Freitag, 23. August 2024


 Sîndroma Asperger Çiye? 

Jê re otîzma Asperger, astengdariya Asperger, psîkopatiya otîstîk yan astengdariya şîzoîd a zaroktiyê jî dibêjin. Ji ber ku bijîşkê zarokan Hans Asperger ev  di salên 1940î de kivşe kiriye, bi navê wî hatiye binavkirin. Lê heya sala 1994 bi fermî wekî nexweşiyeke serbixwe nedihate pejirandin, jê re otîzma biçûk an otîzma hindik dihate gotin. Ango wekî otîzmên din dihate hesibandin. Tê texmînkirin ji hezarî du-sê kesan re ev sîndrom heye.

Sîndroma Asper ne nexweşiyeke derûnî ye, organîk e, ji mejî ye. Lê ji ber ku di jiyanê de zehmetiyên mezin dikişînin, herwiha di bin rîska kêşeyên derûnî de ne. Kesên pê re Asperber hene ji derve baş nayên naskirin. Dikarin tevlî jiyanê jî bibin, biçin kar, bizewicin, bibin kesên navdar. Mirov bi astengdariyên wan nezanibe, dikare wan wekî kesên provokatîv, serhişk, bêrêz bihesibîne ku di rastiyê de ne wisa ne, bi qestî tiştekê nakin.

Krîterên nexweşiyê, dîagnostîk

Teşhîskirina nexweşiyê anamnezên pirralî divê. Bi taybetî nexweşî jixwe di zaroktiyê tê pêderxistin û bijîşkên zarokan wan dişînin cem neurolog û psîkiyatrîstan. Li gel miayeneyan testên sîndroma Aspergerê jî tên kirin. EEG (elektroensefalografî) jî dikare bê girtin. 

Herî kêm ev krîter divê hebin:

* Qalibên tevgerê yên steorotîp. Ango hin bertek û tevgerên xwe dubare dikin, tên tesbîtkirin.

* Astengdarî û kêşeyên têkiliyên civakî. Zarok di jiyana sosyal de çi û çendîn dijwariyan dijî.

* Hin taybetiyên zarok ên xerîb divê hebin. Bo mînak min zarokekî naskir, kî li pêşiya wî bimeşiya îllem divê jê derbastir bikira. Dîsa, yek deqîqe bima ji rabûna bûsê re, ji malê derdiket, direviya da xwe bigihîne bûsê. Dê-bav çi bikiran zû ji malê dernediket. Û di bûsê (otobûs) de heya bikaribûya li heman cihê rûdinişt.

Sedem û hişyarkerên Aspergerê

Tê payîn ku reheke genetîkî di malbata dê-bavê de hebe. Em êdî baş dizanin 79-80% sedem genetîkî ye. Herwiha tenê fragîle-X-sîndrom ji 3% sedemê hemî cureyên otîzmê ye. Bi gotineke kurt, di kromozoman de dûplîkatî yan guhertin hene. Astengiyên dema zayînê, dema ducanîbûnê de heger dê madeyên hişbir, alkohol û titûnê zêde bikaranibe, dê-bav temendirêj bin, bala bijîşkan dikişîne. Lê ev hemî îhtîmal û guman in. Serpêhatî tên analîzkirin ka wextekê sorik, saweke derbaskiriye, nexweşî yan pirsgirêkek neurolojîk di mejî de heye yan na. Dema zarok anî, nexweşiyên şekir, cîger û tîroîdî bi dê re hebûne yan na tên pirsîn. Îdia hene ku hin vaksîn û derman jî bandora neyînî dikin. Lê Înstîtuta Robert Koch sala 2019yê daxûyanî da ku ev ne rast in. Bijîşkiya nûjen bêhtir bi sedemên genetîkî bawer dike. Sedemên otîzmê herwiha sedemên sîndroma Aspergerê ne.

Rîskên sîndromê

Pirranî nexweşên Aspergerê di bin kontrola bijîşkiyê û piştgiriya malbatê de jiyaneke normal dijîn. Bi hinekan re ev kêşe jî hene yan dikarin hebin:

* Kêşeyên motorîk.

* Tirs an fobî.

* ADHS.

* Astengdariya kesayetiyê.

* Nexweşiyên xwarinê.

* Kêşeyên xewê.

* Agresîvîte û xweêşandin.

* Şîzofrenî.

* Bêdengbûn, kêm-zêde lalbûn.

* Sîndroma Tourette.

Sîndrom li ba zarokan

Bi taybetî di sêsaliyê de tê pêderxistin. Mirov dikare wan di lîstikê de tesbît bike. Ez ê çend tiştan bêjim ji dê-bavan re lê bila bêî doktorên xwe tevnegerin, da şaşî yan pêşdaraziyek çênebe. Nivîsên min bes bixwînin lê dema tiştekê dikin ji doktorên xwe re bêjin. Berpirsiyarî ya we bi xwe ye.

* Zaroka/ê we di yekem rêveçûnê de gorî zarokên din probleman dijîn? Bo mînak li pirr li erdê dikevin, dereng birêve diçin?

* Di rêveçûn û tevgerên xwe de, xwe berî bi aliyê çepê ve dikişînin?

* Her gav heman tiştê, heman hereketê dikin?

* Dema diaxivin li çavên we nanêrin an çavên xwe direvînin?

* Hûn pêderdixin ku ji jest û mîmîkên we, yan ji haletîruhiyeya we fêhm nakin?

* Di axavtin û têkiliyan de kêm jest û mîmîkan bikartînin?

* Gelek caran dixwazin tenê bimînin û tenê bilîzin?

* Gelek caran xwebixwe dilîzin û xwebixwe diaxivin?

* Ji lîstikên kompleks û hinekê zehmetiyê divên, heznakin?

* We jê tiştekê xwest an karekê dayê nikarin bi qasî zarokên din zû, serkeftî pêk bînin?

* Bi we tê ku zarok hîç an kêm hewesa têkiliyên civakî dike?

* Hesasiyetek hinek zêde bo deng, bêhn û tîrêjê bi wan re heye?

* Dema hûn destên xwe didin bedena wan a ji navê berjor hinekê aciz dibin, nahêlin?

* Ji zarokên din zûtir fêrî axavtinê bûne?

* Axavtina wan him ji aliyê dewlemendiya peyvan, him jî xweşaxavtinê ji zarokên din baştir e?

* Bersivên wan de ji zarokên din bêhtir zanîn û wate heye?

* Hên hîsdikin ku zaroka/ê we ji yê xelkê bêhtir baqil û efendî ye?

* Hûn hîsdikin ku zaroka/ê we pirr zêde li edaletê, heqî-neheqiyê digere û bo tiştek biçûk û bêqîmet be jî heyfa xwe digire?

Heger van tiştên min behs kir hene, dikarin bikevin gumanê ku bi zaroka/ê we re sîndroma Asperger heye. Lê wekî min got, ev têr nakin û bibin cem bijîşk.

Hin nîşaneyên sereke yên Aspergerê yên gelemperî

* Kontakta çavê bi wan re dijwar e. An li çavên mirov nanêrin, an jî çavên xwe direvînin.

* Herwiha kontakta bedenî jî problem e bi wan re. Bo mînak heya mirov destê xwe dirêjî wan neke pirranî destê xwe nadin bo merhebakirinê û mirov hembêz nakin. 

* Suhbetê de li bendê dimînin ku yê hember destpêbike. Suhbeta wan ne kûr e, monoton e, bêreng e. Mirov pê derdixe ku nizanin çi biaxivin. Hevokên wan sade ne.

* Dab û nêrîtên, urf û edetên civakî bo wan pirsgirêk in. Bo mînak mêvan hat, heya ji wan re nebêjî bi serê xwe xêrhatinê nakin. Divê dê-bav nirxên civakî bi wan bidin fêrkirin, nexwe bi serê xwe fêr nabin. A rastî, divê mezin bûn jî, kesek her piştgiriya wan bike. 

* Mixabin li dibistanê, li kargehê her rastî mobîngê tên. Lewra di tenefûsan de tenê dimînin û zarokên din bi wan henekên xwe dikin. Li kargehê karê xwe bêqisûr dikin, lê pirsgirêkek derket, nikarin serbixwe, afirandêr û efektîv tevbigerin. Gelek caran heqên wan tên xwarin û ji kar tên avêtin.

* Xwe bi nivîskî bêhtir îfade dikin, ji dêl axavtinê. Ezmûnên nivîskî de serkeftî ne lê yên devkî de zehmetiyan dikişînin. 

* Karên ku têkiliyên civakî, axavtina telefonê, lezgînî û afirandêrî divên bo wan çetin e, zehmet e. 

* Ti problema wan a zekayê, zîrekiyê nîne. Kesên zîrek in. Lê ji ber ku nikarin empatiyê bikin, zekaya xwe baş bikarnayînin, heger piştgirî nebe, di jiyanê de paşdikevin.

* Ji derve wiha dixûyên ku ew qet naxwazin bi mirovan re têkilî daynin. Lê di rastiyê de ne wisa ye. Ew jî wekî her kesî “normal” in, bes ji ber ku nikarin empatiyê bikin, wiha ne.

* Jest û mîmîkan kêm bikartînin. Çiqas kesên dilpak, zîrek, romantîk bin jî, bi taybetî di têkiliya evînê de, flirtê de diêşên. Keçik an lawik wan “monoton û sar” dibînin, gelek caran wan bo egoyên xwe bikartînin an pê henekan dikin.

* Odeyên wan sade ne. Cihê her tiştê kivşe ye. Guhertinan nakin. Guhertin bo wan karekî bistres e. Tiştek çawa teslîm girtin wiha jî teslîm dikin.

* Kêm be jî, zarokên sîndroma Asperger pê re hene, dema ditirsin an dikevin stresê wekî otîstîkan, dikarin dengeya bedenê winda bikin, bertekên manîerîstîk nîşan bidin. Bo mînak, di rêveçûnê de dilivin, li erdê dikevin, serê xwe li cihekê didin hwd. Herwiha dikarin wekî otîstîkan bertekên rîtmîk ên bedenî jî nîşan bidin. 

* Xezîneya peyvê ne kêm e li ba wan lê di axavtinê wan de rengê û tehmê nadin, wekî zanistekî yan akademîsyenekî bi qasî ku pêwîst be û bi qasî ku bikêr be diaxivin. Tê de zêdekirin-kêmkirin, derew, henek, esprî ûêd kêm in an tunin. Hest û tercîhên xwe kêm tevlî dikin. Heger bo mînak di konferansekê biaxivin, kurt û kurmancî diaxivin, pirr bala guhdarvanan nakişînin. Tehmsar tên pêşwazîkirin. Lê hin hene jiberkî be jî, hinekê henek, gotinên pêşiyan, biwêj, îronî, hûrgilî û teknîkên diyalogê tevlî axavtina xwe dikin, lewra ew bi nexweşiya xwe dizanin, perwerdeya wê wergirtine.

* Kêşeyên wan ên motorîk hene. Bo mînak ta di derziyê de derbaskirin, temîrên ku hunera pêçiyan (tiliyan) dixwazin bo wan çetin e, dijwar e. Dîsa carnan lihevhatin û harmonî kêm e di tevgerên bedenî de. Bo mînak govendên Kurdî de şaşiyan dikin, di wextê de milên xwe nahecînin an lingê xwe naçemînin, li govendgerên din nayên. Li Kurdistanê kesên wiha ji govendê diavêtin.

* Di aliyê zekayê, zîrektiyê de min gotibû, normal in. Mixabin gelek caran heqên wan tên xwarin, bi neheqî û pêşdarazî wekî “kêmzîrek” tên binavkirin. Di hin lîstikên devkî û zekayê divên de, ji zarokên din serkeftîtir in lê heya bigire mamoste jî wan nasnakin, wan ji lîstikên komî bêpar dikin.

* Di bingehê de problemek wan ên konsantrasyon û lêhayiyê yên mejiyê nîne lê ji ber ku nikarin empatî bikin, “sîstema neynikê” di mejiyê wan de pêşneketiye, gelek caran bi zarokên ADHS (hîperaktîv) re tên tevlîhevkirin. Lewra îdarekirin û birêvebirina konsantrasyon û lêhayiyê li cem wan kêm e. Mamosteyên ne pispor in û bêsebir in, heqên wan dixwin. Ev jî kalîteya jiyana wan dadixe.


Hin navdarên bi sîndroma Asperger tên zanîn


* Bill Gates

* Woody Allen

* Bob Dylan

* Anthony Hopkins

* Tarkan, stranbêjê Tirk

* Celal Şengör, jeologê navdar û medyatîk ê Tirk

Wekî we dît gelek kesên ev sîndrom bi wan re hene, di jiyanê de serkeftî bûne. Çend navdarên Kurd jî hene lê ji ber ku destûr negirtiye, nikarim navê wan bidim. Jinekê Kurd naskir, payebilindê saziyeke Alman a xêrxwaziyê bû.

Terapî

Sîndroma Asperger nayê saxkirin. Armanca terapiyê kêmkirina kêşeyan, fêrkirina nexweşan, organîze û plansaziya jiyana nexweş e. Hezkirî û malbat jî tevlî terapiyê dibin. Nexweş fêrî teknîkên serîderanîna stresê, îdarekirina krîzên xeterdar dibe. Baş e ku bi berdewamî neurolog, derûnbijîşk (psîkîyatrîst) an derûnnasek her hebe. Dê-bav divê ji pêşketinên bijîşkiyê yên nû agahdar bin.

Pêşniyar bo xizm û malbatan

* Aspergerê baş nasbikin, dê hûn ê bibînin cihê tirsê nîne û bi naskirina we barê nexweş jî sivik dibe. 

* Di demên qeyranê, krîzê de nexweş tenê nehêlin. Bo mînak bêkarmayîn, zewac, koçberî ûêd.

* Miemeleya “kêmhiş, kêmzeka” bi wan re nekin û nehêlin kesek jî bike. Ew wekî her kesî normal in. Wiha bifikirin di trimbêla (erebe, seyare) we de ti qisûr nîne, bes navîgasyona erebeya we de pirsgirêkek heye. Hûn bi vê navîgasyonê jî dikarin îdare bikin, bigihên hedefa xwe. Lê hinek caran riya we dirêj dibe, yan ji dêl numera 23 we dibe ber derê numera 32. Piştre hûn wê jî çareser dikin, lê 2 xulek dereng dikevin. Ewqas.

* Bi perwerde û alîkariyê nexweş fêrî gelek tiştan dibe, kalîteya jiyana wan bilind dibe. Wan ji derfetên fêrbûnê bêpar nehêlin.

* Mamoste, rayedarên dewletê yên têkildar, bijîşkên malê, partnera/ê nexweş bo sîndromê agahdar bikin, da pêşdaraz nebin, şaşiyan nekin. Ji xeynî kesên têkildar ji kesî re nebêjin. 

* Nexweşên sîndroma Asperger gelek caran ji aliyê kesên domînant ve tên bikaranîn. Dikarin zû bawer bikin, bên xapandin. Bi taybetî ji komên krîmînal, terîqetên radîkal û jin an mêrên xêrnexwaz biparêzin. Min xortek 23 salî naskir, gelek çeleng û ji malbateke dewlemend bû. Her cara diçû Tirkiyeyê bo bêhnvedanê jinên temendirêj pereyê wî dixwarin. Dilê wî ketibû jineke 44 salî û xwedî du zarokan. Armanca jinikê hatina Almanya bû dema jê re pere neşanda gef dixwar. Ciwan ketibû depresyonê.

* Bi ya min kur an keça we ya pê re Asperger heye, dema zewicîn zû ji malê cihê nekin. Heya fêrî jiyana nû bûn bila di mala we de bimînin.

* Ji wan re karên sade bibînin û berê wan ber bi pîşeyên sadeyiyê divên bikin, baştir e. Karên kompleks bo wan hinekê zehmet e. Bo mînak zehmet e ku psîkologtiyê bikin lewra empatî divê. Mesleg û karên kreatîvî, afirandêrî, motorsîstema pêşketî, konsantrasyona mezin divên, bo wan çetin e. 

* Bi ser wan de neçin, bizanibin ew çi dikin ne bi niyeta xerab dikin. Carnan dikarin bihêrs û agresîv bin. Sedem dikare gelek tişt be. Dibe ku yekî ew êşandibe û di hinava xwe de bi wê re mijûl bin. 

* Odeya (jûr, xurfe) mirov, taybetiya mirov e. Em naxwazim kesek bêî destûr bikevin odeya me. Li cem nexweşên Aspergerê ev hesasiyet pirr zêde ye. Gelek caran malbat vê fêhm nake. Odeya wan sade û bêxeml e. Destên xwe nedin eşyayên wan, bo dekorasyon û xemla odeyê wan rexne nekin. Ew gorî xwe tiştên xwe bicihdikin, dizanin çi li kû ye. Heger tevlî bibin, ew dikevin stresê.

* Ciwanên ev sîndrom bi wan re hene, dikarin hin pirsgirêkan bijîn ku serê hezkiriyên xwe jî pê re biêşînin. Bo mînak bêî kondom û parastinê seks bikin, ji yekî re kefîltiya deyn bikin hwd. Rewşên wiha de dîsa jibîr nekin ku ew ne mirovên xerab in. Wan tenê nehêlin, alîkariya wan bikin. Bizanibin ew ne egoîst û xemsar in, ji we zêdetir bi serpêhatiyê diêşên. 

* Carnan wisa tê zanîn ku zarokên bi Asperger bêhtir ji aliyekê dê-bavê hezdikin. Di bingehê de ne wisa ye. Kî bêhtir pêwîstiyên zarokan bicihbînin, xwe nêzîkî wan dikin. Zarokên we ji herdu aliyan jî hez dikin, bi şaşî dilê wan negirin.

Derewên bo Kurdan tên kirin

Erê, bi milyonan reşkirin, biçûkxistin bo Kurdan tên kirin. Axa Kurdan di nava heft welatan de hatiye parvekirin. Ne tenê heft welat, 22 welatên Ereb, NATO, Çîn, Rûsya jî dilnexwaz in bo Kurdan. Helbet ew ê şerê psîkolojîk jî bikin û helbet ew ê Kurdan him di qada navneteweyî de, him jî di çavên Kurdan de reş bikin. Mixabin bi ser jî ketine. Xwebaweriya Kurdan kuştine. Dîrok û hemî nirxên Kurdan talan kirine û bi wan jî ji Kurdan re dibêjin “binêre her tiştê me heye, yê we tiştek jî nîne”. 

Gelek ronakbîrên me jî bi van derewan xapîne, bêî zanebûn van derewan dubare dikin. Bo mînak;

* Bi Kurdan re nexweşiyên genetîkî hene.

* Çermê paş serê Kurdan ne elastîk e, korteksa mejî ji aliyê paş serî ve lawaz e. Ji ber wê di navbera hîpokampûs û lobên din de herikîna elektrîkê kêm e. Ji ber wê jî Kurd nikarin problemên kompleks çareser bikin û nabin xwedî dewlet.

* Bi pirraniya Kurdan re sîndroma Asperger heye, Kurd kêm-zêde otîstîk in.

* Li cem Kurdan kêmzîrekî heye.

* Li cem Kurdan Alzheimer, demens, sîndroma Korsakof zêde ne.

Dibe ku hûn pê bikenin. Lê min ev ji devê siyasetmedar û ronakbîrên me bihîstine. Min 32 salan derûnnasî kiriye, bi Kurd, Tirk, Alman, Tamîlî, Afrîkayî, Afganî, Farsî, Ereb, Balkanî hwd re xebitîme. Ez wekî psîkolog çi bêjim kes bi min bawer nake, lê bi ev qaşo siyasetmedar û ronakbîrên me ku yek pirtûkek li ser psîkolojiyê jî nexwendine, bawer dikin. Çi bêjim?!

Hêjano! Ev hemî ne rast in, şerê psîkolojîk e. Statîstîk, lêkolînên Tirkan hene ku îsbat dikin, bi giştî derûniya civaka Kurd ji ya gelên cîran, xasma ji ya Tirkan gelek baştir e. 

* Rîska ketina depresyonê li Rihayê 8% û li Îzmîrê 27% e.

* Hejmara şîzofreniya genetîkî li cem Tirkan, 8 car ji Kurdan zêdetir e.

* Astengdariya kesayetiyê (bi Tirkî kişilik bozukluğu) 5 car ji Kurdan zêdetir e.

Bes şerê psîkolojîk wiha kiriye ku Kurd bi xwe jî xwe nasnakin. Şerê psîkolojîk nasbikin û pê nexapin. Herwiha mirov nikare neteweyekê bi nexweşiyan etîket bike. Ev him şaş e, him jî ne etîk e. Pirranî zanistên Tirkan gotin û şîrovekirinên wiha bêexlaq bo Kurdan dikin. Ew wezîfeya xwe dkin. Li Tirkiyeyê ji bo bipêşkevî, kariyer bikî, mecbûr î bibî peyayê dewletê û mecbûr î fanatîkiya îdeolojiya fermî bikî. Lê wiha kirine, mejiyê rewşenbîr û polîtîkerên me jî tevlîhev kirine. 

Pêşniyarên behs nekir ên xwerû bo dê-bavên Kurd

* Keçikên xwe nedin mêrên temendirêj. Ev him ne exlaqî ye, him bi xwe re kêşeyên derûncivakî dikare bîne, him jî îhtîmaleke mezin e zarokên wan otîstîk bin.

* Di dema ducanîbûnê de alkohol, madeyên hişbir, cixare, fastfood, stres, rêbirûmayîna radyoaktîvîteyan (zêde telefonkirin, zêde TV û înternet ûêd) ziyandar in. 

* Di dema ducanîbûnê de karên giran nekin, xwe birçî nehêlin û heya ji we tê xwarinên Kurdî bixwin. 

* Piştî 3 mehên hemlê, seks nekin. Seks ne tenê temasa organên zayendî ye, hemêzkirin, ramûsan jî seks e. Çinkî îltîhab an saweke mîkrobîk dikare bandorê li geşedana cenîna di malzarokê de bike.

* Mêrên Kurd divê dema hemlê de xwe îsbat bikin, da ji zarokên xwe hez dikin. Heger hezdikin, divê hevjînên xwe nexin stresê. Heger naxwazin pitikên wan otîstîk werin dinyayê divê gorî temiyên bijîşkan tevbigerin.

* Di dema hemlê de neçin meş û mîtîngên polîtîk, heger xetere heye. Çinkî lêdan, êşkence, binçavkirin ûêd dikarin bi taybetî di dema hemlê de ziyanên mezin û mayînde bidin geşedana cenînê.

* Dê-bavtî bi gotinan nabe. Dema pê hesiyan zarok otîstîk e divê wezîfeya xwe bikin, xwedîtî û piştgiriyê bikin. Ev ne tenê wezîfe herwiha berpirsiyariya we, însanetiya we ye.

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...