Montag, 21. April 2025

Maryanî

Navê yek ji erebeyên dudolav ên Mîtaniyan e, Maryanî. Di eslê xwe de peyva Maryanî bi Kurdiya îro tê wateya "mêranî, mêraniyan, mêrikan, kesên mêraniyê dikin". Mîtanî yekem milet bûn ku hespên bêhempa kedîkirine, artêşên hespan damezrandine, erebeyên şer çêkirine. "Hespê Ereb" bi eslê xwe "Hespê Mîtaniyan" e, wan ev hesp kedîkirine, dane naskirin. Mîtanî yek ji bav-kalên Kurdan in. Paytexta wan Waşûkanî (Serêkaniyê) bû. Bi çandiniya zeytûn, hinar û masîgeriyê herwiha navdar bûne.

Di Serdema Bronzê û serdema antîk de erebeyên şer, di zimanên medeniyetên cuda de bi navên cihêreng hatine binavkirin. Min xwest, li ser bingeha agahiyên berdest, kurteyek li ser termên erebeyên şer ên di zimanên Hatî, Horî, Mîtanî, Elamî û Sumerî de û forma herî kevn a Îndo-Cermenî (Hînt-Ewropî) pêşkêş bikim:

Mîtanî: Tê zanîn ku li warê Mîtaniyan (Ûrû-Mîtanî digotin) çîna rêveber ji eslê Îndo-Aryenî bûn û di çanda erebeyên şer de pispor bûn. Arîstokrasiya Mîtanî bi çîna şervan a bi navê "Maryanî, Maryannu" ve tê girêdan û ev têgîn ajokarên erebeyên şer nîşan dide. Ji ber ku servanên wan bi mêraniyê dihatin naskirin, mêranî dikirin, ji kesên erebe dajotin re û herwiha ji vê erebeya dudolav re jî gotine maryanî. 

Elamî: Di zimanê Elamî de peydakirina têgînek teqez ji bo erebeya şer zehmet e, ji ber ku agahiyên berfireh ên li ser erebeyên şer di çavkaniyên Elamî de kêm in. Elamî Aryanî bûn lê bi Mezopotamyayê re di nav têkiliya çandî de bûn û bandorên Aryanên wekî Gotî, Subaro hilgirtibûn. Lê wan ji erebeya ga û hespê re gigir gotine. 

Sumerî: Di zimanê Sumerî de têgîna ku ji bo erebeya şer tê bikaranîn "gigir" e. Ev peyv bi gelemperî erebeyên şer ên zû yên çar tekerî, giran û ku ji hêla ker an hêştiran ve dihatin kişandin nîşan dide. Di berhemên Sumerî de ev cure wesayît hatine teswîrkirin. Gigir, hem ji bo şer û hem jî ji bo merasîman hatiye bikaranîn.

Hatî: Di zimanê Hatî de têgîna ku ji bo erebeya şer tê bikaranîn wekî "hêlkan, ḫuluganni, ḫuluga" tê zanîn. Ev peyv di tabletên nivîsa mîxî ya Hatiyan de ji bo nîşandana erebeyên şer ên bi hespan hatiye bikaranîn. Hatiyan di teknolojiya erebeyên şer de sareza bûn û bi taybetî erebeyên sivik ên bi tekerên têlî pêşxistine.

Horî: Tê zanîn ku di keyatiya Mîtannî ya bi eslê Horî bûn de, erebeyên şer roleke girîng lîstine. Nivîsên li ser perwerdeya hespan û bikaranîna erebeyên şer ên li Mîtanî, peyvên Horî dihewînin. Mînak, di nivîsên perwerdekarê hespan ê Mîtannî Kîk Kûlî de, behsa erebeyên tê kirin.

Forma herî Kevn a Îndo-Cermenî (Hînd-Ewropayî) bo erebeyê

Di zimanên Îndo-Cermenî de koka têgîna erebeya şer bi têgehên teker û wesayîtê ve girêdayî ye. Di zimanê Proto-Hînt-Ewropî (PIE) de peyva ku ji bo tekerê tê nûavakirin wekî "kʷekʷlos" (teker) an "rotos" (teker, tişta dizivire) tê qebûlkirin. Ji bo erebeya şer di PIE de nûavakirina têgînek rasterast zehmet e, lê peyvên wekî "wóǵʰos" (wesayît, erebe) an "rátos" (wesayîta tekerî) hatine pêşniyarkirin. Ev peyv bûne sedema peyvên wekî "ratha" (erebeya şer) ya Sanskrîtî, "raθa" ya Avestayî, "rota" (teker) ya Latînî û "rad" (teker) ya di zimanên Cermenî de.

Bi taybetî bandorên Îndo-Aryenî yên di Hatî û Mîtanî de nîşan didin ku têgînên erebeyên şer dibe ku ji kokên Îndo-Cermenî bin. Hêlkanî ya Hatî dibe ku bi awayekî nerasterast bi PIE "kʷekʷlos" ve girêdayî be, lê ev peyv dibe ku ji Horî an zimanên xwecihî yên Anatolyayê jî bandor wergirtibe. Nizanim.

Ferhengok

Maryanî: Cureyê erebaya dudolav a şer a Mîtaniyan.

Gigir, xirxir: Erebeya çardolav, di zimanê Sumerî, Elamiyan.

Ratik: Kîjane nizanim, mîrektiyên Kurdan bikaranîne.

Hêlkan, hêlkanî: Cureyê erebeya dudolav a şer a Hatiyan. 

Koçk: Erebeya çardolav a bi hespan tê kişandin. Peyva koçberiyê, koçkariyê ve herwiha têkildar e.

Firxûn: Çar dolavên wê hene, pirranî bi hespan tên kişandin.

Birîşke: Kîjane nizanim. Mîrektiyên Kurdan bikaranîne.

Gerdêle: Kîjane nizanim. Mîrektiyên Kurdan bikaranîne.

Parxêl an paxêl: Li ser berfê tê ajotin ji simaxêlan biçûktir in

Kilose: Kîjan e nizanim. Mîrektiyên Kurdan bikaranîne.

Simaxêl: Li ser berfê tê kaşîn, darikên nîr bi kêlêran hatine pêvekirin, bimanewra ne, li Serhedê hêj jî hene lê pirranî bi ga dikaşînin


Di Almanî de "Kutsche", di Kurdî de "Koçk"

Peyva "Kutsche" di Almanî de erebeyeke bi hesp tê wateya û bi gelemperî wesayîteke çar tekerî ya ji bo veguhestina rêwiyan nîşan dide. Di Serdema Bronzê û antîk de, bi taybetî di zimanên Hatî, Horî, Mîtanî, Elamî û Sumerî de, têgînên erebeyên şer bi gelemperî bi erebeyên şer an merasîman ve sînordar in. Lê ji ber ku "Kutsche" erebeyeke bi hesp a ji bo karanîna sivîl tê hesibandin, peydakirina hevwateyek rasterast di van zimanan de zehmet e, ji ber ku çavkaniyên antîk zêdetir li ser wesayîtên leşkerî an bi prestîj disekinin. 


Agahî li ser erebeya şer a maryanî ya Mîtaniyan

Mîtanî (nêzîkî 1500-1300 B.Z.), li herêma Mezopotamyaya Bakur û Sûriyê, bi taybetî li derdora Çemê Xabûrê, dewleteke bi hêz damezrandine. Gelê Mîtanî yê bi eslê Horî, çîna rêveber ji qora elît a Îndo-Aryenî pêk dihat û di teknolojiya erebeyên şer de pispor bûn. Şervan û ajokarên erebeyên şer ên vê çînê wekî "Maryannu" (an Maryanî) dihatin navkirin. Têgîna Maryannu, bi îhtîmaleke mezin peyveke bi eslê Îndo-Aryenî ye, bi peyva Sanskrîtî "marya" (şervanê ciwan) ve girêdayî ye û tê wateya "şervanê bijarte" an "ajokarê erebeyê". Koka peyvê mêr e û di Kurdî de îro jî mêr, mêranî tên bikaranîn.

Taybetmendiyên erebeya şer a Maryanî

Erebeyên şer ên Mîtanî yek ji teknolojiyên herî pêşketî yên Serdema Bronzê bûn. Sivik, bilez û bi manevrayê bilind hatibûn sêwirandin. Bi gelemperî erebeyên yek kêran û du dolavî bûn. Ên ser sivik bûn, teknolojiya tekerên têlî (spoked wheel) dihatin bikaranîn. Ev yek, erebeyê siviktir û bileztir dikir. Erebe, li ser çarçoveyeke darîn, bi çerm an metalên sivik dihatin zexmkirin. Platform, ji bo ajokar û kemanger têra xwe cih dihewand.

Erebeyên şer ên Maryannu di qada şer de ji bo êrîşên bilez û kemangeriyê dihatin bikaranîn. Erebeyê ajokar (ku hefsar digirt) û kemangerek (ku bi kevan û tîran êrîş dikir) bar dikir. Ev erebe ji bo belavkirina piyade, têkbirina rêzên dijmin û ji dûr ve barîna tîran îdeal bûn. Mîtanî, bi taybetî di sedsala 15’an a B.Z. de, li dijî dijberên wekî Misir û Hatiyan erebeyên şer bi bandor bikar dianîn. Bikaranîna erebeya şer sembola statû û prestîjê bû.  


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.












Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...