![]() |
| Wêne: ji Welt |
Çawa xwe ji narsîstan biparêzin?
Civaka me narsîzmê nasnake. Narsîzmê wekî ezperestî, pozbilindî, qurrebûn, arogantî dizanin. Na xêr, taybetiya narsîzmê ne ev e. Hinekê ezperestî pêwîst e, ne şaş e. Heger mirov tiştên baş layiqê xwe nebîne, bi xwe pesnê xwe nede, wate xwebawerî şikestiye. Divê em ji xwe hez bikin.
Narsîzm ne xerab e. Her yek ji me xwedî kesayetî û karakterek e. Rengareng in em. Ti kes ji yê din binirxtir nîne. Lê heger giraniya kesayetiya me berî bi taybetiyeke zirarê dide me ve diçe, ev helbet ne baş e. Ez nabêjim da narsîst di warê hevaltiyê de bên windakirin. Hinek ji wan mirovên balkêş, heneksaz in. Dilê jinan jî mêran jî dikare zû bikeve wan. Destpêkê de mirov heyranê xwe dihêlin. Xwebawerî, rehetî, zanîna wan bi xweşî mirov diçe.
Narsîzm rûpoşek e
Narsîzm rûpoşek e, maskeyek e. Fantaziyên heybetmendiyê yên derûna narsîstan ji bo sererastkirina şikestinên hundurîn e. Ew ji aliyekê ve, bi vê maskeyê birînên xwe yên zaroktiyê dikewînin. Ne hewce ye ku were gotin, narsîst ne hevalê îdeal in ku mirov pê re evîndariyê, zewacê, hemkariyê bikin. Nêzîkbûna rastîn, rûbirûmayîna bi rastiyê re wan ditirsîne. Mitja Back, derûnnasek ji Zanîngeha Münsterê ku gelek lêkolîn li ser narsîstan kiriye, dibêje "gengaz e ku mirov bi wan re têkiliyek baş dayne, lê divê yek qehra wan bixwe û berdêla wê jî dikare mirov nexweş bixe".
Hûn bingeha peyva "narsîzmê" jixwe dizanin. Di mîtolojiya Grekiyan de Narsîs an Narkîz, nêçîrvanekî pirr qeşeng û çeleng e. Herwiha rinda periyan Eko jî jineke pirr rind e. Eko dil dikeve vî nêçîrvanî. Narsîs di ava golê de rûyê xwe dibînê û ji xwe gelek hez dike. Ewçend ku êdî ji ber avê ranabe, her li xwe dinêre. Bi Eko re mijûl nabe, îhmal dike. Narsîs êdî bi roj û şev li ber golê ye, pê de çûye, îcar jî dixwaze dirûvê xwe yê di avê de hembêz bike û dike jî. Helbet di golê de dixeniqe. Eko jî ji êşa evîna xwe diqîre û ew dengê wê hê jî "eko dike" ango olan dide. Peyva eko ji wir tê.
Xwedayê derya û okyanûsan, Mêr
Versiyoneke vê evînê di mîtolojiya kevnare ya Kurdan de heye. Xwedayê cîhana derya û okyanûsan Mêr ewçend çeleng e ku dilê perî û xwedayiyan dikeve wî. Lê ew bi xwe re mijûl e, evîn-mevîn ne xema wî ye. Mêr ewqas pozbilind e ku li ser pişta hespê xwe yê baskên wê hene û dikare di binê avê de jî, ser erdê de jî bijî, heya dikare bifirre siwar e, kêfa xwe dike. Mêr, heger yek wî rexne bike gelek agresîv dibe. Kî bêî destûra wî keştiya xwe derîne seferê, bagerê radike û wan dixeniqîne. Ev ji mîtolojiya Hatiyan e (hîtît). Hatî, Mîtanî û Horî (Hurrî) yek milet in û Kurd neviyên wan in.
Navekê din ê Mêr jî Kîşî ye ku ev rengdêr e, binavkirineke Horiyan e. Peyva Kîşî, di Kurdiya îro de tê çi wateyê hin angaştên min hene, lê hedê xwe bizanim, pirr ji babetê dûr nekevim. Mêr ewqas ezperest e, carnan gotina xwedayê bayê Tarxûn/Tayfûn nake, bi hev re şer dikin. Ji ber şerê wan, av radibe, bager xaniyan hildiweşîne. Mêr guh nade temiyan xwe berdide bîra herî kûr û tarî ya bin deryayê, ku ew di sînorê xwedayek din, xwedayê tarîtiyê, goristan û marên bin erdê Markûvaya yan Marwanzî de ye, jê re qedexe ye û serê wî dikeve belayan.
Hespê wî dibe ku Bozê Rewan ê destana Mem û Zîn be. Ez ne pisporê mîtolojiyê me, lê bi ya min destana Mem û Zînê yek ji kevintirîn destanên antîk e. Gorî demê tê rojanekirin. Destan behsa bajarekî li Qirimê ya Ûkrayna dike. Keça mîrê herêmê û Mem ê ji Alanê hatiye. Kivşe ye beriya wê jî di nava Mîtanî, Hatî û Horiyan de ev destan hebûye. Mêr di zimanên rojavahiyan de di wateya deryayê de ye. Bo mînak bi Fransî Mer, bi Almanî Meer, derya ye. Peyva 'mêr' a Kurdî dibêjin ji lêkera mirinê tê, lê dibe ku ji navê xwedayê deryayê yê pirr bihêrs Mêr, hatibe. Nizanim.
Peyama van metaforên mîtolojîk ew e ku mirov ewqas bi xwe û armancên xwe re mijûl e ku evîna xwe jî jibîr dike, guh nadê. Çima wiha dikin? Helbet bi zanebûn, bi qestî viya nakin. Kî bi zanebûn dev ji hezkiriyên xwe yên herî pîroz berdide? Bêî zanebûn viya dikin, lewra bi wan re behremendiya empatiyê nîne. Erê, ew nikarin empatî bikin. Erê, narsîst nikarin empatiyê bikin.
Mêr ewqas bi mêraniyê re mijûl e ku devedorê xwe nabîne, hîs nake. Çêtir e ez ji sînorên nezaniya xwe dernekevim, van tiştan ji pisporan re bihêlim.
Narsîst xwedî kompleksa xwebiçûkdîtinê ne
Narsîstî heger gihîştibe asta xerabûna kesayetiyê gorî ICD-10 bi 'F60.8 Astengdariyên kesayetiyê yên taybet ên cuda, narsîstî´ tê kodkirin. Di bingehê de ev kesana xwe kêm, biçûk dibînin. Ewçend xurt e ku ev kompleks, hûn hema rexneyek biçûk jî li wan bikin, ev digihê birîna wan a kûr û canê wan diêşe û hêrs dibin. Qet tehemûla wan bo rexneyê nîne.
Narsîst mirovan wekî di pişt perdeyê de bin an di nava mijê de bin, dibînin. Ê li hemberê wan tî ye birçî ye, derdek wan heye yan nîne, nizanin.
Mînakek ji narsîstan (nav hatiye guhertin)
Azad 55 salî bû, ji kar hatibû avêtin, di hewla malnişînîbûnê de bû. Wextekî bûye milyoner lê bi gotina wî sê zewac kirine, ketiye zîndanê û her tişt windakiriye. Çûbû ba gelek derûnnasan lê ji kesî memnûn nemabû. "Nizanim kî bawername dide van kesan. Xanim derûnnas e, nizane derûnnasa navdar a Swîsreyî Werner kî ye". Beriya ku ew were klînîkê min bi dîagnoza wî dizanibû. Hê ji rûniştina me ya yekem re saetek hebû, bêî ku li derî bide, derî vekir hat bûroyê. Beriya ku ez hişyariyê bidimê, înîsiyatîv ji min girt û got "nizanim we perwerdeya psîkanalîzê dîtiye yan na, nexwe ez ê terapîstek din bixwazim". Wî gola yekem avêtibû qeleha min.
Di dersên me yên bi zimanê Tirkî de, diçû-dianî pirsek wisa ji min dikir ku ez nekarim bersivê bidim. Li ser Googleê li nav û gotinên fîlozof an derûnnasan digeriya, di nava nexweşan de dixwest min biçûk bixe. Min heger rasterast bigota "ez nizanim", rê dida ku ew viya her bidomîne. Lewra narsîst bibînin tu bêçare yî, her te dipelixînin. Min bi zanebûn digot, "bisekinin ez di dawiya dersê de bersivê bidim, niha mijara me cuda ye". Bi viya, yek, da nîşandan ku li salona dersê otorîte ne ew e. Du, rê neda ew dersê bigire bin kontrola xwe. Sê, rê neda ew ziyanê bide baweriya nexweşan bi min re. Di dawiya dersê de bi kurtî digot "ha, ew pirsa we ne mijara dersa me ye, hûn dikarin li înternetê binêrin". Heger pirsek têkildarî dersê jî kiriba, bi heman helwestî, digot "nizanim". Lê di dawiya dersê de digot.
Sedemên cudabûna wî bi hevjînên wî re şîdet bûye. "Nezan bûn" digot. Şîdet li dijî jinên xwe bikaraniye. Ji ber wê jî çendekê di zîndanê de maye. Heya pola heftan xwendibû û wekî entellektûelan şalgerdan girêdida. Di seansên me de her dixwest min biçûk bixîne û terapî jî ne xema wî bû. Wekî ez xulamê wî bim, bi min re miamele dikir. "Dikarin binêrin ev nameya sîgortayê ku ji min re hatiye çi dibêje?". Min hema di serî de nedigot "ev ne wazîfeya min e", digot, "filan saetî were". Dema dihat jî digot "aha, biçin cem şêwirmenda civakî ya klînîkê, ez fêhm nakim ji bûrokrasiyê".
Wî nedikarî hespê xwe di zeviya min de bibezîne, îcar gelek diqeherî. Di seansan da înîsiyatîv nedida wî. Rojekê got "mamoste bi ya min tu vî karî berde, bibe fermandarê leşkerî, psîkologtî li te nayê". Wî dipa ku ez viya wekî heqaret bihesibînim lê ez keniyam û min got "heger ez fermandarê leşkerî bim ez ê te negirîm eskeriyê, tu mirovekî heyf î". Him da nîşandan ku min dilê xwe negirtiye, him jê re got "tu heyf î", dilê wî xweş kir.
Roja ji me çû, gotina wî ya dawî "mamoste min qey got tu Kurdperwer î. Ji bo wê min tu wekî terapîst qebûl kir. Tu jî wekî yên din î. Qisûrê nenêre, hinekê pirtûkan bixwîne, xwe pêşbixe".
Sedemên sereke yên rûdana kesayetiya narsîstîk (di zaroktiyê de)
Helbet hin derûnnas sedemekê din jî nîşan didin, dibêjin "di zaroktiya biçûk de ji aliyê dê-bavan ve ser destan hatine girtin, zêde hezkirin û eleqe dîtine, îcar mezin bûn jî viya ji herkesê dixwazin". Hin nêrîn hene ku dibêjin rola genetîkê jî heye.
⦁ Pirr zêde di ser destan de hatine girtin.
⦁ Atmosfera sar a malbatê ku pêwîstiyên zaroktiyê berçav nagire. Ango mehrûmiyet.
⦁ Mobîng.
⦁ Destdirêjiyên hestî û zayendî. Pirranî ev heye di serpêhatiya narsîstan de.
⦁ Malbatên zêde lîberal û azad in ku zarok nikarin rastegîniyê û sînorên xwe nasbikin.
⦁ Dê yan bav an jî herdu, mirovên bibawer nînin. Zarok lihevhatinekê di karakterê wan de nabînin. Ango gotin û kirinên wan hevûdu nagirin.
Narsîstî li cem Kurdan
Mixabin heya niha lêkolînek me bi xwe nîne. Narsîst li Kurdistanê gelek in. Bi taybetî li hin herêmên Kurdistanê ku herî zêde komkujî û zilm dîtine, narsîst gelek in. Ez naxwazim dilê kesî bihêlim, ji ber wê navên herêman nadim. Bi rastî jî li hin herêmên Kurdistanê narsîstî gorî yên din gelek zêde ye.
Întelîsansiya me deryaya narsîzmê ye. Divê bêjim hîç rewşenbîrek bi qasî yê Kurd fedakar nîne. Wan berdêlên mezin dane. Ciwaniya xwe, jiyana xwe dane bo neteweya xwe. Werin em hinekê maf bidin wan, ji wan fêhm bikin. Ên xelkê pîr bûn, malnişînî dibin, diçin betlaneyan. Ê me ev derfet nîne. Çi bikin narsîstên me yên reben? Ew jî mecbûr in di nava sazî, çapemenî, partiyên polîtîk ûêd de ji xwe re cihekê cêbikin. Pirraniya cihan girtine jixwe. Bo mînak salekê di zîndanê mabin, bîst salan dixwazin li ser wê biaxivin û îtîbarê bibînin. Nedîtin bi hevûdu dikevin. Piştî pêşketina înternetê jî gelek ji wan bûn Youtuber. Ji bo etîketekê, pesnekê, xelatekê hevûdu dixwin. Min hin akademîsyenên Kurd naskirin, bi rastî mirov divê ji wan bitirse. Bo xelatekê dikarin qanûnên cezayê jî binpê bikin.
Ji ber ku di bingeha narsîzmê de li gel gelek sedeman, bûyerên travmatîk ên ku xwebaweriyê tune dike jî hene, pirr mantiqî ye ku li cem Kurdan narsîzm jî zêde be. Kurd jiyanake awarte dijîn. Qet nebe 150 sal in, bêrawestan di bin zilmê de ne.
Ji neteweyên din zêdetir ev sedem hene:
⦁ Bêdewletbûna Kurdan. Kurd li çar parçeyan dewletên hene ne wekî yên xwe dihesibînin. Ji dibistanan heya baregehên leşkerî, ji lambeyên trafîkê heya nexweşxaneyan tiştekê wekî yê xwe nabînin. Bi sîmbolên van dewletan re girêdaneke wan a ruhî nîne, heya wan bo xwe wekî gefxwarinek jî dibînin.
⦁ Nebûna perwerdeya zimanê zikmakî. Girêdanên bingehîn ên kesayetiyê bi term û peyvên zimanekî biyanî çêdikin. Germî û baweriya zimanê dê-bavê tune.
⦁ Kêmbûna radeya perwerdeyê. Gorî statîstîkên sala 2004î, kêmzêdeka perwerdeyê ya li bakurê Kurdistanê pola çarem e. Niha çiye em nizanin. Helbet hikûmetên Tirkiyeyê statîstîkên heyî vedişêrin û ji me re rastiyê nabêjin.
⦁ Operasyonên eskeran û zilmên din. Kurdek ku kêm-zêde tûşî serpêhatiyên trawmatîk nehatiye, nîne. Trawma ziyanê dide xwebaweriyê.
⦁ Şîdeta mamosteyan di dibistanan de, bi taybetî dibistana seretayî de. Sedemê gelek sosyalfobiyan ev e. Zarok û ciwanên Kurd hinekê şermok in û bi ya min fobiya civakî bi taybetî li bakurê Kurdistanê gelek zêde ye.
⦁ Xizanî û birçîmayîn. Nahêle yan dijwartir dike ku mirov xwe di jiyanê de bipêşbixe.
Mirov dikare narsîstan bi du tiştan nasbike:
⦁ Nikarin empatiyê bikin, Xwedê ev behremendî nedaye wan.
⦁ Tehemûla wan bo rexneyê nîne. Ji rexneyê hez nakin, dikarin bi we re şer bikin.
Taybetiyên wan ên din jî ev in:
⦁ Xwe gelek biqîmet dihesibînin.
⦁ Dikarin bi hêsanî kesên din bo egoya xwe bikarbînin, viya normal dibînin.
⦁ Ruhê wan di pesinan de ye. Dixwazin û hezdikin ku herkes pesnê wan bidin.
⦁ Di xeyal û fantaziyên xwe de carnan tiştinên awarte jî hene. Bo mînak ew çeleng, dewlemend in, herkes rêza wan digire hwd.
Krîtera girîng a astengdariya kesayetiyan
Heger kesayetiya me krîterên astengdariya-xerabûna kesayetiyê dihewine, nexwe çi narsîst, çi aktîv-pasîv, çi hîstriyonîk an înstabîliya hestan ûêd be, em bingehê di zaroktiya biçûk de digerin. Heger em di nava salên 4-6 û 9-13an de bi dê û bavê xwe re bijîn, dê-bavên me mirov ên kamil û baş bin, ji me hezbikin, eleqedar bin, li dijî me zorkeriyê nekin, heger atmosfera malbatê bi kêf be, li dibistanê yan derve xerabiyekê nejîn, di me de astengdariya kesayetiyê rû nade. Em bi hemî kêmasî yan derdên xwe dibin mirovên bi gotineke relatîvî "normal". Ez her dibêjim, "normal" û "nenormal" tunin, yên heyî jî relatîvî ne, gorî cih û demê tên guhertin. Gorî pirraniyê rengê xwe digirin.
Dema yek bi gumana astengdariya kesayetiyê hat pêşberî me, em ji bo dîagnozê kontrol bikin, tiştekê dikin: Ka nexweş, dîagnoza hatiye dayîn, ango xerabûna kesayetiya xwe qebûl dike, hinekê be jî li xwe mikur tê, yan na. Heger qebûl bike, nexwe pê re xerabûna kesayetiyê tune. Ew her viya red dikin, napejirînin.
Serederkirin bi narsîstan re
⦁ Nehêlin ew bi gotin û tevgerên xwe we rencîde bikin, bipelixînin.
⦁ Narsîzmê nas bikin.
⦁ Narsîst baş dizanin bandorê li mirov bikin. Taybetî di têkiliyên evînê de baldar bin, narsîst mirov baş dixapînin. Heger kesekî zêde şarman û romantîk e, ji xwe bipirsin "çima wisa ye?"
⦁ Narsîst dixwazin her balê bikişînin. Vê rehetiyê nedin wan. Ramanên xwe jî bêjin.
⦁ Ti carî li cem narsîstan xwe qels nîşan nedin. Ev wan provoke dike, tehrîk dike ku bêhtir we bipelixînin.
⦁ Nekevin rola qurbaniyan. Hûn li cem narsîstan çiqas "mezlûm" û "qûrbanî" bin, ew ewqas zêde "zalim" dibin. Bi giştî rola qurbaniyan di jiyanê de ti pirsgirêkan safî nake.
⦁ Ew dijminê rexneyê ne. Zû bi zû wan rexne nekin. "Erê erê, hi hiii" bêjin û we dît dixwaze we rencîde bike, bi helwesta xwe sînorê xwe nîşan bidin. Bo mînak bêjin "ez divê herim".
⦁ Heger hûn mecbûr in bi narsîstek re bijîn, divê teqez behremendiyên xwe pêşbixin. Alîkariya derûnî werbigirin baş e bo we.
⦁ Zewac bi narsîstan re gelek zehmet e. Heger hezkiriya/ê we narsîst e, divê bizanibin hûn ê roj were nexweş bikevin. Tevlî qursên coaching (pêşxistina behremendiyan) bibin, baş e.
⦁ Narsîstan bi devedora xwe, malbat an hevalên xwe re nedin naskirin. Narsîst bo li ser we desthilat be, gelek caran devedora we jî bikartîne, manûple dike. Bi gotineke din wan jî aciz dike.
⦁ Ne hemî, lê pirraniya narsîstan mirovên ne durist in. Bo berjewendiyên xwe mirovan xerc dikin. Ti carî bi sozên wan bawer nekin, da hûn rojekê poşman û xemgîn nebin.
⦁ Nehêlin narsîst kalîteya jiyana we kêm bikin. Xwe ji bo kirinên wan paşve nekişînin, îzole nekin. Bi rengê xwe jiyan û bextewarî mafê me ne.
⦁ Di xwe de negirin, derdê xwe parve bikin. Helbet bi hevalên xwe yên baş re. Axavtin baş e.
⦁ Bedena xwe jibîr nekin. Werzîşê bikin, sîstema parastina laşê xwe bihêz bikin.
24.07.2022
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen