Donnerstag, 10. April 2025

Xûdenînna û Xûdelorî

Çima ji pitikan re dibêjin "lorî"?

Xûde-Nînna û Xûde-Lorî xwedawendên Horiyan (Hûrrî) in. Herdu xûşkên hev in. Erka wan, parastina dergûşan, pitikan, ducaniyan e. Ew ebeyên, hebameyên, hemşîreyên îlahî ne.  

Versiyonên navên Xûdenînna û Xûdelorî

Di kîtabeyan, lewheyan de navê xwedawendên xûşk wekî Xudenîna û Xudelorî, Ḫudena Ḫudellurra, Hûdena û Hudelûrî, Hûtenîna û Hûtelura jî hatine nivîsîn. 

Xûdenînna pitikan dide hemêza xwe bi wan re dilîze, Xûdelorî jî ji wan re stranan dibêje û dike xew. Dayik dema bi pitikên xwe nekarin an derdekê pitikên wan hebin bang herdu xwedawendan dikin. 

Lorî nobedara pitikan e

Xudelorî dema dayik razê, nexweş be yan ne li malê be, tê ser pitik û zarokan, wan diparêze. Bi taybetî jî tê ser zarokên sêwî. Heger qezayekî hatibe serê zarokê, sedî sed Lorî wê demê ponijiye yan jî bi Alanî re gotûbêjê dike. Ji bo van îhtîmalan, divê mirov pitik û zarokên xwe baş xwedî bike, ew nexweş nekevin, nemirin. Lewra xwedawendê binê erdê ji mirina zarok û ciwanan gelek aciz e. Çawa ku nebatên temenê xwe bidawî kirine, riziyane, dikevin axê, mirov jî wisa ye, divê temenê xwe xelas bike, di extiyariyê de bimire.

Şerê xûşkan û Alanî

Têkiliya wan bi xwedawendê binê erdê Alanî re heye. Alanî berpirsiyarê miriyan e. Lê ew dixwaze bes kesên temendirêj bimirin. Dema pitikek bimire hemî xwedawend pirr diqeherin û hesabê ji herdu xûşkan dixwazin ka çima xwedî li pitikê derneketine. Bi taybetî Alanî gelek hêrs dibe û naxwaze pitikê bigire bin axê. Îdia dike ku pitik hê sax e, nemiriye. Alanî bi Xudenînna û Xudelorî re şer dike û ev şer şev û rojekê berdewam dike. Sîmbola Alanî kêr e.

Xwediyê meytê pitikê, kêrekî datînin ser dilê pitikê da bila Alanî qanî bibe pitik miriye û ew êdî di bin parastina Alanî de ye. Alanî mecbûr dimîne pitikê qebûl dike.

Xûde Nînna û Xûde Lorî li cem Hatiyan û Lûviyan jî deng vedane.

Dema em ji pitikan, zarokan re nînna yan lorî dibêjin, bêî zanebûn em bang li xwedawendên Horiyan dikin. 

Xûde

Xuda, Xweda, Xwedê îro di Kurdî tê bikaranîn. Xwedê, wayîr, îlah e. Di zimanê Hatiyan de dema navên xwedawendan derbas be, em carnan pêşpirtika hû, hûwa, xûd dibînin. Bo mînak "hûwasî", "hûwattalla". Gotina "hû, xû" pîroziyê yan jî majîkiyê dide navan. Peyva "hût" jî ji heman mantiqê ye. Hût, dêv jî mezin û majîk in. Tîpa "x" di wergerên zanistî de wekî "ḫ" (x, kh ango tîpa hişk a h) tê nivîsîn.


Mînak ji loriyên Kurdî

Hey lorî lorî lorî hey layê layê

Serê dayika te bi gorî

Bê te sebra min nayê

Lorîka min mezin be

Hêja be l’vê dinyayê 


Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî

Dergûşa cembeliyê min ji darê mazî

Min hejandî bi zend û bendê xwe yî tazî

Tirsa min ji wê tirsê sibê li dû min û

Cembelîyê kurê mîrê Hekariya dibe hawar û gazî


Mînak ji nînnayên Kurdî

Erê nînna nînna nînna nînna

Erê ez mireno tu senena

Erê hevro veciya hevro tarî

Çênê hevro veciya hevro tarî

Erê nînna nînna nînna nînna

Erê ez mireno tu senena


Têkildar:

Archi, Alfonso (2013). "The Anatolian Fate-Goddesses and their Different Traditions". Diversity and Standardization. De Gruyter.

Taracha, Piotr (2009). Religions of Second Millennium Anatolia. Harrassowitz.

Lambert, Wilfred G. (2013). Babylonian creation myths. Winona Lake, Indiana: Eisenbrauns.


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.






Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...