Montag, 12. Mai 2025

Şaûşka

Şaûşka, Şaûşa, Şawûşka yek ji xwedawendên Horiyan e. Şaûşka xwedawenda evîn, têkiliya zayendî, hezkirin û "şer ji bo evînê" ye. 

Wateya Šauška

Şaûşka bi Kurdiya îroyîn, "xûşka şahiyê" ye. "Şa" bi zimanê Horiyan "şahî" û "ûşk""xûşk" e. Herwiha "şa" di wateya "mezin, bêhempa" de ye. Peyva "şah" (bo mînak şahê Îranê) ji heman kokê ye. Leqabeke Şaûşka jî "bêhempa" ye.

Şaûşka bo evîndaran têdikoşe, wan diparêze, şahiyê pêşdixe, rîtûelên têkiliya zayendî, ango seksê terxan dike. Bawermendan ji xemgînî, xem, tirs û bêçaretiyê azad dike. Çi xizan, çi dewlemend her kes divê şahiyan bike, hez bike, qîmeta evînê bigire û kêfa herî mezin "seksê" bijî.

Li bajarê Nûzî, perestgehek wê hate vedîtin. Du berdest, xulam an xizmetkarên wê hebûne; Nînata û Kûlîta. Li cem Sumeran ew xûşka Îştarê ye, li cem Mîtaniyan herwiha jê re dua dihate kirin. Keyserê Mîtaniyan Tûşrata, di nameyek xwe yê ji keyserê Misirê re şandiye de, wê wekî "keybanuya bilindahiyan, metresa Ûrû Mîtani / Warê Mîtanî" binavdike. Li Kîzûwatnayê peykerê wê ji marmorê reş dihatibûye çêkirin û li cem Hatiyan (Hîtît) ew xûşka Teşû ye (Teşûb).


Du demên Saûşkayê

Peresana mirovahiyê rê dida ku civakên maderşahî winda bibin û civakên pederşahî pêşbikevin. Xwedawendên mê di çerxa demê de carnan karakterê nêr werdigirin. Carnan navên wan dibin nêr an dibin pêkenoka civakên pederşahî. Di demên dawî yên Hatiyan de, Saûşka jî dibe pêkenok. Herwiha wekî hemî olan, olên Horî-Mîtanî-Lûviyan jî hêdî hêdî xerab dibin. Rahîb û rahîbe, keyser û keybanû gorî berjewendiyên xwe hin guhertinan dikin. Naveroka olan xerab dibe, fetîşîzm û dirûvperestî rûdide. Gelek tişt li ser wê tên gotin. Ew hêdî hêdî dibe transeksûel û piştre jî mêr.


Erka Saûşka

Şahiyê tîne civakê.

Şîfayê dide nexweşan.

Darên zeytûnê pîroz in, lewra zeytûn xwarina Şaûşka ye, divê mirov darên zeytûnê nebirrin. Şauşka darên zeytûnê diparêze. Kî çandiniya zeytûnê bikin, dibin bawermendên baş, gunehên wan efû dibin.

Efû û aşitiyê pêşdixe.

Keç û xortan digihîne miradên wan.

Evîndaran diparêze.

Rîtûel û normên têkiliya zayendî kivşe dike.

Keç û xort ji wê fêrî têkiliya zayendî ya rastîn dibin.

Seks ne tenê bo kêfê, herwiha bo zarokanînê ye û divê rêz lê bête girtin.

Têkiliyên homoseksûel qedexe ne, kî bike Saûşka cazeyê dide û zayenda wan diguherîne. Ango mêr be wî dike jin, jin be wê dike mêr.

Dijûn ango gotinên nebaş dijminê Saûşka ne. Kî ji jin an mêrê xwe re gotinên nebaş bêje, Saûşka cezayê dide wan.

Heft, hejmara Saûşka ye. Kî dua jê re bike divê heft caran dubare bike. Kî qurban bide divê heft tiştan bide. Heft hejmara pîroz a Saûşka ye.


Ferhengok

Alpû: Hatî, asîmanê tarî.

Têkan: Hatî, girseya erdê, parzemîn.

Ûtnê: Hatî, axa bêkêr, zeviyên vala.

Îr: Horî, Lûvî, erd, dinya.

Şîwan, şîwanna: Hatî, dem, zeman.

Kat: Hatî, kat, demekê.

Katanta, kattanta: Kat, demekê hinekê dirêj.

Şîû, šīu-: Hatî, zû, demekê kurt. 

Amî, ammî, amûmmî: Horî, di wateya "hemî" de ye lê bo axê tê bikaranîn. Lûvî "tamî" dibêjin.

Şûnî, šuni, şûna, šunna-: Horî, di wateya şûn, cih de ye lê ne ji aliyê erdnîgariyê, ji aliyê demê ve. "Appa şûnî - Ev dema han, ev şûn, vê kêliyê".


Darius Winzer

X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer


© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.










Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...