Nameyek Tûşrata yê Mîtanî
Mîtanî bi xwe Horî (Hûrrî) ne. Herdu yek milet in. Yek ji bav û kalên Kurdan in. Axa wan ji jor Adana û Mersînê heya jêr Libnanê, ji Derya Naverast heya sînorê Îran a niha bû. Paytextê wan Waşûkanî (Serêkanî) bû. Bi hilberîna zeytûn, şerab û hinarê, bi masîgerî û hespên xwe dihatin nasîn. Carnan Tirk dibêjin "Kurd tije bûne li Adana û Mersînê", lê nizanin ev deran her axa Kurdan bûye. Efrîn îro jî bi zeytûnan tê naskirin.
Mîtaniyan di nava salên 1550–1260 BZ hikum kirine.
Keyserên Mîtaniyan
Kîrta, Kirda (kîjan salî bûye nayê zanîn)
Şûttarnayê Iem (kîjan salî bûye nayê zanîn)
Barîtarna, Bar Tarna 1500–1470 BZ.
Porsatatar, Parsotatar 1470–1450 BZ.
Saûştatar 1450–1410 BZ.
Artatamayê Iem 1410–1400 BZ.
Şûttarnayê IIem 1400–1375 BZ.
Artaşşûmara 1375–1370 BZ.
Tûşratta 1370–1350 BZ.
Artatamayê IIem 1350–1340 BZ.
Şûttarnayê IIIem 1350–1340 BZ.
Şattîwazza 1340–1320 BZ.
Şattûara I. 1320–1300 BZ.
Waaşatta 1300–1280 BZ.
Şattûarayê IIem 1280.–1267 BZ.
Tûşrata
Tûşrata wekî wekî laqab peyva "mirovekî" bikar aniye. Ango ne wekî hinekan ji xwe re "şêr, piling, xweda" gotiye. Bi Lûnî (Lûnîxepa) re zewiciye. Bavê Tadûxepa û Şattîwazza ye. Ji bo parastin û pêşxistina împeratoriya xwe, keçikên xwe didane keyserên cîran. Gilûxepa, Kejîxepa, Tadûxepa û gelek keçikên Mîtaniyan wekî bûk çûne qesrên Misiriyan.
Tadûxepa
Bi Kurdiya îro Da+dû+Xepa ango "kesa daye dûv xwedawend Xepa". Horî, Mîtanî, Hatî (Hîtît) yek millet bûn. Ziman, xweda û mîtolojiya wan yek bû. Xweda XEPA(T) diya hemî mirovan dihate qebûl kirin. Keybanûyan xwe wekî xizmetkara Xepa binavdikirin. Pûdûxepa, em dizanin keybanûya navdar a Hatiyan bû. Xweda Xepa an Xepat piştre wekî Hewa derbasî olên Samiyan jî dibe. Ango jina Adem Peyxember dayika însanan, Hewa.
Taduxepa di 12 an 15 saliya xwe de wekî bûk diçe qesra Misirê, wê bi Amonhep IIIem re dizwecinîn. Dibe hewiya xaltiya xwe Gîlûxepa. Piştî demekê Amenhop IIIem dimire, îcar bi kurê wî Amenhop IVem (Eknaton) re dizewice.
Rindiya keçikên Horiyan dibe belaya serê wan. Bo kecikên Horiyan (herwiha Mîtaniyan) mîrên cîran gelek seferan radikin ser wan. Peyva Horî (ango Hurrî) derbasê olên Samiyan jî bûye. Di cinetê de 72 horiyan (hûrî) didin mêran. Tadûxepa li Misirê laqaba Nefertîtî (wate rindî hat) digire.
Name Nr.: EA 19: Hezkirin û Zêr
Sêyemîn nameya ji sêzdeh nameyên di navbera Tuşratta û Fîrawûnê Misrê (di nameyan de wekî Misrî tê navkirin) de. (Tenê rûyê pêşîn, Paragrafên I-VII):
(Para I, 1-8) – Ji Nimmureya re, mîrê Mezin, mîrê Misrê (Misrî), [birayê] min, zava yê min, yê ku ji min hez dike û yê ku ez jê hez dikim bêje: Peyama Tuşratta, Padîşahê Mezin, [bavê te yê zewacê], yê ku ji te hez dike, padîşahê Mitannî, birayê te. Ji bo min her tişt baş e. Bila ji bo te jî her tişt baş be. Ji bo malbata te, ji bo xwişka min, ji bo jinên te yên din, ji bo kurên te, ji bo erebeyên te yên şer, ji bo hespên te, ji bo şervanên te, ji bo welatê te û ji bo her tiştê ku aîdî te ye, bila her tişt "pir, pir baş" ("dan-is, dan-is") bibe.
(Para II, 9-16) – Ji dema bav û kalên te ve, wan her tim ji bav û kalên min re hezkirin nîşan dane. Te bixwe jî ev bêtir kir û ji bavê min re hezkirinek pir mezin nîşan da. Niha, li gorî dostaniya me ya domdar û hevbeş, te hezkirina ku ji bavê min re hatibû nîşandan deh qat (bi Akkadî: a-na 10 şu—"ji bo deh qatan") zêdetir kir. Bila xwedê wê bidin, û bila Teşşûp, xwedayê min, û Aman xwedayê min, evîna me ya hevbeş, wekî ku niha ye, her û her (ji me re) bişînin.
(Para III, 17-24) – Gava (te) birayê min şandiyê xwe Mane şand û got, ("um-ma") "Keça xwe bişîne vir ku bibe jina min û xwediya Misrê," min birayê xwe neêşand û tavilê min got, ("um-ma") "Bê guman!" Yê ku birayê min xwest min ji Mane re nîşan da, û wî ew dît. Gava wî ew (keça min) dît, wî pir pesnê wê da. (Mane got) Ez ê wê bi ewlehî bibim welatê mîrê xwe. Bila Şaûşka û Aman wê bikin wêneyê xwesteka birayê min.
(Para IV, 25-29) – Şandiyê min Keliya, gotinên birayê min ji min re anî[n], û gava min ew bihîstin, ew (gotin) pir xweş bûn, û ez pir, pir şa bûm, min got, ("um-ma") "‘Bê guman’ di navbera me de ev heye: em ji hev hez dikin." Niha, bi van gotinan bila em her û her ji hev hez bikin.
(Para V, 30-33) – Gava min ji birayê xwe re nivîsî, min got, ("um-ma") "Bila em ji hev pir, pir hez bikin, û di navbera me de bila dostanî hebe." Min her wiha ji birayê xwe re got, ("um-ma") "Bila birayê min ji min re deh qat ji ya ku ji bavê min re kirî baştir bike."
(Para VI, 34-38) – Min ji birayê xwe gelek zêr (KU3-SIG17.MEŠ) xwest û got: ("um-ma") "Bila birayê min ji ya ku ji bavê min re daye zêdetir bide min û ji min re bişîne. Te ji bavê min re gelek zêr şand. Te ji wî re qedehên zêr ên mezin û misînên zêr şandin. Te ji wî re kerpîçên zêr şandin, mîna ku ew ‘tenê wekî hevberê’ sifirê bin."
(Para VII, 39-42) – Gava min Keliya şand ba birayê xwe, min gelek zêr xwest û got, ("um-ma") "Bila birayê min ji min re [deh qat] ji ya ku ji bavê min re kirî baştir bike, û bila gelek zêrê ku nehatiye xebitandin bişîne."
Darius Winzer
X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen