Freitag, 18. April 2025

Kîkkûlî

Wergera kîtabeya Kîk-Kûlî yê Mîtanî

Yekem û kevnartirîn rênameya kedîkirin û perwerdekirina hespan e ku sala 1345 BZ ji aliyê seyîsekî Mîtaniyan ve hatiye nivîsîn. Kîk Kûlî an Kîkûlî ji welatê Mitaniyan wekî koçber hatiye welatê Hatiyan û ev rêname bi devoka Hatîkî nivîsiye. Çima dibêjim devok, lewra zimanê Horî, Hatî, Lûvî û Mitaniyan hema hema yek bûn. 

Lewheya nivîsê li paytextê Hatiyan (Hîtît) Hatûşayê hatiye vedîtin. Rêname ji 1080 rêzikan pêk tê. Li ser çar lewheyan hatiye nivîsîn. Tê de behsa perwerdekirina hespan dike. Navê hostayê hespan Kûlî ye, xwe bi navê Kîk Kûlî, ango "Kulî Efendî" binavkiriye. Di nivîsê de bandora devoka Mîtaniyan kivşe ye, lewra hin peyv bi devoka Mîtaniyan hatine nivîsîn. Bi ya min, Kîk Kûlî baş bi Hatîkî nedizaniye.

Tê zanîn ku Mîtanî bi hespên xwe deng vedane. Herwiha bi çandiniya zeytûn û hinarê jî. Efrîn hê jî bi zeytûnên xwe navdar e. Paytextê Mîtaniyan Waşûkanî (Serêkaniyê) bû. Kîk Kûlî hespên xwe 214 rojan de perwerde dike.

Nivîsa orîjînal rêbernameyek teknîkî ya bi 1080 rêzan e û wergera wê ya giştî di xebatên akademîk de (mînak, weşanên pisporên Hîtîtolojî) tê dîtin. Ev kurte ya min wergerandiye, avahî û prensîbên sereke yên nivîsê nîşan dide. 

Ji bo wergera giştî divê destûr were girtin. Mafê min nîne ez bikevim sîstema Hîtîtologan. Mixabin pisporên me serê xwe bi van tiştan re naêşînin. Çi bikim!?

Mîtanî di pêşxistina erebeyên şer ên sivik de pêşeng bûn û ev nivîs pisporiya wan a di terbiyekirina hespan de nîşan dide. Rêbazên Kîk Kûlî bi hin prensîbên ku di perwerdeya hespan a nûjen de têne bikaranîn re dişibin hevûdu.  


Ferhengok

Bo hûn baş ji rênameya Kîk Kûlî têbigihên, ev ferhengok girîng e.

Aspa: Hesp

Aşşa: Rengdêrek bo hespan e. Ango cureyek ji hespan e. Hespê ciwan û perwerdekirî bo erebeyên şer ên artêşê.

Aşva, aśva: Hespên bezê.

Aspawar: Pirjimariya hespan.

Aşşawar: Pirjimariya hespên artêşê.

Danna: Dan, danê xwarinê. Di kîtabeyê de ev term bo hespan hatiye bikaranîn. Ango divê hespên tor ên bazê, di her çaryekek carê de bêhna xwe bigirin. Kîk Kûlî ji ber wê ji çaryekê re gotiye "dan". Ango 15 xulek. Bi texmînî di 15 xulekan de hespên tor kêmzêde 10 km dibezin. Îhtîmalek e ku Mîtaniyan ev pîvan bo 10 km bikaranîne. Nizanim.

Îkkû: Peyv tê wateya yek, hindik. Ev pîvanekî Hatî û Mîtaniyan e. Çend km ye kes nizane. Zanist texmîn dikin ku ev mesafeyek bi qasî 800-1000 metreyê ye. Hinek zanist jî dibêjin 3-4 km ye.

Kîk: Efendî, esilzade.

Şe: Cehê bêqalik.

Arpa: Cehê biqalik (Hordeum vulgare L.).  Peyva Arpa ji Mezopotamyayê belav bûye. Beriya niha 19 hezar salan, li Mezopotamyayê çandiniya wê hatiye kirin û beriya 2000 salan derbasî Çînê bûye. Ji zimanê Çînî derbasî Mongolî bûye. Tirk jî dibêjin Arpa.

Wartana: Tûr, tûra bezê.

Aîka wartanna: Yek tûrek.

Panza: Pênc.

Panza wartana: Pênc tûr.

Aşûşanî, aššuššanni: Zanistê, perwerdekarê, hostayê, navdarê hespên artêşê. Ku Kîk Kûlî xwe wisa binavkiriye.

Lû: Lo, bo mêran. Li vir tîpa "û" dengê "ö" ya Almanî dide, ango . Di Kurdiya îro de LO. 

Lûaşanî, LÚAŠŠANI: Hostayê hespan (bo mêran).

Memaî: Axavtinên wekî temiyan. Temîkirin.

Ûrû, ûr: War, cih, mekan.

Ûrû Mîtanî: Warê Mitaniyan.

Şîwat, šiwatt: Bi zimanê Hatiyan berbang, berbanga rojê.

Parxaî: Beza hespê ya sivik. 

Şaxayî: Beza hespê ya bilez.

Raxayî: Cure bezek hespê ye. Kîjan e nizanim, nedît.

Tarayî: Cure bezek hespê ye. Kîjan e nizanim, nedît.

Galpayî:  Cure bezek hespê ye. Kîjan e nizanim, nedît.

Nûmayî: Birêveçûna hespê. Ango dema nabeze, tenê dimeşe.

Katta: Ketin, berjêr. Hesp berjêr hêdî bibezin dibêjin "aspa katta parxaî".

Apêda, apēda: Li pey, paşiyê de çûyîn.

Zik: Zik, bo mînak zikê mirov.

Zikî, zikki: Orteya tiştekê. Ji xwarina navrojê re herwiha zikî digotine.

Şîpayî: Bi zimanê Hatî Vexwarin.

Watar şîpayî: Bi zimanê Hatî av vexwarin. Av di zimanê Horiyan û Mîtaniyan de appa ye.

Şûwa, šūwa: Şev.

Tamma: Tîmarkirin, pak, temîz. 

Xûeşaî: Xwarina ajalan.

Axûr, ahhûr: Axûr, tewle.


Destpêkê de

Kîk Kûlî diyar dike ku divê hesp ji aliyê fizîkî û derûnî ve ji bo karanîna di erebeyên şer de bên amadekirin. Perwerde di nav demekê de (bi gelemperî 7 meh) bi awayekî qonaxî tê sepandin. Armanc ew e ku hesp karibin di mesafeyên dirêj de bêyî westandinê bibezin û bi lez bersivê bidin fermanan.

Prînsîbên bingehîn ên bernameya perwerdeyî

Zêdebûna Kondîsyonê ya qonaxî: Hesp bi temrînên hêsan dest pê dikin û bi demê re derbasî karên dijwartir dibin. Ev nêzîkatî dişibe perwerdeyên navberî yên nûjen.  

Xwarin û bêhnvedan: Bal tê kişandin ser parêza hespan. Di nivîsê de, talîmatên di demên diyarkirî de danîna xwarinê (ceh, kax) û avdanê hene. Rojên bêhnvedanê ji bo vejandina hespan girîng in.  

Cureyên Temrînan:  

Peyatî û bezîn: Hesp di mesafeyên diyarkirî de peyatî û bezîna sivik dikin. Mesafe hêdî hêdî zêde dibin.  

Perwerdeya navberî: Kîk Kûlî pêşniyar dike ku hesp bi bezînên kurt û bi şidda bilind (sprint) berxwedana xwe pêş bixin.  

Temrînên Şevê: Di hin rewşan de hesp bi şev têne xebitandin, ev jî dihêle ku ew xwe bi şertên cihê biguncînin.  

Avjenî: Avjeniya hespan di çem de ji bo pêşxistina masûlkeyan û berxwedanê tê pêşniyar kirin.  

Lênihêrîn û hîjyen: Tê destnîşankirin ku divê hesp bi rêkûpêk bên şûştin, tîmâr kirin û axûrên wan paqij bêne girtin. Di nivîsê de hûrgilî hene, mînakî, divê hespên xwêdan dane bi ava sar neyên şûştin.

Nimûneyên ji pêvajoya perwerdeyî 

Nivîs pêvajoyek perwerdeyê ya 7-mehî roj bi roj diyar dike. Nimûneyên beşê wiha dikare bên kurtkirin:  

Meha yekem: Hesp rojane çend kîlometre bi leza nizm dimeşin. Rojê du caran xwarin tê dayîn, av bi zêdeyî tê vexwarin. Hefteyê carekê rojek bêhnvedanê tê sepandin.  

Meha duyem û sêyem: Mesafeyên bezînê zêde dibin. Hesp sibeh û êvarê, du caran têne xebitandin. Bezînên navberî dest pê dikin, ser re qilkirinên kurt û paşê jî peyatî.  

Meha çarem û piştre: Hesp derbasî bezînên mesafeyên dirêj û temrînên şevê dibin. Danişînên avjeniyê têne zêdekirin. Perwerde bi bidestxistina kondîsyona tam a hespan bi dawî dibe.


Jêderka wergerê

"...Kîk-Kûlî, terbiyekarê hespan ê welatê Mîtanî, wisa diaxive (temiyan dike):  

Talîmatên Perwerdeyê:  

Roj 1-50 (Tableta Iem):

Sibehê: Hespan ji axûrê derxînin. 1 danna bimeşînin. Nîvro: Ceh û giya bidin, avê bidin vexwarin. Êvarê: 1 danna bimeşînin. Şevê: Hespan bibin axûrê, tîmâr bikin, axûrê paqij bigirin. Hefteyê carekê rojek bêhnvedanê bi kar bînin; tenê tîmâr û xwarin bidin.  

Roj 51-100 (Tableta IIem):

Sibehê: Hespan ji axûrê derxînin. 2 danna bezînin, 1 ikku bi lez bezînin, paşê 2 ikku bimeşînin. Nîvro: Ceh, giya û avê zêde bidin. Êvarê: 1 danna bimeşînin. Şevê: Hespan bibin axûrê, tîmâr bikin, axûrê paqij bigirin.  

Roj 101-150 (Tableta IIIem):

Sibehê: Hespan ji axûrê derxînin. 5 danna bezînin. Nîvro: Ceh û giyayê zêde bidin, avê bidin vexwarin. Êvarê: 2 danna bimeşînin, di çemê de avjeniyê bikin. Şevê: Hespan tîmâr bikin, xwêdan dabin bi ava sar neşon.  

Roj 151-214 (Tableta IVem):

Sibehê: Hespan ji axûrê derxînin. 7 danna bezînin, fermanan kontrol bikin. Nîvro: Xwarin û avê bidin. Êvarê: Tîmâr bikin, axûrê paqij bigirin. Şevê: Hespan ji bo domdariyê bi temrînên sivik bixebitînin.  

Dawî:

Kîk-Kûlî dibêje: Ger talîmat bi dîsîplîn bêne şopandin, hesp dê ji bo erebeyên şer bê kêmasî amade bibin. Tenduristiya hespan biparêzin, talîmatan bi temamî bicîh bînin..."


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.



Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...