kurdî de wateya vê tûrê çiye? Helbet me heya niha li ser xwe lêkolîn nekirine. Dîroka me, mîtolojiya me xelkê parvekirine û bi dilê xwe nivîsîne. Niha êdî wexta xebatên zanistî ye, divê ronesansa Kurdî xebatan bike.

Bo mînak di kilama Mem û Zînê de, Mem bang li xulamên xwe dike ku Bozê Rewan amade bikin "xurşekî zêran" pê ve bikin. Ango kîsikekî, tûrekî zêran. Hin dengbêj bi tesîra Erebî xurcekî zêran dibêjin. Em nikarin bêjin ev peyv ji Erebî xuruc hatiye, lewra hê Hatiyan, Lûviyan, Horiyan ev peyv bikaranîne. Ango bi hezaran salan beriya hatina Ereban û ola Îslamê ev peyv di nava Aryanan de dihatiye bikaranîn. Dibe ku ji Aryanan derbasî zimanên Samiyan bûbe. Peyva Hatiyan xurş di kilamên me de derbas dibe. Xurşên Kurdî yên piştî Îslamê, ji çermê mîh, bizin an dewaran dihatin çêkirin. 

Lê Xurşên Hatiyan ên îlahî "ji çermê şeş bizinên qer û du bizinên qerqaş" dihatin dirûtin. Xurşên Lûviyan de çermê bizinên sor jî hebûne. Di "Festîvala Kilamê" de (ku min ev parvekiribû) xurş ji misê, paxirê ye. Kivşe ye di çerxa demê de herçendî şiklê xwe parastibe jî, materyal hatiye guhertin.

Xurşên dara maziyê

Festîvala Antaxşûmê de xurş li bajarên Hatiyan dihate gerandin. Ji bo rêwî, xizan, jinebî, sêwî û biyanî xêrê jê bibînin, xurşên alîkariyê bi dara maziyê ve dihatine darvekirin. Ceh, goştê hişkkirî, mewij, hin diyariyên din dixistine nav van xurşên "dara maziyê" da kes birçî nemînin, tevlî kêfa festîvalê bibin.


Têkildar:

Volkert Haas: Geschichte der hethitischen Religion (= Handbuch der Orientalistik. Sect. 1: Der Nahe und der Mittlere Osten. 15). Brill, Leiden 1994.

Piotr Taracha: Religions of Second Millennium Anatolia (= Dresdner Beiträge zur Hethitologie. 27). Harrassowitz, Wiesbaden 2009.


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...