Donnerstag, 17. April 2025

ANÎWIYANÎ
Seremoniya Parêziya Seksê

Seremoniyek parêziyê ya Hatî, Mîtanî û Lûviyan bû. Jinan xwe ji seksê, nexweşiyên piştî zayînê diparastin. Herwiha ev seremonî di zewacê, serê mehê û nexweşiya jinê de dihate kirin. Di lewheyên hatine xwendinê de pirranî behsa jinê tê kirin. Kivşe ye ev seremonî bo parastina jinan bûye. Bo mêrê agahiyek hebe jî, ez nizanim. Dibe ku hebe.

Ferhengok

Ez kurte ferhengokek bidim da baştir bête fêhmkirin.

Haaşta, ḫaaštā: Di zimanê Horî, Hatî, Mîtanî û Lûviyan de Hestî

Haaştaşî, ḫaštāšši: Bihestîbûn, hestîbûn

Qûwan, khuwan: Hêz, qewet.

Qûwanaşî, kuwannašši: Biqewetbûn, bihêzbûn

Maş, maš: Qelewbûna mirov, donê însên, goştê zêde yê laşê

Maşaşî, mašašši: Qelewbûn, xurtbûn

Kuşta, kušta: Di zimanê Horî û Mîtanî de goşt.

Paraî: Qeweta mirov, di zimanê Horî û Mîtaniyan de.

Xamk, ḫamk: Bi zimanê Hatî hemêzkirin, nêzîkbûna seksî.

Şakan, şaxan, šaḫḫan: Bi zimanê Hatî şakirin, nêzîkiya cinsî.

Nakû: Bi zimanê Hatî, Lûvî û Mitanî, di argoyê de bo têkiliya cinsî.

Nîwiyanî: Bi zimanê Hatî, Lûvî seks, têkiliya cinsî.

A: Di zimanê Lûviyan de wateya "Ne, Na" dide. Bo mînak şakan-nêzîkiya cinsî bike, Aşakan-nêzîkiya cinsî neke.

Anîwiyanî: Di zimanê Hatî û Lûviyan de "nesekskirin" ango xwe ji seksê parastin

Zûwa: Bi zimanê Lûvî zewac, gihîştina hevûdu, bi mecazî "bi hev re sekskirin"

Şarî, šarri: Bi zimanê Horiyan şakirin, nêzîkbûna bi ken. "Şarra" şer e, "şarî" nêzîktêdayîna seksî ye.

Xûşû, ḫušu: Bi zimanê Mitanî û Horî xweşî, serxweşî

Pêşnatar, pešnatar: Bi zimanê Horî, Lûvî darikê, terika pêşî ango penîs

Xaş, ḫašša: Nav, rengdêr an lêkerek bo organên zayendî yan seksê ye, lê çiye nizanim, nedît.

Kûît, kûîta, kuitta: Bi zimanê Horî, Lûvî vajîna

Şalxî, šalḫi: Nav, rengdêr an lêkerek bo organên zayendî yan seksê ye, lê çiye nizanim, nedît.

Pîz: Nav, rengdêr an lêkerek bo organên zayendî yan seksê ye, lê çiye nizanim, nedît.

Yappxû: Nav, rengdêr an lêkerek bo organên zayendî yan seksê ye, lê çiye nizanim, nedît.

Xanaxan, hannahanna: Xwedawenda herî mezin, dayika dayikan.

Şûgî: Rahîbeya rîtûelan pêk tîne, sêhrbaz, doktora olî.


Angaşta Hîtîtologên Tirk

Tirk dibêjin peyva "anna" dişibe "anne" ya Tirkî û ji ber wê jî lê digerin Hatiyan bikin Tirk. Helbet dinya bi vê dikene. Bo rîtûela Annîwiyanî dibêjin "pîrozbahiya dayikbûnê" ye. 

Hema bêjim, anna kurtenavê xwedawend Annahîta ye. Jê re Anna, Annê, Anê, Nahîde, Nahîd jî gotine. Ti eleqeya wê bi anne ya Tirkî nîne. Anne ji Îraniyan derbasî zimanê Tirkî bûye. Divê bêjim Tirkan Ewropayî gelek xapandine, bandor li wan kirine.

Lêkolînerên Ewropayî jî ji peyva Annahîta li Anatoliyayê dinêrin. Şaşî jî di vir de ye. Mirov nikare bi termên îro li demên antîk binêre. Mirov nikare bi term û navên xwedawendên Zerdeştîtiyê û Mîtrayê li mîtolojiya antîk binêre. Ji aliyê rêbaza zanistî ve şaş e. Berevajî mirov dikare mîtolojiya antîk bingeh bigire, ji sûdê werbigire û bi wê mîtolojiyên pey wê re tên, fêhm bike.

Anîwiyanî li cem Hatiyan

Di metnên nivîsên mixî yên Hatiyan de “annîwiyanî” wekî peyveke ku tê wateya “rîtûela bo dayika dayikan Xanaxan tê kirin” derbas dibe ku ev piştre Xanaxan li Îranê wekî Annahîta deng vedide. Hîtîtolog dema dibînin peyv dişibe Annahîtayê, êdî zêde lê nakolin.

Rîtûelên Hatiyan bi gelemperî li dora panteonek pirxwedayî dihatin şekilandin û ji kevneşopiyên herêmî yên Hatî, Lûvî û Horî bandor dibûn. Bi taybetî di rîtûelên Kîzzûvatna de (herêma Çukurovayê), ayînên têkildarî dayiktî, parêziya seksî û bereketê gelek bûn.  

Rîtûelên zayînê: Anîwiyanî, ji merasîmên paqijkirina dayikê ya piştî zayînê an parastina zarokê ne pir cuda bû. Xwedawenda Xanaxan (Hannahanna, xwedawenda dayika dayikan) di van rîtûelan de girîng bû. Dua ji wê re dihatin kirin, bi navê wê zayîn dihatin pîrozkirin. Di rîtûelên Kîzzûvatnayê de, ji bo hêsankirina zayînê an parastina pitika nûbûyî, diyarî ji xwedayan re dihatin pêşkêşkirin.

Sêhr û paqijkirin: Di rîtûelên ji bo xilasbûna ji nexweşî, nifir an ruhên xerab de, têgîna “anîwiyanî” parêzgeriya sembolîk a dayikê îfade dikir. Kahîn an jinên pîr ên bi navê Şûgî (ŠU.GI) gotinên efsûnî û duayan bikar dianîn. Jinê zarok aniye, divê bo demekê dirêj seksê neke. Ji mêrê wê tê xwestin ku heram e xwe nêzîkî jinê bike. Ev guneheke mezin bû.

Anîwiyanî li cem Lûvîyan

Lûvî, bi Mîtanî û Hatiyan re ji aliyê çandî û zimanî ve gelek nêzîk bûn. Zimanê Lûvî wekî devokeke Hatî bû.  

Bereket û Malbat: Di rîtûelên Lûviyan de herwiha ayînên têkildarî bereket û malbatê ne dihatin kirin. Têkiliya cinsî ne tişteke sedî sed azad bû. Serê mehê, zayîn û di nexweşiya jinê de heram bû. Guneh bû. Heger bi dizî bihata kirin, Xanaxanê ev didît û berketa malê dibir, malbatê jê zirar didît.

Xwedayê Rojê û Festîval: Lûvî xwedayê rojê Tûwat/Tîwad dihewandin. Di festîvalên 19-rojî de bi stranan, dansan û rîtûelan bi xwedayan re têkilî datanîn. Di festîvalan de mirovan vedixwar, serxweş dibûn. Lê nedikarîn çi bixwazin, bikin. Li vir jî prînsîbên olî yên seksê hebûn. Şûgiyan mehra jin-mêran çêdikir, bi destûra wan dikaribûn seksê bikin. Û wan jî di demên festîvalan de destûr nedidan. Çimkî serxweşî, dikaribû bibûya sedemên bûyer û biryarên nebaş ên xwedayan aciz dikin. Parastin ji seksê di festîvalan de girîng bû. Keyseran, kî zîna bikira cezayê mirinê didan. 

Rîtûel çawa dihate kirin (li cem Lûviyan û Hatiyan)

Çi piştî zayînan ba, çi jî di nexweşî, serê mehê yan di mehrbirînan de ba, Şugî dihatin û seremonî lidardixistin. Şûgiyan buxur dişewitandin. Dua digotin û pelên dara maziyê didan ser serê jinê û wiha digotin: 

"Maššašši, ḫaštāšši, kuwannašši". Ango "Goştê wê, hestiyê wê, hêza wê".

Di Horiyan de Anîwiyanî

Horiyan, bi taybetî wekî cîranên başûrrojhilatê Hatiyan, kevneşopiyên xwe yên olî bi awayekî cidî dikirin. Mirov dikare bêje Horî ji Mîtanî û Lûviyan konservatîvtir bûn.

Xwedawend Şauşka û zayîn 

Şaûşka, wekî xwedawenda evîn û bereketê, di rîtûelên zayînê de girîng bû. Di duayên Anîwiyanî yên Horiyan de, navê Şaûşka û Xepa bêhtir dihatin bilêvkirin. Ji Saûşka re "xûşka evînê, xûşka şahî û kêfê" jî digotin.

Horiyan de jinên rahîb ên ku rîtûelên olî pêk dianîn, bi gelemperî MUNUSŠU.GI (xwendin: şû-gî) dihatin navkirin. Ev têgîn di çavkaniyên Hatiyan de herwiha derbas dibe û tê wateya "jina olî ya temendirêj" an "jina sêrbaz". Ev jin di sêhr, derman û rîtûelên olî de rahîbeyên pispor bûn. Li herêma Kîzzûvatna di rîtûelên zayînê, dermanê, paqijkirinê û yên ji bo xwedayan de roleke girîng digirtin.

Rîtûeal çawa dihate kirin (li cem Horiyan û Mîtaniyan)

Jinê xwe dişûşt, avên gulan bi xwe de dikir. Rîtûelê de bixur tunebû. Şûgiyan pelên dara maziyê didan destên xwe û dua dixwendin. Û di dawiyê de pelên maziyê didan serê jinê û wiha digotin:

"Kuštum, ḫaštum, paratum". Ango "Goştê, hestiyê, hêzê"


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...