Sertap
Sertap Psûrûxî, Şertapşûrûxî, dî mîtolojiya Hatî û Horiyan de, keça mîrê deryayan Mêr e. Bejinbilind e wekî hûtan. Pir bedew e, çermê wê xweşik e, wekî "şîrê şîrîn û kefa behrê" ye. Di şerekî Mêr û Xumarbî de, Xumarbî wê direvîne. Ji zewaca wan zarokek çêdibe, "Dêvê Deryayê Xedamo (Ḫedammu)". Xedamo, dibe belayê serê deryavan û masîgiran. Bagerê radike, bi pêl û kefa deryayê, mirovan dixeniqîne.
Watenasiya peyva Şertap Pşûrûxî û Xedamo
Şertap Pşûrûxî: Şer, şert şîr e. Appa av e. "Pşûrûxî" pişirandin, afirandin e. Bi texmînî ev ne nav lê rengdêr e û analîza peyvê wiha ye; "Kesa ji kefa deryayê ya wekî şîrê ye hatiye afirandin". Šertapšuruḫi.
Xedamo, Xedammû: Xa rengdêrekî deryayê ye. Deryayên kûr û aram re xa-mêr, ji yên bi pêl in re palî-mêr gotine. Damo, dammû dêv e. Ango "Dêva deryayên kûr".
Min "Kilama Xedamo" jî wergerandiye, ez ê parve bikim.
Erka Şertapşûrûxî
Gelek rindik e. Ji ber ku gelek bejinbilind e, mirov wê bixwazin jî nikarin pê re bizewicin. Ew jî dixwaze bi mirovek re evînê bijî lê nabe. Xwedawend Xumarbî ew revand lê çi bû? Di dawiyê de zarokek dêv anîn dinyayê. Çêtir e mirov bes temaşe bike, evîndar be lê pêş de neçe. Dawiya vê eşqê pûç e.
Şertapşûrûxî carnan ji nişka ve derdikeve pêşberî keştiyan. Naxwaze zirarê bide. Ew hatiye ku we ji kurê xwe Xedamo biparêze. We ew dît netirsin, bizanibin hûn di ewlehiyê de ne. Dema we ew dît hûn ê sedî sed evîndarê wê bin. Lê eman pêş de neçin, temas nekin, nexwe hûn ê di avê de bixeniqin.
Têkildar:
Gernot Wilhelm: Šertapšuruḫi. In: Michael P. Streck (Hrsg.): Reallexikon der Assyriologie und Vorderasiatischen Archäologie. Band 12, Walter de Gruyter, Berlin/Boston 2009–2011.
Darius Winzer
X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen