Mêr
Mêr, xwedawendekî û karakterekî mîtolojiya Horiyan (Hûrrî) e. Jê re Kîşî jî digotine. Ya rastî Kîşî, rengdêr e, di wateya "kes" de ye. Ji Farsî peyva Kîşî derbasî Tirkan bûye. Bo mînak fîlan kîşî ango fîlan kes. Peyva KES, KESÎ ya Kurdî û KÎŞÎ ji heman kokê ne. Rengdêrekî, laqabekî wî yê din jî Împalûrî ye. Împalûrî, ango "kesê ku xwedî hêza pêlan, pêlên deryayê ye".
Mêr herwiha karakterekî mîtolojiya Aryanên Anatoliya û bakurê Mezopotamyayê ye. Di çerxa demê de li bakurê Anatoliya winda dibe, cihê xwe dide Arûna, lê di nava Mîtaniyan de demekê dirêj dimîne.
Di hin zimanên Hind û Ewropayiyan de navê deryayê ye Mêr. Bo mînak bi Almanî ji deryayê re Meer tê gotin.
Bozê Rewan
Hespê Mêr jî heye. Heger pir hêrs bibe, hespê wî jî pê re şiyîn dike. Dengekî wisa dertîne ku guhên mirovan kerr dike. Bozê Rewan ê Destana Memû Zînê jî ji wir tê. Di Destana Mem û Zînê de, hespê Mem ji deryayê hatiye. Divê Kurd li ser mîtolojiya xwe bi xwe bixebitin, ji xelkê re nehêlin. Divê teqez bo van karan akademiyên me hebin. kesên pispor tê de bixebitin.
Poseîdon
Mîtolojiya Aryanên Anatoliyayê derbesî hemî çandan bûye. Poseîdon di mîtolojiya Yewnanî de xwedayê deryayê ye, birayê Zeûs û yek ji diwanzdeh xwedayên olîmpiyatan, Olympîoî ye. Hesp ji bo wî pîroz e, loma jî Hîppîos (Latînî Hîppîûs) yek ji nasnavên wî ye.
Di mîtolojiya Etrûşî (Etrûskî) de ew xwe bi Nethûn, di mîtolojiya Romayê de bi Neptûn dide der. Di kûrahiya deryayê de qesra wî ya krîstalî heye.
Tarmana
Gorî mîtolojiya Aryanên Anatoliya û bakurê Mezopotamyayê deryayek pîroz heye, navê wê Tarmana ye. Mala Mêr li wir e. Ew xwedî û berpirsiyarê deryayan e. Kî rêza deryayê negire, wê pîs bike yan bi hêza Mêr henekên xwe bike, Mêr jî bagerê radike, wan di deryayê de dixeniqîne. Divê bo derya aram bin, mirov ji Mêr re îbadetê bike. Rahîbên olî diçin ber deryayê hin rîtûelên olî pêk tînin û bawermend jî hin diyariyan didin xizanan. Mêr herwiha bi xwedawendên din re di têkiliyê de ye, xizmê wan e.
Xwedawendên bi Mêr re têkildar in
- Kal
- Teşû (Teşşûb)
- Taşmîsû
- Şaûşka (xûşka şahiyan)
- Tarxûn û kurê wî Telîpîno
- Horiyanzîpa
- Pîr Xalkî
- Amûna
- Taşa (Taşşa) û Arara
- Yar (Îyarî, Yarî, Eya)
- Anna (Anê, Anahîta)
- Xuwaşşana (Xuweşan)
- Xalîpînû (Xalpîno)
Mêr dişibe mêrên Kurd
Mêr, wekî deryayê guherbar e. Hêza wê gelek mezin e. Dikare avê rake ser bejayê û hemî mirovan bikuje. Hestyar e, zû hêrs dibe lê zû jî aram dibe. Çêtir e mirov hêrsa wî daxîne. Ev jî ne dijwar e. Mêr zû tê xapandin. Bi rastî dema mirov Mêr analîz bike, dişibe mêrên Kurdan. Testesterona Wî gelek e, serhişk e. Lê çiqas be jî birehm e. Hinek jî tolaz e, li pey xwedawendên mê yên rindik e. Bi taybetî çavên wî her li Şaûşka ye ku bo wê "xûşka şahiyan, çermê wê mîna şîrê şîrîn e" tê gotin.
Mêr rojê didize
Gorî çîrokên Horiyan (Hûrrî), rojekê Mêr ewqas qeheriye ji însanan ku roj ji asîmanan girtiye û biriye xistiye kûraniya deryayan. Di mala wî ya di kûraniya deryayê de, qutiyeke majîk heye. Keçika wî Xatepûna rojê dike nava wê qutiyê, derê qutiyê kilît dike. Ji ber kû roj tune, dinya tarî bûye. Çandinî, ajalvanî nemaye. Xela rabûye û nexweşî derketine.
Xelk giliyên xwe bi xwedayê bayê Tarxûn dikin. Tarxûn wezîfeyê dide kurê xwe Telîpîno. Telîpîno êrîş dibe ser Mêr. Ba û derya dikevin şer. Dinya di bager ê laserê de dimîne. Telîpîno biserdikeve û rojê azad dike. Heya bigire keça Mêr Xatepûnayê jî ji xwe re tîne. Mesele dibe namûs. Lê hemî xwedawend dikevin nava dozê û wan li hev tînin. Telepîno wekî qelen, hezar ga, hezar pezî dide Mêr. Şer safî dibe.
Salê carekê li ber peravên deryayê bawermend kom dibin, bo Mêr dîsa rojê nedize, hezar ga, hezar pezî li jinebî, nexweş û xizanan belav dikin. Ango qurban tên dayîn. Rahîb kilamên olî dibêjin û festîvalek tê lidarxistin. Xizan, jinebî û nexweş kêfê dikin. Def tê lêdan, da pêlên deryayê bitepise, aram bibe.
Darius Winzer
X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen