Ad Homînem û Kurd
"Ad homînem" peyveke latînî ye, tê wateya "li ser kesê". Yek ji teknîkên ku herwiha di propaganda û şerê psîkolojîk de tê bikaranîn e. Di nîqaşekê de, li şûna ku mirov bi naveroka argûmanê re rû bi rû bimîne, bersiveke mantiqî bide, êrîşê şexsiyetê dike.
Li herêma Serhedê dibêjin "ha vacê, ha vacê". Ango tu çiqas û çi bêjî, yê li hemberê te bi yek gotinekê te vala dertîne, te reş dike, biçûk dixe. Ev jî cureyekê ad homînemê ye.
Dewleta Tirk li dijî elît, ronakbîr, nivîskar û rêberên raya giştî yên Kurd "ad homînem"ê bi sîstematîkî bikartîne. Helbet alîgirên rêxistinên Kurdî jî li dijî hevûdu ad homînem dikin.
Ad Homînem herwiha karê nezanan, cahilan e. Kesên ku nikarin bersiva pirsên we bidin, nikarin ramanek biafirînin dikarin Ad Homînem bikin.
Hin taybetiyên kesên Ad Homînemê dikin
- Narsîst in, ango kompleksên wan hene.
- Xwe pêş nexistine.
- An nexwendî ne, yan jî bawername girtibin jî, ji zanistiyê kêm sûd wergirtine.
- Pirranî alîgir û mirîd in.
- Pirranî kesên kêm-sosyal in.
- Kêm dikenin. Hizûra wan a derûnî nîne.
- Kêm perwerde dîtine yan perwerde reflesiyon nekirine, jiber kirine.
- Qismek ji wan endamên daîreyên şerên derûnî ne, sîxur in.
- Qismek ji wan niyetxerab in, dixwazin bizanebûn kalîteyê bixin.
Wateya Ad Homînem a Sîstematîk´
Ad homînem a sîstematîk tê wê wateyê ku stratejiyeke êrîşê ya dubare û organîze li dijî nêrînên komekê an kesekî heye. Bi hedefgirtina şexsiyet û nasnameyan, paşeroj an rolên wan ên civakî ziyanê dibîne. Dewleta Tirk polîtîkayên li dijî elîtên Kurd û rêberên wan ên raya giştî, bi etîketên wek "terorîst", "alîgirên Amerîka û Îsraelê", "parçeker" an "ne rewa" bêrûmet bikin.
Bo mînak
Etîketkirina li ser nasnameyê: Nasnameya etnîkî ya ronakbîrên Kurd wek unsûrekî sûc tê nîşandan. Heger ronakbîrêkî Tirk karekî krîmînal bike, kes behsa Tirkbûna wan nake. Lê heger Kurd be, bo mînak di bûyera "Çeteya Yenîdoganê" ku di nexweşxaneyê de pitik miribûn, medyayê bilez behsa Kurbûna xwediyê nexweşxaneyê kirin.
Bêrûmetkirina pîşeyî: Bi riya dozên hiqûqî, binçavkirin an cezayan, ronakbîrên Kurd tên bêdeng û bêbandorkirin.Karekterên nivîskar, akademîsyen an rêberên raya giştî yên Kurd, bi îdîayên wek "propagandaya terorê" bênirx dikin. Hûn çi bikin jî, heger we dewlet rexne kir, we bi alîgiriya PKKê sûcdar dikin. Kesayetiyên wekî Ibrahîm Guçlu, Omer Ozmen herçendî PKK rexne kirine jî, bo wan doza "alîgiriya PKKê" hatiye vekirin. Ev dibe sedem ku akademîker û kesên xwedî pîşe yên Kurd bêbandor bin, asoyên civaka Kurd pêşnekeve, Kurd paşdemayî bimînin.
Çarçoveya dîrokî û siyasî
Li Tirkiyeyê, "pirsgirêka Kurd" ji damezrandina Komarê ve mijareke tevlihev e. Elîtên Kurd, ronakbîr û rêberên raya giştî yên Kurd çê-xerab bi gelemperî ji bo daxwazên wek naskirina nasnameya Kurdî, mafên çandî û temsîliyeta siyasî ya Kurdan xebitîne. Lê belê, dewletê ev daxwaz bi çarçoveya "parçekirinê" an "terorê" ve girê dane. Di vê pêvajoyê de, gelek nivîskar, rojnamevan, akademîsyen û rêberên raya giştî yên Kurd ji ber îfadekirina nêrînên xwe bûne hedef, gotar, daxuyanî an berhemên wan wek delîlên sûc hatine bikaranîn.
Nivîskar û rojnamevanên Kurd ji ber gotar an pirtûkên xwe bi sûcdariya "propagandaya rêxistina terorê" hatine darizandin, ku ev yek dikare wek ad homînem bê dîtin; ji ber ku li şûna nîqaşkirina rastiya argûmanên wan, nasnameya wan a "Kurd" an helwesta wan a "muxalif" dibe sedema cezakirinê.
Di medyaya navendî ya Tirkiyeyê de, bi piştgiriya dewletê, ronakbîrên Kurd ên mafên Kurdan dixwazin, bi îfadeyên wek "xayinê welêt" an "piyonê hêzên derve" têne binavkirin. Ew bersiva fikrên ronakbîrên Kurdan nadin, lê meşrûiyeta wan a şexsî dikin armanc.
Hin mînakên ad homînemê yên navdar
Reşkirin
Tu dibêjî: "Hüdapar her roj bo Gazzayê mîtîngan li dar dixe. Efrîn hat dagirkirin, hîç protesto nekirin. Her roj Rojava tê bombebaran kirin, deng ji wan dernakeve. Ev jî nîşan dide ku Hüdapar partiyeke Kurdistanî nîne".
Ew dibêje: "Tu mirina Filistîniyan rewa dibînî û bi vî awayî piştgiriya Îsraelê dikî. Fedî bike. Tu ji mirina Filîstiniyan zewqê digirî!".
Qalibên neheq ên fêrbûyî
Tu dibêjî: "Karl Marx jî gotiye sazûmaniya hilberînê ya Asyayiyan cuda ye. Rojavayî bi qalibên xwe nikarin bi hêsanî jê têbigihên".
Ew dibêje: "Ê ma Marx Cihû ye jixwe. Cihû xwe li ser mirovan re digirin".
Li vir bi qalibên neheq ên fêrbûyî, heqaret li neteweyekê tê kirin, xema kî ye?! "Ew mason e, eslê wî Ermenî ye, eşîra wan alîkarî nedabû Şêx Seîd, ew lezbiyen e hwd". Bi van qaliban rê li ber gotûbêjê tê girtin, qaşo bersiv tê dayîn. Êdî ew kesa/ê hedef hatiye girtin çiqas tiştên zanistî, maqûl, kêrbar bêje jî ne girîng e, ne biqîmet e. Çinkû "ew mason e, Ermenî ye, eşîra wan alîkarî nedaye Şêx Seîd û lezbiyen e".
Herwiha
1. Abusive Ad Hominem (Ad Homînem a heqaretî): Rasterast heqaret tê kirin.
Bo mînak: "Te serok rexne kir. Xayînek wekî te nikare serok rexne bike".
2. Circumstantial Ad Hominem (Ad Hominem gorî rewşê): Rewş an statûya negatîv a mirov tê armanckirin.
Bo mînak: "Tu aqil didî rojava lê te zanîngeh jî nexwendiye".
3. Tu Quoque (tu jî): Li nakokiyên mirov tê gerîn.
Bo mînak: “Dibêjî neyên Almanya, li Almanya jiyan nexweş e. Lê tu li Almanya dijî".
4. Guilt by Association (sûcdarkirin bi têkiliyan): Bi têkiliyên mirov sûcdarkirin tê kirin.
Bo mînak: “Tu pesnê Amerîkayê didî, dibêjî dostê Kurdan e. Çinkû jina te Amerîkayî ye".
Zirarên Ad Homînemê
- Kalîteya suhbetan dixe.
- Balê ji babetê dûr dixe.
- Riya gotûbêjên bikêr û zanistî digire.
- Bêhna mirovan teng dike.
- Cehaletê hildiberîne.
- Têkiliyan xerab dike.
Çawa serî bi Ad Homînemê re derînin?
- Têkiliya xwe bi niyetxeraban re bibirin
- Nekevin dafika cahilan.
- Bo nezanan bêhna xwe xerab nekin.
- Refleksiyon nekin. Ango hûn ne mecbûr in bersiva niyetxeraban bidin.
- Fêrî gotina "na" bibin. Li cihê pêwîst bû îgnore bikin.
- Kalîteya xwe nexin. Bi nezanan re nebin nezan.
- Fêrî teknîkên îdarekirina diyalogan bibin.
- Têkiliyên malbatî û civakî tevlîhev nekin. Malbata xwe û jiyana xwe ya taybetî biparêzin.
- Xwe her roj pêşbixin, ji zanistiyê sûdê werbigirin.
- Kes ne mikemel e. Kesek mikemel nîne. Hûn jî ne mikemel in, viya qebûl bikin.
- Mirov nikare her gav mafdar be. Hûn ne mecbûr in di diyalogan de xwe mafdar derînin.
Darius Winzer
X- Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Hemî maf parastî ne. Destûra nivîskar bixwazin.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen