Dienstag, 27. Mai 2025

 

Xepa 

Xepa, Xepat, Xewa, Ḫebat an jî Ḫepat, di mîtolojiya bav kalên Kurdan Horiyan de, dayika hemî mirovan û jiyandaran bû. Di çerxa demê de Xepa wekî Hewa, Havva derbasî olên Samiyan dibe. Di ola Îslamê de Hewa jina Adem e û dayika hemî mirovan e.

Keyser, bi taybetî jî keybanûyên Horiyan û Mîtaniyan xwe wekî "temsîlkarê Xepayê" didîtin û leqabên wan jî ev diyar dikirin. Bo mînak Pûdûxepa, Gîlûxepa, Kejîxepa. Pûdûxepa, bi Kurdiya hevdem Pê+dûv+Xepa, kesa daye dûv Xepa ye. Dadûxepa (di qeydên Îngilîzî de Tadukipha) ango "kesa daye dûv Xepa, kesa di riya Xepa de ye". Li cem Horiyan ew jina xwedayê hewayê Teşû (Teššub) ye û di mîtolojiya Hatiyan de jî cihê xwe girtiye. Di lîsteyên kalutî yên Hatî-Horî de, ew li ser hemî xwedawendan de cih digire.

Xepa li ba Lûviyan jî navdar bû. Hatiyan ew wekî "Xwedawenda Rojê" binavdikirin. Xwendewandeka Sumeriyan hebû Xubaû, Kûbaû. Hin îdia dikin ku ev xwedawend ji Sumeriyan derbasî Mîtaniyan û piştre jî ber jor, heya Anatoliyayê navdar bûye. Lê pirraniya zanistan viya red dikin. Rastî çiye nizanim. 

Angaştek

Cara yekem navê Xepa di nivîsên Ebla (sedsala 17an BZ) de tê dîtin, ku tê de wekî Ḫābadu (dḪa-a-ba-du) tê binavkirin û li wir wekî hevjîna xwedayê hewayê Ḫalabê tê zanîn. Ji ber vê yekê, hatiye pêşniyar kirin ku navê wê ji Ḫalbāytu yanî "ya Ḫalabê" tê. Bi vî awayî, ew di eslê xwe de jina xwedayê hewayê yê bû. Lê ev bes îdiayek e.

Kesayet û taybetî

Xepa di nîgara kevirî yê Hatiyan, Yazılıkaya de herwiha tê dîtin. Di vir de kurê wan Şarûma (Šarrumma) û keça wan Ala Zû (Allanzû) ye. Herwiha Kûnzîşallî jî wekî neviya wan tê binavkirin. Li gorî salnameyên Ḫattušilî I., Xepa keça Ala Tû (Allatû) ye.

Bi Teşû û Xalabê (Ḫalab) re, Xepa di serdema împaratoriya mezin a Hatiyan de cotê herî bilind ê xwedayan pêk anî. Di duaya şahbanû Pûdûxepa (Puduḫepa) de, ew bi xwedawenda rojê Arînna re wekhev tê dîtin. Herwiha Teşû jî bi xwedayê herî bilind ê Hatiyan Tarxûn (Tarḫunna) re wekhev e. 

Li cem Lîdyayan, dibe Xepa heta serdema împaratoriya Romayê wekî "Dayika Hipta" (bi yewnanî: Μήτηρ Ἵπτα, Mētēr Hipta) hatiye perestin, ku di nivîsan de her tim bi Zeus Sabazios re tê binavkirin. Di mîtolojiya Grekiyan de Meter Hipta wekî dayika xwedayê Dionysos tê zanîn.

Xepa dibe Hewa

Em dizanin pir beriya derketina ola Cihû, şarezayiyên Aryanan deng vedane. Mîtolojiya Aryanî gelek bandor li ya Samiyan kiriye. Herwiha Sumeriyan jî bandor li mîtolojiya Samiyan kirine. Gelek peyvên Kurdî/Îranî jî derbasî zimanên Samiyan bûne. Xepa ya Horiyan piştî demekê wekî dayika hemî mirovan Hewa, derdikeve pêşberî me.


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...