Donnerstag, 25. August 2022


 Helwesta Rastîn Bo Bikaranîna Dermanên Derûnî

Mixabin Kurd nizanin dermanan bikarbînin. Nasnakin, wezîfeya xwe dikin stûyê dermanan, zêde bawer an ne bawer dikin, guh nadin dîsîplîna bikaranînê. Ji ber wê jî gelek zirara dermanan dibînin. Di vê gotarê de ez hewl didim xwendevanan hişyar bikim. Helbet divê em beriya beriyê ji bijîşkên xwe bipirsin, gorî temiyên wan tevbigerin. Jixwe divê helwesta me bi giştî ev be. Em ê agahiyên derbarê tenduristiyê de bixwînin, zanîna xwe pêşbixin, lê ti carî bêî bijîşkên xwe biryaran nedin. Û helbet ne ez, ne jî Derûn Akademî ti berpirsiyariyê wernagirin ku heger arîşeyekê derketibe. Mirov di jiyanê de bi tenê ye, divê biryarên xwe bi xwe bide.

Komên dermanên di derûndermaniyê de tên bikaranîn

Antîdepresan

Neuroleptîka yan antîpsîkotîka.

Profîlaktîka (bo klîentên borderline)

Anksîyolîtîka (bo panîkatak ûêd)

Bandorên dermanên derûnî yên neyînî li ser laş (gelek kêm bên dîtin jî)

Hişê mirov diçe (dewxçûyîn)

Guhertina îştahê (zêde yan kêm dibe)

Xewişkîbûn (zêde xewa mirov tê)

Qelewbûn, xurtbûn, kîlogirtin (pirranî ev ji ber hin dilopikên xewê dibe)

Bandorên neyînî yên derûnî

Guherbariya hestan (di demekê kurt de hestên mirov tên guhertin)

Bêkêfbûn, neşadbûn

Windabûn an kêmbûna întereseyan, eleqeyan

Bêhestbûn (mirov tiştekê hîs nake)

Hin antîpsîkotîk dikarin axavtinê dijwartir bikin, ango mirov nikare baş biaxive

Antîpsîkotîkên tîpîk 

Chlorpromazin

Perphenazin

Stelazin (Trifluoperazin)

Serentil (Mesoridazin)

Fluphenazin

Thiothixen

Molindon

Thioridazin

Loxitan (Loxapin)

Haldol (Haloperidol)

Antîpsîkotîkên netîpîk

Abilify (Aripiprazol)

Clozapin

Ziprasidon

Risperdal (Risperidon)

Seroquel (Quetiapin)

Zyprexa (Olanzapin)

Guh nedin kurtepistan

Di tora înternetê de her tişt heye. Yek dibêje "dermanên derûnî bengîtiyê çêdikin", yek dibêje "qet çênakin". Yek dibêje "ti xêra antîdepresanan nîne", yek dibêje "eman ha derman nebin mirov sax nabe". Çima wisa ye? Kurdno, erdxan (dinya) li ser başî û dadê nehatiye avakirin. Qet tiştek tune ku bi berjewendiyan ve têkildar nebe. Her tişt di xizmeta berjewendiyan de ye. Mixabin zanist jî, ol jî, derman jî ketine bin siya berjewendiyan. Ev ne sûcê zanist, ol û dermanan, sûcê mirovan e.

Li DYAyê salane 49 hezar ton paracetamol tê bikaranîn. Li serê şexsê 298 heb dikeve. Amerîkayiyek salane kêm-zêde 1200 Dollar bo paracetamolê dide. Êdî hûn hesab bikin ka çend hezar ton statin, antîdepresan ûêd tên daqultandin.

Divê stratejiyeke me hebe bo bikaranîna dermanan. Lê di serî de zanîna me hebe. Heya ji me hatiye divê em angaştên alîgir jî yên dijber jî bizanin, ku bikaribin biryarên rastegîn bigirin. Gelek navend û lobî hene ku sibeyê heya êvarê reklam û propagandaya dermanan dikin. Sektora dermansaziyê xwedî milyaran Dollar e, destên wan di siyasetê de xurt e. Bi wan be, ew dixwazin em bi kîloyan dermanan daqultînin. Lewra ew pere qezenc dikin. Çawa kincfiroşek dixwaze kincên xwe bifiroşe me, ew jî dixwazin dermanên xwe bifiroşin. Ti kincfiroşek nabêje "kincên min bêkalîte ne". 

Rast e ku nexweşiyên derûnî di mejî û bi giştî laşê mirov de guhertinan çêdikin. Em bitirsin, biqehirin, xemgîn bibin, bo mînak di nava sînapsên mejiyê me de asta serotonîn, endorfîn, dopamîn ûêd tên guhertin. Bo mînak serotonîn kêm bibe, kêfa me ya jiyanê jî kêm dibe. Rast e ku antîdepresan dixwazin asta wan "hormonên bextewariyê" sererast bikin. Lê mesele ew e ku gelek markayên antîdepresanan hene û her kes jî tiştekê dibêje. Kîjan baştir e, çiqas bikarbînin, bo dirêjiya çi demê bikarbînin hwd, tevlîheviyekê heye.

Derman ne her tişt e

Gelek lêkolîn hene ku dibêjin, "werziş ango sport bi qasî dermanên derûnî bikêr e". Dema em sportê dikin, laktîkasît ji laşê me tê avêtin, adrenalîn kêm dibe, xwebaweriya me zêde dibe, bêhtir çalak û sosyalîze dibin. Adrenalîn kêm bû jî, jixwe asta "hormonên bextewariyê" baştir dibe. Heger wisa ye, lê çima em bi dermanan laşê xwe jehrî dikin? Angaştên berevajî wê jî te hew dît dest bi propagandayeke mezin kirin, gotin "filan derman mûcîzeyan diafirîne". Te hew dît bi dehan zanist, profesor derketin pesnê dermanan dan. Zehmetî jî ev e, hişê me tevlîhev dibe.

Kurd akademîsyenan nas nakin

Ev ji derûniya bindestiyê ye. Neteweyên bindest wiha ne, bi xwendiyan zêde bawer dikin. Xwendiyan wekî mirovên durist, qedirbilind, biexlaq, bêalî û zana dihesibînin. Dibejin qey mirov zanîngehek bidawî bike, kamil dibe, dibe mirovek pîroz. Dewletên serdest jî viya baş û bi pisporî li dijî bindestan bikartînin. Hela li devedora xwe binêrin, li TVan temaşe bikin, bi hezaran "xwendî" sibeyê heya êvarê derewan dikin, piştgiriya zilmê û nezaniyê dikin. Ne tenê xwendî, peşengên olî binêrin. Ma mirov bi xwendinê dibe mirov? Ma ferqa şivanek û profesorê fîzîkê çiye? Herdu jî pêwîst in, herdu jî karê xwe dikin. Ti pîşeyek ji yê din binirxtir nîne. Şivan tenê bi şivaniya xwe nabe mirovekî baş, profesorê fîzîkê jî. Exlaq, karakter û etîk tiştek din e. Bi perwerdeya dê-bavê û gelek faktoran ve girêdayî ye, ne ku bi xwendinê dibe.

Li Almanya k²yê (ango serê kîlometregoşeyê) nêzîkî 50 profesor dikevin. Alman bi wan dibin medenî? 60 sal in Almanya nikare di karê întegrasyonê de biserbikeve. 40 sal in di warê derûnnasiyê de ti pêşketinek çênebûye li li vî welatî. Mirov bi xwendinê dibe xwedî mesleg (pîşe) û xwendin helbet baş e. Lê di dibistanan de etîk, exlaq, başî, zanistiya bêalî nîşanî mirov nadin. Viya bes mirov dikare bi keda xwe bike.

Qet nebe em tiştekê dizanin; "Divê mirov dermanan nas bike, bi bandora wan a neyînî bizane, bi reklaman (û herwiha profesoran, medya, çapemenî û heya pêşengên olî) nexape, biryara xwe bi xwe bide".

Çar parçeyên derûndermaniyê hene

Bikaranîna dermanên derûnî

Derûndermanî (psîkoterapî)

Werziş (sport)

Kêmkirin an çareserkirina arîseyan

Ji van yek divê kêm nebe. Bi serê xwe derman, bi serê xwe psîkoterapî têrî nake. Werziş bi qasî dermanan û psîkoterapiyê girîng e. Klîent (an nexweş) divê pirsgirêkên xwe yên heyî jibîr neke û bo çareserkirina wan bixebite. Bo mînak bêkarî, tenêbûn, zewaca patolojîk, arîşeyên aborî hwd. Heger ev problem neyên çareserkirin, dikarin klîent bixin çerxa bêyom û herçendî psîkoterapî serkeftî be jî, vegerînin serî. Ev ne peywirdariya terapîstan a nexweşan e. 

Antîdepresan pêwîst in

Em mecbûr in bo demeke sînordar antîdepresanan bikarbînin. Derman parçeyek ji derûndermaniyê ne, bêî wan nabe. Lê heger bijîşk tiştekê din negotibe, divê em wan herî zêde du salan bikarbînin. Heya du salan tê payîn ku depresyonên herî giran jî bên saxkirin. Heger klîent di nava du salan de sax nebû, hêdî hêdî nexweşî dibe kronîk û heya dikare bibe parçeyek ji kesayetiya mirov jî. Çima nexweş sax nabe? Divê piştî du salan ev pirs bê kirin.

Hin sedemên psîkoterapiyê dirêj an asteng dikin

Qezenca sekondar a nexweşiyê. Bi gotineke din nexweş ji nexweşiya xwe sûdê werdigire, qezenca wê tê de heye. Helbet nexweş bi qestî, bi zanebûn viya nakin. Bêî zanebûn dikin. Bifikirin hûn nexweş bin, ji karê malê, berpirsiyariyan azad dibin. Hevjînên we qîmeta we digirin. Derûnnas bi mehan guhdariya we dikin, li klînîkan li gel seansên derûnî, masaj û tiştinên xweş jî tên kirin. Xweş e? Lê heger nexweş nebin ji van hemiyan mehrûm dibin.

Parçebûna yekîtiya terapiyê. Divê kes nekeve navbera terapîst û nexweşan. Hin caran ji ber gelek sedeman ev yekîtî pûç dibe. 

Xwedayîna qismî. Klîent hin caran parçeyek derûndermaniyê qebûl dike lê yên din nake yan jî bicihnayîne. Bo mînak "derman û psîkoterapiyê dixwazim lê werzişê naxwazim" dibêjin. Û ev helwesta han bi dax e di civaka Kurdî de gelek e. 

Cureyên astengdariya kesayetiyê. Tê zanîn krîtereka xerabûna kesayetiyê ew e ku nexweş xwe nexweş qebûl nake. 

Bêşansiyên civakî. Bi taybetî civaka Kurd ji nîmetên demê sûdê wernagirin. Bo pirraniyê psîkoterapî lûks e. Herwiha peydakirina dermanan û derfeta werzişê jî.

Pêşniyarên min bo bikaranîna dermanên derûnî

Nêrîna min ji çavdêriyên min e. Tika dikim kes gotina min neke. Tenê bixwînin. Lewra ez tenê şexsek im û gorî tecrubeyên xwe dibêjim. Dibe ku şaş bin, ew îhtîmal heye. Viya bikin edet, nêrînan bixwînin lê bi xwe biryarê bidin.

Herî zêde du salan antîdepresanan bikarbînin.

Di maniyan, şîzoaffektîvan de car heye antîdepresan dikarin bêîstîqrariya hestyarî re jî bibin alîkar. Ango dikarin îstîqrara hestyarî -helbet di hin nexweşiyan de, ne di hemiyan de- xerab bikin.

Bandorên dermanên derûnî an jî nederûnî yên ku dibin sedema halusînasyonan têne zanîn. Ji paracetamol bigire heya antîhîstamînan, ji statînan bigire heya dermanên astmayê û antîdepresanan, dikarin mirovan hêrs bikin an bêhnteng bikin. Herwiha empatiyê kêm dikin. Hin angaşt hene ku dibêjin derman dikarin karakterê mirov jî biguherînin. Lê divê mirov faktora dramatîzekirina klîentan jî berçav bigire. Bo mînak di sala 2011yê de, Fransiyek ku bavê du zarokan e, doz li fîrmaya dermansaziyê GlaxoSmithKline kir, bi îdiaya ku dermanê wî ji bo nexweşiya parkinsonê bikar aniye, ew kiriye nymphomanîak û bûye sedema destdirêjiyê. Zilam tecawiz kiriye û îdia kiriye ku beriya dermanan ew ne wiha seksger bûye. Nexweşekî min ji herêma Derya Reş jî ne derman lê psîkolog sûcdar dikir. Digot "ez ne ew kesê ku destdirêjiyê bikim bûm, psîkologan ez wiha kirim".

Ji bîr nekin ku derman bi serê xwe mirovan sax nakin. Çi derman dibe bila bibe, derman alîkar in bo saxbûnê û hew.

Alîkarê klîentan bibin bila gorî temiyên bijîşkan tevbigerin, bi serê xwe tevnegerin. Jixwe xizm û malbatên nexweşan jî parçeyek ji terapiyê ne, gorî derfetan divê ew jî tevlî terapiyê bên kirin.

Li dijî bandorên neyînî yên dermanan hişyar bin. Mimkûn e hûn bi xwe pê dernexin an hîs nekin lê kesên din viya bibînin. Di rewşên wiha de jî herwiha bilez bijîşkên xwe agahdar bikin.

Hin êşbirên di derûndermaniyê de tên bikaranîn dikarin bengîtiyê (girêdanê) çêbikin. Berdana wan dermanan dijwar e, divê nexweş gelek sebir bike, bi serê xwe derman bernede. Bijîşk plana dermanberdanê amadedikin, divê nexweş gorî wê tevbigerin.

Ez bi xwe gelek dijî dermanbikaranîna zarokan im. Li Almanya jî norm ev e. Heya ji bijîşkan tê derman nadin zarokan. Bi xapînok (plasebo) yan teknîkan terapî dikin.

Wêne ji Deutsches Ärzteblatt

22.08.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)


Montag, 22. August 2022


 

Derûndermaniya laşê (psîkoterapiya bedenê)

Zû de ye tê zanîn kû mirov hebûneke biyo-psîko-sosyal e. Ne yek ji van dikare kêm be, ne jî bêî hevûdu hene. Heger di yekê de pirsgirêk hebe, yên din jî azarê dikişînin. Bi me re bêhntengî (astma) hebe, nikarin têra xwe oksîjenê bigirin, kêfa me diçe û em nikarin xwe baş bidin karê xwe. Karê me baş nemeşe, kêfa me nayê û ew jî dikare bêhntengiya me bitetikîne.

Têkiliya di navbera laş û giyan, bi taybetî di nexweşiyên psîkosomatîk de diyar dibe. Ango ew nexweşiyên ku pirsgirêkên derûnî bi nîşanên laşî didin der. Psîkoterapîstên somatîkê (laş) hewl didin rêbazên derûndermaniyê (psîkoterapî) li ser bedena me bikarbînin, wan bi rêbazên somatîkê re li hev bînin. 

Derûndermaniya bedenê (terapiya laş) ji bo gelek nexweşiyên laşî alîkar e. Helbet dema hûn êşê dikişînin, divê hûn pêşî bi bijîşkek şêwir bikin da ku sedemên fizîkî zelal bikin. Bijîşkê laşê sedemek organîk nedît divê em biçin cem psîkoterapîstek. Tê zanîn gelek kes ji serêş, zikêş an êşên piştê bêzar in ku yên doktor qet sedemek wan nabînin. 

Bi awayê zanistî, herî pêş em di xebatên derûnnas û psîkanalîstê Awistriyayî Wilhelm Reich (1897-1957) de rast li bikaranîna psîkosomatikê tên. Reich ji encamên dermankirinê yên Freudiyenan ne razî bû. Dixwest harmoniya di nava giyan û laşê de bide îsbatkirin. Piştre ev şaxa derûndermaniyê geş bû.

Psîkosomatîka Kurdî

Diroka derûndermaniyê gelek kevn e. Mediyan hewl didan bi hin riwekan êşên somatîk sax bikin. Egîptî (Koptî, Misir), herwiha bav-kalên Kurdan Sîmerî, Mîtanî, Horî, Loloyî jî lê xebitîne ku bi rîtûalên olî û sêhrbaziyê, nexweşan dijî nexweşiyên xwe motîve bikin. Platon jî bal kişandiye ser psîkosomatîkê. Gotiye "şaşiya herî mezin e ku bijîşkên laşî û derûnî cuda bin. Lewra laş û derûn ji hevûdû ne cuda ne".

Di bijîşkiya gelêrî ya Kurdî de terapiya derûndermanî cihekê girîng digire. Kurd jî wekî bav-kalên xwe Mediyan laş û derûnê yekparçe dibînin. Heger mirov baş li felsefeya jiyanê ya Kurdan bikole, viya dibîne. Bo mînak li dijî cureyên hepatîtê (zerika reş, zerika zer), bi sîmbolîkî xwîn ji ruyên nexweşan tên berdan. Li vir berdana xwînê stîmûlûseke derûnî ye. Heya bigire bo zarokan xwînê jî bernadin, dibêjin "me berdaye" (plasebo). Ango zarokan dixapînin. Bi viya tê xwestin ku îmmûnsîstema laşê bête provokekirin. Herwiha bo nexweşiya hemlikê (malaria) jî zik tê daxkirin. Dîsa Kurd bi hezaran salan in cureyên botavê (hypericum humifusum, hypericum tetrapterum ûêd) dizanin û bikartînin.

Kedkarên herî girîng ên psîkoterapiya laşê ev in:

Derûndermaniya laşê ya biyoenerjîk,  Alexander Lowen (1910-2008)

Derûndermaniya laşê ya biyodînamîkî, Gerda Boyesen (1922-2005)

Bi dax e (mixabin), li gelek welatan sîgortayên nexweşiyê xerca vê terapiyê zû bi zû nadin. Hela ku Kurd, ji xwe bi qasî gelên din ji nîmetên erdxanê (dinyayê) sûdwernagirin. Herwiha, zanîn û pisporiya terapîst jî divê hebe. Li welatên wekî Tirkiye û Rojhilata Navîn, em dibînin ku kalîte û kontrola vê terapiyê ne ewqas baş e. Heya bigire qanûn jî kalîteyê naşopîne. Nexweş pereyek mezin dide nexweşxaneyên taybet, bêî ku sax bibin.

Bi giştî sê şaxên vê terapiyê hene:

Rêbazên serîpêderanîna bi stresê re

Xebatên bêhnvedanê

Xebatên laşî

Armancên sereke ev in:

Baştirkirina bêhnvedanê

Aramkirina tevgerê û fonksiyonên laşê

Aramkirina rewşa derûnî

Metodên sereke ev in: 

Derûndermaniya entegre ya laşê 

Terapiya laş û axaftinê, ya şexsê nexweş bingeh digire 

Derûndermaniya organîk

Derûnnasiya biyodînamîk 

Terapiya laşê ya strûktûral.

Bingehên bedenê

Biyosentez

Lihevanîna postûral

Hakomî

Terapiya laşê ya strûktûral 

Derûndermaniya laşê ya întegratîv

Vegetoterapî

Qigong

Rolfing

Rêbaza mistdana blokajên bedenê

Ji nû ve aktîvkirina bedenê

Ji ber ku dewleteke Kurdan nîne, bar jî dikeve ser me hemiyan ku em hişyariyekê di vî warî bikin. Akademiya me li ser lingên xwe rûnişt em ê van teknîkan yeko yeko bi gel bidin nasandin.

22.08.2022

Darius Winzer


© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)




Dienstag, 16. August 2022


 Di rewşen qeyranê (krîzê) de çawa tevbigerin?

Jiyana civaka Kurd awarte ye. 150 sal in Kurd bêdesthilat in û li ser wan ji xeynî tiştinên em dizanin, bêrawestan û sîstematîkî, şerê psîkolojîk tê meşandin. Bi rastî mûcîze ye ku Kurd hê li vê erdxanê (dinyayê) dijîn. Erê, Kurdan gelek ji nirxên xwe windakirine. Erê baweriya wan şikiyaye, xizan û nezan mane. Lê wekî nexweş ji bandora narkozê derdikevin, Kurd hêdî hêdî çavên xwe vedikin, xwe dilivînin. Erê rewşenbîrên Kurdan ên serbixwe tunin. Ên hene jî narsîst û asoteng in. Dirêj nekim, vegerim babetê.

Qeyran çiye?

Qeyran asteke mercên nebaş, xeterdar a serpêhatî yan karesatek e. Di Kurdî de peyva krîz (Chrisis) jî tê bikaranîn. Pergala xwezayî ya mirov xerab dike, bêçare û bêfonksiyon dihêle. Qeyran dikarin kurtedemî yan dirêjdemî bin. Krîz dikare îhtîmala krîzên dijwartir jî bi xwe re bîne, şansên mezin ê serkeftinê jî.

Bi qeyranan re pirraniya beşên zanistiyê û dîsîplîn mijûl dibin. 

Qeyranên sereke

Qeyranên derûnî. Trawma, şînên kronîk, depresyon, zewac an cihêbûn, koçberî, bêkarî ûêd dikarin mirov tûşî qeyranên derûnî bikin.

Qeyranên laşî, bijîşkî. Felc, mirina masûlkeyên dil (krîza dil, înfarkta dil), şêrpence, qezayên hatûçûnê (tarfîk), şewbên wekî Covîd19ê ûêd dikarin tenduristiya mirov xirabtir bikin.

Qeyranên polîtîk. Wekî Şerê Ûkraynayê, nakokiyên Çîn û DYA, çaresernebûna pirsgirêkên Kurdan, reqabeta gazê, qirêjbûna xewazayê ûêd mînakên ji qeyranên polîtîk in.

Qeyranên civakî. Nîjadperestî li dijî penaberan, mobîng li dijî Kurdan, bertekên li dijî qedexeyên şewba Covîd19yê, dilnexwazî dijî koçberên Sûriyê çend ji mînakan in.

Qeyranên aborî. Înflasyon, bêkarmayîn, ketina nirxên diravan, hişkesalî, îflasa bankayan, bihabûna enerjiyê hwd pergala mirov xerab dikin.

Qeyranên leşkerî. Dagirkeriya welatan, çalakiyên artêşan, pêşketina amûrên şer, xetereya şerê atomî, qedexekirina riyan ûêd dibin sedemên rikberiyan. Heger rikberî di nava dewletan de bin, dikare encama derketina şerên artêşan bi xwe re bîne. Heger di nava dewlet û xelkên sîvîl de bin (wekî rewşa Kurdan) dikarin qeyranên mezin rû bidin.

Qeyranên Kurdan ên sereke

Birçîmayîn. Bi sedhezaran Kurd nikarin xwarina rojane mîsoger bikin. Bi taybetî koçberên li kampan dijîn.

Xizanî. Li Bakur pirraniya Kurdan xizan ketine. Nikarin gorî standardên hemdem xwarinê bixwin. Zarok têra xwe vîtamînan nagirin. Xebata zarokan herçendî qedexe be jî gelek e û pirraniya zarokên Kurd derfeta perwerdeyê nabînin. Rewş li parçeyên din jî ne pirr cuda ye.

Trawma. Bi milyonan Kurd trawmatîze bûne. Trawmayên derûnî heger neyên terapîkirin, dikarin bi xwe re xetereyan bînin, wekî qesta xwekuştinê, bikaranîna madeyên hişbir, guhertina karaktarê ûêd.

Valakirina gundan. Mirov ji habîtata xwe ya hezaran salan tên qutkirin û berî didin nepeniyê. 

Şewitandin û birrîna daristanan. Avhewa tê guhertin, çandinî û xwedikirina ajalan kêm dibe. Tê gotin ku hêzên çekdar û paramîlîter ên dewletan bi sistematîkî daristanên Kurdan tunedikin. Herwiha bendên avê yên elektrîkê li erdnîgariya Kurdan tên çêkirin ku ev jî di paşerojê de axê dike çolistan.

Tirsa paşerojê. Kurd nikarin paşeroja xwe bibînin, plan bikin. Bi gotineke din çarenûsa Kurdan ne di destên wan de ye. Ji nişka ve dikare qedexeya riyan dest pê bike, mirov bêtê sûcdarkirin an zîndanîkirin, jikaravêtin. 

Şikestina baweriyê bi zagonan. Ji ber ku zagonên dewletan gelek caran elastîkî ne, bo berjewendiyên wan in Kurd nikarin jiyana xwe organîze bikin. Piştî Şerê Ûkraynayê Kurdên li Ewropa jî bi siberoja xwe ne bawer in. Gorî medyayê, li Swedê hin Kurd bo Tirkiyeyê hatine vegerandin.

Rêbazên tîpîk ên Kurdan bo serederkirana krîzan

Mixabin serederkirina Kurdan bi stres û qeyranan re ne fonksiyonal in. Ango ne bikêr in. Kurd bêhtir bi hestên xwe tevdigerin, hêza raman û tevgerê qels e li ba wan. Di qeyranan de biserbikevin jî zirarê dibînin. Bo mînak heger hevalên wan alîkarî nedabin, dawî li hevaltiyê tînin ku ev jî mirov li dijî qeyranan bêhêz dike.

Gilî gazin. Kurd gelek jê hez dikin.

Sûcdarkirin. Enerjiyeke mezin bo xwe ji berpirsiyariyê dûr bixin, xerc dikin. "Baran li min wiha kir", "Rojînê ez rezîl kirim", "xwezî nehatibam Almanyayê", "hikumetê gundê me neşewitanda halê min jî dê ne ev ba" hwd.

Vekişandin. Gelek Kurd qeza-bela hatin serê wan, dixeyîdin, xwe ji jiyanê vedikişînin. 

Hêvîkirin û payîn. Ji kesên din dipên ku werin derdên wan çareser bikin. Ji xizmên xwe pere dixwazin,  ji dostên xwe kar dixwazin. Helbet ev ne şaş e, lê qesta min ew e, viya wekî stratejî dikin. "Siwarê hespê xelkê tim peya ye".

Zû manûplebûn. Kurd zû tên xapandin. Piştî 150 salên bindestiyê wiha bûye ku dewlet dikarin bi hin teknîkên şerê psîkolojîk Kurdan bixapînin, berî hevûdu bidin, şerên birakujiyê lidarbixin. Ev ji şikestina xwebaweriyê tê. Mercên bindestiyê xwebaweriyê kêm dike, heya dikuje jî.

Nirxên civakî yên nefonksiyonal. Nirxên bêwate, neyînî gelek in di civaka Kurd de. "Ma ez dîn im biçim cem derûnnas?!", "ez ji birçiyan bimirim jî naçim derê filankesê ku bavê wî qorîcî bû", "bila xelk pê nehese ku ez li Stenbolê birçî me, dê navê malbata me xerab be", "mêrê min her roj li min dide, lê heger ez cihê bim zarokên min bêbav dimînin û serê malbata min xwar dibe" hwd.

Pejirandina koletiyê. 150 salan wiha kiriye ku gelek Kurd êdî azadî û bextewariyê layiqê xwe nabînin. "Qedera min e çi bikim!", "em nabin dewlet", "bila zarokên min bi Kurdî perwerdeyê nebîne, ma çi dibe qey", "keça min nekarî perwerdeya xwe bidawî bike, ez ê jî bidim mêr ma çi bûye", "mehaniya min têr nekir, ez ê jî navrojê nexwim, ma qey ji bîrçiyan namirim!" hwd.

Rêbazên nekêrbar (dîsfonksiyonal, nefonksiyonal)

Sûcdarkirin

Payîn

Îgnorekirin

Nebûna stratejiyê

Hin pêşniyar bo serederkirin bi qeyranan re

Beriya qeyranê

Mirov divê tiştinên nebaş layiqê xwe nebîne (ez ê ti carî parsê nekim, ez ê ti carî fuhûşê nekim, ez ê ti carî diziyê nekim, ez ê ti carî qesta xwekuştinê nekim, ez ê ji karakterê xwe tawîz nedim hwd)

Kollektîvî. Ti kes ne mukemel, kamil e. Mirov muhtacê mirov e. Divê dost û hevalên me yên herdemî hebin. Bo wê jî divê em li ser soza xwe bisekinin, hevalan nexapînin, bo berjewendiyên xwe bikarneyînin, îmaja me ya duristiyê hebe.

Em divê tecrubeyên xwe jibîr nekin. Di demên fireh de nekevin bêxemiyê, qeyranên berê yên ku em di wan de biserketibûn, bidin bîra xwe.

Bêxemî, euforî di çanda me de jî pêşketiye. Kurd têr xwarin, rojên teng zû jibîr dikin. Ev ne baş e. Divê mercên, tiştên qeyranan dertînin nas bikin, dijî wan hesas bin. Heger ez nexebitim, dê di paşerojê de pirsgirêkên min ên cidî yên aborî û civakî hebin. Bi kurtî li dijî mercên qeyranan dertînin hesas bin.

Bawerî û xwebawerî, îmaja karakterê me. Bawerî û xwebawerî, herdu jî cêwî ne, bira ne. Yek kêm be, yê din jî kêm dibe. Baweriya me bi me û mirovan şikestibe jî, bo destpêkek nû em mecbûr in baweriyê bidin devedora xwe. Bila xelk bêjin "ev kes miroveke durist û baş e. Bi dax e kêşeyên wê/wî hene. Lê bi alîkariyan ew dikare vegere jiyanê, biserbikeve".

Îmaja derve. Rewş çi dibe bila bibe, em divê ji derve paqij bixûyên. Diranên xwe bişon, porên xwe şehbikin. Bi sedhezaran kes ji jiyana sosyal qut bûne, li kolanan dijîn. Divê wê îmajê nedin devedorê xwe ku, xelk me nexin koma wan kesan. Ev xetere ye. Ti kes naxwaze bi parsek, eroînkêş ûêd bawer bike.

Dibêjin Xwedê gotiye "bendeyo cehd ji te mirad ji min". Divê em cehd bikin. Ango bigerin, bixwazin, derî bi derî li kar bigerin, nexweş in biçin bijîşkan, evîndar in bo evîna xwe têbikoşin hwd. Kes nikare barê teralan bide ser xwe. Jiyana nûjen vê derfetê nade.

Di dema qeyranê de

Têkilî, komûnîkasyon. Em her dem nikarin bi serê xwe hemî meseleyan çareser bikin. Ne şerm e em alîkarî bixwazin. Bersiva telefonan, epeyaman bidin, serî li meqamên berpirsiyar bidin ûêd. "Pitik negirîn, pêsîra dayikê nabînin".

Prîorîte, aciliyet. Kîjan pirsgirêka me ya herî acîl e? Divê wê tesbît bikin. Helbet birçîbûn ji kirrîna Laptopê girîngtir e. Helbet xaniyek mirov nebe mirov nikare perwerdeya xwe bidomîne, helbet kar nebe kes xanî nade mirov, helbet em di depresyonê de bin nikarin fêrî matematîkê bibin lewra konsantrasyon kêm bûye hwd. Divê em li ser kaxezek kêşeyên xwe binivîsînin, ji wan yên herî girîng û acil têxin rêzên pêşîn.

Biryardayîn. Jiyana nûjen wisa kiriye ku her tişt bi zû diherike, dem û hêza alîkaran kêm e, nikarin ker dem bo me biryaran bidin. Divê mirov biryarên xwe bi xwe bide. Biryara herî nebaş, ji bêbiryariyê baştir e. Carnan mirov mecbûr e zû biryarê bide.

Oryantasyon. Bi taybetî di depresyonên giran de mirov konsantrasyon û oryantasyonê hinekê winda dike. Cih, dem, meh, sal, kî me ez, li kû me, derdê min çiye hwd divê jibîr nekin. Heger kêşeyên me yên derûnî gelek in, divê beriya beriyê li alîkariyeke derûnî bigerin. Heger kêm-zêde konsantrasyon û oryantasyona me baş e jî divê demê baş bikarbînin. 

Alîkariyên zagonî û saziyên xêrxwazî û alîkariyê. Li Ewropa dema mirov bêkar man, gelek sazî hene alîkariya mirovan dikin. Li devedorê xwe divê binêrîn kar saziyên wiha hene yan na. Heger saziyek hebe ji mirovan re daxwaznameyan binivîsîne, rê nîşan bide, alîkariya xwarinê bide hwd ma xerab e?!

Îdarekirina derûnî. Divê di mejiyê xwe de daxwazî û pêwîstiyên xwe rêz bikin, wan bipejirînin, ne ku tenê li ser kaxezê yan gotinan. Divê bi sembolîk be jî her êvarê ji xwe bipirsin "min îro çi kir, kîjan mesele safî kir?".

Xeyalên piştî qeyranê. Her tişt bi xeyalan dest pê dike. Ji xeyalan netirsin û heya ji we tê xeyal bikin. "Xaniyê min çêbû ez ê li karekî baştir bigerim". "Hinekê depresyona min kêm bû, ez ê romana xwe binivîsînim", "çûm Amedê ez ê li ser kursiyan rûnêm û çay vexwim", "deynên min xelas bûn, ez ê ji xwe re kincên xweşik bikirrim", "tenêbûn ne baş e, ez ê ji xwe re evîna xwe bibînim" hwd.

Piştî qeyranê

Temîrkirina îmajê. Erê qeyran zirarê dide îmaja me jî. Divê piştî qeyranê kalîteya jiyana xwe bi giştî ji nû qezenc bikin. Di çavên mirovan de îmaja xwe temîr bikin.

Temîrkirina baweriyê. Dibe ku di qeyranê de me deynên xwe dereng dabin, dibe ku me bi gotinên derûnnas nekiribin, dibe ku em neçûbin şînên hevalên xwe, dibe ku bersiva telefonên dostên xwe nedabin ûêd. Divê teqez temîr bikin. Nebêjin "ez xelas bûm êdî mirov ji min re ne lazim in". Qeyran parçeyek ji jiyana me ne. Sibê dîsa dikare li me biqewime. Kî qîmeta dost-hevalan nagire xwe dixapîne, her winda dike.

Dersderanîn, tecrûbe. Heger em ji qeyranan dersê derneyînin,  ji qeyranên din re xwe hazir dikin.

Training. Gorî derfetan biçin qursên motîvasyon, vehesîn, pêşxistina behremendiyan hwd.

Krîzîntervensiyon

Wate mudaxaleya krîzê. Carnan yek hebe dest bide mirov, mirov dikare hêsantir û zûtir ji bîrê derkeve. Ji derve ve mudaxaleya pisporî ya kurtedemî ye. Di her warê jiyanê de krîzîntervasyon dikare bête kirin. Derûn Akademî dê xizmeta krîzîntervensiyona derûnî jî bike. Me plan kiriye ku em ê birêkûpêk krîzîntervesyona online bo kesên li kampên koçberan dimînin, bidin. Herwiha derûnperwerdeyê lidarbixin, vî karî bi pisporî bikin.

Wêne ji job-wizards.com

14.08.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)


Mittwoch, 10. August 2022


 Formûlarên Derûn Akademiyê (bo gotûbêjê), Beşa 1.

Ji ber ku tomarkirin, dokûmentasyon parçeyek ji sazûmaniya tenduristî û dadî ye, divê em beriya xebata xwe hemî formûlaran nebin jî, yên girîng amadebikin. Zimanê formûlaran dê çi be? Bi çi felsefeyê em ê formûlaran çêbikin? Em ê wekî seta terapiyê û damezrînerên akademiyê li ser mijûl bibin. Heger tenê bimînim, ez ê helbet wekî xwe bikim. 

Plana me ya amadekirina formûlaran

Formûlar dê serî de ji aliyê ziman û gramatîkê ve bên kontrolkirin. Piştre birêveberiya seta terapiyê wan bi fermî dipejirîne û kodekê dide wan. Ev formûlar di kompûterekê ku ne girêdayî înternetê ye de, tên parastin. Ji kî re pêwîst be dê ji wir çap an kopî bike. 

Birêveberiyên beşên Derûn Akademiyê gorî guhertinan wan rojane dikin, kalîteya wan baştir dikin.

Formûlarên xwerû bi Almanî: Formûlarên bo sîgorteyên nexweşiyê, dadgeh, saziya malnişîniyê, bijîşkên malê, nexweşxane ûêd re tên şandin. 

Formûlarên bi Almanî û Kurdî: Formûlarên navxweyî yên dikevin arşîvên parastî yên Derûn Akademiyê. Bo mînak formûlara seansê, terapiyên komî, derûnperwerde (psîkoedûkasyon), online-terapî ûêd. Ji ber ku hemî terapîstên me bi Kurdî nizanin divê zimanê Almanî serdest be û di ber re jî Kurdî hebe. Di paşerojê de me derfet dît em ê klîentên din jî terapî bikin. Terapîstên bi Kurdî û Almanî kêm dizanin helbet dikarin tomarkirinên xwe li gel Almanî, bi zimanê dizanin bikin. 

Formûlarên xwerû bi Kurdî: Dokûmentasyonên xebatên me yên zanistî dê bi Kurdî bin. Bo mînak semînar, civînên beşên birêveberiyê, kongre ûêd. Em wekî akademî hemî zaraveyên Kurdî wekhev qebûl dikin. Çi Soranî, çi Zazakî ferq nake. Kî bi kîjan zaraveyî dikare dê bi wê zaraveyê dokûmentasyonên xwe bike. Bo Soranî, alfabeya Latînî bingeh digirin. Ji ber ku em bi alfabeya Aramî/Erebî nizanin. Soran divên tomarkirinên xwe yên formûlaran bi elîfbaya Latînî bikin. Ez li bendê me ku Kurdên îdealîst di amadekirina formûlaran de alîkariya me bikin. Dizanim îdealîst û xeyalhezên me kêm in, lê dîsa jî bang dikim.

Ji tîrmeha sala 2020an ve li Almanya formûlarên derûndermaniya ambûlant, ji nû ve hatin rojanekirin. Jê re "psychotherapeutischen Versorgung (PTVFormblätter)" dibêjin. Derûn Akademî jî mecbûr e formûlarên xwe gorî normên Almanya amade bike.

Listeya formûlarên sereke yên plankirî

Ev lîste ji me re divên. Li vir kurtenavên hatine dayîn ji Almanî ye, bo têgihîştinê ye. Derûn Akademî gorî xwe kodan dide wan. Divê sîstematîkêk kodan hebe. Formûlarên seta terapiyê û yên birêveberiyê bi kodan ji hevûdu tên cudakirin. 

Formûlarên seta terapiyê

PTV 1, serîlêdana xizmeta derûndermaniyê

PTV 2, şîroveyên terapîstan

PTV 3, şîroveyên derûnî yên terapîstan bo şêwirmendiya pisporî

PTV 4, peywirdarkirina terapîstan bo şêwirmendiya pisporî

PTV 5, şêwirmendiya pisporî (bo dadgeh, saziya dewletê ya penaberiyê hwd)

PTV 8, zerfa Derûn Akademiyê bo şêwirmendiya pisporî

PTV 11, agahiyên îndîvîdûal, raporta derbasdar, pêşwext

Formûlara "betalkirina aşbûnê" (Schweigepflichtentbindung) 

Formûlara "parastina datayan" (Datenschutzerklärung)

Formûlara terapiya komî ya navçandî

Koma trawmayê

Derûnperwerde (Psychoedukation)

Seansa terapiya online

Pejirandina klîent bo Derûn Akademiyê

Formûlara anamneza klîent

Formûlara anamneza biyanî (xizmên klîenta ûêd)

Formûlarên beşa îdarî

Peymannameya kar bo terapîstan a honorar

Peymannameya kar bo terapîstan a karmendiyê

Peymannameya kar a wergêran a honorar

Peymannameya kar a wergêran a karmendiyê

Formûlarên Derûn Medyayê

Fatûrekirina berhemê

Tomarkirin bo arşîvê

Wergirtina mafê dadî yê bikaranînê

Li bendê ne ku hûn jî tevlî xebata me bin. Qet nebe, di karê wergerê de alîkar bin. 

Wêne ji kjp-bad-schwartau.de

10.08.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G., Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie

Freigegeben von Darius Winzer, 10.02.2023, Protokoll-Nr.: iG006



Sonntag, 7. August 2022


 
Rênameya wergêran a Derûn Akademiyê (bo gotûbêjê), Beşa 2.

Di xebata xwe de wergêr nikare xwarin-vexwarin, telefonkirin, benîşt cûtin ûêd bike. Bes bi destûrê dikare ava bi xwe re aniye vexwe. Ji xwe ev li dijî zagonên kar in.

Wergêr di çarçoveya peymannameya xwe ya bi Derûn Akademiyê de kar dike. Ji xeynî wê nikare bi ti awayî navê akademiyê bikarbîne. 

Planên me bo wergêriya online-terapiyê nîne. Akademî hewl dide bi terapîstên zimanê zikmakî yên klîentan dizanin, terapiya online bike. Lewra jixwe online-terapî bi xwe karekî hesas e û tê payîn ku pirraniya klîentên me yên online-terapiyê ji kampên Rojhilata Navîn bin. Ji ber ku nexweşên li kampan pirranî di mercên dijwar de dijîn û gelek ji wan labîl in, em nikarin berpirsiyariya rîskên nediyar werbigirin. Herwiha derfetên me yên teknîkî û kontrola terapiyê di destpêkê de têrî nakin.

Di derûndermaniyê de nasnameya zayendî ne girîng e. Ango terapîstên mêr an jin wekhev in. Klîentên jin û mêr jî. Lê ji ber hesasiyetên çandî, olî û hesasiyeta hin dîagnozan, birêveberiya seta terapiyê dikare hin daxwazan (ji aliyê klîentan ve) bicihbîne. Lê ev tenê bo nexweşên li kampên Rojhilata Navîn, Herêma Şingalê dijîn derbasdar e. Ji xeynî wê Derûn Akademî rê nade gotûbêjên seksîzm û femînîzmê. Derûn Akademî di bin siya nirxên Makezagona Alman de xebata xwe dike.

Wergêr li derveyî xaniyê Derûn Akademiyê jî, di xebatên Derûn Akademiyê de, rûmeta bijîşkiyê û akademiyê temsîl dike. Bi gotineke din Rênameya Wergêran a Derûn Akademiyê bi dîwarên akademiyê nayê sînorkirin.

Wergeriya nivîskî de, ji wergêran bawername tê xwestin.

Wergêr baş dizane ku di sînorên xaniyê akademiyê de mecbûr e gorî prosedûrên sîgortayan tevbigere. Derûn Akademî berpirsiyariyên qezayên şexsî nade ser xwe. 

Di xaniyê akademiyê de wergêr (heger derfet hebe) kulîn (metbax), daşir û avdestxaneyên personalan bikartîne, xwe ji yên klîentan dûr digire.

Wergêr jî wekî terapîstan nikarin bi Derûn Akademiyê re bikevin reqabetê. Di rewşên wiha de mafê Derûn Akademiyê ye berjewendiyên xwe biparêze û ti berpirsiyariyekê wernagire.

Rêname bi giştî bo wergêriya sîmûltan jî derbasdar e.

Dema klîent qeyranên derûnî derbasdikin, mafê wêrger nîne, bi ti awayî midahale bike (av dayîn hwd). Bes mecbûr e rayedarên seta terapiyê agahdar bike. Di nebûna rayedaran de, mecbûr e 112 yan 110 agahdar bike. Heger perwerdeya vegerandina jiyanê (masaja dil, alîkariya nefesê ûêd) dîtibe, dikare midahale bike. Berpirsiyarî ya wergêr bi xwe ye, Derûn Akademî ti berpirsiyariyê wernagire.

Wergêr bi giştî ew kes e ku bi devê xwe dikare, kurtepistiyê nake. Heger klîent ji terapîst ne memnûn e, divê ji terapîst re (bêî ku bikeve hûrgiliyan) bêje. Bo Derûn Akademiyê berjewendiyên nexweşan li ser her tiştî re ye.


07.08.2022

Darius Winzer


© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G.

Freigegeben von Darius Winzer, 14.05.2023, Protokoll-Nr.: iG012





Freitag, 5. August 2022

Wêne ji Deustches Ärzteblatt


 Rênameya wergêran a Derûn Akademiyê (bo gotûbêjê), Beşa 1.

Li hin welatan destûr nayê dayîn ku xizmên klîentan (nexweşan) tercumaniyê bikin. Ev gelekî mantiqî ye. Dijwar e mirov li cem keç, kur, pismam, cîranên xwe behsa kêşeyên xwe yên derûnî bike. Empatî bikin. Hûn dikarin li cem keça/kurê xwe behsa destdirêjiya zayendî ya li we hatiye kirin, bikin? Li hin welatan ev hîştine ser klîent, heger ew bixwaze terapîst divê bipejirîne. Li hinan jî ev serbest hîştine lê divê wergêr li gel peymannameya etîkî ya kar, "betalkirina aşbûnê" jî îmze bike.

Di civaka Kurd de, yekem car e ku Derûn Akademî behsa manîfestoyên etîkî dike. Li Kurdistanê tevlîhevî heye. Kurdistan çar parçe ye û li her parçeyekê zagonên dewletekê derbas dibin. Bi rastî rewşa derûndermaniyê li çar dewletan jî malwêranî ye. Li Tirkiyeyê hê zagona derûndermaniyê (psîkoterapî) jî nîne. Kî psîkolog e ne kivşe ye. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê rewş çiye nizanim. Lê bi qasî bihîstiye li Îraq û Sûrî, ti normên psîkoterapiyê nînin. Derûndermanî maye li ser bextê, exlaqê psîkiyatrîst û derûnnasan. Ji xwe derûndermanî lûks e li van welatan, kêm kes dikarin jê sûdê werbigirin.

Divê wergêr sînorên erk û berpirsiyariyên xwe bizane da ku rol tevlihev nebin. Girîng e klîent ji hebûna wergêr aciz nebe, da ku terapîst bikaribe wê veke, karê xwe bike. Wergêr divê sînorên peywirê derbas neke û nexweş jî xwe rehet hîs bike. Li gel zimanê klîent, pêwîst e wergêr çanda klîent jî nas bike. Hin caran wergera biwêjan ne pêkan e. Wergêrên çandê nas dikin, dikarin biwêjên hevwate bibîbin. Bo mînak Alman bo kesên henekhez peyva "Spaßvogel" bikartînin. Wateya wê "çûka henekan" e. Di hin çandan de bo jinên fuhûşê dikin, wergî dibêjin. Gelo biwêja herî nêzîk a Kurdî çiye?

Bîranînek (nav hatiye guhertin)

Şenay bo terapiya akût hatibû klînîka me. Narsîst bû. Almaniya wê ji ya min baştir bû. Bi salan li gel karê xwe yê aşxaneya kebabê, bi devkî tercumanî dikir. Li herêmê ji kî re wergêr pêwîst ba, bang wê dikirin. Min ew li konferansekê naskiribû. Min qey got ew psîkiyatrîst e. Me behsa derûndermaniya navçandî kir. Piştre çûm kîjan semîner an konferansê Şenay jî li wir bû. Bijîşkekî ji min re gotibû ew tercuman e, teze min ew nas dikir. 

Min ji îdareyê re got ez wê qebûl nakim, lewra wê nasdikim. Mixabin ji ber ku dema betlaneyê bû, personal tunebû, ew dan min. Bi narsîstan re xebat kêfê nade. Şenay demekê li cem psîkiyatrîstek kar dike, wergêriya Tirkî dike. Îcar ji ber ku ji terapiyan û konferansan fêrî gelek teknîkan bûbû, bi veşarî nexweş terapî dikiriye. Nexweşên Tirk bi pereyekê erzan diçûne ba Şenayê û Şenayê ewan terapî dikiriye. Ne ku ber ev ne qanûnî ye, lê ji ber ku bac nedaye (fatûra nebirriye) serê Şenayê ketiye balayê. Ew ji kar avêtine û îmaja wê xerab bûye, ketiye depresyonê.

Şenayê Îcar jî çav berdabû derûnnasiyê. Diçû dihat wekî ku ew jî psîkolog be bi min re diket suhbeta psîkoterapiyê. Ez îtîraf bikim, Şenayê gelek tişt ji min baştir dizanî. Lê her tişt jiberkiribû, guh nedida exlaq û etîkê. Ji xwe em dizanin gelek ji narsîstan bo berjewendiyên xwe bi rehetî dikarin mirovan bikarbînin. Bi awayekê psîkiyatrîstê li cem dixebite xapandiye, psîkiyatrîst ew sandiye qursa NLPê (Bernamekirina Neuro-Zimanî). Şenayê bawernameya NLPê wergirtiye. Helbet gorî qanûnan ew bawername bêkêr û betal e, lewra Şenay ne derûnnas e, ne jî heya zanîngehek xwendiye.

Bihîstiye li Tirkiyeyê di zanîngehan de kontenjan bo biyaniyan hene. Ango kesek hevwelatiyê Alman dikare here Tirkiyeyê bêî ku tevlî îmtehanan bibe li zanîngehek bixwîne. Bi rastî min pê nedizanî, xebera min nebû. Dema li klînîka me bû, di amadekariyan de bû. Piştre min rojekê reklamek dît ku Şenay bûye terapîstek navdar a Tirkiyeyê. Xwe li zanîngehê qeyd nekiriye, hema bi bawernameya NLPê ji xwe re praksîsek (pişkînxane, muayenexane) vekiriye, xelkê sax dike. Heya bigire li ser Youtubeê jî navdar bûye. 

Di psîkoterapiyê de gelek sûîstimal çêbûn ji aliyê wergêran ve

Wekî Şenayê gelekan, ji ber ku terapîst bi zimanê nexweş nizane, li ser nexweş otorîte avakirin, bo berjewendiyên xwe ew bikaranîn. Helbet min tercumanên gelek qedirbilind naskirin. Divê em reş û spî tevlîhev nekin. Ez bêhtir behsa mînakên neyînî dikim, nayê wê maneyê ku mînakên erênî nînin.

Heger wergêr gorî norman tevnegere, xwedî exlaq û wijdan nebe, dikare ziyaneke mezin bide nexweşan. Yekîtiya terapiyê (têkiliya normî ya terapîst û klîent (nexweş) xerab dike. Hin teşhîs (dîagnoz) hene ku pirr hesas in. Dikarin wan nexweşan bikin dekompesyonê, heya jiyana wan bixin xetereyê. 

Mînaka yekem ji xetereyan (nav hatiye guhertin) 

Elî Kurd bû, zewicî bû. Li fabrîkayek Alman kar dikir. Di zaroktiyê de hatibû trawmatîzekirin. Bavê wî li xeribiyê dixebitî, kêm caran dihat mal. Diya wî paqijiya qereqolek (baregeha polîs) dikiriye, carnan jî diçûye paqijiya malan. 12-13 salî li temirxaneya trimbêlan de kar dikiriye. Rojekê karkerên temendirêj pê henek dikin, dibêjin "diya te bi zilaman re radizê, wan tîne malê. Polîsek gotiye ew li qereqolê jî fuhûşê dike". Ew roj dinya wî tê guhertin.

Kêrekê digire û dikeve qereqolê, ew polîsê ku qaşo bi diya wî re ye, kêr dike. Wî digirin û bi giranî êşkence dikin. Davêjin zîndana zarokan. Di çerxa demê de fêhm dike ku ew kurtepist hemî derew in. Gelek poşman dibe. Di zîndanê de agahdar dibe ku bavê wî ne li xerîbiyê ye, lewra fîrar e, bi dizî tê malê. 

Elî dizewice tê Almanya. Bi duristiya xwe tê naskirin. Li kargehê bûyerek dibe. Tê îdîakirin ku Elî amûreke temîrê ku qîmeta wê 12 € ye diziye. Elî wekî 12 saliya xwe îcar kêrê digire û bi nav fabrîkayê dikeve. Herçendî her kes jê lêborînê dixwazin jî agirê Elî venamire. Dema ji min re behsa bûyerê dikir, hêstir ji çavên wî dihatin xwarê: "Mamoste ma bila min bikuştan navê diziyê neaniyan ser min!". Elî ji nû ve fîlma 12 saliya xwe dijiya, dubare dikir. Ji diya wi re gotibûn "zîna dike", û niha jî ji Elî re digotin "diz".

Polîs tên wî dibin terapiya forenzîk, ango bi zorê. Tercumanek Kurd nabînin, jineka Tirk tê tercumaniyê lewra Almaniya wî lawaz e. Di terapiyê de psîkologek jin dipirse ka çima Elî li çavên wê nanêre, çavên xwe direvîne. Elî nikare bersivekê bide. Terapîst dîsa dipirse. Tercuman dibêje: "Ma tu jî li çavan binêre, xanim difikire ku te rastî jî dizî kiriye". Qalibên fêrbûyî yên trawmaya zaroktiyê dîsa rûdidin. Elî dîsa wê hîsa di 12 saliya xwe de jiyabû, hîs dike. Dipeke ser terapîst û tifê wê dike. Pêş de naçe, xwe dişîdîne, dicirife, nikare bêhna xwe bigire, digirî û li erdê dikeve.

Piştre tê fêhmkirin ku terapîst xwestiye bêje: "Serê xwe bilind bike, ne tu divê ew ên te sûcdar kirine fedî bikin". Nepirsiye çima Elî li çavên wê nanêre. Tercuman ji ber xwe ve derew kiriye. Binêrin ka xetere çiqas mezin e. Bêxemî û derewa wergêr dikare bibe sedema qeyraneke xeterdar a tenduristî. Yek jî di hin çandan de çavan-nenêrîn ne nîşaneya sosyalfobiyê ye. Ji ber rêzgirtinê jî mirov dikare li çavên kesekê nenêrin, lewra rasterast liçavannêrîn kesê hember dikare aciz bike.

Mînaka duyem (nav hatiye guhertin)

Ez li navendeke trawmayê ya bo penaberan bû, dixebitîm. Karê min bes roja şemiyê bû. Nexweşek dan min, Elîf. Elîf 29 salî, nezewicî, gorî qeydan Ereba Sûriyê bû. Min li raporên wê nêrî, grantrawmatîze bû. Herçendî tevlî karên polîtîk nebûye jî, eskeran ew girtine, destdirêjî kirine. Bi riya qacaxî hatiye Almanya. Rêwîtiya wê mehekê berdewamkiriye. Saziya penaberiyê serîlêdana wê red kiriye. Saziyê bawer nekiriye ku Elîf rastiyan dibêje û biryara dersînorkirinê dane. Ango xetere hebû ku Elîfê dersînor bikin. 

Ji ber ku dawiya hefteyê bû karmend nebûn li saziyê bes ez hebûm û wê rojê jî diviyabû şeş nexweş bidîta. Ji min dihate xwestin rewşa Elîfê ji aliyê derûnî ve şîrove bikim, heger pêwîstî bi terapiya trawmayê hebe, dest bi terapiya trawmayê bikim. Di rastiyê de dadgehê ji me raportek dixwest. Elîfê du caran li derî da, min got bila li salonê be heya wergêr hat. Pirr rehet tevdigeriya, wekî em hevalê hev bin. Tercuman xortek bû, ew jî wekî Elîfê pirr bêrêz tevdigeriya. Te qey digot em sê heval hatine kafeteryayek suhbet dikin.

Ji zimanê bedena wan pêderxist ku herdu hevalên hev ên nêzîk in. Min pirsî ka berê hevûdu nasdikin an na. Tercuman got na ew ji Tirkiyeyê ye, Erebê Mêrdînê ye. Bi rastî Elîf trawmatîze nebû. Min ev ji wê re got. Nişka ve dest bi axavtina Tirkî kir: "Di raporta min de binivîsîne ku bi min re trawma heye. Parêzer got ev pêwîst e. Heger trawma hebe, nikarin mirov dersînor bikin". Ango Elîfê derew dikir, bi xwe jî Ereba Mêrdînê bû. 

Îcar hewceyî bi wergeriyê jî nemabû. Piştre Elîf nehat dersînorkirin lewra ew û qaşo-tercuman zewicîn û dema hatibûn ba min jî nîşanî bûne. Ji ber ku min gotina Elîfê nekir, giliyê min bi saziyê re kir ku qaşo min heqaret li Sûriyeyiyan kiriye. Heya niha kesî newêriye rastiyan bêje lê gorî çavdêriyên min, qet nebe 30% penaberên Bakur ku bi navê "Kurd" hatine, ne Kurd in, Ereb û Tirk in, bi navê Kurdan serî li penaberiyê dane. Wextekê li Almanya moda bû, her kesên ji Tirkiyeyê dihatin, digotin "ez Kurd im". Rojekê dê diyasporaya Kurd netirse û behsa hemî rastiyan bike. Binêrin tercuman çawa zirarê dida min û wê saziya ez lê dixebitîm

Win-Win (Qezenc-Qezenc)

Felsefaya Derûn akademiye ya derbarê wergêran da ev e. Divê her kes xwe biparêze ku ev di qezenca her kesî de ye. Wergêr, terapîst, akademî, divê hemî qezenc bikin. Ew jî bi etîkê, norm û xweparastinê dibe.

Xalên girîng

Wergêr heger xwedî bawernameyekê nebe jî divê rênameya wergêran a Derûn Akademiyê îmze bikin.

Wergêr mecbûr in "betalkirina aşbûnê" îmze bikin.

Di peymannameyên kar de divê "betalkirina aşbûnê", "parastina daneyan" bên zelalkirin.

Wergêr divê ti têkiliyeke taybetî bi klîentan (nexweşan) re daneynin.

Wergêr nikarin bo xizm, heval, dost û nasên xwe tercumaniyê bikin. Di rewşên wiha de peymanên kar tên binpêkirin û mafê Derûn Akademiyê ye berjewendiyên xwe biparêze. Herwiha ti berpirsiyariyê nagire.

Wergêr hewldide xwe ku hevokan peyv bi peyv wergerîne, tiştekê lê zêde neke.

Di rewşên ku klîent fêhm nake de, dikare bi awayekê klîent fêhm bike wergêrê bike. Lê divê viya ji terapîst re vebêje.

Wergêr nikare nêrîna xwe tevlî xebata xwe bike. Pirsên klîentan divê nebersivîne, bêje "ez nikarim bersiva pirsa we bidim lê dikarim pirsa we bigihînim terapîst".

Destûr nîne wergêr piştgirî yan dijberiya klîent bike. Hin caran wergêr bo klîent malnişînî bibe, riyên dadî û prosedûran nîşan didin. Di rewşên wiha de Derûn Akademî ti berpirsiyariyê nagire û mafê akademiyê heye berjewendiyên xwe biparêze.

Beriya seansan wergêr û klîent nikarin ji xeynî silavê ti têkiliyê bi hev re daynin. Heger mecbûr in li salonê bi hev re rûnên, divê hîç bi hev re neaxivin.

Piştî seansan jî wergêr û klîent nikarin ji xeynî xatirxwestinê ti têkiliyekê bi hev re daynin.

Bidawîbûna seansan de, berê klîent derdikeve, herî kêm pênc xulek şûnde wergêr. 

Têkiliya taybetî bi klîentan re qedexe ye. Wergêr nikare ji klîentan re telefon bike, biçe malên wan, diyarî bigire hwd. Komûnîkasyon bes bi riya karmendên akademiyê dibe.

Wergêr di xebata xwe ya di Derûn Akademiyê de kincên paqij û notral li xwe dike. Bi gotineke din makyaj û xemla "ekstrem" qedexe ye. Lewra hin dîagnoz gelek hesas in û dikare bala klîent ji terapiyê dûr bixe.

Wergêr di navbera terapîst û klîent de rûdine. Ne nêzîkî terapîst, ne jî klîent.

Serpêhatiyên klîent û wergêr wekhev an nêzîk bin, carnan wergêr piştgiriya klîent dikin. Divê tercuman xwe û hestên xwe yên bo klîent nas bike.

Derûn Akademî hewl dide, birêkûpêk etîka wergêriyê nûjen û kontrol bike. Bo wê semîner û perwerdeyan lidardixe.


05.08.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Dienstag, 2. August 2022

Wêne: Yuri Arcurs


 Fobî çiye? Kîjan fobî li cem Kurdan zêde ne?

Tirs yek ji hestên bingehîn ên mirovan e. Tirs ne nexweşî ye, ne jî kêmasî. Bi sedan hestên mirovan hene ku di çerxa peresanê (evûlîsyon) de afirîne, bûne parçeyek ji xwezaya mirov. Her hestek fonksiyonek wê heye. Tirs bo parastina mirovan e. Heger tirs neba, me dê nekarîba di peresanê de biserketan. Me dê serê xwe bixista belayan. Tirs me ji qeza-belayan diparêze. Xwedê kiriye tirs heye. Lê heger tirs pirr zêde bû û ziyan da me îcar navê wê dibe fobî. Bi gotineke din, fobî, asta tirsê ya êdî bûye tiştek din e, êdî bûye nexweşî ye. Tirsa ku jiyana me asteng dike, bêmantiq e, tirsa ku di mercên awarte de hatiye fêrbûn e. Mirov dikare fobiyan di sê koman de rêz bike. Fobiyên fonksiyonî, fobiyên rewşî û fobiyên objektî.

Li cem jinan zêdetir e

Her ji 10-25 kesan yekî re fobiyek heye. Di gelek çandan de fobî ne wekî nexweşî tên dîtin, ji ber wê jî kêm kes alîkariya derûnî werdigirin. Li cem jinan du caran zêde rû dide. Gelek nexweşiyên derûnî bêhtir li cem jinan tên dîtin. Divê şaşiyek çê nebe, jin ji mêran qelstir, bêhêztir nînin. Sedemê wê hene. Stresa jinan ji ya mêran pirrtir e. Guhertinên hormonî wekî serê mehê (kinc dîtin, menstrûasyon), ducanîbûn, zarok anîn, menapoz li cem mêran nînin. Dîsa mezinkirina zarokan, xwarin, paqijiya malê her tişt di stûyê jinê ye. Mêr û jin bi hev re li fabrîkayek kar dikin, dema tên malê, mêr li kêfa xwe dinêre, karên malê dîsa di stûyê jinê de ye. Ya rastî şarezayiya hemdem hê nekariya wekheviya mêr û jinê avabike. Ne di civaka Kurd de, ne jî li Ewropa, wekheviya rastîn nîne.

Tirs ne nexweşî ye

Peyva fobî ji mîtolojiya Yewnanî tê. Phobos, xwedayê bi xişm û xof e, xwedayê tirsê ye. Herwiha tirs bi yewnanî Φόβος, Fóvos ango tirs e. Navê Phobos dane heyvekê behramê jî. Heger mirov bo mînak ji hirç, gur, gurex, leşkerên dagirkeran, mar, tarî, brûsk hwd bitirse ev normal e. Lê kengî ev tirsa han ji mantiqê derket, jiyana mirov asteng kir, jê re fobî dibêjin.Tirs di xizmeta mirov de lê fobî li dijî mirov e, zirarê dide mirov. Bi sedan fobî hene. 

Bankaya agahiyan a Derûn Akademiyê

Em ê di bûlten û medyaya Derûn Akademiyê de yeko yeko cureyên fobiyan bidin nasandin. Helbet bi hemî zaraveyên Kurdî. Me hesabê nêzîkî 500 kurte-fîlman kiriye. Bi wan em ê nexweşiyên derûnî yên sereke bidin nasandin. Wekî bankaya agahiyan bifikirin, dema Kurd ketin tora înternetê dê bikaribin bi zimanê xwe derûnnasiyê binasin.

Bi 68 kesan mirov dikare dewletek avabike

Bi dax e (mixabin) serî de rewşenbîr, nivîskar, medyaya navendî ya Kurd, akademîsyenên me yên navdar, kesî alîkariya me nekir. Ji ber hesûdiyê ye, ji ber tirsê ye, ji ber nexweşiyên akademîkeran e, ji ber kompleksa xwebiçûkdîtinê (narsîszm ji wir tê) ye, ji ber jehra siyasetê ye, ji depresyona kollektîv a Bakur e... Gelek sedem hene ku Kurd bûne temaşevanên jiyanê. 

Tên dibêjin "mamoste ez jî dixwazin tevlî damezrandina akademiyê bibim. Çi ji destên min hatiye dixwazim bikim". 68 kes hatin. 68 xêrxwaz, dildar. Mirov bi 68 kesan dikare dewletek avabike. Mala wan ava be, hatin ji xwe re dendikê xwe girtin, xwe dan aliyekê û temaşe kirin. Hinekan jî ji xwe re "benîştê xwe cûtin". Ne ku alîkariyek dan an kirin, hema di hesabên xwe yên medya civakî de behsa vebûna akademiyê jî nekirin. Ji 68 kesan 6 hatin civîna online, êdî hûn hesab bikin. 

Yek ji qaşo damezrînerên me jî "wele saeta civînê saeta xewa min e, ez nikarim ji xewa xwe tawîz bidim". Birader ketiye çîna keyseran, elîtan. Xwedê miradê wî bi xanima wî ya Alman re bike. Spasdarê wî me ku min wê rojê dest bi plana xwe ya B kir. Refleksên Kurdên Bakur kuştine, wekî katatonîkan xwe didin erdê, hew radibin.

Dilê xwe ji kesî nagirim. Hez ji gelê xwe dikim û bo min xizmeta neteweya Kurd, şerefek e. Ji destê min derûnnasî tê, ez jî wê dikim. Baweriya min gelek mezin e bi nivşên nû. Em deriyekê vedikin, rojekê dê nirxê wê bête zanîn. 

Ji babetê dûr nekevim. Em ê ji xwe behsa cureyên fobîyan bikin. Bi vê gotarê xwest bes ji ser re behsa fobiyan bikim.

Sîmptomên sereke yên tevahiya fobiyan

Sîmptomên derûnî:

Tirsa zêde ku mirov qey dibêje kontrola xwe winda bike

Kêm an zêde xwe ji jiyana civakî vekişandin

Xofeke zêde ya nediyar

Kêmbûna kêfê, zivêrbûn

Hêrs, hîsterî

Ne di hemî fobîyan de bête dîtin jî, depersonalîzasyon (mirov bo demekê kurt devedorê xwe xerîb dibîne)

Sîmptomên fîzyolojîk:

Bêhntengî

Xwêdana sar

Sorbûna rûyê

Cirifandin

Zehmetiya daqultanê

Gewrîdanî yan hîsa lihevketina mîdeyê

Carnan ji ber kêmoksîjeniyê, bêhnvedana kurtedemî û ne kûr, şêlûdîtin

Ziwabûna devê

Carnan jixweçûn (bêhişbûna kurtedemî)

Xurîna laşê 

Kîjan fobî bêhtir e li cem Kurdan

Kîjan fobî li Kurdistanê bêhtir hene? Texmîn bikin. Fobiya civakî (sosyalfobî), akrofobî, avîofobî, ablûtofobî, ksenofobî, oro, pîro, zoo, klastro yan manofobî...?

Werin em bi hev re texmîn bikin. Kurd nêzîkî 150 sal in ne azad in. Zimanê wan hatiye qedexekirin û serpêhatiyên din ên ku em hemî pê dizanin, jiyane. Li cihekê bindestî hebe, mirov bi zimanê zikmakî perwerdeyê nebîne, ji nîmetên serdemê sûd wernegire, çi dibe? Helbet li wir jiyan dijwar û awarte dibe. Kurd çendîn nivş in, bêhtir, mecbûr mane ku bes zik û ewlekariya xwe bifikirin.

Li welatê wan razemenî nehatiye kirin, xwezaya wan hatiye rûxandin, bi zanebûn nehîştine nivşên Kurdan xwende û dewlemend bin. Gorî A. Maslow Kurd ji pêpelûka yekem (an herî zêde duyem) a pêdiviyên mirovî berjor neçûne. Hûn bi "Barûya/Qûleya Pêdiviyên Mirovî ya Maslow" dizanin. Piştî pêdiviyên fîzyolojîk (xwarin, seks ûêd) û ewlekariyê, pêpelûka seyem de, mirov dest bi pirsan û fîlozofiyê dike: "Ez kî me? Jiyan çiye? Çawa dikarim xeyalên xwe bicih bînim hwd?". Di pêpelûkên din de, mirov xwe îsbat dike û herî dawî jî, beriya mirinê, mirov dixwaze eserekê, berhemekê li dûv xwe bihêle. Ji ber wê ye temendirêj bîranînên xwe dinivîsînin. Ji ber wê ye key û keybanû li ser navên xwe pire, kanî, dêr an mizgeftan çêdikin. Ji ber wê ye kesên qesta xwekuştinê dikin, nameyan dinivîsînin.

Îcar Kurd! Civaka Kurd li derveyî sazûmaniya cîhanê hîştine. Kurd bi dîroka xwe nizanin. Hafizeya kollektîv a Kurdan derbeyên mezin dîtiye. Zarokên Kurd têra xwe proteîn, vîtamînan wernagirin. Li dibistanan ji aliyê mamosteyan ve tên rencîdekirin ku bi zimanên serdestan nizanin. Kêşeyên çaresernebûyî yên polîtîk, koçberî, parçebûna malbatan hwd, rê nadin bawerî û xwebawerî li cem nivşên Kurdan bipêşkeve. Heger bawerî û xwebawerî kêm be çi dibe? Kesayetiyên bengî, sosyalfobî, narsîzm zêde rûdidin. Ango li cem Kurdan fobiya civakî (sosyalfobî) gelek e.

Gorî çavdêriyên min, ev cureyên fobiyê bêhtir in di civaka Kurd de

Soyalfobî, (fobiya civakî), tirs ji têkiliyên bi mirovan re

Agorafobî, tirs ji meydanan, navendan, cihên xelk lê hene

Agîrofobî, derbaskirina riyekê, meş li perên riyan

Androfobî, tirs ji mêran, bi taybetî mêrên nenas

Araknofobî, tirs ji pîrhevokan

Erotofobî, tirs ji têkiliya zayendî, bi taybetî "şeva pêşîn"

Glassofobî, tirsa hîtabetê, li hember komekê axavtin

Klostrofobî, tirs ji cihên girtî, tûnel, bîr hwd

Penyafobî, tirs ji xizanketinê, feqîriyê

Akrofobî, tirs ji bilindahiyê

Paludatî-popûlûs-phobia, ev nav jî min lê kir, tirs ji eskeran, kesên dewletê, sîxur an kesên biûnîforma. Dibe ku navê Latînî şaş be.

Fobî çawa tên dermankirin?

Wekî terapiya şînê, fobî jî bi rûbirûhîştinê tên dermankirin. Ji bo dermankirina hin fobiyên taybetî, pispor di serî de psîkoterapiyê pêşniyar dikin. Di rewşên pir giran de, dibe ku derman jî were bikaranîn. Di destpêkê de, nexweş tirsek mezin û nîşaneyên laşî hîs dike. Lê heger nexweş karibe ji van hestên neyînî netirse, li ber xwe bide, ew ê di dawiyê de bibîne ku hemî kêm dibin. Bi terapiyê nexweş dibe xwedî ezmûnên nû. Ew fêr dibe ku tirs jî ji holê radibe, ew dikare xwe ragire û kontrol bike. 

Heger tirsa klîent ji bilindahiyan heye, em wan dibin cihên bilind. Ji tûnelan hebe, dibin tûnelan. Heger derfet tune be, dikarin wekî teknîkên îmagînasyonê, teknîkên vîrtûal jî bikarbînin. Kes ne perfekt te, bêqisûr e. Em bixwazin-nexwazin em ne bêqisûr in, ti kes jî nîne. Çima alîkariyê wernegirin? Ji çi fedî bikin û li hêviya çi bimînin?

Ez bi xwe carnan EMDR jî bikartînim. Hûn dizanin EMDR bo nexweşiya stresa piştî trawmayê hatiye pêşxistin. Lê gelek ceribandiye ku li cem Kurdan pirr bikêr e. Terapiya fobiyan gelek serkeftî ye. Heya bigire -heger nexweşiyek din tune be- çend seansan de mirov xatir ji fobiyên xwe dixwaze. 

Nexweşiya we çi dibe bila bibe, ti carî werzîşê jibîr nekin. Sport bi qasî dermanan bikêr e.

02.08.2022

Darius Winzer


© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (i.G.)


Montag, 1. August 2022


 Manîfestoya Etîkê ya Derûn Akademiyê bo Gotûbêjê - Beşa 3.

Li Almanya di klînîk û nexweşxaneyan de, karmendên tenduristiyê nikarin cixare bikişînin. Ne tenê di nava avahiyê nexweşxaneyê de, nikarin di hewşê de jî, di dev de cixare, ji aliyê klîentan ve bên dîtin. Ev ji bo Derûn Akademiyê jî derbasdar e. Herwiha bo terapiya online jî. 

Di xebatên li kampên penaberan, li derveyî Almanya, di têkiliyên bi xizmên nexweşan re û li saziyên têkildar de, rayedar û terapîstên Derûn Akademiyê mecbûr in, rûmeta bijîşkiyê, rûmeta akademiyê temsîl bikin.

Birêveberên îdarî ti carî nikarin têkelî karên seta terapiyê, bi gotineke din karên derûnnasî û şêwirmendiyê bibin. Gerînendeyê Derûn Akademiyê jî di nav de, ti karmendek îdarî nikare bi klîentan re têkilî dayne, agahî, raport û formûlarên wan bibîne.

Her formûlara ku di terapiyê de tê bikaranîn (bo mînak formûlara seansê, terapiyê komê, lîsteyên beşdaran hwd), divê ji aliyê sûpervîzor ve bê kontrolkirin û kodkirin. Di nebûna sûpervîzor de, psîkiyatrîstek vê wazîfeyê dike. Lîsteya formûlarên kodkirî di kompûtereke rêveberiyê de, ku ne girêdayî înternetê ye û bi şîfre ye de, dê parastin. Terapîst an karmend, kengî bixwazin, divê ji wê kompûterê formûlaran çap bikin.

Raport, dosya û formûlarên klîentan (an nexweşan) di xaniyê akademiyê de li ode yan kasayên kilîtkirî tên parastin. Tenê bijîşkên somatîk, derûnnas û cihgirên wan dikarin bigihên wan. Lê divê li cem berpirsiyar tomar bikin, bo çi hatine girtin an xwendin, kengî dîsa hatine vegerandin. Herwiha divê bi klîent re formûlara "betalkirina aşbûnê" îmze kiribin. Bêî endamên seta terapiyê û bêî "betalkirina aşbûnê", ti kes, bi ti awayî nikare kilîta vî odeyî hebe. Di rewşên wiha de zagonên kar jî tên binpêkirin û Derûn Akademî him mafdar e berjewendiyên xwe biparêze, him jî ti berpirsiyariyê nagire ser xwe.

Raportên klîentan tenê dikare ji aliyê psîkiyatrîst, psîkoterapîstên derûnnas (psychologischen Psychotherapeut) ve bên îmzekirin. Di nebûna wan de, heger terapîst zimanê Kurdî bikartîne, li şûna îmzeyê divê li gel navê xwe, herfên "b.K. (bo Kontrolê) yan "b.C. (bo Cihgiriyê, wekaletê) binivîsîne. Bo zimanê Tirkî "k.İ. (kontrol İçin) an "v.İ. (vekalet İçin) û bo Almanî jî "i.A. (im Auftrag) an "i.V. (im Vetretung) divê bête nivîsandin.

Derûn Akademî parçeyek ji sîstema tendurîstî ya Almanyayê ye. Hewl dide xwe ku bigihê asta kalîteya terapiyê, norm û standardên Almanya. Her kesê ku bi Derûn Akademiyê re peymannameya kar îmze kiriye, divê viya jibîr neke.

Em mecbûr in, di wextê û gorî pêwîst e bersiva name û daxwazên saziyên têkildar bidin. Bo mînak Sîgorteya Malnişînîbûnê ya Alman (DRV), sîgortayên nexweşiyê, bijîşkên malê, wezareta civakî, saziya tenduristiyê ûêd. Heger biryara dadgehê tune be, em ne mecbûr in bersivê bidin pirs an daxwazên înstîtûsiyonên din. Di rewşên tevlîhev de, birêveberiya seta terapiyê biryarê dide. Ti carî birêveberiya îdarî yan karmendên din nikarin tevlî biryaran bibin.

Terapîst tenê dikarin li ser sîstema Derûn Akademiyê online terapî bikin. Bêî destûr û terxankirina akademiyê, terapîst nikarin li ser navê akademiyê bi klîentan re têkilî daynin. Di rewşên wiha de zagonên kar jî tên binpêkirin û Derûn Akademî him mafdar e berjewendiyên xwe biparêze, him jî ti berpirsiyariyê nagire ser xwe.

Hemî çalakî û berhemên medyatîk (kovar, bûlten, belavok, perwerdeyên derûnî ûêd) di şêwîrmendiya sûpervîzor de, ji aliyê lijneya medyayê ve tên amadekirin û kontrolkirin. Bêî wê kes nikare bi ti awayî navê Derûn Akademiyê bikarbîne. Di rewşên wiha de zagonên kar jî tên binpêkirin û Derûn Akademî him mafdar e berjewendiyên xwe biparêze, him jî ti berpirsiyariyê nagire ser xwe.

Terapîst nikarin bi xizm, nas û hevalên xwe re çi rûbirû, çi online terapiyê bikin. Di rewşên wiha de divê bilez birêveberiya seta terapiyê agahdar bikin, da terapîstek din bê peywirdarkirin.

Xaniyê Derûn Akademiyê gorî standardên sîgortekirinê tê sîgortekirin. Ji bo parastina berjewendiyên akademiyê, -serî de birêveberiya îdarî-, wezîfeya her kesî ye rênameyên sîgorteyan bişopîne, bicihbîne. Birêveberiya îdarî bo şopandina normên sîgortayan salê du caran semînerên perwerde û hişyarkirinê organîze dike.

Normên hîjyenê wezîfeya birêveberiya îdarî ye. Ji bo pêşîlêgirtina qeza yan kêşeyan, Derûn Akademî salê herî kêm du caran semînerên perwerde û hişyarkirinê organîze dike.

Gotarên zanistî gorî standardên APAyê di bûltenên Derûn Akademiyê de tên weşandin.

Herçendî fokûsa sereke ya Derûn Akademiyê civaka Kurd be jî, mafê kesî nîne nêrîna xwe ya takekesî tevlî xebatên akademiyê bike. Derûn Akademî bêalî, hûmanîst, aştîxwaz, serbixwe ye, ti carî têkelî karên polîtîk nabe.

Derûn Akademî bi ti awayî rê nade bêrêzî li dijî Makezagona Alman bête kirin. 


01.08.2022

Darius Winzer


© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G., Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie

Freigegeben von Darius Winzer, 10.02.2023, Protokoll-Nr.: iG005







Donnerstag, 28. Juli 2022

Wêne ji Beziehungszentrum

Kesayetiya bengî (astenîk, dependent, kesên bi mirovan re girêdayî tevdigerin) çiye?

Erê kesên wiha jî gelek in û bi taybetî di civaka Kurd de. Helbet bengîbûn bi serê xwe ne nexweşî ye. Ez nabêjim ev xerab e yan baş e. Heger krîterên astengdariya (xerabûna) kesayetiyê bicih nehatibin, bi bengiyan re jiyan heya bigire xweş e jî. Lê ez behsa zêdebûna van krîteran, behsa astengdariya vê kesayetiyê dikim.

Êdî em bi sedemên astengdariya kesayetiyan dizanin: Bingeha xwe di zaroktiyê de digirin. Fîgûra dê-bavê rengê xwe dide kesayetiya mirovan. Ji ber ku civaka Kurd di mercên awarte de dijî, xwebawerî kêm e li cem Kurdan. Jixwe bengî jî bi kêmbûna xwebaweriyê tên zanîn.

"Bo xatiran, malê dikin wêran"

Astenîk ji gundekî çûn gundê din, bîrî dikin. Xerîbî, veqetîn, xatirxwestin hwd wan zêde xemgîn dike. 

Di hinava xwe de girtî ne, baweriya wan bi xwe kêm e. 

Hestên gelekan depresîv, melankolîk in. 

Înîsiyatîvê nagirin, di nava komê de her alîgir, mirîd in. 

Xwe bêçare, qels hîs dikin. Ji derve jî wiha dixwiyên.

Pirr caran ji ber tirsa ku bên terikandin, ramanên xwe nabêjin. 

Biryarên girîng bo wan biêş e. Nikarin biryaran bidin, pirranî dihêlin kesên din bo wan xwe biêşînin. 

Vîna (îradeya) wan qels e, bi veşarî tevgerên kesên vîna wan zexm in, kopî dikin. 

Bêî heval, dostan nikarin. 

Dependent bo bala kesan bikişînin, têkiliya wan winda nekin, zêde xwe diêşînin. 

Carnan tiştinên ku qet naxwazin bikin jî, dikin. Bo xatiran serê xwe jî dixin belayan. 

Dema tenê man dikevin xemên tirsnak. "Ez ê çi bikim? Çawa bi şefê xwe re serî derînim. Ji kar bêm avêtin, ez ê birçî bimînim. Çima hevalên min ji min sar bûne, gelo vexwînim malê, xwarinê ji wan re çêbikim...". 

Fêrî mekanîzmayên serederkirina bi bi stresê re nebûne. 

Kêf û vehesînê kêm dijîn. 

Li kargehê dema nakokiyên mezin derketin, sûcê xwe dikin stûyê yên din. Ne ku nedûrist in viya dikin, newêrin bi rastiyê re rûbirû bimînin, serî derînin.

Ne hezkirina zêde, lê azadî

Dibe ku kesên bi astenîkan re dijîn, serî de bextewar bin. Lê dem tê aciz dibin. Xwezaya mirov azad e, kes naxwaze kesek din bi dirêjiya temenekê li keştiya xwe bar bike. Kes naxwaze yek bi wan re bizeliqe. Bi taybetî di têkiliya evînê, zewacê de, zehmetî derdikevin. Astenîk çi bikin jî hembazê xwe qanî nakin. Min gelek zilam naskirin ku ketibûn riyeke din, veşarî têkiliyên paralel avakiribûn. Astenîkan fêhm nedikirin ku pêwîstiya hembazên wan ne bi eleqeya zêde, lê bi azadiyê hebûn.

Astenîk di civaka Kurd de

Mêrên Kurd, taybetî bi jinên wiha re dixwazin bizewicin. Lê zû-dereng problem derdikevin. Rûdana bengîtiyê gorî çavdêriyên min, li ba jinên Kurd bêhtir e. Bi giştî him li cem mêran, him jî jinan tê dîtin. Zehmet e ku bêjim rola "xwendîtiyê (perwerdeya li dibistanan)" heye. Min gelek jinên 'nexwendî', ji gundan hatibûn naskirin ku serbixwe bûn, bi wan re tendensên kesayetiya bengî nebûn. Min gelek jinên xwendî jî li Almanya naskirin ku rasterast bengî bûn. Lêkolîn pêwîst in.

Jinên Kurd hene li Ewropa ku 40 sal in li vir in fêrî ziman nebûne. Zarokên wan tercumaniyê ji wan re dikin. Rêzefîlman temaşe dikin, werzîşê nakin, gelek nexweşiyên laşî û derûnlaşî (psîkosomatîk) bi wan re derketine. Bêî hevjînên xwe nikarin li ser piyan bimînin. Lêdanê dixwin lê dibêjin "Erê dizanim hevjînê min diçe ba jinên din, li min dide. Lê zilam e, zilam jixwe wiha ne. Ez naxwazim veqetim. Zilamê min di eslê xwe de, ne mirovek xerab e. Min xwe daye zarokan, çi bikim, ev jî bila qedera min be".

Du cureyên kesayetiya bengî hene:

Bengiyên çalak: Xwe li civakê tînin. Şarman û nazîk in. Dema bi hestyarî bin axavtinên wan dramatîk in. Her dixwazin hestên xwe baş û têkûz bidin der. Ji ber wê gelek caran peyvên xwe dadiqultînin, hildibijêrin, da hestê xwe baş bilêv bikin. Qismek ji wan di têkiliya rûbirû de çavên xwe direvînin, rasterast li çavên mirov nanêrin. Lê ne hemî wisa ne. 

Bengiyên neçalak: Êdî behremendiya wan a înteraksiyonê jî ziyan dîtiye. Tenê di bin siya kesan de tevlî jiyana civakî dibin. 

Sedemên pêşketina kesayetiya girêdayî

Mirov jiyandareke biyo-psîko-sosyal e. Yek ji van nikare kêm be. Lê bêhtir ji dê-bavan e. Ez her dibêjim salên 4 heya 6 û 9 heya 13 gelek girîng in. Di zaroktiyê de kesayetiya mirov ava dibe. Hin ji sedemên pêşketina vê kesayetiyê dikarin ev bin:

Zarok pirr di ser destan re hatine girtin. Nehîştine berpirsiyariyan bigirin ser xwe, behremendiyê xwe pêşbixin.

An jî berevajî wê, dê-bav (an herdu bi hev re) zêde otorîter û sert in, nehîştine zarok xwe îsbat bikin,  xwebaweriya zarokan kuştine.

Trawmayên zaroktiyê. Mobîng, destdirêjî, şîdeta dê-bavê ûêd.

Windakirina kesayetiyên pîroz di zaroktiyê. Dê yan bav miriye, yan cihê bûne ûêd.

Gelek kêm be jî malbatên hinekan de cureyek astengdariya kesayetiyê heye.

Behsa sedemên genetîk jî tê kirin, lê ev li cem gelek û gelek kêm kesan hatiye dîtin. Naxwazim xwendevan viya wekî sedemeke berçav bifikirin.

Mînakek (nav hatiye guhertin)

Sevîm, 39 salî, ji Tirkên Deryaya Reş bû. Akût hatibû klînîka me. Bavê wê du jin kiribû û diya wî dema ew heşt salî bû, felc derbaskiribû, seqet mabû. Diviyabû binê diya xwe bigire, karên malê bike. Damariya (dêmarî, jinbav, sitardê) wê gelek caran lê dida. Wê him diya xwe diparast, him jî ji bo lêdanê nexwe, her tişt dikir. Birayekî damariyê bo xwendina dibistana amadeyî (lîse) hatibû mala wan. Ciwanekî nerihet bû. Damariyê ew mecbûr dikir ku xizmeta kurik bike. 

Ciwan lingê xwe dida şûştin, dest diavêt Sevîmê. Carekê ji bavê xwe re dibêje lê him kes bawer nake, him jî lêdanê dixwe. Ciwan bo wê ceza bike, bi zorê destdirêjiyê dike. Qîrînên wê erd û ezman digire lê kes nayê hewarê. Tenê dibistana seretayî dixwîne. Ji mamosteya xwe re behsa destdirêjiyê dike, dibin heval. Mamosteya wê dibe wekî xuşka wê. Mamoste dibe alîkar bi yekî li Almanya re dikeve têkiliyê.

Dizewice tê Almanya. Hevjînê wê di aşxaneyek de dixebite, du zarokên wê çêdibin. Pirraniya rojê di mal de dimîne, zilamê wê naşîne qursa Almanî. Ew jî ji rewşa xwe kêfxweş e. Ji mirovan ditirse, her li alîkarek digere. Hevjînê wî hevalên xwe tîne malê ku yek ji wan eleqeyeke cuda nîşan dide. Bi awayekê dilê Sevîmê dikeve wî. Zilam zewicî ye, zarokên wî hene. Derdên xwe ji zilam re dibêje. Zilam jê re diyariyan dikire, bi veşarî derdikevin der, diçin xwarinê.

Hêdî hêdî bi awayekê dibe jina duyem a zilam. Têkiliya wan 12 salan berdewam kiribû dema Sevîm hatibû ba me. Du-sê caran bicanî dimîne ji zilam, lê jiberxwe dike. Sevîm zêde vedireşiya ku ev psîkosomatîk bû. Lewra têkiliya zayendî destdirêjiya di zaroktiyê dianî bîra wî û kesî jê fêhm nedikir. "Carnan fikrên wisa tên min dibêjim qey qiyamet rabûye. Dibêjim ew ê tişteka pirr nebaş biqewime, lê nizanim çiye. Xwedê vê hîsê nede dijminê min, pirr dijwar e." digot. Min bi Sevîmê re EMDR kir bo trawmaya wê. Bawerî ew bû ku em bikevin navenda kêşeyên derûnî. Rewşa wê gelek baş bû, êdî me dest bi xebatên derûndermaniya tevgerê kiribû.

Dostê Sevîmê hatibû klînîkê, ziyaretê. Min bang wî kir. Jê re got divê têkiliyê bidawî bike. Zilam qebûl kir. Sevîmê mêrê xwe berda. Çend salên din dîsa hat klînîka me. Îcar jî sê mêran re têkilî danibû. Ew zilamê ez pê re axivîbûm, her berdewam dikir. Sevîmê li klînîkê ji xwe re ciwanek ditiye, ew carnan dihatiye mala Sevîmê û niha jî mêrê wê yê berê bûye bala serê wê. Mêrê berê bi têkiliyên wê hesiyaye, bi Tirkeka Bûlgaristanê re zewiciye lê carnan tê mala Sevîmê, bi zorê destdirêjiyê dike. "Dengê min tomar kiriye, heger gotina wî nekim, ew ê min rezîl bike". Nexweş regresyoneke mezin de bû. Pirsgirêkên wê yên civakî, malbatî, qanûnî zêdetir bûbûn. Ji min xwest ku ez alîkar bim da ew ji hemî derdan azad be. "Bila mêrê min ê berê bê girtin. Bila ciwan êdî neyê mala min, ji min 15 sal biçûktir e û ez ji keça xwe ditirsim, Bila ew ê hûn nasdikin jina xwe berde bi min re bizewice. Ez xwe li cem wî xwe baş hîs dikim". "Bila" yên Sevîmê xelas nedibûn. 

Terapiya wan

Di terapiyê de kesayetî nayê bingehgirtin. Kesayetî ewçend naguhere û terapiya kesayetiyê bi serê xwe nîne, ne gengaz e. Erê heger bi salan xebat bête kirin guhertin çêdibin, lê ne sebra nexweşan bo wê heye, ne jî sîgortayên nexweşiyê pere didin. Terapîst lê dixebitin ku rêbazên derbasdar fêrî klîentan bikin da serî bi kêşeyên ji bandora kesayetiyê derketine re derînin. Heger hûn xêra hevalên xwe yên bengî dixwazin, dikarin gelek alîkar bin. Terapiyên kognîtîv-tevgerê gelek bikêr tên. Heger bi nexweş re trawma yan depresyon heye, divê berê ew bên saxkirin.

Hin pêşniyar bo serederîkirina bi bengiyan re

Di psîkoterapiyê de derdên sereke yên kesayetiya girêdayî ya diyarkirî divê werin çareser kirin. Digel vê yekê, wekî hevkar, hûn jî dikarin bibin alîkar da ku yê din kêmtir bê girêdan. Berî her tiştî, girîng e ku hûn ji şêwaza gelemperî ya "bo xatirê heval", derbikevin. 

Heger hevjîna/ê we dependent e, hûn dikarin xwe bişans jî bihesibînin. Ew we difikire, bo we xemê dixwe, bo têkiliya we winda neke, çi ji dest hatiye dike. Rast e, hûn carnan wê/wî wekî benîştê zeliqandî hîs dikin, we rehet bernade, pirr aciz dike. Ma evîn bêî fedakariyê dibe? Hûn dikarin berê wê/wî berî bi pêşxistina behremendiya bikin. Bila ehliyetê bigire, zimanan bizanibe, xwedî pîşe be. Ew çiqas azad bû, barê we jî sivik dibe. Ew çiqas serbixwe bû, evîna we birengtir, baştir, romantîktir dibe. Ma dîl (kole) tên hezkirin!? Helbet dîl ne balkêş in, mirov evîndarê koleyan nabe. Dilê astenîkan neşkînin, lê hêdî hêdî sînoran daynin, konseqûansan ava bikin.

28.07.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)








 

Sonntag, 24. Juli 2022

Wêne: ji Welt

 Çawa xwe ji narsîstan biparêzin?

Civaka me narsîzmê nasnake. Narsîzmê wekî ezperestî, pozbilindî, qurrebûn, arogantî dizanin. Na xêr, taybetiya narsîzmê ne ev e. Hinekê ezperestî pêwîst e, ne şaş e. Heger mirov tiştên baş layiqê xwe nebîne, bi xwe pesnê xwe nede, wate xwebawerî şikestiye. Divê em ji xwe hez bikin.

Narsîzm ne xerab e. Her yek ji me xwedî kesayetî û karakterek e. Rengareng in em. Ti kes ji yê din binirxtir nîne. Lê heger giraniya kesayetiya me berî bi taybetiyeke zirarê dide me ve diçe, ev helbet ne baş e. Ez nabêjim da narsîst di warê hevaltiyê de bên windakirin. Hinek ji wan mirovên balkêş, heneksaz in. Dilê jinan jî mêran jî dikare zû bikeve wan. Destpêkê de mirov heyranê xwe dihêlin. Xwebawerî, rehetî, zanîna wan bi xweşî mirov diçe.

Narsîzm rûpoşek e

Narsîzm rûpoşek e, maskeyek e. Fantaziyên heybetmendiyê yên derûna narsîstan ji bo sererastkirina şikestinên hundurîn e. Ew ji aliyekê ve, bi vê maskeyê birînên xwe yên zaroktiyê dikewînin. Ne hewce ye ku were gotin, narsîst ne hevalê îdeal in ku mirov pê re evîndariyê, zewacê, hemkariyê bikin. Nêzîkbûna rastîn, rûbirûmayîna bi rastiyê re wan ditirsîne. Mitja Back, derûnnasek ji Zanîngeha Münsterê ku gelek lêkolîn li ser narsîstan kiriye, dibêje "gengaz e ku mirov bi wan re têkiliyek baş dayne, lê divê yek qehra wan bixwe û berdêla wê jî dikare mirov nexweş bixe". 

Hûn bingeha peyva "narsîzmê" jixwe dizanin. Di mîtolojiya Grekiyan de Narsîs an Narkîz, nêçîrvanekî pirr qeşeng û çeleng e. Herwiha rinda periyan Eko jî jineke pirr rind e. Eko dil dikeve vî nêçîrvanî. Narsîs di ava golê de rûyê xwe dibînê û ji xwe gelek hez dike. Ewçend ku êdî ji ber avê ranabe, her li xwe dinêre. Bi Eko re mijûl nabe, îhmal dike. Narsîs êdî bi roj û şev li ber golê ye, pê de çûye, îcar jî dixwaze dirûvê xwe yê di avê de hembêz bike û dike jî. Helbet di golê de dixeniqe. Eko jî ji êşa evîna xwe diqîre û ew dengê wê hê jî "eko dike" ango olan dide. Peyva eko ji wir tê.

Xwedayê derya û okyanûsan, Mêr 

Versiyoneke vê evînê di mîtolojiya kevnare ya Kurdan de heye. Xwedayê cîhana derya û okyanûsan Mêr ewçend çeleng e ku dilê perî û xwedayiyan dikeve wî. Lê ew bi xwe re mijûl e, evîn-mevîn ne xema wî ye. Mêr ewqas pozbilind e ku li ser pişta hespê xwe yê baskên wê hene û dikare di binê avê de jî, ser erdê de jî bijî, heya dikare bifirre siwar e, kêfa xwe dike. Mêr, heger yek wî rexne bike gelek agresîv dibe. Kî bêî destûra wî keştiya xwe derîne seferê, bagerê radike û wan dixeniqîne. Ev ji mîtolojiya Hatiyan e (hîtît). Hatî, Mîtanî û Horî (Hurrî) yek milet in û Kurd neviyên wan in. 

Navekê din ê Mêr jî Kîşî ye ku ev rengdêr e, binavkirineke Horiyan e. Peyva Kîşî, di Kurdiya îro de tê çi wateyê hin angaştên min hene, lê hedê xwe bizanim, pirr ji babetê dûr nekevim. Mêr ewqas ezperest e, carnan gotina xwedayê bayê Tarxûn/Tayfûn nake, bi hev re şer dikin. Ji ber şerê wan, av radibe, bager xaniyan hildiweşîne. Mêr guh nade temiyan xwe berdide bîra herî kûr û tarî ya bin deryayê, ku ew di sînorê xwedayek din, xwedayê tarîtiyê, goristan û marên bin erdê Markûvaya yan Marwanzî de ye, jê re qedexe ye û serê wî dikeve belayan. 

Hespê wî dibe ku Bozê Rewan ê destana Mem û Zîn be. Ez ne pisporê mîtolojiyê me, lê bi ya min destana Mem û Zînê yek ji kevintirîn destanên antîk e. Gorî demê tê rojanekirin. Destan behsa bajarekî li Qirimê ya Ûkrayna dike. Keça mîrê herêmê û Mem ê ji Alanê hatiye. Kivşe ye beriya wê jî di nava Mîtanî, Hatî û Horiyan de ev destan hebûye. Mêr di zimanên rojavahiyan de di wateya deryayê de ye. Bo mînak bi Fransî Mer, bi Almanî Meer, derya ye. Peyva 'mêr' a Kurdî dibêjin ji lêkera mirinê tê, lê dibe ku ji navê xwedayê deryayê yê pirr bihêrs Mêr, hatibe. Nizanim. 

Peyama van metaforên mîtolojîk ew e ku mirov ewqas bi xwe û armancên xwe re mijûl e ku evîna xwe jî jibîr dike, guh nadê. Çima wiha dikin? Helbet bi zanebûn, bi qestî viya nakin. Kî bi zanebûn dev ji hezkiriyên xwe yên herî pîroz berdide? Bêî zanebûn viya dikin, lewra bi wan re behremendiya empatiyê nîne. Erê, ew nikarin empatî bikin. Erê, narsîst nikarin empatiyê bikin. 

Mêr ewqas bi mêraniyê re mijûl e ku devedorê xwe nabîne, hîs nake. Çêtir e ez ji sînorên nezaniya xwe dernekevim, van tiştan ji pisporan re bihêlim. 

Narsîst xwedî kompleksa xwebiçûkdîtinê ne

Narsîstî heger gihîştibe asta xerabûna kesayetiyê gorî ICD-10 bi 'F60.8 Astengdariyên kesayetiyê yên taybet ên cuda, narsîstî´ tê kodkirin. Di bingehê de ev kesana xwe kêm, biçûk dibînin. Ewçend xurt e ku ev kompleks, hûn hema rexneyek biçûk jî li wan bikin, ev digihê birîna wan a kûr û canê wan diêşe û hêrs dibin. Qet tehemûla wan bo rexneyê nîne. 

Narsîst mirovan wekî di pişt perdeyê de bin an di nava mijê de bin, dibînin. Ê li hemberê wan tî ye birçî ye, derdek wan heye yan nîne, nizanin. 

Mînakek ji narsîstan (nav hatiye guhertin) 

Azad 55 salî bû, ji kar hatibû avêtin, di hewla malnişînîbûnê de bû. Wextekî bûye milyoner lê bi gotina wî sê zewac kirine, ketiye zîndanê û her tişt windakiriye. Çûbû ba gelek derûnnasan lê ji kesî memnûn nemabû. "Nizanim kî bawername dide van kesan. Xanim derûnnas e, nizane derûnnasa navdar a Swîsreyî Werner kî ye". Beriya ku ew were klînîkê min bi dîagnoza wî dizanibû. Hê ji rûniştina me ya yekem re saetek hebû, bêî ku li derî bide, derî vekir hat bûroyê. Beriya ku ez hişyariyê bidimê, înîsiyatîv ji min girt û got "nizanim we perwerdeya psîkanalîzê dîtiye yan na, nexwe ez ê terapîstek din bixwazim". Wî gola yekem avêtibû qeleha min.

Di dersên me yên bi zimanê Tirkî de, diçû-dianî pirsek wisa ji min dikir ku ez nekarim bersivê bidim. Li ser Googleê li nav û gotinên fîlozof an derûnnasan digeriya, di nava nexweşan de dixwest min biçûk bixe. Min heger rasterast bigota "ez nizanim", rê dida ku ew viya her bidomîne. Lewra narsîst bibînin tu bêçare yî, her te dipelixînin. Min bi zanebûn digot, "bisekinin ez di dawiya dersê de bersivê bidim, niha mijara me cuda ye". Bi viya, yek, da nîşandan ku li salona dersê otorîte ne ew e. Du, rê neda ew dersê bigire bin kontrola xwe. Sê, rê neda ew ziyanê bide baweriya nexweşan bi min re. Di dawiya dersê de bi kurtî digot "ha, ew pirsa we ne mijara dersa me ye, hûn dikarin li înternetê binêrin". Heger pirsek têkildarî dersê jî kiriba, bi heman helwestî, digot "nizanim". Lê di dawiya dersê de digot.

Sedemên cudabûna wî bi hevjînên wî re şîdet bûye. "Nezan bûn" digot. Şîdet li dijî jinên xwe bikaraniye. Ji ber wê jî çendekê di zîndanê de maye. Heya pola heftan xwendibû û wekî entellektûelan şalgerdan girêdida. Di seansên me de her dixwest min biçûk bixîne û terapî jî ne xema wî bû. Wekî ez xulamê wî bim, bi min re miamele dikir. "Dikarin binêrin ev nameya sîgortayê ku ji min re hatiye çi dibêje?". Min hema di serî de nedigot "ev ne wazîfeya min e", digot, "filan saetî were". Dema dihat jî digot "aha, biçin cem şêwirmenda civakî ya klînîkê, ez fêhm nakim ji bûrokrasiyê".

Wî nedikarî hespê xwe di zeviya min de bibezîne, îcar gelek diqeherî. Di seansan da înîsiyatîv nedida wî. Rojekê got "mamoste bi ya min tu vî karî berde, bibe fermandarê leşkerî, psîkologtî li te nayê". Wî dipa ku ez viya wekî heqaret bihesibînim lê ez keniyam û min got "heger ez fermandarê leşkerî bim ez ê te negirîm eskeriyê, tu mirovekî heyf î". Him da nîşandan ku min dilê xwe negirtiye, him jê re got "tu heyf î", dilê wî xweş kir.

Roja ji me çû, gotina wî ya dawî "mamoste min qey got tu Kurdperwer î. Ji bo wê min tu wekî terapîst qebûl kir. Tu jî wekî yên din î. Qisûrê nenêre, hinekê pirtûkan bixwîne, xwe pêşbixe".

Sedemên sereke yên rûdana kesayetiya narsîstîk (di zaroktiyê de)

Helbet hin derûnnas sedemekê din jî nîşan didin, dibêjin "di zaroktiya biçûk de ji aliyê dê-bavan ve ser destan hatine girtin, zêde hezkirin û eleqe dîtine, îcar mezin bûn jî viya ji herkesê dixwazin". Hin nêrîn hene ku dibêjin rola genetîkê jî heye.

Pirr zêde di ser destan de hatine girtin.

Atmosfera sar a malbatê ku pêwîstiyên zaroktiyê berçav nagire. Ango mehrûmiyet.

Mobîng. 

Destdirêjiyên hestî û zayendî. Pirranî ev heye di serpêhatiya narsîstan de.

Malbatên zêde lîberal û azad in ku zarok nikarin rastegîniyê û sînorên xwe nasbikin.

Dê yan bav an jî herdu, mirovên bibawer nînin. Zarok lihevhatinekê di karakterê wan de nabînin. Ango gotin û kirinên wan hevûdu nagirin.

Narsîstî li cem Kurdan

Mixabin heya niha lêkolînek me bi xwe nîne. Narsîst li Kurdistanê gelek in. Bi taybetî li hin herêmên Kurdistanê ku herî zêde komkujî û zilm dîtine, narsîst gelek in. Ez naxwazim dilê kesî bihêlim, ji ber wê navên herêman nadim. Bi rastî jî li hin herêmên Kurdistanê narsîstî gorî yên din gelek zêde ye. 

Întelîsansiya me deryaya narsîzmê ye. Divê bêjim hîç rewşenbîrek bi qasî yê Kurd fedakar nîne. Wan berdêlên mezin dane. Ciwaniya xwe, jiyana xwe dane bo neteweya xwe. Werin em hinekê maf bidin wan, ji wan fêhm bikin. Ên xelkê pîr bûn, malnişînî dibin, diçin betlaneyan. Ê me ev derfet nîne. Çi bikin narsîstên me yên reben? Ew jî mecbûr in di nava sazî, çapemenî, partiyên polîtîk ûêd de ji xwe re cihekê cêbikin. Pirraniya cihan girtine jixwe. Bo mînak salekê di zîndanê mabin, bîst salan dixwazin li ser wê biaxivin û îtîbarê bibînin. Nedîtin bi hevûdu dikevin. Piştî pêşketina înternetê jî gelek ji wan bûn Youtuber. Ji bo etîketekê, pesnekê, xelatekê hevûdu dixwin. Min hin akademîsyenên Kurd naskirin, bi rastî mirov divê ji wan bitirse. Bo xelatekê dikarin qanûnên cezayê jî binpê bikin. 

Ji ber ku di bingeha narsîzmê de li gel gelek sedeman, bûyerên travmatîk ên ku xwebaweriyê tune dike jî hene, pirr mantiqî ye ku li cem Kurdan narsîzm jî zêde be. Kurd jiyanake awarte dijîn. Qet nebe 150 sal in, bêrawestan di bin zilmê de ne. 

Ji neteweyên din zêdetir ev sedem hene:

Bêdewletbûna Kurdan. Kurd li çar parçeyan dewletên hene ne wekî yên xwe dihesibînin. Ji dibistanan heya baregehên leşkerî, ji lambeyên trafîkê heya nexweşxaneyan tiştekê wekî yê xwe nabînin. Bi sîmbolên van dewletan re girêdaneke wan a ruhî nîne, heya wan bo xwe wekî gefxwarinek jî dibînin.

Nebûna perwerdeya zimanê zikmakî. Girêdanên bingehîn ên kesayetiyê bi term û peyvên zimanekî biyanî çêdikin. Germî û baweriya zimanê dê-bavê tune.

Kêmbûna radeya perwerdeyê. Gorî statîstîkên sala 2004î, kêmzêdeka perwerdeyê ya li bakurê Kurdistanê pola çarem e. Niha çiye em nizanin. Helbet hikûmetên Tirkiyeyê statîstîkên heyî vedişêrin û ji me re rastiyê nabêjin.

Operasyonên eskeran û zilmên din. Kurdek ku kêm-zêde tûşî serpêhatiyên trawmatîk nehatiye, nîne. Trawma ziyanê dide xwebaweriyê.

Şîdeta mamosteyan di dibistanan de, bi taybetî dibistana seretayî de. Sedemê gelek sosyalfobiyan ev e. Zarok û ciwanên Kurd hinekê şermok in û bi ya min fobiya civakî bi taybetî li bakurê Kurdistanê gelek zêde ye.

Xizanî û birçîmayîn. Nahêle yan dijwartir dike ku mirov xwe di jiyanê de bipêşbixe.

Mirov dikare narsîstan bi du tiştan nasbike: 

Nikarin empatiyê bikin, Xwedê ev behremendî nedaye wan.

Tehemûla wan bo rexneyê nîne. Ji rexneyê hez nakin, dikarin bi we re şer bikin.

Taybetiyên wan ên din jî ev in:

Xwe gelek biqîmet dihesibînin.

Dikarin bi hêsanî kesên din bo egoya xwe bikarbînin, viya normal dibînin.

Ruhê wan di pesinan de ye. Dixwazin û hezdikin ku herkes pesnê wan bidin.

Di xeyal û fantaziyên xwe de carnan tiştinên awarte jî hene. Bo mînak ew çeleng, dewlemend in, herkes rêza wan digire hwd.

Krîtera girîng a astengdariya kesayetiyan

Heger kesayetiya me krîterên astengdariya-xerabûna kesayetiyê dihewine, nexwe çi narsîst, çi aktîv-pasîv, çi hîstriyonîk an înstabîliya hestan ûêd be, em bingehê di zaroktiya biçûk de digerin. Heger em di nava salên 4-6 û 9-13an de bi dê û bavê xwe re bijîn, dê-bavên me mirov ên kamil û baş bin, ji me hezbikin, eleqedar bin, li dijî me zorkeriyê nekin, heger atmosfera malbatê bi kêf be, li dibistanê yan derve xerabiyekê nejîn, di me de astengdariya kesayetiyê rû nade. Em bi hemî kêmasî yan derdên xwe dibin mirovên bi gotineke relatîvî "normal". Ez her dibêjim, "normal" û "nenormal" tunin, yên heyî jî relatîvî ne, gorî cih û demê tên guhertin. Gorî pirraniyê rengê xwe digirin.

Dema yek bi gumana astengdariya kesayetiyê hat pêşberî me, em ji bo dîagnozê kontrol bikin, tiştekê dikin: Ka nexweş, dîagnoza hatiye dayîn, ango xerabûna kesayetiya xwe qebûl dike, hinekê be jî li xwe mikur tê, yan na. Heger qebûl bike, nexwe pê re xerabûna kesayetiyê tune. Ew her viya red dikin, napejirînin.

Serederkirin bi narsîstan re

Nehêlin ew bi gotin û tevgerên xwe we rencîde bikin, bipelixînin.

Narsîzmê nas bikin. 

Narsîst baş dizanin bandorê li mirov bikin. Taybetî di têkiliyên evînê de baldar bin, narsîst mirov baş dixapînin. Heger kesekî zêde şarman û romantîk e, ji xwe bipirsin "çima wisa ye?"

Narsîst dixwazin her balê bikişînin. Vê rehetiyê nedin wan. Ramanên xwe jî bêjin.

Ti carî li cem narsîstan xwe qels nîşan nedin. Ev wan provoke dike, tehrîk dike ku bêhtir we bipelixînin.

Nekevin rola qurbaniyan. Hûn li cem narsîstan çiqas "mezlûm" û "qûrbanî" bin, ew ewqas zêde "zalim" dibin. Bi giştî rola qurbaniyan di jiyanê de ti pirsgirêkan safî nake.

Ew dijminê rexneyê ne. Zû bi zû wan rexne nekin. "Erê erê, hi hiii" bêjin û we dît dixwaze we rencîde bike, bi helwesta xwe sînorê xwe nîşan bidin. Bo mînak bêjin "ez divê herim".

Heger hûn mecbûr in bi narsîstek re bijîn, divê teqez behremendiyên xwe pêşbixin.  Alîkariya derûnî werbigirin baş e bo we.

Zewac bi narsîstan re gelek zehmet e. Heger hezkiriya/ê we narsîst e, divê bizanibin hûn ê roj were nexweş bikevin. Tevlî qursên coaching (pêşxistina behremendiyan) bibin, baş e.

Narsîstan bi devedora xwe, malbat an hevalên xwe re nedin naskirin. Narsîst bo li ser we desthilat be, gelek caran devedora we jî bikartîne, manûple dike. Bi gotineke din wan jî aciz dike.

Ne hemî, lê pirraniya narsîstan mirovên ne durist in. Bo berjewendiyên xwe mirovan xerc dikin. Ti carî bi sozên wan bawer nekin, da hûn rojekê poşman û xemgîn nebin.

Nehêlin narsîst kalîteya jiyana we kêm bikin. Xwe ji bo kirinên wan paşve nekişînin, îzole nekin. Bi rengê xwe jiyan û bextewarî mafê me ne.

Di xwe de negirin, derdê xwe parve bikin. Helbet bi hevalên xwe yên baş re. Axavtin baş e.

Bedena xwe jibîr nekin. Werzîşê bikin, sîstema parastina laşê xwe bihêz bikin.


24.07.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...