Xatê
Xatêpûna, Ḫatepuna, Xatepûnû, Khatûînû yek ji xwedawendên femînen ên Hatiyan (Hîtît) e. Kurte nav Xatê ye. Aryanên Anatoliyayê jî wekî yên bakurê Mezopotamyayê, navan bi rengdêran dixemilînin. An xwe wekî "bendeyê xwedawendan" nîşan didin, bo mînak Pûdûxepa ango "kesa daye dû Xepa, kesa di riya Xepa de ye". An pêvekan lê zêde dikin, bo mînak Xalî dibe Xalîpîno, Telî dibe Telîpîno. Li vir pîno, pînû, pûnû di wateya zarok de ye. Ango Telîpîno, "kurê Telî", Xatêpûnû, "keça Xatê" yan "Xatê ya zarok, azeb".
Wateya peyva Xatê çiye, baş nayê zanîn. Tenê hin angaşt hene. Xa di zimanê Hatiyan de rengdêrekî deryayê ye. Deryayên kûr û aram re xa-mêr, ji yên bi bager û nearam re palî-mêr digotine. Heger em rengdêrên deryayê bingeh bigirin Xatê tê maneya "kesa wekî deryayên aram" û Xatepûna jî "keça deryayî ya aram, giran, maqûl". An jî "keça xwedawenda/ê deryayê ya aram". Etîmiyolojiya wê kesî nekiriye. Çendîn geriyam jî rast lê nehatim.
Xatûn
Xanim û Xatûn navê jinan e di Kurdî de. Di wateya keybanû û keyxatûn de ne. Heger yek jin be dibêjin xanim, azeb be dibêjin xatûn. Ev di zimanên berê yên Aryanên Anatoliyayê de jî heman e. Li cem bo mînak Hatiyan Xate jin e, temendirêj e, lê Xatepûna keçik e, hê nezewiciye. Bi taybetî di Kurdiya Navîn de peyva "xwatāy" (xwedî, efendî) heye. Ev cure peyv bi gelemperî ji bo nîşankirina jineke bi rûmet, kamil, aram an esilzade hatine bikaranîn.
Xatê navek e ku rûmeta jinê, xweşîkiya wê derdixe pêş û girêdana bi nirxên kevneşopî re nîşan dide. Di wêjeya devkî û destanên Kurdî de, navên wekî Xatê carinan bi karakterên jinên bi hêz û biaqil re têne têkildarkirin. Mînak, di çîrokên dengbêjên Kurdî de, Xatê dikare ji bo jinên ku di nav malbat an civakê de rêber in, bê bikaranîn.
Navê Xatûn di nava hemî gelên Îraniyan de deng vedaye. Ji zimanê Sogdî (Soxtî, Skîtî) derbasî Azeriyan û herwiha gelên îro êdî bûne Tirk jî bûye. Dîsa derbasî Ereban heya Balkaniyan jî. Li tevahiya nexşeya çandî ya Kurdistanê belav bûye.
Xwedawend Xatê
Gorî çirokên Hatiyan, Xatê keça xwedawendê deryayan Mêr e. Ji ber ku hê azeb e jê re Xatêpûna, ango zarok-Xatê dibêjin. Alîkariya bavê xwe dike. Bavê wê rojê didize, tîne binê deryayê, Xatê jî alîkarî dike, rojê dike nava qutiya majîk û derê qutiyê kilît dike. Dinya bê rojê dimîne û gelek mirov ji birçiyan û nexweşiyan dimirin. Kurê xwedawendê bayê Tarxûn, Telîpîno, bi Mêr re şer dike û Mêr têkdibe. Rojê azad dike û Xatê jî direvîne. Piştre hemî xwedawend kom dibin ku meseleya namûsê safî bikin. Tarxûn wekî qelen hezar ga û hezar pez dide Mêr.
Salê carekê li peravên deryayê festîval dihatibûye lidarxistin. Hezar ga û hezar pez wekî qurban li xizan, jinebî û nexweşan belav dikirine. Bo derya aram bibe def lêdixistine.
Têkildar
Volkert Haas, Heidemarie Koch: Religionen des alten Orients: Hethiter und Iran. Göttingen 2011.
Darius Winzer
X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen