Demenza û Alzheimer
Demens, demenz an demenza hin ji bilêvkirinên wê yên Kurdî ne. Bi texmînî li seranser cîhanê 60 milyon nexweşên demenzayê hene. Tê payîn ku heya sala 2050yê hejmar bibe 139 mîlyon. Li Kurdistanê asta demenzayê ji kêmzêdeka Asyaya Nêzîk zêdetir e. Hejmara rastîn kes nizane. Lewra statîstîkên Kurdan di destên xelkê de ne. Û bawerî bi yên xelkê jî nabe.
Demenza û Alzheimer ne yek in
Demenza û Alzheimer gelek tên tevlîhevkirin. Demenza wekî sîmptomek, di gelek nexweşiyên mejiyê de rûdide.
Bîr tarî dibe, bibîranîn dijwar dibe. Mirov ji nişka ve kilît dibe, nizane li kû ye, bi kû de diçe. Berdewama axavtinê dijwar dibe, peyv nayên bîra mirov.
Helbet, ev hê destpêk e. Rewşa derûnî û tevgerê de tiştên xerîb dibin, wekî ku kesayetî hatibe guhertin, mirov ji xwe dixeyîre. Gav bi gav girantir dibe, tê radeya ku mirov êdî nikare li xwe xwedî derkeve.
Ji ber ku dişibe Alzheimerê gelek tê tevlîhevkirin.
Civaka Kurd û demenza
Navendên me yên pêşengiyê bo nexweşên demenza û Alzheimerê bikin, lêkolîn û statîstîkan bikin, mixabin nînin. Kurd heya giran nexweş nekevin, naçin ba bijîşkan. Çêtir e em vê helwestê biguherînin, gorî derfetan biçin doktoran.
Dema mirov bikeve depresyona major jî tiştan jibîr dike, konsantrasyon dişikê. Herwiha kêmiya hin vîtamînan û wekî li jor behs kiriye, ji ber gelek sedeman bîra me tarî dibe. Zanîn, riya rast û kurt e.
Gorî çavdêriyên min Alzheimer gelek kêm, lê demenza gelek zêde ye li ba Kurdan. Şertên bêdewletbûnê, xizanî, tirs ûêd barê Kurdan ji her aliyê ve ji gelên din girantir dike. Pêwîst e Kurd jî ji gelên din bêhtir bo tenduristiya xwe têbikoşin.
Cureyên demenzayê
* Demenzaya sedema wê Alzheimer e.
* Demenzaya frontotemporal. Sedema wê xerabûna şaneyên di lobên mejiyê yên fontal/temporal e. Ji ber mirin an deformebûna şaneyan, di loba frontal de kêşeyên fonksiyonal derdikevin.
* Demenzaya vaskûlar. Di herikîna xwîna mejiyê de pirsgirêk heye.
* Demenzaya cîsmên-Lewy. Cîsmên Lewy di mejî de hene. Asta cîsmên Lewy di mejî de zêde bûye.
* Demenzaya girêdayî nexweşiya Parkînsonê.
* ALS, Amyotrofîk Lateral Skleroz. Nexweşiya neuronên motorîk e. Nexweşiya masûlkeyen kontrolbar e ku ji ber xerabûna şaneyên neuron pirsgirêk derketine.
* Demenzaya LATE. Di mejî de proteîna TDP-43 kom bûye, ango asta vê proteînê zêde bûye.
Nişaneyên Alzheimerê yên pêşwext
* Tarîbûna bîrê.
* Jibîrkirina gotinên an peyvên dawî.
* Jibîrkirin an windakirina tiştan, eşyayan.
* Dubarekirina gotinan.
* Jibîrkirina navan.
* Xem û xofeke nediyar.
* Hindik be jî guherbariya hestan.
* Destpêka kêşeyên oryantasyon û konsantrasyonê.
Kî bêhtir di rîskê de ye?
Mejiyê însên organeke biyokîmyayî ye. Gelek faktor hene ku dikarin zirarê bidin homoestazîsa, ahenga, dengeya mejiyê. Jiyana nûjen, barê ahenga mejî jî dijwar dike ya laşê jî. Em dibînin hin ciwan jî bi demenzayê ketine. Dema li bingehê dikolin, faktorên ziyanê didin biyokîmyaya mejî dibînin. An nexweşiyek giran derbaskirine, yan zêde tîrêjên radyoaktîv wergirtine, yan êrîşek fizîkî ya mejî jiyane hwd. Tenê 5% ji temenê 65 berjêrtir, demenza dibin.
Bi gelemperî
* Kesên temenê wan ji 80yî berjor in.
* Kesên di malbat an xizmên wan de nexweşên Alzheimer û demenza hene.
Gelo mirov dikare pêşî li demenzayê bigire yan dereng bixe?
Herçendî gelek angaşt hene jî ez nikarim bi hêsanî ji we re pêşniyar bikim. Erê, hin riwek (nebat) hene ku di bijîşkiya gelêrî ya Kurdî de herwiha tên zanîn û bikaranîn. Lê ez nikarim berpirsiyariyê wergirim û ev ne etîk e jî. Divê em bêî destûra bijîşkên xwe ti tiştekê neceribînin.
Heger em van tiştan bikin, 30% serkeftin heye. Û bi lêkolînan jî ev hatine teyîdkirin.
* Divê em cixare û madeyên hişbir berdin.
* Girîngiyê bidin depresyona xwe, biçin cem derûnnasan.
* Nexweşiyên guhê sax bikin. Me dît guhên me baş nabihîsin, divê biçin cem bijîşkan.
* Heya ji me hatiye xwe bidin mijûliyek, tiştên nû fêrbibin, mejiyê xwe bikarbînin.
* Werzîşê bikin. Hefteyê herî kêm 4 katjimêrî sportê bikin, xwêdan bidin.
* Xwe tenê nehêlin, xwe ji jiyana civakî venekişînin. Evîndarî jî baş e.
* Qelewbûn ne baş e.
* Nexweşiyên lêdana xwînê (kêm an zêde) terapî bikin. Hîpertansiyon ziyandar e.
* Bikaranîna şekirê kêm bikin. Şekirê xwe kontrol bikin.
* Gorî derfetan, nexweş û xizmên wan ên nêzîk şêwirmendiya yan alîkariya derûnî bigirin baş e.
Alzheimer û genetîk
Tê zanîn ku qismekê Alzheimerê ji genetîkê ye. Di jînenîgariya malbatê de Alzheimer hebe xetere heye mirov bibe Alzheimer. Lê ev ne çarenûs e, qeder e. Erê rîsk heye lê divê mirov reşbîn nebe, rasyonal tevbigere.
Derman û terapî
Piştî gelek lêkolînên klînîkî, dermanên Alzheimerê dereng dixînin, hatin hilberîn. Hin ji wan pêşî li zêdebûna proteîna amîloîd digirin, hin hewldidin pêşî li ziyanên kognîtîv bigirin.
Divê em bizanibin her derman li her kesî nayê. Bijîşk ne tenê kêşeyên organîk an kognîtîv bingeh digirin, hewldidin herduyan bi hev re dereng bixînin. Ev carnan ne li gorî dilê nexweşan e. Lê divê nexweş bisebir be, ji gotina bijîşkên xwe dernekeve.
“Mirov çawa bi nexweşê Alzheimerê re têkilî dayîne?
1. Sebir û têgihiştinê nîşan bide: Nexweş dibe ku heman pirsan dubare bike an jî di karên hêsan de zehmetiyê bikişîne. Bi sebir wextê bide wan û rewşa wan fêhm bike.
2. Bi hêsanî têkilî dayîne: Hevokên kurt û zelal bikar bîne, têkiliya çavan çêbike û ji gotinên tevlihev dûr bikeve.
3. Rûtînan biparêze: Di jiyana rojane de rêkûpêkî peyda bike, ev yek dê nexweş xwe ewletir hîs bike.
4. Piştgiriya hestyarî bide: Evîn, ewlehî û çalakiyên rihetker pêşkêş bike; xemgîniya wan kêm bike.
5. Empatî nîşan bide: Li hemberî reftarên hêrsî an neçaverêkirî aram bimîne, û ji bîr neke ku ev ji nexweşiyê tê.
6. Bîrê piştgirî bike: Nîşe, nîşaneyên dîtbarî an cihên diyarkirî yên tiştan bikar bîne da ku jiyana wan a rojane hêsantir bike.
7. Têkiliya fizîkî çêbike: Destgirtin, hembêzkirin wekî têkiliyên biçûk dikarin ewlehî û aramiyê bidin wan.
Ev rêbaz dê bi nexweşên Alzheimerê re têkiliyeke tendurist ava bikin û qalîteya jiyana wan bilind bikin.
Ger pirseke we ya taybetî hebe, hûn divê ji bijîşkên xwe bipirsin. Ez li vir tenê agahiyan didim. Heya ji min hatiye bo bête fêhmkirin, xwe ji zimanê akademîk dûr digirim. Heger dîsa jî bi we giran tê ji kerema xwe ji min re binivîsînin.
Darius Winzer
https://x.com/Darius_Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (i. G.)

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen