Mittwoch, 7. August 2024


 Fobiya Civakî (sosyalfobî) Çiye?

Tirs yek ji hestên mirov ên bingehîn e û normal e. Wekî hezkirin, mereq, hêvî, şabûn, hêrs, bawerî ûêd di xwezaya me de heye. Bi sedan hestên însên hene. Ti yek ji van hestan bêwate, bêsedem û bêarmanc nîne. Mereq neba mirov nedikarî neslê xwe berdewam bike, zanistî pêşnediket. Hezkirin neba mirov nedikarî neslê xwe berdewam bike, lewra evîn, hevgirtin, malbat nedibû. Tirsîn ne nexweşî ye ne jî şerm e. Bîlekis, tirs dostê me ye, me ji qeza û belayan diparêze. Tirs neba me yê ceribandinên xeterdar bikira. Tirs neba me yê bo mînak xwe ji şaneşînê, balkonê biavêta xarê. Xwedê kiriye tirs heye. Tirs tevgerên me kontrol û kamil dike. 

Hemî hestên me dikarin bibin belaya serê me jî. Hemî hest dikarin ji xwezaya xwe derkevin, bibin nexweşî jî. Mereqa zêde kêşeyan bi xwe re tîne. Hezkirina zêde zirarê dide me û hezkiriyên me. Hêrsa zêde dikare me bike zîndanê jî. Tirsa zêde û bêwate jî me nexweş dixe ku em jê re fobî dibêjin. 

Bi hezaran fobî hene. Bo mînak, tirs ji bilindahiyê, tirs ji cihên teng û girtî, tirs ji derzîkirinê, tirs ji ajalan, ji avê, ji meydanan, ji mirovên biyan, ji tariyê hwd. Li babeta me sosyalfobî ye. Ango fobiya civakî, ango tirs ji cih, rewş û têkiliyên civakî. Li malê, li ber neynikê/eynikê bi qasî şanogerek rehet in. Di malbatê de û li cem kesên nas xwe rehet hîs dikin, ne şermok in. Lê dema derdikevin derve, diçin randevûyekê, yan di nava mirovan de tiştek bi me dibe, em nikarin hîsên xwe kontrol bikin û ev yeka han kalîteya jiyana me dadixîne. 

Bingeha sosyalfobiyê

Helbet tovên sosyalfobiyê di zaroktiyê de tên çandin. Mirov kesayetiya xwe di zaroktiyê de avadike. Fîgûrên dê-bavê rola sereke dilîzin. Salên 4-6, 9-13 gelek girîng in. Geşedan ji hin merheleyan pêk tê. Terikandina pêsîra dê, kontrola anûsê ango tewaletê, kontrolkirina organên zayendî, kontrolkirina girêdanên bi dê û bavê re hwd. Divê zarok hemî merheleyan bêî qeza û belayan, bêî birînek bijî û biserbikeve. Gelek sedem hene ku di zaroktiyê de me birîndar dikin, riya sosyalfobiyê vedikin. Erê, bingeha wê di zaroktiyê de tê avêtin lê di zaroktiyê de ewçend nayê ferqkirin, di nava salên 10-17 de aşkera tê ferqkirin. Gelek ji sosyalfobîkan kesên perfeksiyonîst (mikemelperest) in. Eman ha reş-spî nefikirin, her mirov deryayek e, pêşdaraz nebin.

Hin ji tovên, sedemên fobiya civakî

* Sedemên genetîkî. Ev babetek berfireh e. Ez ê li ser gotaran binivîsînim. Lê divê bête zanîn sedem pirranî ne genetîkî ne.

* Kesayetî. Her mirovek ji komeka kesayetiyan e. Kesayetiya bengî, kesayetiya hîstriyonîk, narsîst, antîsosyal hwd. Di hin kesayetiyan de tendensa, potansiyela şermokiyê heye. Bo mînak di kesayetiya bengî (girêdayî) de.

* Qalibên fêrbûyî yên ramanê. Bo mînak mirov fêrbûye ku îllem di karê xwe de serkeftî be. Ev yeka han bi xwe re stresê tîne. Yan mirov fêrbûye xwe teral, bêkêr dibîne. Yan fêrbûye di mercên awarte de wekî ku dawiya dinyayê hatiye, bikeve panîkê hwd. Ev panîk di rewşên sosyal de mirov aciz dikin. Em di terapiyê de hewl didin van qalibên fêrbûyî yên ramanê nas bikin û wan biguherînin.

* Kesên zêde bala xwe dane ser xwe. Kesên hinekê hîpokondriyak in, kesên egosentrîk in. Ji ber ku bo xwe û bi taybetî laşên xwe pirr hesas in, guhertinên biçûk wan dikin stresê. Ev jî bandorê li ser têkiliyên wan ên civakî dike.

* Serpêhatiyên trawmatîk ên zaroktiyê. Bo mînak biçûkxistin, îstîsmara zayendî, mobîng ûêd. Sedema herî mezin a sosyalfobiyê ev e. 

* Di zaroktiyê de mehrûmiyeta hezkirin û piştgiriya dê yan bavê. Bo mînak dê yan bav miriye, hevûdu berdane hwd.

* Zarokên zêde hatine parastin. Zarokên zêde serbest û bêberpirsiyarî hatine mezinkirin, dikarin pêşerojê de sosyalfobîk bin.

Hin ji fikrên sosyalfobîkan, ango qalibên fêrbûyî yên patolojîk

* Wiha hatiye wiha diçe.

* Min çi kir divê mikemel, perfekt bikim.

* Ji min derbasbûye.

* Ez ji tiştek re nabim.

* Ez ne rindik, çeleng im.

* Ji min heznakin.

* Diçim kû derê dibim henekê xelkê.

* Zû têdigihên ku rûyê min sor bûye.

* Fedîkirin mirov rezîl dike.

* Divê xwe bidim hezkirin.

* Divê hîç şaşî nekim.

* Kurd im, çi bikim jî jiyana min xweş nabe.

* Bi Tirkiya min dikenin.

* Dema derdikevim nava civakê, her kes di dilê xwe de bo min şîroveyan dikin.

* Divê pê dernexin ku ez fedî dikim.

* Xwezî ez jî wekî her kesî bam! 

Ka hinek jî wiha bifikirin

* Wiha hatiye lê wiha naçe. Her tişt diguhere. Xwediyê problemên xwe, ez bi xwe me. Hest, aqil û vîn (îrade) divê bi qasî hev pêşketî bin. Tenê bi hestan nikarim kêşeyên xwe çareser bikim. Sportê bikim, zanîna xwe pêşbixim, derkevim ser dika jiyana xwe. 

* Mikemelî kêmasiyek e. Ti kesek mikemel nîne, ez jî ne mikemel im. Fikra mikemeliyê min seqet, paşdemayî dihêle, çinkî fikreke şaş e.

* Ji min derbas nebûye. Bixwazim jî derbas nabe. 90 salî jî bibim, dikarim tiştinan bikim, ev behremendî di min de heye. Yê heya niha aniye ez im. Heger karibûye xemgîn bibim, kivşe ye dikarim şad jî bibim. Bes ketime bîrekê, tûşî kêşeyan bûme û hew. Qiyamet ranebûye.

* Ez ji gelek tiştan re bûme. Bûme xwendekar, bûme mêr-jin, welatê xwe guhertiye, fêrî zimanên nû bûme, bûme karker, bûme dê-bav hwd. Çima ji tiştek din re nebim?!

* Ez taybet im. Di nava 8 milyar mirovî de yek im. Ewqas taybet im. Çelengî, rindî îzafî, goreyî ye. Keçikek Afrîkayî rindiktir e yan a Swêdî? Kurê Şemdîn çelengtir e yan ê Rizgar? 

* Kes ne mecbûr e ji min hezbike, lewra ez jî hez ji herkesî nakim. Hin hene hezkirina xwe nikarin bidin der, hin hene tenê bi devkî ye hezkirina wan. Her kes ji min hez bike dê ez jî mecbûr bim ji wan hezbikim. Îcar hela bifikirin çi dibû?

* Diçim kû derê nabim henekê xelkê, bes bi min wisa ye, ez wîlo hîs dikim. Derdên xelkê ji wan zêdetir in, çima di nav ewqas stresê de werin henekên xwe bi me bikin? Gelo xema wan in em? Gelo xema te ye xelk?

* Zû yan dereng mirov nikarin pê derbixin ku tu çi difikirî. Psîkolog jî nizanin, kes jî nizane. Ne tenê dema em fedî dikin rûyê me sor dibe. Hîpertonî, hîpertîroîdî, tava rojê hwd gelek sedem dikarin rûyê me sor bikin. Gelo bizanibin em fedî dikin çi dibe? Em bizanibin Bêrîvan, Serdar, Xezal fedî dike çi dibe, çi hîs dikin?

* Fedîkirin carnan ji ber exlaq û karakterê hêja ye. Lê heger mantiqek wê tunebe, zirarê dide. Rezîlbûn çiye? Gorî kî rezîl bin baştir e? Cemşîd me rezîl bike baştir e tan Sînem? Em rezîl bibin çi dibe? Porê me diweşe yan pereyê me diçe? Însanên rezîl me rezîl bikin, ev baş e yan xerab e? Dizek ji me re bêje “tu diz î!” divê em fedî bikin? Însanên rezîl pirr in an ên nerezîl? Rezîlbûn jî goreyî ye. Bo Tirkan Kurdekî asîmîlebûyî rezî nîne, lê gorî tevahiya xelkên dinyayê Kurdên eslê xwe înkar dikin, mirovên herî rezîl in.

* Bixwazin jî, xwe parçe parçe bikin jî nikarin dilê her kesî qezenc bikin, nikarin xwe bi her kesî bidin hezkirin. Ne rast e? Ka biceribînin. Ka xwe parçe parçe bikin, dewleta Tirk dev ji dijminiya we berdide, hebûna we qebûl dike yan na?! Mirovên pîs hez ji we bikin, qîmeta we bilind dibe? Mirov hemî baş in? Mêrên we psîkopat bin, her roj li we bidin û bêjin “em ji jinên xwe hezdikin”, ev baş e ji bo we? Dewleta Tirk her roj hezkirina xwe bo Kurdan diyar dike. Dibêje “Kurd birayên me ne”.

* Heger em şaşiyan nekin, çawa pêşdikevin. Heya em fêrî ajnêkirinê (soberî, melevanî, avjiberî) dibin çi tê serê me! Heya em fêrî Almanî, Tirkî dibin çendîn şaşiyan dikin! Ti kes ne mikemel e û em mecbûr in şaşiyan bikin.

* Kurd 150-200 sal in bêdewlet in. Ev ji bo dîroka miletekê ne demwkê dirêj e. Di nava vê 150-200 salan de jî çend komar damezirandine. Komara Agiriyê, Mahabadê. Bi dehan serhildan kirine. Cihû 2500 sal bêdewlet man. Niha du parçeyên Kurdistanê kêm-zêde xwedî destkeftiyan in. Sîstem dixwaze xwebaweriya Kurdan bikuje. Mixabin gelek jî serkeftine.

* Bi Almaniya min bikenin ev normal e. Ez Kurd im û di zaroktiyê de bi Almanî perwerde nedîtiye. Almanek baş bi Kurdî nekaribe divê pê bikenin? Tirk bi zanebûn li Kurdan mobîngê dikin ku asîmîle bibin. Ev baş e? Berevajî divê Kurd fedî bikin ku çima asîmîle bûne.

* Em ne sêhrbaz in ku bizanibin yên li hemberê me bo me di dilê xwe de çi şîroveyan dikin. Kesek bikaribe vê bike nîne. Şîrove bikin çi dibe? Qismetê ne tê girtin? Rindikbûna me diçe? Dîplomayên me betal dibin? Yek ber me re derbas be, em di dilê xwe de bo wê/wî şiroveyek bikin, çi dibe? 

* Pê derbixin ku ez fedî dikin, perwerdeya min, exlaqê min, behremendiyên min betal dibin? Rûyê min diqurmiçe? Keçel dibim? Ez pê derbixim ku Gulnaz fedî dike, çi dibe?

* Ti kes ji kesek hêjatir nîne. Ez dixwazim dikanek min hebe, ticaretê bikim da pere hebe. Lê gelek kes dixwazin bibin psîkolog. Dawiya xwaziyan heye? Ez dixwazin li welêt bijîm, lê bi hezaran Kurd bo werin Ewropa di riyan de perîşan dibin. 

Zewac an nezewac!

Ji min gelek caran tê pirsîn ka “mirov ji ber ku sosyalfobîk e nikare partnerê dilê xwe bibîne, yan bêpartnerî mirov dike sosyalfobîk?”. Herdu jî hinekê rast in. Stresa tenêbûnê ne hindik e. Bi taybetî di civaka me de. Xanî nadin, te venaxwînin mêvaniyê, navê mirov dertînin hwd. Herwiha heger fobiya civakî bi me re hebe, zehmet e ku em di evîn û flirtê de serkeftî bin. Lêkolîn hene ku li cem kesên tenê dijîn, nezewicîne yan partnerên wan nînin, bêhtir xwe dide der. Herwiha kesên xizan, asta perwerdeyê kêm, komên hindikayî, bêkar bêhtir di binê rîskê de ne. Lê divê em pêşdaraz nebin, reş-spî nefikirin. Ez behsa gelemperiyê dikim.

Di dinyayê de tiştek bi qasî zewacek bi rêzgirtin, empatî, tolerans, înteraktîv û bi hezkirinê tune. Evîn xelata serkeftina jiyanê ye. Bêî evînê mirov bêqîmet dibe. Kilama dengbêjiyê jî behs dike; “ sala îsal mam di kambaxê gund de bê yar, Xwedêyo mam bêqedir û bêqîmeto”. Mêr û jin mirovên kamil bin, malbata xwe dikin “bihuşt” û zarokên gurbaz mezin dikin. Lê flirt, evîn û zewac bi serê babetên girîng in, min gelek gotar li ser nivîsîne. Gorî derfetan ez ê parvebikim.

Nîşaneyên, sîmptomên fobiya civakî

* Gelek aciz dibin dema mirov bi baldarî li wan binêrin.

* Dikevin streseke mezin dema mirov rasterast li çavên wan binêrin. Di têkiliyan de li çavên mirov nanêrin, çavên xwe direvînin.

* Di nava qelebalixan, koman de herwiha panîkek tê ser wan.

* Li cem rayedaran, li daîreyên fermî xwe aciz hîs dikin.

* Li cem kesên biyan dikevin stresê.

* Çûyîna xwaringehan, kafeteryayan bo wan dijwar e. Fedî dikin ber xelkê xwarinê bixwin.

* Rexne bo wan derdekî mezin e. Heger mirov wan li ber xelkê rexne bikin, agresîv, bihêrs dibin. Ji rexneyê hez nakin.

* Li sehneyê (dikê) axavtinek bikin.

* Ezmûn, îmtehen.

* Flirt, ango têkiliya nêzîk bi partner re.

* Bi kesek biyan re bi telefonê biaxivin.

* Li derve biçin tewaletên gelemperiyê. Bi taybetî ev gelek zehmet e bo sosyalfobîkan. Heger çûn jî, xwe pirr dişidînin da deng dernekeve.

* Meseleyên pere. Nikarin ji parsekan, ji kesên tiştan difiroşin re bi hêsanî bêjin “na!”. Sosyalfobîk fedî dikin deynê xwe bixwazin, fedî dikin ber derê deyndarê xwe re derbasbin, fedî dikin li dikanekê perê ser bixwazin ûêd. Ji ber wê kêşeyên wan ên aborî derdikevin.

Sosyalfobîk ji ber van sedeman, xwe kêm-zêde ji jiyanê vedikişînin, kalîteya jiyana wan dadikeve. Bi sosyalfobîkan re hêdî hêdî nexweşiyên laşî û derûnlaşî (psîkosomatîk) jî dikarin peyda bibin. Wekî lêdana bilind a xwînê (hîpertonî), problem di rûviyan de, qelewbûn hwd.

Sosyalfobî li cem Kurdan

Ti Kurdek nîne ku di zaroktiya xwe de biçûkxistin, mobîng nejiyabe. Kurd bindest in, li ser wan bêrawestan û sîstematîkî zordarî tê kirin. 24 saetan heqaret li hebûna wan, zimanê wan, dîroka wan tê kirin. Bi taybetî li Tirkiyeyê Kurd di bin zilm û zordariyê de dijîn. Li dibistanê, li eskeriyê, li bazarê biçûk tên xistin. Medya, çapemenî, meleyên mizgeftan, dedeyên cemxaneyan (cemevî), akademîsyenên zanîngehan ûêd bi giştî îdeolojiya fermî ya dewletê dihewînin û ev îdeolojî jî li ser înkarkirina Kurdan avabûye. Bi taybetî nahêlin xebera Kurdan ji dîroka wan hebe. Li ser Kurdan şerê psîkolojîk tê kirin, bi sîstematîkî li welêt û di qada navneteweyî de Kurd tên biçûkxistin, reşkirin, manûplekirin û krîmînalîzekirin.

Lê rehên çanda Kurdan xurt û saxlem in. Kurd dîsa jî hebûna xwe parastin, xwe gihandin sedsala 21em. Li cem Kurdên asîmîle nebûne fobiya civakî kêm e. Herwiha depresyon, panîkatak û gelek nexweşiyên derûnî jî bêhtir li cem Kurdên asîmîlebûyî rûdide. Çinkî Kurdên asîmîlebûyî ji çanda xwe ya ku wan diparêze, ji hafizeya kolektîv a wan tedawî dike dûr ketine. Kurd çendîn ji Kurdbûnê dûr ketine, ewçend jî tûşî kêşeyên derûnî bûne. Mixabin zanist behsa viya nakin, lewra naxwazin Kurd bizanibin asîmîlebûn çiqas ziyanê dide wan.

Mixabin bi pirraniya Kurdên Bakur re şermokî heye. Helbet şermokî ne nexweşî ye lê sosyalfobî nexweşî ye û ew jî li cem Kurdan gelek e. Bi taybetî li bajarên Kurdistana Bakur û xasma jî li herêmên asîmîlebûn zêde ye. Bi texmînî 10-15% Kurdan re fobiya civakî heye. Li zanîngehan di nava ciwanên Kurd de ji Tirkan zêdetir e (30-32% ciwanên me bi sosyalfobiyê re têdikoşin.

Terapiya wê

Mizgîniyek bidim, ku fobiya civakî di demekê kurt de û biserkeftî tête saxkirin. Xebatên kognîtîv, werzîş û derman girîng in. Lê heger bi nexweş re kêşeyên din jî hebin û terapî dirêj bû jî, derûnnas dikare EMDR bike. EMDRê em bêhtir bo nexweşiya stresê ya piştî trawmayê bikartînin. Lê ez bi xwe bo sosyalfobiyê jî bikartînim. Dikare bi 3-5 seansên EMDRê hûn ji sosyalfobiyê azad bibin. Divê bawernameya derûnnasa/ê we ya EMDRê hebe. Her psîkolog EMDR nake, divê perwerdeya wê wergirtibin. Ji psîkologên xwe bipirsin ka destûra wan bo EMDRê hene yan na. Armamca sereke konfrontasyon (rûbirûmayîn) e, mejiyê me fêrî modelên nû û kêrbar ên bertekan dibe.

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...