Montag, 31. März 2025


Kilama Ûllîkûmmî

Kîtabeya, lewheya bi nivîsa mîxî (bizmarî) hatiye nivîsîn, ya vê kilamê, li paytextê Hatiyan (Hîtît) Hattûşayê hatiye vedîtin (Hatûşaş, Hatûşar ango "şehrê / bajarê Hatiyan"). Kîtabe bi zimanê Hatiyan e. Herwiha versiyonên wê yên Horî, Lûvî, Mîtanî jî hebûne. Wekî tê zanîn Hatî, Horî (Hûrrî), Lûvî û Mîtanî yek milet bûn, ziman û mîtolojiya wan hema bigire yek bûn. Zimanê wan gelek nêzîkî Kurdî ye û jixwe ew bav-kalên Kurdan bûn.

Wateya Ûllîkûmmî

Gorî hin zanyaran KÛMMÎ bi xwe nav e û ÛLLÎ jî di wateya "xerabker, têkbir, wêranker" de ye. Gorî mîtolojiya Horiyan, "dêva keviran, zinaran" e. Xwedawendê mezin ê çandiniyê Xumarbî / Kumarbî ji text daxistiye, ketiya şûna wî. Herwiha ev bo xwedawendê bayê Teşşûb, Teşû jî tê gotin. Ango gorî hin bermahiyan, Ûllîkûmmî ne Xumarbî, lê Teşû ji kar xistiye û ketiya şûna wî. 

Ûllîkûmmî di taswîra "Şeytan" ê olên Samiyan de ye. Dêv e ango cinawir e. Çawa şeytan ji Xwedê re serî rakiriye, xerabker e, Ûllîkummî jî wisa ye. Lê Ûllîkummî bo demekê biserketiye, Xumarbî yan Teşû ji kar xistiye. Bi alîkariya gelek xwedawendên din Xumarbî yan Teşû bi Ûllîkummî re şer kiriye û dawiyê de ew têkbiriye.

Angaşta min bo wateya Ûllîkûmmî

Teoriya min bo wateya navê Ûllîkûmmî cuda ye. Ûl-likû-m-mî. Ûl ango, hûl, ango hût, ango dêv. Likû yan lûkî di wateya rojê, tîrêjê de ye. Di gelek zimanên Hînd û Ewropayî de LÛK, LÛKÎ, LÎK, LÎKÛ di wateya rojê, tîrêjê, ronahiyê de ye. Ûllîkûmmî ango "dêva di nava keviran, zinaran de dijî, ya rojê, tîrêjê dixwe, rojê dike tarî, dike şev".

Wateya Teşû, Teşşûb

Teşû, Teşşûb xwedawendê bayê, bagerê ye. Bayê li hev digerîne dike bager û cezayê dide gunehkaran. Peyva Teşû îro di Kurdî de wekî "teşî" maye. Ango teşiya pê rîs dirêsin. Lewra ew jî dişibe bagerê, li dora xwe digere. Şiklê xwedawend Teşû, dema mirov analîz dike, pê derdixe ka çima navê alava rîs-ristinê re TEŞÎ hatiye gotin. TEŞÛ di destê xwe de alava bagerê digire ku ev dişibe teşiyê.

Mixabin tevahiya kilamê tune. Ya hatiye vedîtin, tenê parçeyek kilamê ye. Xumarbî bi xwedawend Anû re radizê û bêî dilê wî zarokê wan Teşû çêdibe. Teşû (Teşûb, Teşşûb) serî li bavê xwe radike, textê bavê xwe jê digire. Xumarbî pirr diqehere, hewarê dike. Hewara wî xwedawenda deryayê tê û bi alîkariyê Xumarbî lawê xwe têkdibe. 

Di hin tekstên Horiyan de ev ne kurê Xumarbî Teşû ye, Ûllîkûmmî  ye. Xwedawenda erdê Îrşîra (Îrşîrra) xwedîtiyê li Ûllîkûmmî kiriye. Îrşîra di wateya ŞÊRA ERDÊ de ye. ÎR bi zimanê Lûvî, Horî di wateya ERD a Kurdî de ye. ŞÎRR jî ŞÊR. Erd (dinya) di hembêza Ûbelûrî (Ûbelorrî) de ye. 

Îrşîra li ser milê rastê yê Ûbelûrî Ûllîkûmmî vedişêre û xwedî dike. Ûllîkûmmî ewçend mezin dibe ku siya wî dikeve ser erdê, aliyek erdê dibe tarî. Lê xwedawendê ku tariyê rohnî dike, peyayê şevê, peyayê tariyê ŞÎMÎGO (Şemî, şemîge, şêmûg, şemik) dibîne ku nivê dinyayê bûye tarî û mirovên erdê bêçar bûne. Bi Ûllîkûmmî re şer dike lê ne ew zora Ûllîkûmmî dibe, ne jî Ûllîkûmmî zora wî dibe. 

Tarû û Mardox

Li cem Subaro, Lolo û Aryaniyên li bakurê Mezopotamyayê dijîn ŞÎMÎGO û ÛLÎKÛMÎ wekî TARÛ û MARD(OX) derbas dibe. Lê li vir herdu ne bav û kur, birayên cêwî ne. TARÛ wekî TOR derbasî mîtolojiya Germanan bûye. Gotina "Tarûmar" îro jî di Kurdî de tê bikaranîn. Ango "belawela bû, serobino bû, wekî xwedawend Tarû û Mardox bi hev ketibin bû, tarûmar bû".

ŞÎM û LÛK

Tê bawerkirin ku şerê wan hê jî berdewam dike. Ji ber wê ye ku nivê dinyayê tarî dibe nivî rohnî. Şev û roj di eslê xwe de şerê ŞÎMÎGO û ÛLÎKÛMÎ ye. Peyva ŞÎM îro di Kurdî de wekî şev maye. Di gelek zimanên Hînd û Ewropiyan de LÛK di wateya rohniyê, tîrêjê de ye.

Bi gotineke din, ŞÎMÎGO şevê dike rohnî, baş e, di xêra însanan de ye, xwedayê rojê ye. ÛLÎKÛMÎ jî rojê dike tarî, ne baş e, ne di xêra însanan de ye, xwedewendê şevê ye. 


Kilama Ûllîkûmmî  

Di tariyê de hêrsek heye, ew nefesa Xumarbî bû,

Zarokekî kevirî çêbû, bêdeng û sar bû.

Laşê wî diorît(1) e, jê re dibêjin kûkûnûzzî(2),

Textê ezmanan dixwaze, bê rawestan, bê razî.  


Ûbellûrî erdê digire, bar li ser milê wî ye,

Nizane ku li wir mezin dibe, kevirekî zindî ye.

Derya şiyar dibin, pêl bi tirsê diherikiyan,

Ûllikûmmi bilind dibe, ezman reş dibin di çavikan.  


Teşşûb dinêre asoyan, xwedayê ba û birûskê,

Mîrê ezmanan, bi ewrên tijî hêrs û lêkê.

Şûrê xwe dikşîne, ezman bi deng diqîre,

Lê ev cinawira kevirî li ber wî naşkê, jê nagere.  


Şaûşka tê paşê, xwedawenda bedewiyê,

Stranan dibêje, bi lêvên tijî xemgîniyê.

Porê xwe yê zêrîn bi bayê dihejîne,

Lê Ûllîkûmmi nabihîse, kor e, di çiyayekê de xwe dihewîne.  


Xwedayê rojê Şîmîgo, ji ezman dadikeve,

“Siyek mezin dibe,” dibêje, bi tirsê û lerzê ve.

Teşşûb bêçare dimîne, xwedayan kom dibin yek bi yek,

Li hemberê vê dêva kevirî, hêviyên wan dişkên gelek.  


Paşê Ea şiyar dibe, bi dengê xwe yê zana,

Ji binê erdê tê, bi aramî û bi plana.

“Bînin kêrê,” dibêje, “raza kevnare,

Yê ku ezman û erd ji hev qut kir, ew mirare.” 

 

Dasa misê(3) kevir dibire, Ûbellûrî diêşê,

Ji milê wî dêv dikeve, derya bêdeng dibe vê tarşê.

Ûllîkûmmî dadikeve, ezman vedibin dîsa,

Teşşûb textê xwe distîne, serkeftin tê bi wîsa.  


Şahiya biharê ev e, çîroka xwedayan,

Şerê kevir û ezman, peyveke bê dawiyan.

Li Hattûşayê hat nivîsandin, li ser lewhên axî,

Strana Ûllîkûmmî, di nav bêdawiyê de saxî.  


Ferhengok:

1- Diorît cure kevirek e. Kurdiya wî çiye nizanim.

2- Kûkûnûzzî cure kevirek e. Di Kurdiya îro de "kevirê kewke" dibêjin.

3- Dasa misê, dasa sifirê, dasa ji paxirê ku dasekî mîtolojîk e, destê xwedawendan de ye, her tistî dikare bibire.


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.




Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...