![]() |
| Wêne ji Beziehungszentrum |
Kesayetiya bengî (astenîk, dependent, kesên bi mirovan re girêdayî tevdigerin) çiye?
Erê kesên wiha jî gelek in û bi taybetî di civaka Kurd de. Helbet bengîbûn bi serê xwe ne nexweşî ye. Ez nabêjim ev xerab e yan baş e. Heger krîterên astengdariya (xerabûna) kesayetiyê bicih nehatibin, bi bengiyan re jiyan heya bigire xweş e jî. Lê ez behsa zêdebûna van krîteran, behsa astengdariya vê kesayetiyê dikim.
Êdî em bi sedemên astengdariya kesayetiyan dizanin: Bingeha xwe di zaroktiyê de digirin. Fîgûra dê-bavê rengê xwe dide kesayetiya mirovan. Ji ber ku civaka Kurd di mercên awarte de dijî, xwebawerî kêm e li cem Kurdan. Jixwe bengî jî bi kêmbûna xwebaweriyê tên zanîn.
"Bo xatiran, malê dikin wêran"
⦁ Astenîk ji gundekî çûn gundê din, bîrî dikin. Xerîbî, veqetîn, xatirxwestin hwd wan zêde xemgîn dike.
⦁ Di hinava xwe de girtî ne, baweriya wan bi xwe kêm e.
⦁ Hestên gelekan depresîv, melankolîk in.
⦁ Înîsiyatîvê nagirin, di nava komê de her alîgir, mirîd in.
⦁ Xwe bêçare, qels hîs dikin. Ji derve jî wiha dixwiyên.
⦁ Pirr caran ji ber tirsa ku bên terikandin, ramanên xwe nabêjin.
⦁ Biryarên girîng bo wan biêş e. Nikarin biryaran bidin, pirranî dihêlin kesên din bo wan xwe biêşînin.
⦁ Vîna (îradeya) wan qels e, bi veşarî tevgerên kesên vîna wan zexm in, kopî dikin.
⦁ Bêî heval, dostan nikarin.
⦁ Dependent bo bala kesan bikişînin, têkiliya wan winda nekin, zêde xwe diêşînin.
⦁ Carnan tiştinên ku qet naxwazin bikin jî, dikin. Bo xatiran serê xwe jî dixin belayan.
⦁ Dema tenê man dikevin xemên tirsnak. "Ez ê çi bikim? Çawa bi şefê xwe re serî derînim. Ji kar bêm avêtin, ez ê birçî bimînim. Çima hevalên min ji min sar bûne, gelo vexwînim malê, xwarinê ji wan re çêbikim...".
⦁ Fêrî mekanîzmayên serederkirina bi bi stresê re nebûne.
⦁ Kêf û vehesînê kêm dijîn.
⦁ Li kargehê dema nakokiyên mezin derketin, sûcê xwe dikin stûyê yên din. Ne ku nedûrist in viya dikin, newêrin bi rastiyê re rûbirû bimînin, serî derînin.
Ne hezkirina zêde, lê azadî
Dibe ku kesên bi astenîkan re dijîn, serî de bextewar bin. Lê dem tê aciz dibin. Xwezaya mirov azad e, kes naxwaze kesek din bi dirêjiya temenekê li keştiya xwe bar bike. Kes naxwaze yek bi wan re bizeliqe. Bi taybetî di têkiliya evînê, zewacê de, zehmetî derdikevin. Astenîk çi bikin jî hembazê xwe qanî nakin. Min gelek zilam naskirin ku ketibûn riyeke din, veşarî têkiliyên paralel avakiribûn. Astenîkan fêhm nedikirin ku pêwîstiya hembazên wan ne bi eleqeya zêde, lê bi azadiyê hebûn.
Astenîk di civaka Kurd de
Mêrên Kurd, taybetî bi jinên wiha re dixwazin bizewicin. Lê zû-dereng problem derdikevin. Rûdana bengîtiyê gorî çavdêriyên min, li ba jinên Kurd bêhtir e. Bi giştî him li cem mêran, him jî jinan tê dîtin. Zehmet e ku bêjim rola "xwendîtiyê (perwerdeya li dibistanan)" heye. Min gelek jinên 'nexwendî', ji gundan hatibûn naskirin ku serbixwe bûn, bi wan re tendensên kesayetiya bengî nebûn. Min gelek jinên xwendî jî li Almanya naskirin ku rasterast bengî bûn. Lêkolîn pêwîst in.
Jinên Kurd hene li Ewropa ku 40 sal in li vir in fêrî ziman nebûne. Zarokên wan tercumaniyê ji wan re dikin. Rêzefîlman temaşe dikin, werzîşê nakin, gelek nexweşiyên laşî û derûnlaşî (psîkosomatîk) bi wan re derketine. Bêî hevjînên xwe nikarin li ser piyan bimînin. Lêdanê dixwin lê dibêjin "Erê dizanim hevjînê min diçe ba jinên din, li min dide. Lê zilam e, zilam jixwe wiha ne. Ez naxwazim veqetim. Zilamê min di eslê xwe de, ne mirovek xerab e. Min xwe daye zarokan, çi bikim, ev jî bila qedera min be".
Du cureyên kesayetiya bengî hene:
⦁ Bengiyên çalak: Xwe li civakê tînin. Şarman û nazîk in. Dema bi hestyarî bin axavtinên wan dramatîk in. Her dixwazin hestên xwe baş û têkûz bidin der. Ji ber wê gelek caran peyvên xwe dadiqultînin, hildibijêrin, da hestê xwe baş bilêv bikin. Qismek ji wan di têkiliya rûbirû de çavên xwe direvînin, rasterast li çavên mirov nanêrin. Lê ne hemî wisa ne.
⦁ Bengiyên neçalak: Êdî behremendiya wan a înteraksiyonê jî ziyan dîtiye. Tenê di bin siya kesan de tevlî jiyana civakî dibin.
Sedemên pêşketina kesayetiya girêdayî
Mirov jiyandareke biyo-psîko-sosyal e. Yek ji van nikare kêm be. Lê bêhtir ji dê-bavan e. Ez her dibêjim salên 4 heya 6 û 9 heya 13 gelek girîng in. Di zaroktiyê de kesayetiya mirov ava dibe. Hin ji sedemên pêşketina vê kesayetiyê dikarin ev bin:
⦁ Zarok pirr di ser destan re hatine girtin. Nehîştine berpirsiyariyan bigirin ser xwe, behremendiyê xwe pêşbixin.
⦁ An jî berevajî wê, dê-bav (an herdu bi hev re) zêde otorîter û sert in, nehîştine zarok xwe îsbat bikin, xwebaweriya zarokan kuştine.
⦁ Trawmayên zaroktiyê. Mobîng, destdirêjî, şîdeta dê-bavê ûêd.
⦁ Windakirina kesayetiyên pîroz di zaroktiyê. Dê yan bav miriye, yan cihê bûne ûêd.
⦁ Gelek kêm be jî malbatên hinekan de cureyek astengdariya kesayetiyê heye.
⦁ Behsa sedemên genetîk jî tê kirin, lê ev li cem gelek û gelek kêm kesan hatiye dîtin. Naxwazim xwendevan viya wekî sedemeke berçav bifikirin.
Mînakek (nav hatiye guhertin)
Sevîm, 39 salî, ji Tirkên Deryaya Reş bû. Akût hatibû klînîka me. Bavê wê du jin kiribû û diya wî dema ew heşt salî bû, felc derbaskiribû, seqet mabû. Diviyabû binê diya xwe bigire, karên malê bike. Damariya (dêmarî, jinbav, sitardê) wê gelek caran lê dida. Wê him diya xwe diparast, him jî ji bo lêdanê nexwe, her tişt dikir. Birayekî damariyê bo xwendina dibistana amadeyî (lîse) hatibû mala wan. Ciwanekî nerihet bû. Damariyê ew mecbûr dikir ku xizmeta kurik bike.
Ciwan lingê xwe dida şûştin, dest diavêt Sevîmê. Carekê ji bavê xwe re dibêje lê him kes bawer nake, him jî lêdanê dixwe. Ciwan bo wê ceza bike, bi zorê destdirêjiyê dike. Qîrînên wê erd û ezman digire lê kes nayê hewarê. Tenê dibistana seretayî dixwîne. Ji mamosteya xwe re behsa destdirêjiyê dike, dibin heval. Mamosteya wê dibe wekî xuşka wê. Mamoste dibe alîkar bi yekî li Almanya re dikeve têkiliyê.
Dizewice tê Almanya. Hevjînê wê di aşxaneyek de dixebite, du zarokên wê çêdibin. Pirraniya rojê di mal de dimîne, zilamê wê naşîne qursa Almanî. Ew jî ji rewşa xwe kêfxweş e. Ji mirovan ditirse, her li alîkarek digere. Hevjînê wî hevalên xwe tîne malê ku yek ji wan eleqeyeke cuda nîşan dide. Bi awayekê dilê Sevîmê dikeve wî. Zilam zewicî ye, zarokên wî hene. Derdên xwe ji zilam re dibêje. Zilam jê re diyariyan dikire, bi veşarî derdikevin der, diçin xwarinê.
Hêdî hêdî bi awayekê dibe jina duyem a zilam. Têkiliya wan 12 salan berdewam kiribû dema Sevîm hatibû ba me. Du-sê caran bicanî dimîne ji zilam, lê jiberxwe dike. Sevîm zêde vedireşiya ku ev psîkosomatîk bû. Lewra têkiliya zayendî destdirêjiya di zaroktiyê dianî bîra wî û kesî jê fêhm nedikir. "Carnan fikrên wisa tên min dibêjim qey qiyamet rabûye. Dibêjim ew ê tişteka pirr nebaş biqewime, lê nizanim çiye. Xwedê vê hîsê nede dijminê min, pirr dijwar e." digot. Min bi Sevîmê re EMDR kir bo trawmaya wê. Bawerî ew bû ku em bikevin navenda kêşeyên derûnî. Rewşa wê gelek baş bû, êdî me dest bi xebatên derûndermaniya tevgerê kiribû.
Dostê Sevîmê hatibû klînîkê, ziyaretê. Min bang wî kir. Jê re got divê têkiliyê bidawî bike. Zilam qebûl kir. Sevîmê mêrê xwe berda. Çend salên din dîsa hat klînîka me. Îcar jî sê mêran re têkilî danibû. Ew zilamê ez pê re axivîbûm, her berdewam dikir. Sevîmê li klînîkê ji xwe re ciwanek ditiye, ew carnan dihatiye mala Sevîmê û niha jî mêrê wê yê berê bûye bala serê wê. Mêrê berê bi têkiliyên wê hesiyaye, bi Tirkeka Bûlgaristanê re zewiciye lê carnan tê mala Sevîmê, bi zorê destdirêjiyê dike. "Dengê min tomar kiriye, heger gotina wî nekim, ew ê min rezîl bike". Nexweş regresyoneke mezin de bû. Pirsgirêkên wê yên civakî, malbatî, qanûnî zêdetir bûbûn. Ji min xwest ku ez alîkar bim da ew ji hemî derdan azad be. "Bila mêrê min ê berê bê girtin. Bila ciwan êdî neyê mala min, ji min 15 sal biçûktir e û ez ji keça xwe ditirsim, Bila ew ê hûn nasdikin jina xwe berde bi min re bizewice. Ez xwe li cem wî xwe baş hîs dikim". "Bila" yên Sevîmê xelas nedibûn.
Terapiya wan
Di terapiyê de kesayetî nayê bingehgirtin. Kesayetî ewçend naguhere û terapiya kesayetiyê bi serê xwe nîne, ne gengaz e. Erê heger bi salan xebat bête kirin guhertin çêdibin, lê ne sebra nexweşan bo wê heye, ne jî sîgortayên nexweşiyê pere didin. Terapîst lê dixebitin ku rêbazên derbasdar fêrî klîentan bikin da serî bi kêşeyên ji bandora kesayetiyê derketine re derînin. Heger hûn xêra hevalên xwe yên bengî dixwazin, dikarin gelek alîkar bin. Terapiyên kognîtîv-tevgerê gelek bikêr tên. Heger bi nexweş re trawma yan depresyon heye, divê berê ew bên saxkirin.
Hin pêşniyar bo serederîkirina bi bengiyan re
Di psîkoterapiyê de derdên sereke yên kesayetiya girêdayî ya diyarkirî divê werin çareser kirin. Digel vê yekê, wekî hevkar, hûn jî dikarin bibin alîkar da ku yê din kêmtir bê girêdan. Berî her tiştî, girîng e ku hûn ji şêwaza gelemperî ya "bo xatirê heval", derbikevin.
Heger hevjîna/ê we dependent e, hûn dikarin xwe bişans jî bihesibînin. Ew we difikire, bo we xemê dixwe, bo têkiliya we winda neke, çi ji dest hatiye dike. Rast e, hûn carnan wê/wî wekî benîştê zeliqandî hîs dikin, we rehet bernade, pirr aciz dike. Ma evîn bêî fedakariyê dibe? Hûn dikarin berê wê/wî berî bi pêşxistina behremendiya bikin. Bila ehliyetê bigire, zimanan bizanibe, xwedî pîşe be. Ew çiqas azad bû, barê we jî sivik dibe. Ew çiqas serbixwe bû, evîna we birengtir, baştir, romantîktir dibe. Ma dîl (kole) tên hezkirin!? Helbet dîl ne balkêş in, mirov evîndarê koleyan nabe. Dilê astenîkan neşkînin, lê hêdî hêdî sînoran daynin, konseqûansan ava bikin.
28.07.2022
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen