Sonntag, 23. März 2025

Xwedawend Rontiya evîndarê Xwedawend Alayê

Xwedawend Ala

Yek ji xwedawendên femînen ên Kurdî/Aryanî ye, bi taybetî di nava Hatiyan (Hîtît) de belavbûye. Peyva ala îro jî di Kurdî de tê bikaranîn. Ala ango berz, hêja, qedirbilind. Ji ber ku bo neteweyek tişta herî hêja ye bo alayan (flag, beyraq) jî tê bikaranîn.  Bo mînak Alaya Kurdistanê. Mirov nikare bêje Alayê Kurdistanê lewra ALA mê ye, femînen e.

Hatiyan jê re "Mûnûs Ala" ango Ala Xanim, Mrs. Ala gotine. Mister û Misses (bi Tirkî bay-bayan) mixabin îro di Kurdî de winda bûne. Horiyan (Hûrrî), Sûbaroyan, bo Mister-Misses MINÎR-MINÎS, Hatiyan MÛNÎR-MÛNÛS, Luwiyan MÎNÊRÎ-MÎMÊSÎ gotine. Nêr û mê wekî peyv mane di Kurdiya îro de, lê îro bêhtir piştî navê wekî Beg, Xanim, Xatûn dibêjin. Navên Munîr û Mûnîse hene lê nizanim ka ev ji Erebî derbasî Kurdî bûne yan na.

Di mîtolojiya Hatiyan de wekî dergîsta, evîndara RONTIYA (Rodînya) derbas dibe. Lê Rontiya bi qasî ALA deng venedaye.

Ala xwedaya parastina bextê însan, rêwî û nêçîrvanan e. Mirovan ji qeza-belayan diparêze. Bo Alayê di meha adarê de cejn dihatibûye çêkirin û sêv, kade, şîranî dihatiye belavkirin.

Xweda Ala di çerxa demê de bi xweda XUBABA re tê girêdan û dibe Ala Xubaba û herî dawî jî XUBABA.

Ala li serê çiyayek bilind dijî. Rontiya jî herwiha. Herdu evîndar nayên ba hevûdu lewra karên wan gelek in. Heger peywirdariyên xwe jibîr bikin û têkevin kêf û sefayê îcar mirov bêxwedî dimînin. Evîna xwe ji bo mirovan feda dikin.


Darius Winzer

Kurtenivîs, Nr. 48


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...