Derûnnas û Civaka Kurd - Beşa 1em
Bo civaka Kurd psîkolojî (derûnnasî) û psîkoterapî (derûndermanî) tiştên nû ne. Kêm kes sûd ji psîkoterapiyê werdigirin. Herçendî ji hemî netewayan bêhtir pêwîstiya Kurdan bi derûndermaniyê hebe jî.
Ji têkbirina mîrektiyên Kurdî (salên 1840-50) heya îro, Kurd di rewşekî awarte de dijîn. Dewleta wan tune ku ev bi serê xwe her tiştî îzah dike. Komkujî, êşkence, destdirêjî, mobîng, tirs ûêd parçeyek ji jiyana Kurdan in. Bi milyonan trawmatîzebûyî hene. Pêwîst nake bêjim, her kes pê dizane. Lê ji ber mercên bindestiyê psîkolog û psîkoterapî bo Kurdan lûks e, nû ye, pirr nayê naskirin.
Behsa bîranînek xwe bikim. Nexweşeka min a ji Êzîdiyên Şingalê gotibû “mirov çawa bi axavtinê sax dibe?! Hûn çawa doktor in, ne derzî dikin, ne jî behsa dermanan dikin! Ez bi we bawer nakim”. Ew ji destên DAÎŞê hatibû rizgarkirin. Piştre stabîl bû, fêrî Almanî bû, zewicî û niha li Hewlêrê dijî. Ha bêjim, gelek jî dewlemend bûye. Dixwaze ez rojekê biçim mêvaniya wê li Hewlêrê û ji min re “kulîçeyên herî baş ên Êzîdiyan” çêbike.
Gelek caran min ji Kurdan dibîhîst ku fedî dikin biçim cem psîkologan. Navê “dîntiyê” nedigirtin ser xwe. Êdî bi zimanê me ve pûrt dihat heya bêjin “dîntî, biaqiltî tune”. Bîranînek din bêjim. Jin nexweşa min e, naxwaze hevjînê wê pê bizane. Bi dizî tê seansan. Mêr jî nexweşê min e ew jî naxwaze hevjîna wî pê bizane. Rojekê em li bajêr rastê hevûdu hatin. Mêr-jin bi hev re bûn. Wiha matmayî man, nizanin çi bikin. Herduyan jî wekî ku min nasnekin tevgeriyan.
Dîntî têgîneke goreyî, relatîv e. Nirxên civakî guherbar in. Tişta li Qersê normal tê dîtin dikare li Qursê ne normal bête pêşwazîkirin. Exlaq li Kurdistanê cuda li Almanya cuda ye. Tişta niha nenormal e, dikare sibeyê bibe normal. Her tişt diguhere. Çawa laşê me nexweş dikeve, derûniya me jî nexweş dikeve. Nexweşiya gurçikê çiqas normal e, depresyon, panîkatak jî ewqas normal e. Em “fedî” nakin biçin cem bijîşkê diranan lê fedî dikin biçin cem derûnnasan. Lê ev jî tê guhertin. Nivşên nû guh nadin binavkirinên wiha.
Derûnnas, derûnnasî xwendiye, pisporê karê xwe ye. Bo wan nexweşî, nexweşî ye, tiştek din nîne. Ew karê xwe dike. Şivan pisporê pez e. Endezyar, dîroknas, arkeolog, kîmyager pisporên karên xwe ne. Rêbazên zanistî û ceribandî bikartînin. Dîsîplîna karê xwe dizanin û bi etîkî tevdigerin. Helbet mirov “şîrê xav vexwariye” di her pîşeyê de, meslegê de mirovên bedkarakter jî hene. Divê em karê wan û sazûmaniya psîkoterapiyê baş nasbikin, mafên xwe bizanin, da him xwe biparêzin ji bedkarakteran, him jî di terapiyê de (saxkirin) biserbikevin.
Ferqa derûnnas û derûnbijîşk
Kurd vê ferqê nizanin. Ev normal e, li cem ewropayiyan jî heman e. Derûnbijîşk (psîkîyatrîst), nav li ser e, bijîşk (doktor) e. Bijîşkî (tib) xwendiye, perwerdeya psîkolojiyê nedîtiye, ne psîkolog e. Lê piştî zanîngehê xwe daye psîkolojiyê, qurs û praktîkantiya xwe di nexweşxane yan saziyên derûnî de kiriye. Mirov berê diçe cem wan. Bêhtir dermandayîn e karê wan. Pirr zêde derûndermaniyê (psîkoterapî) nakin. Pêwîst bibînin klîentan/şêwirxwazan/nexweşan dişînin cem derûnnasan (psîkologan). Ji ber wê ye gelek caran nexweşên me dibêjin “psîkologa/ê min bi min re naaxive, bes derman dide”. Herçendî doktor e jî dema bû psîkîyatrîst mafê wan nîne him psîkoterapiyê bikin, him jî nexweşên xwe yên derûnî pişkîn (muayene) bikin. Mixabin min gelek bihîstiye ku li Tirkiyeyê hertiştî jî dikin. Ev ne etîk e.
Derûnnas li zanîngehan beşa derûnnasiyê (psîkolojî) dixwînin, dibin psîkolog. Dermanan nasdikin lê mafê wan nîne derman binivîsînin. Piştî zanîngehê yan master û doktora dikin, yan jî aprobasyon (di beşekî terapiyê de 3-4 salan perwerdeya bilind) dikin. Bi mînak di warê psîkanalîz, terapiya tevgerê, terapiya diyalektîk a tevgerê, terapiya sîstemê (bo jin-mêr û malbatê) hwd. Dîsa kî bixwaze perwerdeyên zêde jî dikare werbigire. Wekî terapiya trawmayê, terapiya gestaltê, hûmanîstterapî ûêd. Helbet ez behsa Ewropayê dikim, lewra li Tirkiyeyê hê zagona derûnnasiyê jî tune. Kî psîkolog e, kî nîne ne diyar e. Herwiha sînor û normên psîkologtiyê jî ne kivşe ne. Psîkolog nikarin we pişkîn bikin, nikarin pozê xwe tevlî nexweşiyên we yên organîk, laşî bikin. Ne etîk e.
Psîkologên xwe test bikin
Psîkologên pispor, biexlaq û biwijdan, mecbûr in jiyana xwe anonîm bikin. Divê nexweş nizanibin ew zewicîne yan azeb in. Divê nizanibin ol, mezhebê wan çine. Nexweş bes li kargehê wan dibînin. Mixabin di civaka me de karê psîkologan dijwar e. Kurd divê îllem her tiştên te bizanibin. “Tu kî yî, ji kû yî, kurê kî yî, Torî yî yan Omerî yî” divê bizanibin. Îcar, dema nexwazî bersiv bidî jî dixeyîdin, heya bigire bo te tiştinên nebaş jî dibêjin. Ha, dema hemî bersivan bidî îcar rêza te nagirin, destê xwe li pişta te didin, henekên xwe bi te dikin. Di xebata me psîkologên Kurd de, ev stresa me ya rojane ye. Şukir ji ber nexweşiyê ez bi xwe êdî malnişîn dibim. Ez xelas bûm, lê mesele ne ez im.
Bîranînek; Zilam ji Erziromê, 61 salî bû. Emeliyatên ortopedîk derbaskiribû, di fîrmaya Mercedesê de dixebitî. Helbet behsa Almanyayê dikim. Gelek nexweşiyên wî yên din hebûn. Diviyabû bihata malnişînîkirin, lê mafên xwe nedizanî. Beriya derketina pêşberî komîsyona “kivşekirina bijîşkiya civakî”, ango heyeta ku asta karkirinê kivşe dike, min xwest piştgiriyê bikim. Çinkî şermok bû û wekî hemî Kurdan “memûrên dewletê” bidîta wekî eskerekê tevdigeriya, xwe guneh dikir.
Ew malnişînî kirin (malûlen emeklî). Çend meh şûnde bi tevî hevjîna xwe hatin serdana min, bo spasiya min bikin. Pirsa wî ya yekem “tu çiqas maeş digirî?” bû. Li cem doktorên Alman cuda, li cem min cuda tevdigeriya. Wekî ku “doktorbûnê” layiqê Kurdek nabîne, hêdî hêdî pêşde çû henekên xwe bi min kir. “Bi Xwedê tu jî ji Xinûsê yî. Lawo nizanim çima wer xwe vedişêrî!? Netirse em nayên mêvaniya te”. Psîkolojiya miletên bindest ev e. Piştre pê hesiyam bo min gotiye “pozbilindek e, negot mala wî li kû ye ji tirsa ku em herin mêvaniyê. Kurd û doktorî mala min ê! Bûye doktor eslê xwe jibîr kiriye”. Ma çi negotin Kurdan bo min. “Qurre ye, sar e, nayê komeleyê sedî sed tirşikçî ye, jina xwe berdaye çinkî Kurd pere bibînin jina xwe berdidin hwd”.
Manîfestoya etîkê ya Akademiya Derûn
Ji ber ku li cem Kurdan zagonên derûnnasiyê hê tunin û tevlîhevî hene, pêwîst e em xwe bi normên xebatê yên cîhana pêşketî ve girêbidin. Heger norm, zagon, etîk nebin psîkoterapî çawa bête kirin?
Me wekî Akademiya Derûn, manîfestoya etîkê ya derûndermaniyê çêkir. Em di karên xwe de, xwe bi wê ve girêdidin û derûnnasek bixwaze bi me re bixebite mecbûr e vê rênameyê bipejirîne, îmze bike.
Psîkolog nikarin van tiştan bikin heya sê sal ser terapiyê re neboriye
* Nikarin bi nexweş re bibin heval heya ku piştî terapiyê sê sal derbas nebûbe.
* Ji xeynî zarokan nikarin bi zimanê “tu” bi nexweşan re biaxivin. Divê bêjin “hûn”.
* Nikarin bi nexweş re bizewicin, heya piştî terapiyê sê sal derbas nebûbe.
* Nikarin li derve nexweş bibînin, telefonê bikin, chat bikin, bi hev re qehwe vexwin hwd.
* Nikarin bi nexweş re ticaretê bikin.
* Nikarin biçin dikanên nexweşan. Nikarin nexweş re pesnê dikan an fîrmayekê bidin.
* Nikarin bi nexweş re (bi zanebûn) bibin endamê heman klûb, sazî yan komeleyê.
* Nikarin li ser sosyalmedyayê têkilî daynin, bibin heval.
* Nikarin bi heval, nas û xizmên xwe re terapiyê bikin.
* Nikarin reklama xwe bikin. Reklama bûroya xwe kirin jî, nikarin ji xeynî navnîşan, telefon ûêd pesnê xwe bo serkeftina di warê psîkoterapiyê de bidin. Bo mînak nikarin bêjin “em panîkatakê di hefteyekê de terapî dikin”.
* Nikarin li ser înternetê, TikTok an portaleke din agahiyên kêm bidin. Bo mînak hin hene bi çend hevokan behsa nexweşiyan dikin. Nexweşê me hesas in, dikarin şaş têbigihên. An divê têr û dirêj behs bikin, an jî çêtir e qet nekin. Xeterdar e, ne etîk e.
* Nikarin tiştan bifiroşin nexweşan.
* Nikarin ji nexweşan diyarî bigirin. Heger mecbûr man jî, divê bihayê diyariyê ji bihayê xwarinekê zêdetir nebe. Û divê teqez serkarên xwe re bêje, li dosyaya terapiyê jî tomar bike. Li Almanya, Yekîtiya Psîkoterapîstan her sal bihayê diyariyê îlan dike. Sala 2014 nexweşan di nava xwe de pere kom kiribûn ji min re gomlekek kiribûn. Bihayê gomlekê 29,99€ bû û diviyabû ji 25€ derbastir neke. Ji bo 4,99€ dikaribû serê min bikeve belayê. Min şefê klînîkê agahdar kir û ev dokûmente kir. Dikaribûn bo 4,99€, du salan min ji kar dûr bixistan.
* Nikarin bêî destûrê destên xwe nêzîkî nexweş bikin. Bi mînak nikarin destên xwe bidin por, pişt an cihekê din ê nexweş. Heger nexweş bo mînak oldar e, nikarin destên xwe bidin dest jî. Divê hurmetê bigirin.
* Nikarin di seansan de xwarinê bixwin, benîşt bicûn, çay vexwin. Av vexwarin jî, divê ji nexweş destûrê bixwazin.
* Divê kincên “normal” li xwe bikin. Pîjama, berçavkên tavê, pantolonên kurt ûêd qedexe ne.
* Nikarin pirsên siyasî bikin û nikarin behsa siyasetê bikin.
* Nikarin alîkariya patolojîk bidin. Bo mînak ji bo nexweş malnişîn bibe, alîkariyê nakin. Ev ne karê wan e û ev riya xerabiyan jî vedike. Gendelî, pevçûn hwd. Xeterdar e jî.
* Cihê terapiyê divê bêdeng û notral be.
* Nikarin di seansan de telefon bikin.
* Nikarin hêvî û sozên nerast bidin. Bo mînak nikarin bêjin “mereq neke hûn dê di nava şeş mehan de sax bin”. An “xêra antîdepresanan tune, hûn divê mêrê xwe berdin, we berda hûn ê sax bin”.
* Psîkolog mecbûr e agahiyên we, raportan biparêze. Hûn nexwazin ew nikare ti tiştekê jî tomar bike. Nikare beî destûra we agahiyan bide malbata we yan rayedaran.
* Nikare behsa taybetiya xwe bike. Bo mînak nikare bêje “ez ji Ezirganê ji eşîra Şadiyan im, Elewî me”.
* Derûnnas mecbûr e di seansa yekem an duyem de ji we re bihayê terapiyê, rîskên terapiyê, bandora dermanan, rênameya terapiyê bi giştî îzah bike.
* Mafê derûnnas nîne pirsên derveyî mijarên terapiyê li we bike. Pirs divê fonksiyonal, bikêr û profesyonalî bin. Mafê psîkolog nîne tiştên tabû ne ji we bipirsin. Bo mînak nikarin bipirsin “hûn temaşeyê pornografiyê dikin?”, “mastûrbasyon dikin?”, “hûn dema seksê bi jina xwe re dikin, çi xeyal dikin?” hwd.
Psîkologên xwe gorî van pîvanan ber çav re derbasbikin. Heger bi giştî, gorî pîvanan karê xwe dikin, bizanibin hûn li cem kesek baş û profesyonel in. Nexwe psîkologa/ê we şarlatan e û ne profesyonal e. Yan jî di terapiya we de zehmet e ku serkeftin çêbe.
Hevaltî bi psîkologan re dibe?
Na! Heger hûn bi psîkolog re bibin heval terapî nabe. Bifikirin ku hûn psîkologê hevalê xwe bin. Dibe? Hûn dikarin bêalî tevbigerin? Erê, Kurd bindest in û bindest birîndar in. Ji dagirkeran ditirsin û hêrsa xwe ya bo dagirkeran ji miletê xwe dertînin. “Ji gelê xwe re şêr ji xelkê re kitik/psîk in”. Em psîkolog van dizanin û dilê xwe nagirin. Bes divê miletê me jî viya bizanibin, barê me girantir nekin.
Kurd diçin cem psîkologek Alman behsa nexweşiyên xwe dikin. Lê hatim cem me “mamoste min emeklî bike, raporek bide bila îltîcaya kurê min qebûl bikin, kurê min eroîn firotiye şahîdiyê bike ku ew van tiştan nake”. Heya bigire tên cem me ka em karên wan ên bûrokrasiyê bikin, ji filan daîreyê re binivîsînin hwd. Te nekir heqaret dikin, te dikin “tirşikçî”.
Bo projeya Akademiya Derûn derî bi derî li alîkariyê geriyam. Ti Kurdek alîkarî nekir. Camiyên Tirkan pere bixwazin didin. Memûrek Alman an Tirk alîkariyê bixwazin didin, lê em biçin, henekên xwe bi me dikin. Helbet em viya dipên û hîç dilê xwe nagirin.
Mafên xwe bizanibin
* Gorî normên WHO (Saziya Tenduristiya Cîhanê) mafê her kesî ye bi zimanê zikmakî xizmetên derûndermaniyê werbigire. Divê hemî dewletên dinyayê vê derfetê bidin hevwelatiyên xwe. Ango Komara Tirkiyeyê mecbûr e, psîkologên Kurdîaxêv perwerde bike. Mixabin siyasetmedariya me behsa van tiştan nakin.
* Mafê we heye hûn bawernameyên (dîplom) derûnbijîşk û derûnnasan bibînin. Lê hûn nikarin resmê wan bikişînin, kopî bikin an pêşberî kesek din bikin, qedexe ye. Bes dikarin lê binêrin.
* Dikarin dane, dokûmentasyon û agahiyên psîkoterapiyê kopî bikin, ji psîkolog re bêjin da wan çawa bikarbîne. Bo mînak dikarin bêjin “bila xebera zarokên min ji nexweşiya min tunebe. Vê teşhîsê di raportê de nenivîsînin, çinkî dikarin min ji kar bavêjin. Hemî tomarkirinên terapiyê kopî bikin û wekî dosyayek bidin min”.
* Mafê we heye hûn psîkologên xwe red bikin. Heger li nexweşxaneyê ne dikarin psîkologek din bixwazin. Lê mafê psîkolog jî heye we qebûl neke.
* Mafê we nîne hûn cinsiyeta, zayenda terapîst qebûl nekin. Hûn dikarin terapîstên xwe biguherînin, lê hûn nikarin bêjin “ez îllem derûnnasek jin dixwazim”. Heger derfet hebe ew ê daxwaza we bicihbînin, lê nebe, hûn dikarin terapiyê red bikin, biçin cihekê din.
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen