Destana Apo (Appû)
Di zimanê Lûviyan de appû di wateya "kesên wekî bavan, ji ava bavan" e. Di hin devokên Kurmancî de ji bav re apo, ji dê re etê dibêjin. Horî (Hurrî), Lûvî, Hatî (Hîtît) û Mîtanî, min gotibû yek milet in. Orarto jî gelek nêzîk in. Ziman û mîtolojiyên wan yek in. Tenê wekî zaraveyên me yên îroyîn, ferqên wan hene. Pirranî bêî zehmetî, ji hevûdu têdigihên.
Nivîsa çîroka Appû (CTH 360) di arşîva paytexta Hatiyan (Hîtîtan) Ḫattûşayê de hate vedîtin. Him Hatiyan bi zimanê xwe nivîsîne, him Horiyan, him jî Lûviyan. Min ji bo hêsan be, ji bo bikêf were xwendin, peyva APPÛ kir APO. Wan digotin appû, em dibêjin apo. Çîroka Appû çîrokek hevpar e. Versiyona min wergerand a Lûviyan e.
Li ser leheng Appû û her du kurên wî "Başo" û "Nebaşo" ye. Çîrok tenê bi perçeyan hatiye parastin. Dibe ku perçeya çîroka Masîgir û Cêlek jî berdewamiya çîroka Appû be. Çîrokê de mirovên baş têne bilindkirin, lê mirovên nebaş "wekî darê têne qut kirin".
DESTANA APO
Mirovên neçê wekî ketina darekê ne
Bi çoyê şaqşaqîla li kiloxê serê wan tên dayîn
Çûyîna wan wisa ye.
Carekê ji caran, dibêjin bajarekî hebûye
navê wê Şûdûl bûye
Li welatê Lûviyan, ber perê deryayê
dewlemendtirê welat bûye
Navê wî Apo bûye
Dewar û pezên wê gelek bûne
Ma ti mal tenê bi zîv, zêr û lapîz lazûlî (kevirê lacîwerd) dibe?
Û ez wê nizanim
Û ti tiştek wî jî ne kêm bûye
Tenê tiştek ji ronahiya çiraya wî kêm bûye:
Ne kurekî wî hebûye ne jî keçek
Kal û pîrên Şûdûlê rûniştine ber sifreya xwarinê
Hemiyan nan û rûn didane kurên xwe
Her yekî lolo min got vexwarin didane kurên xwe
- Lolo min got - Apo nan nedidaye ti kesekî
Can bi kincê kitanê hatiye pêçan,
û li ber qurbanê radiweste.
Apo rabû,
çû mala xwe,
û di cih de bi gîzmên xwe raza.
Jina Apo dest pê kir ku ji malbatê pirs bike:
"Wî qet têkiliya cinsî nekiriye.
Gelo niha wî têkiliya cinsî kiriye?"
Jinik çûye,
û bi cilên xwe li gel Apo razaye.
Apo ji xewê bi tirs rabû.
Jina wî dest pê kir ku jê bipirse:
"Te qet (bi min re) têkiliya cinsî nekiriye.
Gelo ma niha te têkiliya cinsî kiriye?"
Apo ev bihîst
û dest pê kir ku jê re bêje:
"Tu jineke ji cinsê mêyan î,
û tu tiştekî fêm nakî (ji têkiliya cinsî)."
Apo ji nav nivînan rabû
û berxekî spî hilda.
Ew çû ba Xwedayê Rojê.
Xwedayê Rojê ji asmanan dît.
Ew (Xwedayê Rojê) bû xortekî ciwan,
û çû ba wî
û dest pê kir ku jê bipirse:
"Gunehê te çi ye,
ku te ...(nehat xwendin)"
Apo ev bihîst.
Wî dest pê kir ku bersivê bide:
"We (Xwedayan) dewlemendî dane min.
(nehat xwendin) ... dane min.
Tenê tiştek ji min kêm e:
Ne kur ne keçek min heye."
Xwedayê Rojê ev bihîst
û dest pê kir ku bersivê bide:
"Here û vexwe!
Tîbûna xwe têr bike.
Here mala xwe.
Bi jina xwe re baş razê.
Xwedayan wê kurekî bidin te
hûn ê bibînin pitikê di nav nivînan de."
Apo ev bihîst
û vegeriya mala xwe.
Xwedayê Rojê jî çû jor bi asmanan.
Xwedayê Hewayê sê mîlên çavan ji dûr ve
li benda wî, li Xwedayê Rojê nihêrî.
Wî dest pê kir ku bi wezîrê xwe re biaxive:
"Li wir paş de tê jiyan, lo Xwedayê Rojê, lo şivanê gelan.
ma welat li cihekî tune ava nebûne, ne wisa?
ma bajar li cihekî vala ava nebûne, ne wisa?
ma cihekî leşker lê nehatine şikandin tune ye, ne wisa?"
Dewranê tu ferman bide aşpêj û meyvanê.
Ji wî re xwarin û vexwarinê bînin.
(li vir 19 hevok ji ber hatine tehrîbkirin nehate xwendin)
Jina Apo ducanî bû.
Mehek, du meh, sê meh, çar meh, pênc meh, şeş meh, heft meh, heşt meh, neh meh derbas bûn.
Meha dehem hat,
û jina Apo kurek anî dinyayê.
Dayikê kur hilda
û ew danî ser çokên Apo.
Apo dest pê kir ku ji kurê xwe şa bibe,
dest pê kir ku wî bihejîne,
û navê "Nebaşo" ê bi dengê bilind lê kir:
"Ji ber ku xwedayên min ên bavî rêya rast hilnebijartin
û rêya nebaş girtin,
bila navê wî 'Nebaşo' be."
Paşê jina Apo cara duyem ducanî bû.
Meha dehem hat,
û jinê kurek anî dinyayê.
Dayikê kur hilda
û ew danî ser çokên Apo.
Apo dest pê kir ku ji kurê xwe şa bibe,
dest pê kir ku wî bihejîne,
û navê "Başo" lê kir:
"Ji niha û pê ve bila wî bi navê Başo bang bikin.
Ji ber ku xwedayên min ên dêyî (dayikî) rêya rast hilbijartin
û rêya baş girtin,
bila navê wî ji niha û pê ve 'Başo' be."
Kurên Apo mezin bûn,
ew gihîştin mezinahiyê
û ketin temenê mêraniyê.
Gava ku kurên Apo mezin bûn
û gihîştin mezinahiyê
û ketin temenê mêraniyê,
wan lapîz lazûliyên Apo parve kirin.
- Lolo - dewar û pez û rûnên wî jî.
Birayê Nebaşo dest pê kir ku bi birayê Başo re biaxive:
"Ka em parve bikin
û ji hev cuda rûnên."
Birayê Başo dest pê kir ku bi birayê Nebaşo re biaxive:
"Kîjan çiya, rê pênakeve?
Kîjan çem, naherike behrekê?
Kijan xweda, di asîman de rûnanê?
Bavê me berhev kir her tişt, di malekê de
Em çawa parve bikin?"
Birayê Nebaşo dest pê kir ku bi birayê Başo re biaxive:
"Çawa ku çiya ji hev cuda ne,
çawa ku çem ji hev cuda diherikin,
û çawa ku xweda ji hev cuda rûniştine,
ez ji te re bêjim:
Xwedayê Rojê li Şîppar dijî,
lê Xwedayê Heyvê li Kûzina dijî.
Xwedayê Hewayê li Kûmme dijî,
lê Îştar li Nînivê dijî.
Nanaya li Kîşşîna dijî,
Babîlonê jî Mardûk dijî.
Çawa ku xweda ji hev cuda ne,
bila em jî lapîz lazûliyen xwe bigirin û ji hev cuda bijîn."
Û Nebaşo û Başo dest pê kirin ku parve bikin.
Xwedayê Rojê ji asmanan dît.
Nîvekê birayê Nebaşo girt,
nîvekê jî birayê Başo.
Wan destpêkirin parve bikin milk û lapîz lazûlî
Ma tenê,
du xulam, ku yek zana (alim, oldar) bû yek cotkar
du ga, ku yek canega bû yek jî gayê pîr
du çêlek, ku yek stewr bû yek avis
Nebaşo cotkar, canega û çêleka avis ji xwe re girt
lê zana, çêleka stewr û gayê pîr da Başo
Xwedayê Rojê ji asmanan ev neheqî dît.
Got "Ji niha û pê ve bila çêleka stewr avis, ya avis stewr be.
Bila çêleka Başo 12 mangayan bîne."
- Lolo - Nebaşo xizan ket
Başo bi saya zana (oldar) riya rast dît
Nebaşo gilî ji Xwedayê Rojê kir
Wî (Xwedayê Rojê) ew herdu vexwend Şîpparê
di doza dadê de li ber Xwedayê Rojê derketin,
û Xwedayê Rojê birayê Başo bi ser xist.
Nebaşo dest pê kir ku Xwedayê Rojê lanet bike.
Got nan û rûn tune bide zarokên xwe
Got Xwedayê Rojê çiraya mala wî vemirand
Xwedayê Rojê lanet bihîst
û wiha got:
"Ez êdî bo doza we biryar nadim.
Îştar, Şahbanûya Nînivê
biçin cem wê û ew dê ji bo we biryar bide."
Ew çûn Nînivê.
Gava ku ew gihîştin Nînivê,
di doza dadê de li ber Îştarê derketin.
Îştarê bajarek da Başo û ew kir pîrê (zanayê) bajêr
Zeviyek mezin da Nebaşo
Got "ey kurên min, hûn bo xwedayan wekhev in
ey Nebaşo te zanîn (îlm û îrfan) nexwest, cotyar û canega xwest
ha ji te re zevî cotyariyê bike
çiraya mala te dîsa vêdikeve
Can bi kincê kitanê hatiye pêçan,
û li ber qurbanê radiweste.
... û li vir û wir ... zeviyê ... bikişînin ...
(li vir sê hevok tehrîb bûne, nehate xwendin)"
Darius Winzer
X-Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
Çavkanî:
- Jana Siegelová : Çîrokên Appû û efsaneya Hedammû (Lêkolînên li ser tekstên Bogazkoy, Cîld 14). Harrassowitz, Wiesbaden 1971.
- Şaqşaqîla navê cure darek e. Kîjan dar e nizanim.
- "Li wir paş de tê jiyan", tê wateya li wir kar baş nameşin, dewran xerab bûye, çerxa felekê çep vegeriyaye.
- Lapîz lazûlî, kevirê lacîwerd. Li vir behsa zêr an zîvên bi kevirê lapîz lazûlî hatine xemilandin tê kirin. Tişta herî bi qîmet a wê demê. Di Kûrdî de navekê lacîwerdê ya din heye, nizanim. Dibe ku di destanê de wekî metaforek jî hatibe bikaranîn.
- Eberhard Zangger. The Luwian Civilisation: The Missing Link in the Aegean Bronze Age. Istanbul Yayinlari, 2016
© Mafê gotarê parastî ye. Destûrê wergirin.
.jpg)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen