Nameya Nelson Mandela: "Girtî nikarin bazariyê bikin!"
Rêzdarno, rayedarno,
Ez endamekî Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê me. Min her tim wekî endamekî Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê bûm û heta roja dawî ya jiyana xwe jî ez ê wekî endamekî Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê bimînim.
Oliver Tambo ji min re ji birayekî bêtir e. Ew nêzî pêncî salan e ku dostê min ê herî mezin û hevalê min e. Eger di nav we de kesek hebe ku azadiya min girîng dibîne, bizanibe ku Oliver Tambo ji min jî bêtir vê yekê girîng dibîne û ji bo ku ez azad bibim, ew amade ye jiyana xwe feda bike. Di navbera dîtinên wî û dîtinên min de tu cudahî tune ye.
Ez ji şert û mercên ku hikûmet dixwaze li ser min ferz bike, matmayî dimînim. Ez ne mirovê tundiyê me. Di sala 1952’an de, min û hevalên xwe yên kar, ji Malan re bang kir ku ji bo dîtina çareseriyekê ji pirsgirêkên welatê me, civîneke maseya dor bê lidarxistin, lê ev bang hat paşguhkirin. Dema ku Strijdom li ser desthilatê bû, me dîsa heman pêşniyaz kir. Dîsa hat paşguhkirin. Dema Verwoerd desthilatdar bû, me daxwaz kir ku ji bo ku hemû gelê Afrîkaya Başûr pêşeroja xwe diyar bike, kongreyeke neteweyî bê lidarxistin. Ev jî bêbersiv ma.
Lê gava ku hemû rêyên din ên berxwedanê ji me re hatin girtin, me neçar ma ku em berê xwe bidin têkoşîna çekdarî. Bila Botha nîşan bide ku ew ji Malan, Strijdom û Verwoerd cuda ye. Bila tundî red bike û ragihîne ku ew ê rejîma Apartheidê hilweşîne. Bila qedexeya li ser Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê, ku rêxistina gel e, rake. Bila her kesê ku di zindanê de ye, hatiye sirgûnkirin an jî girtî ye, azad bike. Bila rê li ber çalakiya siyasî veke da ku gel bikaribe bi azadî biryar bide ka kî wan bi rê ve bibe.
Bêguman ez azadiya xwe pir girîng dibînim, lê azadiya we ji min re hê bêtir girîng e. Ji dema ku ez ketim zindanê ve, gelek mirov mirin. Gelek mirov ji ber evîna azadiyê êş kişandin. Ez deyndarê jinên wan ên bêmêr, zarokên wan ên sêwî, dayik û bavên wan ên şîngirtî me.
Di van salên dirêj, tenê û bêfêde de, ne tenê min êş kişand. Ez jî wekî we mirovekî ku ji jiyanê hez dike me. Lê ez nikarim mafên xwe yên ji dayikbûnê bifiroşim û mafê gelê xwe yê azadbûnê jî nakim mijara bazariyê. Ez li vir, wekî nûnerê gelê xwe û rêxistina we ya qedexekirî, Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê, me.
Dema ku rêxistina gel hê jî qedexe ye, çi azadî ji min re tê pêşniyarkirin? Dema ku ez di bin metirsiya girtinê de me ji ber sûcekî kaxezî, çi azadî ji min re tê dayîn? Dema ku jina min a delal li Brandfortê di sirgûnê de ye, mafê min ê jiyana bi malbata xwe ji destê min hatiye standin, çi azadiyê ji min re dibêjin? Dema ku ji bo jiyana li bajarekî divê ez destûrê bistînim, çi azadî ji min re tê pêşniyarkirin? Dema ku ji bo xebatê divê damgeyek li ser belgeya min a derbasbûnê bê danîn, çi azadiyê ji min re dibêjin? Dema ku mafên min ên wekî welatiyê welatê xwe nayên naskirin, çi azadî ji min re tê pêşkêşkirin?
Tenê mirovên azad dikarin danûstandinan bikin. Girtî nikarin peymanan çêkin. Gava Herman Toivo ja Toivo hat berdan, tu soz nedabû û tu daxwazeke wisa jî jê nehatibû kirin. Ez jî ne niha û ne jî beriya ku hûn azad bibin, tu soz nadim û naxwazim bidim.
Azadiya we û azadiya min ji hev nayên veqetandin.
Ez ê vegerim.
Nelson Mandela

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen