Nexweşiya Tirsa Gelemperî
Ji vê nexweşiyê re herwiha anksiyeteya pirralî, xerabûna xemê jî tê gotin. Xem, xof, endîşe yan anksiyete yek ji hestên xwezayî yên mirov e. Wekî mereq, hezkirin, hêrsbûn ûêd normal e. Bi sedan hestên mirov hene û her yek ji wan wezîfeyek xwe heye. Ji peresanê, evolûsyonê tên. Hebûna wan na, lê nebûna wan dikare zirarê bide me.
Tirsa yan xema gelemperî nexweşiyeke derûnî ye. Mirov bi berdewamî û bo her tiştî ditirse yan xemê dike. Bo mînak ditirse tiştek bê serê wan an hezkiriyên wan. Zarok pênc xulek dereng ketin, panîk dikin da tiştek hatiye serê zarok. Erê, her kes xema zarokên xwe dike lê li cem wan ev xem û tirs pirr zêde ye, ekstrem e. Wisa zêde ye ku nikarin vehesin, aram bin. Ne tenê qeza-bela yan tenduristiyê xem dikin. Aborî, têkiliyên malbatî, rewşa kar hwd xema her tiştî dikin.
2-5%ê civakê bi vê nexweşiyê re têdikoşin. Li cem jinan du car zêde ye û bêhtir xwe di nava salên 35-45 de bo cara yekem dide der. Bi pirraniya nexweşên xema gelemperî re, herwiha nexweşiyên din ên derûnî jî tên tesbîtkirin. Bo mînak depresyon, nexweşiyên derûnlaşî (psîkosomatîk) hwd.
Derûnnas zû teşhîsê nadin. Divê herî kêm şeş meh in nexweş vê xema ekstrem bijî. Herwiha him nîşaneyên, sîmptomên laşî hebin, him jî yên derûnî. Anamneza biyan, ango gorî derfetan nêrînên malbatê jî tên xwestin. Carnan wiha dibe ku hezkiriyên nexweş êdî aciz dibin û pevçûn derdikevin. Kêm be jî hin nexweş li derve rastî probleman tên û heya bigire ji ber ku dikevin panîkê, dikarin qeza jî derbas bikin.
Nîşaneyên, sîmptomên sereke
* Tirs. Carnan tirs wiha zêde ye ku panîk çêdibe.
* Lêdana dil.
* Xwêdan.
* Mîdeyê de tirşbûn an kramp. Carnan hîsa verêşê.
* Gêjbûn. Ango hişê mirov, dewxa mirov diçe.
* Tirs çêdibe ku mirov aqilê xwe winda bike yan heya bimire. Ango derealîzasyon û depersonalîzasyon.
* Germiyek tê canê mirov an li cem hinekan jî sarbûn.
* Êş an krampa bazûkeyan, masûlkeyan.
* Konsantrasyon kêm dibe.
* Hêrsbûn, rehtbûn.
* Xerabûna xewê.
Sedemên nexweşiyê
* Bingeha genetîkî. Heger di nexşeya genetîkî ya malbatê de ev nexweşî hebe, rîsk jî zêde dibe.
* Kêmiya sûbstansên ragihandinê di mejî de. Sûbstansên ku vehesînê, aramiyê didin. Bo mînak melatonîn, serotonîn. Bi qasî 100 sûbstansên ragihandinê hene û rasterast bandorê li derûniya me dikin.
* Pirsgirêkên girêdanê yên zaroktiyê. Ango zarok di malbateke bêîstîkrar de mezin bûye, ferî kontrolkirina hestên xwe, xasma jî xemê, nebûye. Yan jî harmoniyek di têkiliya dê bavê de tunebûye. Yan jî di nava salên 4-13 de zarok serpêhatiyeke trawmatîk jiyaye.
Mînak, Perîzade
53 salî, zewicî, 2 neviyên wê hene, li Almanya hîç kar nekiriye, jina malê ye. Hevjînê xwe berdaye. Dema hatibû klînîka me biryar dabû dîsa vegere cem hevjînê xwe. Sedemê berdanê şîdet bûye. “Rojekê wekî ez jî mirovek im bi min re têkilî daneynî. Ew ji min nexweştir e lê li xwe mikur nayê. Dest kir gewriya min xwest min bikuje. Herdu keçikên min jî bêbext derketin. Her piştgiriya bavê xwe dikirin. Min jiyana xwe da wan, dawiyê de ketim tîmarxaneyê. Xwedê ji wan re nehêle” digot.
Bi Xezalê re nexweşiya gelemperî hebû. Terapiya ortopedîk jî didît. Kîloyên wê gelek bûn û min çi dikir tevlî çalakiyên werzîşê nedibû. Çalakiyên werzîşê wekî meş, nordic walking, Qi-Gong ûêd li derveyî klînîkê, nav daristanê de dihatin kirin. Ditirsiya ew ê winda be. “Gihayên jehrî hene, psîkopat hene, beraz hene. Mêrikê berpirsiyar nikare her kesî kontrol bike, biparêze. Pişta min diêşe, li wir ketim, heya bijîşk were, dibe ku bimirim jî.”
Nexweşên din pê re hevaltî nedikirin. Çinkî bi kî re biaxiviya ew bi tiştinên nebûye ditirsand û aciz dikir. “Keça te ji Mannheimê tê ziyareta te. Ez naxwazim ên min werin. Baran e, şilî ye, ser 50 re bajo, erebe dişimite”.
Bifikirin 20 salên zewaca wan çawa boriye. Min bi keçek wê re jî axivî. Hevjîn nehat. Keça wê digot “heya panîk derbas bike, miheqeq behsa qeza, bela, nexweşiyan dike. Bavê min hê jî jê hez dike. Bavê min hinekê dereng biketa, qiyamet radikir. Evî qeza derbas kiriye, krîza dil derbaskiriye, çûye cem jinekê, polîsan girtiye hwd. Dema bavê min hat aram dibû. Em jî li mal bin, îcar xûşkên xwe, zilamê min, cîran hwd kesek mereq dikir. Em newêrîbûn nexweş bikevin. Hema serma girt, nexweşiya şêrpenceyê ye, kesek jehr daye, êdî zarokên we nabin, diçû ha diçû.
Terapî
Pêşiyê divê bê zanîn ka hîpertîroîdî (zêde karkirina toşpiya tîroîdê), nexweşiya şekir, nexweşiyeke înflamatûr a rûviyê, kêmiya vîtamînên B12, B2, asîta folîk heye yan na. Herwiha kêmiya xwînê (anemî), nexweşiyên Huntington, parkînson, demenz, gastroîntestînal, mûltîpl skleroz, kolyak ûêd henin an na, divê bên tesbîtkirin.
Bêî derman nabe. Bijîşk bo mînak Pregabalîn dinivîsînin ku asta serotonîna kêmbûyî di mejî de dîsa normal bibe (SSRI) û herwiha Serotonîn-Noradrenalîn (SNRI) jî. Şaş neyê fêhmkirin armanca terapiyê ne jiholêrakirina tirsê ye, normalîzekirina tirsê ye. Tirs di xwezaya me de heye, me diparêze.
Benzodîazepîn, rast e, mirov zû aram dike lê divê heya ji me hatiye wê negirin. Lewra girêdanê, bengîtiyê çêdike. Helbet ê biryarê dide bijîşkê we ye, divê tenê bi ya bijîşk bikin. Nivîsên min bixwînin, nexweşiyê nas bikin lê bêî doktorên xwe tevnegerin. Berpirsiyarî ya we ye.
Di derûndermaniyê (psîkoterapî) de rêbazên kognîtîvî, tevgerî û psîkodînamîkî tên bikaranîn. Bi rûbirûhîştinê (konfrontasyon), analîzkirin û naskirina xemê, nexweş fêrî regûlasyonê dibe. Heger di heman demê de bi nexweş re depresyon an nexweşiyeke din a derûnî hebe, derûnnas dikare bernameyeke kombîne ya terapiyê çêbike. Gorî derfetan malbat jî tevlî terapiyê tê kirin, bi wan re seans tên çêkirin. Çinkî ji ber nexweşiyê ew jî diêşên. Werzîş jixwe parçeyek terapiyê ye, tê pêşniyarkirin ku nexweş sportê bike. Derman, derûndermanî, werzîş û hewldan… Heger her çar bi hev re bên kirin, bi giştî di terapiya nexweşiyên derûnî de serkeftin heye.
Biyorîtma xwe, rûtînên jiyana xwe biguherînin. Kafeîn ango qehweyê kêm vexwin, teqez cixareyê berdin, xwe ji alkol û madeyên hişbir dûr bigirin. Omega-3, (rûnê masiyan) bikêr e.
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen