Gulşa
Gulşa navê xwedawenda çarenûsê, qederê ya Aryanên Anatoliyayê û bakurê Mezopotamyayê ye. Di çerxa demê de gelek Gulşa derketine û ji hemiyan re dibêjin Gulşeş ango Gulşayan. Min gotibû zimanên Horî, Lûvî, Hatî û Mîtaniyan yek bûn, wekî devokên niha bûn. Gulşa herwiha karaktereka, lehengeka mîtolojiya Anatoliyayê ye. Di çîrokên Horiyan, Lûviyan de navê wê derbas dibe. Kivşe ye berê yek bûye, paşê bûne gelek.
Lûvî tîpa "ş" kirine "z", Gulza gotine. Paleyiyan û Qerqaşiyan (Karkaş) Gulzanîkeş, qismekê Lûviyan jî Kwanza, Xanza gotine. Lê dibe ku Gulşa û Xanza heman erkê pêk bînin jî, ne yek bin. Kwanza tê wateya "kesên bi qasî deryayê tiştan dizanin".
Navên xwedawendên qederê ji peyva kevn a Aryaniyên Anatoliyayê *kuels- "xêzkirin, nivîsandin, lê kolan" derketiye. Di Kurdiya îro de kuels, koka peyvê "kol" e, ango kolandin, lê kolandin, li ser rawestan e. Di serdema berî xwendin û nivîsandinê de, li Anatoliyayê xwendin - nivîsandin bi xêzikan bi kolana lewheyan dihate kirin. Tiştekî majîk bû û kesên xêzik dikirin wekî "fêlbaz, sêrbaz" dihatin dîtin. Heger ew kes oldar ban, dihat bawerkirin ku ew qedera însanan jî dikarin binivîsînin.
Çerxa demê de gelek Gulşa derketine
⦁ Gulşa ya avê, Gulşa ya çem û robaran (Gulšeš wappuwaš)
⦁ Gulşa ya bed, Gulşa ya xerab, Gulşaya dêlik (idaluš Gulšaš)
⦁ Gulşa ya dilovan, Gulşa ya baş, Gulşaya xweştirî (ušantariš Gulšaš)
Erkên Gulşayan
Gulşayan (Gulšeš) ji qedera mirovan berpirsiyar in. Ew ji zayînê heta mirinê bi qedera mirovan dizanin û dikarin lê hukim bikin. Li gorî baweriya Anatoliyayê, mirov ji av, ba, agir û axê hatine afirandin. Qeraxên çem di rîtûelên zayînê û paqijkirinê de cihekî girîng digire. Ji bo dûrxistina qedera xirab Gulşayên Avê (Gulšeš wappuwaš) tên gazîkirin.
Ji ber ku bi sêhra reş (alwanzatar) a ku bi pêlîstokên ji heriyê ne tên kirin, dikare qedera mirovan xirab bibe. Ji ber wê li qeraxê çem rîtûelên paqijkirinê têne kirin. Li ber avê qurban û diyarî dihatine belavkirin. Ji heriyê ziman çêdikin û wê davêjin avê, da ew qedera bi zimanekî hatiye gotin pûç bibe, ew kesên bi zimanê xwe sêhr kirine, negihên armancên xwe.
Herwiha pezek ji Gulşayê re tê qurbankirin û goştê pez li xizanan belav dikin. Tenê zimanê pez dihêlin û wê davêjin avê bila masî bixwin. Vê gotinê bi hev re dibêjin: "Zimanê pakiyê hat, zimanê xerabiyê çû. Gulşaya dilovan hat, Gulşaya bed çû!".
Darius Winzer
X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.
.jpeg)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen