Samstag, 17. Mai 2025

 Serhildêrê Mîtaniyan Îdrîmo û Wergera Kîtabeya Wî

Îdrîmo, Drîmo, Îdrîmî di navbera salên 1475 - 1450 BZê de jiyaye. Yek ji kesên xizmên keyserên Mîtanî bûye. Demekê serî li keyserên Mîtaniyan re radike. Sedemê serîrakirina wî nayê zanîn. Keyser wî ji welat dikin der, lê serî pê re dernaynin. Dawiyê de bajarê Ala Laxê teslîmê wî dikin û wî dikin vasal. Bajarê Ala Laxê îro dikeve erdnîgariya parêzgeha Antakyayê û jê re Xerabeyên Tel Açanan dibêjin.

Gorî hin zanistan ew kurê keyser Baratarna ye. Lê ji ber sedemeke nayê zanîn, Baratarna ew ji ewlediya xwe deraniye. Mirovekî bixîret, serhişk, zîrek û şerkar bûye. Tirs xistiye dilê keyserên Mîtanî û Misirê. Wextekê keyserê Misirê Tûtmosîsê IIIem girêdaye xeracê û Misiriyan her sal xerac dane wî.

Îdrîmo bi xwe ne girîng e, lê kîtabeya wî ew navdar kiriye. Bi zimanên Misirî, Akadî kîtabe dane çêkirin û di wan de pesnê xwe daye. Kîtabeyên wî yên Misirî, Horî nehatine vedîtin lê yên Akadî di kolanên arkeolojîk de derketin ronahiyê. Di xerabeyên bajarê Ala Laxê de peykerekî wî yê 140 cm bilind e hat vedîtin. Li seranser peykerê xwe, temiyên xwe daye nivîsandin.

Bavê Nîkmepa ye. Piştî wî, Nîkmepa tê ser text. Li ser navê British Museumê Sir Leonard Woolley peykerê Îdrîmo dibîne û nivîsên ser dide xwendin. Peyker niha li Britîsh Museumê ye. Kîtabeyên din wextekê di Mûzexaneya Antakyayê de bûye, lê piştre tên dizîn. Aqûbeta wan kîtabeyan nayê zanîn. Temiyên Îdrîmo ji 104 hevokan pêk tê.

Wergera Temiyên Îdrîmo:

1-14: Li Helebê, li mala bav û kalên min, êrîşek çêbû, wisa ku me, bi malbata diya min re, xwe spart nav gelê Emarê û em li wir bûn penaber. Birayên min jî li wir bi min re man, lê tu planên wan ên weke yên min tune bûn. Ji ber vê yekê, ez, Îdrîmo, kurê Îlîm-Îlîmma, xizmetkarê dilsoz ê xwedayê bahozê, Xepat û xwedawenda Ala Laxê Îştarê, bi xwe re wisa fikirîm: "Yê ku mîrasa bavê xwe bigere, ew kesekî bi rûmet e, lê yê ku di nav niştecîhên Emarê de bimîne, ew kole ye (vasal e)." Bi vî awayî, min hespê xwe, erebeya xwe ya şer û seyîsê xwe (xizmetkarê hespê xwe) girt û ji wir dûr ketim.

14-20: Min çolê derbas kir û di nav şervanên Sûtû re derbasbûm hatim. Min şev bi wan re, di erebeya xwe ya şer a girtî de derbas kir. Sibeha din ez dîsa ketim rê û çûm Kenanê (welatê Kenanê). Bajarê Ammiyayê li welatê Kenanê ye.

20-26: Mirovên ji Helebê, Mûkîşê, Nî’î û Nûhaşşeyê hatibûn li Ammiyayê dijiyan û gava wan fêm kir ku ez kurê efendiyê wan bi xwe me, li dora min civiyan. Min ji wan re got:

26-29: “Ez bûm rêberê we.” Piştre ez heft sal di nav şervanên xelkê Habîro de mam. Min li wir çûk azad dikir û falkêşî dikir.

29-34: Di sala heftemîn de xwedayê bahozê li cem min bû, ji ber vê yekê min keştî çêkirin, leşkerên xwe lê siwar kirin û di deryayê de ber bi Mûkîşê ve çûm. Li Çiyayê Kasîyûsê ez gihîştim bejahiyê û derketim peravê.

35-42: Gava welatê min ev yek bihîst, wan ji min re sewal û pezên biçûk anîn û di rojekê de welatên Nî’î, Nûhaşşe, Mûkîş û bajarê min Ala Laxê bi min re li hev kirin. Gava hevalbendên min ev yek bihîstin, ew jî hatin ba min. Gava wan bi min re peymanek çêkir, min ew weke hevalbendên xwe yên pêbawer qebûl kirin.

42-51: Ji heft salan vir ve, keyserê şervanên Horiyan (Hûrrî), keyserê mezin bavê me Barratarna, dijminên min bûn. Di sala heftemîn de, min qasidê xwe yê bi navê Anwanda şand ba keyserê Horiyan, keyserê mezin Barratarna, û min ji wan re her tişt li ser peymanên bav û kalên xwe got, û têkiliyên me yên berê bi keyserên şervanên Horiyan re xweş bûn, ji ber ku wan di navbera xwe de peymanek dilsozî çêkiribûn.

51-58: Keyserê mezin, peymanên bav û kalên me û peymana ku di navbera wan de hatibû çêkirin bihîst, û wan peyman bi hemû hûrgiliyên xwe ji qasidê min re xwendin. Bi vî awayî, piştî ku şertên peymana me hatin diyarkirin, wî baca min qebûl kir. Piştre min dilsoziya xwe bi dilpakî pêşkêş kir, diyarî dan, zirarên mal û milk telafî kirin. Û min ji wî re sonda dilsoziyê xwar ku ez ê bibim vasalekî wî yê dilsoz.

58-63: Piştre ez bûm keyser. Keyserên derdorê, li Ala Laxê li dijî min êrîş kirin. Wan berê termên bav û kalên min li ser erdê, yek li ser yek kom kiribûn, ji ber vê yekê min jî termên wan li ser erdê, yek li ser yek kom kir û bi vî awayî seferberiya (şerê) wan bidawî kir.

64-67: Piştre, min piyadeyên xwe girtin û êrîşî welatê Hatiyan (Hîtît) kir. Min heft bajarên wan ên bi navên Paşşahe, Damarut-re’î, Hûlahhan, Zîse, Îe, Û-lûzîna û Zarûna wêran kirin. Welatê Hatî ne civiya û li dijî min nemeşiya, ji ber vê yekê min tiştê ku min dixwest, kir. Min ji wan dîl girtin, mal û milkên wan û tiştên wan ên bi qîmet weke xenîmet girtin û min ew di nav hevalbendên xwe, xizmên xwe û dostên xwe de parve kirin. Min bi wan re xenîmet girtin.

77-86: Piştre ez vegeriyam Mûkîşê û ketim paytexta xwe Ala Laxê. Min bi dîl, tişt û mal û milkên ku min ji Hatî anîbûn qesrek ava kir. Min rêveberiya xwe (sîstema rêveberiyê) weke ya keyaniyan ava kir. Min birayên xwe weke birayên keyseran, kurên xwe weke kurên keyseran, xizmên xwe weke xizmên keyseran kirin. Min niştecîhên welatê xwe bi ewlehî bi cih kirin û tewra kesên ku ne xwedî mal û milk bûn jî, li wir bi cih kirin.

86-91: Piştre, min welatê xwe organîze kir û bajarên xwe weke bajarên berê çêkirin. Ji ber ku bav û kalên me ji bo xwedayên Ala Laxê rîtûelên birêkûpêk çêkirin û qurbanî pêşkêş kirin, min ev kevneşopiya wan berdewam kir. Ji ber van karên ku min kirin, min kurê xwe Îm-Nîr Arî (Adad-Nîr Arî) ji wan (xwedayan) re spart.

92-98: Kî ku zirarê bide peykera min, bila xwedayê ezmanan wî tune bike, xwedayê erdê nesla wî biqedîne û xwedayê erdê padîşahiya wî parçe bike. Kî ku wê biguherîne an jî ji cihê wê rake, bila xwedayê ezman û erdê, xwedayê bahozê û xwedayên mezin nesla wî tune bikin û tovê wî ji welatê her û her bavêjin.

98-101: Şarrûwa, nivîskarê (katibê) dewletê ye. Wî (nivîsar) nivîsî, kopî kir û dîsa çav lê gerand. Û niha bila xwedayên erdê û ezmanan, nivîskarê Şarrûwa yê ku vê nivîsarê ji bo peykera wî (Îdrîmî) nivîsî parastin, wî bi tenduristî bihêlin, hemî xwedayan wî bihêlin û biparêzin. Xwedayê Şamaş, yê ku serwerê ezmanan û cîhana binê erdê û ruhên wê ye, bila parêzgerê wî be.

102-104: Sî salan min hukum kir. Min kiryariyên xwe li ser peykera xwe nivîsandin. Bila gelê min wê bixwîne û her dem min bi bîr bîne.


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.







Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...