Festîvala Pîvokê ya Hatiyan
AN.TAḪ.ŠUM, antaxşûm an jî bi Kurmancîya îroyîn pîvok, cejna qurbanê ya herî girîng a Hatîyan (Hîtît) bû. Di biharê de, dema ku berf diheliya û kulîlkên pîvokê şîn dibûn, dest pê dikir û di navbera 35 heta 40 rojan de berdewam dikir. Zanyarên rojavayî bi salan kulîlka wê bi sîrê re tevlihev kirin, ji ber ku Hatiyan ji kulîlkên bi kok, ku kokên wan dişibiyan sîrê re digotin "şûm", û şûm, şûmrî di heman demê de di maneya sîrê de bû. Her çendî piraniya şahiyan li paytexta Hatiyan, Hatûşa, dihatin kirin jî, geştyarên olî yên çend rojan, ku di nav wan de Arîna û Zîpalanda jî hebûn, li bajarên girîng ên derdora paytextê dihatin kirin.
Çiye pîvok?
Pîvok, pirpizêk, şimşok, pîşok (crocus) ji famîleya sosinan (Iridaceae) kulîlkek e. Ango ji malbata ku berfî, leylank, sosin, pîvaz û tule (lale) dikevînê. Malbata zembeqan jî dibêjin. Li Kurdistan, rojhilata navîn, Ewropa û bakurê Afrîkayê gelek tê dîtin. Riwekek herdemî ye, ango heger bê çandin di kîjan werzê de be, aj dide. Lê ji bo ew bijî axa çiyayî, sar û berfî pêwîst e. Li Kurdistanê bi biharê û payîzê aj didin. Pelên wê rengên cuda de ne, lê pirranî mor, zer, spî û binefşiya vekirî ne. 88 cureyên wê hatine peyitandin û tomarkirin.
Wateya Antaxşûmê
Şûm, şûmrî pîvok û kulîlkên bi kok re tê gotin. A+n+tax+şûm. "A" di Kurdiya îro de herwiha A ye, ango aîdiyetê dide. "N" girêdanek e. "TAX" ango terxankirin, pêşkêşkirin. "ŞÛM" pîvok e. Bi giştî tê wateya "A PÎVOK TÊ PÊŞKÊŞKIRIN". Ango festîvala ji xwedawendan re pîvok tê îkramkirin, qurbankirin.
Taybetiyên festîvalên Hatiyan
Ola Hatiyan olekî pirxwedayî ye. Hatiyan ne tenê ji xwedayên xwe re, lê her wiha ji xwedayên welat û şaristaniyên ku pê re têkiliyên wan hebûn (Horî, Lûvî, Palayî, Sûmer ûêd) jî perestî kirine. Ji bo Hatiyan ji ber wê ye gotine "miletê hezarxwedayî". Keyser û kaybanûyan bi saya festîvalan desthilatdariya xwe xurt dikirin. Bi gotineke din mîrên Hatiyan xwedawend bo desthilata xwe baş bikardianîn.
Pîrozbahiyên Festîvalê
Di rojên yekem, 32em û 33em de, ligel xwarinên din, pîvok jî ji xwedayan re dihat qurbankirin. Di envantera pîrozbahiyê de, peykerek mezin a pîvokê ku ji zêrîn jî hebû ku nêzî 500 gram dihat.
Festîvala pîvokê ji serdema Împeratoriya Mezin ve tê belgekirin û di destpêkê de 35 rojan berdewam dikir. Piştre 3 rojên din hatin zêdekirin û ji dema IV. Tûdxaliya ve bû 40 roj. Ji ber xweşbûna festîvalê, hin lêkolîner bawer dikin ku her sal nehatiye pîrozkirin. Tê fêmkirin ku di festîvalê de keyser û keybanûyan roleke girîng lîstine.
Festîval ji sedsala 14an a B.Z. ve tê pîrozkirin. Bi înîsiyatîfa keyser IV. Tûdxaliya ve ji nû ve hatiye organîzekirin. Beriya wî, Şûppîlûlîûmayê Iem jî festîval ji nû ve saz kiribû, û nîşan hene ku Mûwattallî II jî guhertin di festîvalê de kirine.
Di roja yekem de, qral û qralîçe diçin Taxûrpa, ku li wir qurban ji xwedawenda rojê Arînna, xwedawenda rojê ya herêmî Taxûrpîştanû (Taḫurpištanu), xwedayê hespan Pîrwa û xwedawenda Ammamma re têne pêşkêşkirin. Roja din, li Tîppîva, yek ji taxa Hatûşayê, pêşbaziya parêzvanên qesrê tê kirin; qral ji cihekî bilind pêşbaziyê temaşe dike. Serkeftî piştre dema qral ji erebeyê dadikeve û qurbanê dibire, dikare zencîreyê bigire. Key û keybanû vedigerin Hattûşa û destmêjên ayînî digirin.
Di roja sêyem de, geştyariya olî ya xurşa, ku cureyekî postê olî yê Zîtxariya ye, dest pê dike. Pêşî ji Arînna ber bi Hattûşa, di roja çarem de jî ber bi Tavîniya ve tê birin. Di vê rojê de, li perestgeha xwedayê şer Zirbab, Zababa ya li paytextê, merasîma qurbankirinê tê kirin. Xurşa şevê li Khiyaşna derbas dike, ji Tavîniya vedigere Hattûşa û ber bi perestgeha xwedawenda genim Xalkî ve tê birin. Li vir qapek hilanînê, li rex xwedayê hewayê yê Zîppalandayê, tê vekirin. Piştre di cejna qurbanê ya sê rojan de, dewar û pez tên qurbankirin; ax ji ḫešta malê (mala miriyan, perestgeha cenazeyê) tê anîn.
Di roja heştemîn de, keyser ber bi Arînna ve diçe û di rê de daristanên pîroz ziyaret dike. Keybanû li qesra Hattûşa radizê, ew jî şevê li Arînna derbas dike. Di roja nehem de, keyser pîvokê li Arînna datîne, keybanû jî heman tiştî li qesra keybanûya Ḫattuša dike. Di roja dehem de, keyser vedigere Hattûşayê.
Şahî di rojên din de li paytextê berdewam dikin. Di roja yanzdehem de, sala kevn bi şiklê hîyeroglîfê tê birin mala ḫešta, ku jê re perestgeha cenazeyê tê gotin, û li ser dîwanekê tê danîn. Piştî ayînên bixûrê, ji xwedayê miriyan Lelwanî û xwedayên din re xwarin, vexwarin û qurbanên heywanan, di nav wan de heşt pezên reş, tên organîzekirin. Di heman rojê de pêşbaziya hespan tê kirin û xelata serkeftî dasek ji bafonê, sifirê ye.
Di roja diwazdehem de, festîvaleke çend rojan li perestgeha xwedayê hewayê Zîparwa ya bajarê Palaî dest pê dike. Di heman demê de, qapek mezin a genim a xwedayê Xatî tê vekirin û li perestgeha xwedawenda rojê ya Arînna pez tê qurbankirin. Di rojên pêş de, şahiyên ku cota qraliyetê û prensan tê de beşdar dibin, diyarî ji xwedayên cihê re û qurban têne pêşkêşkirin. Beşek ji van şahiyan li daristana şimşîrê ya nêzîkî stûna xwedayê hewayê pêk tê.
Di roja 16an de, bi muzîk û dansê re defîlyek ber bi perestgeha Zababa ve diçe. Lîstikvanên bi cilên sor, destên xwe bilind dikin û li rex cota qraliyetê dizivirin. Piştî paqijkirina ayînî li hewşa perestgehê, ji Zababa û xwedawenda text Ḫalmašuit re pez û şerab têne pêşkêşkirin. Piştre qral ji peykera I. Hattûşîlî re şerabê diyar dike û li ber wê xwe ditewîne. Piştî ku cota qraliyetê li ser text rûnişt, bi nîşana rûmeta qraliyetê, rim û asaya zêrîn, merasîmek tê kirin.
Bi banga “Muzîk! Muzîk!” lîrjen diçin perestgehê û muzîkê dijenin. Piştre bi muzîkê re ji xwedayên cihê re şerab û nan têne pêşkêşkirin û ayîn tê kirin. Paşê “mirovên kûçikan” û nêçîrvan derdikevin, qeymeqam du gayên zîv tînin. Di ayînên vexwarinê yên paşîn de, ji xwedawenda çiyê Ala re du flût, ji Telîpîno re lîr û di dawiyê de ji Zababa re def tê lêdan.
Di roja 17an de, cota qraliyetê li perestgeha xwedayê Xanû şahî dike, prens jî li perestgeha xwedayê hewayê qurbanê dibire. Roja din, keybanû li mala xalentû xwedawenda rojê Arînna rêz digire, keyser jî li “Mala Paqijiyê” ji xwedayê hewayê Pîxa, Piḫaššašši (bi Luvîkî: “xwedayê birûskê”) re qurbanê pêşkêş dike. Roja din, piştî ku keyser daristana darşimşîrê ziyaret dike, ji Pîxa û li gorî pîşesaziyekê ji xwedayê hewayê yê bajarê Nerîkê re qurban têne birîn. Ji Xepa û xwedawenda rojê Arînna re jî dua tê kirin û qurban têne pêşkêşkirin.
Ji roja 20î heta 27an, agahiyên di nivîsên gihîştine me de hinekî nakokî hene. Ji ber vê yekê ne gengaz e ku rêça bûyeran bi temamî bête zanîn. Divê pispor li ser kîtabeyên di mûzexaneyên Tirkiyeyê de tên rizandin û tehrîbkirin, xebatan bikin.
Ev nezelalî encama guhertinên keyserên paşîn in. Bi taybetî IVem Tûdxaliya, di bernameya festîvalê de guhertin kirine. Xuya ye ku di demên kevn de, di van rojan de ji xwedayê parêzgar ê Taûrîşa re dihatiye peristin. Lê ne diyar e ku ev li Taûrîşa bixwe bû an li perestgeha wê ya li paytextê. Bi îhtîmaleke mezin, di yek ji van rojan de, li daristana Tauriša cejna qurbanê dihat pîrozkirin. Lê li gorî nêrîna giştî, ev di roja 32yan de bû. Piştre festîvala Šauška ya Ḫattarina, ku bi temamî xwedî xwezayek Hurrî ye, li Ḫattuša dest pê kir.
Di rojên 20. û 21an de, li perestgehên cihê yên paytextê qurbanên xadaûrî (ḫadauri) tên organîzekirin û ji xwedayên cihê re pez tên qurbankirin. Di roja 22yan de, keyser û keybanûya Ḫattarina li perestgeha xwedawenda derî Aškašepa ji Šauška re diperisin, û roja din li “Baxçeya Razan” ji xwedayê parêzgar ê Tauriša û Ea re diperisin. Rojên paşîn tenê ji Šauška ya Ḫattarina û derdora wê re têne veqetandin. Ayîn ji aliyê keybanûyê ve têne birêvebirin. Perestin, dansa “efendiyan” bi bivira xwedawendê ya bi hiriya sor û ayînên kulumurši yên êvaran dihewîne. Ji bilî xwedawendê, ji her du xizmetkarên wê Ninatta û Kulitta, û xwedayên din ên Horiyan re jî tê perestin. Di 27an de festîvala Šauška Ḫattarina bi dawî dibe.
Di roja 28an de, keyser ji xwedayê Karmaḫili û Çiyayê Tapala re diperise. Roja din, li perestgeha xwedayê zanyariyê Ea qurbanê dibire. Ji Ea, jina wî Damkîna, xwedayê nivîskar ê Babîlî Nabû, paşê navên kultê yên Ea yên bi wateya “zanyarî” Madi û Ḫazzizzi, û xizmetkarê Ea Izzummi û xwedayên din re tê perestin. Di rojên 30. û 31an de, ji xwedawenda sereke û xwedayê hewayê Ḫuršanašša re tê perestin.
Di roja 32yan de, cota qraliyetê diçe perestgeha xwedayê parêzgar, ku li wir geştyariyeke olî ya çend rojan tê amadekirin. Piştre peykera xwedayê çiyê Puškurunuwa li erebeyekê tê barkirin. Roja din, cota qraliyetê ber bi Khaitta ve diçe û şevê li wir derbas dike. Sibeha din, diçin Çiyayê Puškurunuwa, ku "kerên pîroz" lê têne girtin, û keyser ji wan re diyarî pêşkêş dike. Ji Çiyayê Puškurunuwa, Kanişka Weriyatu, û xwedayên din re jî qurban têne pêşkêşkirin. Ji bilî xwarin û şerabê, pîvok jî tê qurbankirin. Piştre, bi vexwarinekê re, ji xwedayê çiyê, di nav de “mîrê çiyê” Îdarî, tê xwestin ku were razîkirin.
Şev li bajarê Ḫarranašši, ku cota qraliyetê ji xwedawenda rojê Arînna û xwedayê hewayê Zîppalanda re diperise, tê derbaskirin. Di heman demê de, ajalên qurbanê ber bi Zîppalanda ve têne birin, di roja 36an de cejna qurbanê tê pîrozkirin û Çiyayê pîroz Daḫa jî tê ziyaretkirin. Di roja 37an de, geştyarÎ digihîje Ankuwa. Li vir, li perestgeha xwedawenda bajêr Kataḫḫa, qurban ji gelek xwedayan, ku piraniya wan ji koka Horî ne, têne pêşkêşkirin. Piştre li cihên cihê yên perestgehê kulîlka pîvokê tê danîn
Di roja 38an de, li Ankuwa ji xwedayê birûskê spasdarî tê kirin. Ayîna vexwarinê bi def, amûrên galgaturî û stranan tê birêvebirin. Ji Zîppalanda du nanên spî û du nanên reş têne anîn. Piştre sê penîrên şor ên ajalên qurbankirî ji keyser re têne pêşkêşkirin, û keyser bi asaya xwe bi kurtî li her yekê dide. Piştre ji bo bihêzkirina cota qraliyetê ayînên din jî têne kirin.
Herî dawî rahîbeyek derdikeve cihekê bilind û wiha dibêje: “Nûçeyên baş wê ji bo destjilatdariya Mîrê Mîran (ango keyser) werin. Em bihêz bûn û dê Tawananna li ser text bibînin û şahî wê serwer be.”
Ferhengok
Alalû: Hatî, Mîtanî û Lûvî, kulîlkên wekî tuleyan, laleyan. Kûlîlkên herî rindik.
Gişnû: Sumerî kulîlkên vedidin.
Nîg: Kûlîlkên venadin
Vaîtî: Avestayî, nebatên, riwekên rengareng û wekî kulîlkan.
Pûşa: Kurdiya Avestayê pûş, giyayên bêqîmet.
Şumanza: Hatî, Mîtanî, kulîlkên bi kok, ên kokên wan dişibin sîrê.
Pîşar: Hatî, pîvaz.
Suppî Pîşar: Hatî, pîvaza spî, ango sîr
Şûm: Sûmerî sîr.
Darius Winzer
X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen