Freitag, 16. August 2024

Mastûrbasyon û civaka Kurd

Rêzdar Muhittîn S. li ser gotara min a erektîl dîsfonksiyonê ji min re nivîsiye, „Mamoste Darius, ewqas derdên me hene tu li ser seksê, sertnebûna penîsê dinivîsînî. Govendê jî qedexe dikin. Her roj Başûr dagir dikin, gundan vala dikin. Tu li Ewropa yî, ne xema te ye. Ka were welêt halê me bibîne. Ma tiştek nema, te penîs dît?”.
Em ne siyasetvan in. Çawa derdên me yên neteweyî hene, wiha jî yên derûnî hene. Bawer bikin, enerjiya ku mêrên Kurd bo sertnebûna penîsê, porboyaxkirin, porçandinê xerc dikin, ji ya xebatên Kurdewarî ne kêmtir e. Kurd hemî siyasetê bikin, dibe? Eyba nexweşiyan nîne û em psîkolog jî, tişta ku jê dizanin dikin. Çi depresyon, çi êşa gurçikê, çi jî sertnebûna penîsê. Nexweşî nexweşî ye. Ez behsa seksê û penîsê nekim, kî dê bike?
Nizanim li herêma we ji mastûrbasyonê re çi dibêjin. Mastûrbasyon bi dest an amûrekê, bi organên zayendî lîstin e. Armanc dilgeşî, kêf e. Pirraniya kesên balix orgazmê dikin. Ji mastûrbasyonê re destperî, piştanîn, balfirîniya bitenê, destvehes, boj kirin, li xwe xweş anîn jî dibêjin. Herwiha ji orgazmê re vexweşîn, balfirîn, pişthatin, firîna xweş, firaweş, xocanî yan wekî rengdêr, hatin, çêbûn, werimîn dibêjin. Helbet min li ferhengan nenêrî, dibe ku li herêma we jê re tiştek din bêjin. Heger hûn binavkirina li herêma xwe ji min re binivîsînin ez ê kêfxweş bibim.
Herdu zayend jî destperiyê, mastûrbasyonê dikin. Merck Manual dibêje 97% mêr û 89% jin kêm-zêde mastûrbasyon kirine yan jî dikin. Ango bêhtir mêr dikin. Di hin ol û çandan de bi neyînî tê pêşwazîkirin. Îdîa hene ku bêhtir li cem bajariyan, kesên şermok in, kesên partnerên wan nîne, kesên behremendiya wan a flirtê kêm e, kesên seksa hevzayendî hezdikin (lezbiyenî û transseksûalî) û li welatên hewa wan sar e, tê kirin. Lê ev îdîa ne. Lewra bi xebatên zanistî nehatine çespandin. Çavdêrî û angaşt in.
Cîhana rojavayî yan ewropayî, bi giştî propagandaya destperiyê dike. Dibêjin zirara wê tune, xêrên wê yên laşî û derûnî hene. Divê em jibîr nekin tenduristî, zanist jî di bin kontrola berjewendiyan de ne. Rojavayiyan her tişt gorî xwe eyar kirine. Em mecbûr in şik û gumanê de bin. Şik û guman nebe zanistî jî pêşnakeve. Heya hin psîkologên rojavayî, bengîbûna mastûrbasyonê jî normal û sîmpatîk pêşwazî dikin. Gelek ji wan di terapiya seksê de mastûrbasyonê pêşniyar dikin. Medya û kovarên elîtan propagandaya mastûrbasyonê dikin. Amûrên curbecur ên vîbratoran, dîldoyan derketine. Sektora seksê bi qasî ya petrolê berfireh e, bi milyaran Dollar pere jê tê qezenckirin. Lobiyên sektora seksê gelek xurt in. Li geroka Google herî zêde li pornografiyê tê gerîn. Bo berjewendiyên xwe zanistiyê jî bikartînin. Divê em hişyar bin, bi her tişta tê belavkirin bawer nekin.

Orgazm xelata evînê ye
Mirov bi evîndara/ê xwe re seksê bike û bigihê orgazmê tiştek ji wê xweştir û normaltir nîne. Ya xwezayî ev e. Wekî xwarin-vexwarinê, seks jî îhtiyaceke fîzyolojîk û derûnî ye. Her mirovek balix mafdar e, hez bike, evîndar be û bi partnera/ê xwe re orgazmê bijî. Heger di hezkirinê de, di evîndariyê de, di seksê de û di orgazmê de kêşe hebin, divê li çareyê bê gerîn. Û em derûnnas jî, bo wê hene.

Gelo çawa em zêde xwarinê bixwin zirarê dide, dikare zêde orgazm jî zirarê bide me?
Hûn ji psîkologan bipirsin pirranî dê bêjin “na zirara wê tune, heya feydeya wê heye”. A rastî di vir de şaşiyek û tevlîheviyek heye. Him psîkolog rastiyê dibêjin, him jî em şaş têdigihên. Çima? Zanistî li cîhana rojava tê çêkirin û pêşketin. Zanistî ji wir belav dibe. Bo mînak xêra terapiya tevgerê (behavioral therapy) li cem Asyayiyan kêm e. Ev ji bo kûltûra Anglo-Saksonî hatiye çêkirin. Lê li seranser dinyayê tê bikaranîn û em jî mecbûr dimînin vê bikin. Em zanistiyê bi xwe nakin. Çi li rojava dertê em jî wê dikin.
Kes napirse dema orgazmê de çi dibin di mejî de, çi dibin di laşê me de!? Dema mastûrbasyonê bikin nêzîkî 15 kalorî enerjiyê xerc dikin. Ewropayî dikarin hemî proteîn, karbonhîdrat, vîtamîn ûêd bigirin. Lê bo mînak Kurd vê nikarin. Heger zarokên me, ciwanên me, ku têra xwe karbonhîdrat, omega, vîtamîn C, B ûêd nagirin, her şev mastûrbasyonê bikin, çi dibe? Hema hûn li ciwanek ewropayî û ciwanek Kurd binêrin vê dibînin. Yên ewropayî wekî pehlewanan in û yên me zeyîf û reben in. Ew fitnessê dikin, diçin bêhnvedanê, derfetên wan hene, çi bixwazin dikin.

Dopamîn çiye
Ji dopamînê re “hormona zewqê” jî dibêjin. Bo mînak dema em seksê dikin, xumarê dilîzin, xwarinê dixwin, pere qezenc dikin, xelatek digirin, dilîzin, zewqê digirin, wê demê mejiyê me de dopamîn çêdike. Yek ji neurotransmîtteran e, ango di nava şaneyên neuro yên mejiyê me de cih digire. Dema em zewqê bigirin tê hilberîn, zêde dibe. Stres, pîrbûn, bikaranîna alkol û madeyên hişbir, hin nexweşiyên neurolojîk ûêd jî dopamînê kêm dikin. Bandorê li fêrbûnê, hevsengiya tevgerê, motîvasyonê, balê, kalîteya ramandinê dike. Kêm bû, fêrbûn, harmoniya tevgerê, motîvasyon, baldarî, kalîteya ramandinê jî kêm dibe. Şaş neyê fêhmkirin, madeyên hişbir, cixare û alkol zewqê nadin. Ev bengîbûn in û tenê tiştên min behs kir, dopamînê hildiberînin.

Dopamîn zêde bête hilberîn çi dibe?
Di orgazmê de mejiyê me dopamîn hildiberîne. Zêde orgazm an seks, zêde zewq, zêde dopamînê hildiberîne. Bifikirin, deterjan bo paqijiyê ye, bikêr e. Heger em qet bikarneynin çi dibe û zêde bikarbînin çi dibe? “Psîkologên TikTokê” hîç behsa van tiştan nakin. Dopamîn zêde be dikare paranoya, cirifîna laşê, xwebixwe livîna bazûkeyan (masûlke), biçûkbûna mejî, ajîtasyon, anksiyete (xem), xerabûna konsantrasyonê çêbike. Li Serhedê di gundan de, heger hêtên mêran xwebixwe biavêta, biliviya digotin “pirr tolaz e”. Ango pirr seksê dike. Dema mirov xwe dirêj dike, pal dide, lingên me ango hêtên me xwebixwe diavêjin. Wekî mêşek were ser, wekî tiştekê mirov biniqurçîne. Gundiyan, bo wê digotin.
Lêkolînên têkiliya dopamîn û parkînsonê tesdîq dikin hene. Dopamîn bandorê li îştehê jî dike. Tekiliya dopamîn û anoreksiya (nexweşiya kêmxwarinê) û bûlîmiyayê (nexweşiya zor xwarinê) jî hatiye îsbatkirin. Kalîteya xewê jî jê tesîrê dibîne. Têkiliya asta dopamînê û şîzofrenî, hîperaktîvî, nexweşiya bîpolar jixwe baş tê zanîn. Dopamîn kêm be, motîvasyon dişkê, mirov tehmsarî, bêkêf dibe. Zewqê nagire.
Wekî we dît, seks, orgazm xwezayî ne, parçeyek ji jiyana me ne û him nebûna wan, him jî zêdebûna wan dikare zirarê bide me. Zirara mezin jî ji aliyê derûnî û civakî ye. Kesên seksê nakin, di jiyanê de zirara wê dikişînin. Kesên pirr seksê dikin jî herwiha zirara wê dikişînin. Klîentekî, nexweşekî min hebû, 61 salî. Ji 9 saliya xwe heya niha bêrawestan, her şevê nebe jî, kêm-zêde her şevê, mastûrbasyon kiribû. Piştî seksê bi hevjîna xwe re, dîsa mastûrbasyon dikir. Pirr bişans bû, xanima wî jî pê dizanî û gelek hez ji mêrê xwe dikir. Helbet pê re hin nexweşiyên neurolojîk hebû ku îhtîmalek mezin e, ji ber wê bû. Min xanimek Tirk wekî nexweş naskir, 38 salî. Orgazm çiye nedizanî, nasnedikir, nebûbû. Pê re herwiha him nexweşiyên neurolojîk, him jî derûnî hebûn ku hinek jî, ji ber nebûna orgazmê bûn.
Bi gotineke vekirî, mastûrbasyon -an orgazm- ne ziyandar e, stresê kêm dike, vedihesîne û ji aliyê fîzyolojîkî ve jî baş e. Xwezayî ye, îhtiyac e. Zêde bikin, teqez kêşeyan bi xwe re tîne. Zarok û ciwanên Kurd divê kêm mastûrbasyonê bikin. Dîsa divê xwe ji cixare, alkol, madeyên hişbir û bengîtiya teknîkê dûr bigirin. Seks bi kesek din re tê kirin. Herwiha seks di têkiliya cotan de jî, ne her tişt e. Gelek zewq û nîmet hene. Werzîş, çiyagerî, huner, şano, mûzîk, gera welatan, çandinî hwd. Divê xwe ji wan jî mehrûm nehêlin.
Mixabin civaka me seksê jî nizane
Seks bi evînê, baweriyê, empatiyê, romantîzmê tê kirin. Seks xelata evînê ye. Seksê de hîjyen, rêzdarî, estetîk, wekhevî, vîzyon, henek, rehetî, zewq heye. Bifikirin hûn tiştekê pîroz dikin. Her kes kedê dide, hin seletetê çêdikin, hin kutilkên Mêrdînê. Sifreya xwarinê tê xemlandin, mûzîk hwd. Gelo mirov dikare pîrozbahiyê bi mecbûriyetê, şert û zorê bike? Pîrozbahî bi tenê xweş e yan bi kesan? Seks jî wîlo ye. Mastûrbasyon dişibe wê ku kesekî biçe odeya xwe (jûr, xurfe) pîrozbahiyê xeyal bike. Yan jî du kutilkan bike sehenê, tasek dew jî bigire here quncikekê rûnê û tenê bixwe.

Bengîtiya destperiyê
Bengîtiya, girêdayîbûna (bi Tirkî bağımlılık) mastûrbasyonê, nav li ser e, bengîtiyek e, nexweşiyek e. Wekî alkol, cixare, xumarê ew jî zirarê dide me û hezkiriyên me. Tişta zirarê dide û mirov nikare biguherîne, nexweşî ye. Mirov salê-mehê cixareyek bikişîne, hefteyê carê qedehek alkol vexwe, salê çend caran mastûrbasyon bike û pê ve nehatibe girêdan, ango bikaribe her gav biguherîne, helbet ev ne xerab e. Çinkî îradeya me di destê me de ye. Di bengîtiyê de îradeya me şikiyaye, nikarin xwe kontrol bikin.
Destperî, xumar, esrar, heroîn, cixare yan her çi dibe bo me psîkologan yek e û teşhîsa wan jî yek e. Heger krîterên bengîtiyê bicih hatine, em wan di bin koda nexweşiya Astengdariya obsesîv-kompûlsîv de hesab dikin. Obsesîv ango di fikr û ramanê de kilîtbûn, çikbûn, asêmayîn, bengîbûn. Kompûlsîv ango di tevgerê de bengîbûn. Di dînamîka bengîtiya mastûrbasyonê de pirranî raman jî heye, tevger jî. Eynen wekî xumar an cixarê ye. Li cîhana ewropayiyan nêrîna serdest ew e ku mastûrbasyon ne xerab e. Heya gelek psîkolog bengîtiya wê jî qebûl nakin.

Hin gotegot û agahiyên şaş bo mastûrbasyonê
* Ti zirara wê tune. Şaş e, zêde bikin zirarê dide. Herwiha di nava salên 3-13 de, çêtir e dê-bav gelek bi zanebûn tevbigerin. Lewra di van salan de kesayetî û geşedana zarokan pêşdikevin. Mastûrbasyona zêde dikare zirarên mayînde li derûn, laş û sosyalîteya zarok bihêle.
* Hejmara sperman kêm dibe. Ne rast e. Ne hejmar, lê heger pirr zêde mastûrbasyon bê kirin, ji ber ku sperm zû tên afirandin, dikare li kalîteya konsantrasyona menûyê tesîrê bike û zirara wê jî nîne.
* Problemên sertnebûna penîsê dertîne. Na, gelek sedemên din hene erektîl dîsfonksiyonê çêdikin. Nivîsên min hene li ser vê babetê dikarin bixwînin.
* Mirov hemîle dimîne. Tiştek wîlo tune.
* Jinên ku mastûrbasyon kirin, avis dibin. Ti eleqeya xwe bi hêkên jinê, ducanîbûn û avisbûnê tune.
* Mirov bizewice êdî divê neke. Na ev tercîha we ye. Dikarin tevlî fantaziyên xwe bikin û carnan seks rengîn bibe, têkiliyên mêr-jinê jî xweştir dibin.
* Zarokên 3-6 salî bikin, dibin nexweşê seksê. Na. Pitik jî bi organên xwe dilîzin. Heger hûn heqaretê bikin li zarok, biçûkbixînin, wê demê bi rastî jî zirarê dibînin. Ji xwe bipirsin, ma we jî mastûrbasyon nedikir? Ji xwe bipirsin “gelo çi sedem hene ku keça/kurê min zêde mastûrbasyonê dike? Îstîsmar jiyaye, şermok e, hinekan tiştinên pornogragîk nîşan dane, atmosfera malê xerab e, dixwaze balê bikişîne hwd”. Dikarin alîkariya derûnî werbigir.
* Mêr pirr bikin dibin homoseksûal. Na. Kesayetî û tercîhên seksî di zaroktiyê de avadibin.
* Mastûrbasyon jî wekî werzîşê, sportê ye, mirov dikare bi mastûrbasyonê kîlo bide, zeyîf bibe. Na, ne rast e. Sportê de laşê me laktîkasît dide der, adrenalîn kêm dibe. Lê di mastûrbasyonê de mejiyê me dopamîn çêdike. Herdu ne heman tişt in. Helbet mirov kalorî xerc dike, lê dînamîka derûnî ya qelewbûnê cuda ye.

Kengî divê teqez alîkariyê werbigirin?
Helbet kengî bixwazin dikarin biçin cem derûnnasan. Hûn baştir bi xwe û îhtiyacên xwe dizanin. Ez bes pêşniyarên xwe dibêjim.
* Heger partnera/ê we heye lê hûn dîsa jî mastûrbasyonê dikin. Ev romantîzmê û motîvasyona seksa bi partner re kêm dike, dikare têkiliya we jî xerab bibe.
* Heger hûn bengiyê mastûrbasyonê bûne. Pîvanê divê dîsa hûn terxan bikin. Di nava rojê de motîvasyon û enerjiya we kêm bûye? Hefteyê de zêdetirî 3-4 caran dikin? Kalîteya jiyana we ya rojane ne wekî berê ye? Hûn dixwazin biterikînin lê bi serê xwe nikarin? Gelo ne baş e ku hûn alîkariya derûnî werbigirin?
* Her carê hûn di mastûrbasyonê de xeyaleke erotîk dikin. Roj tê, heger hûn zêde mastûrbasyonê bikin, têkiliya seksê ya bi partner re êdî têra we nake, balkêş nabînin. Dixwazin tiştinên nû biceribînin. Ev dikare riya seksên awarte vebike ku gelek caran zirarê didin. Gelo çêtir nîne hûn alîkarî werbigirin?
* Mastûrbasyon we rehet dike, zewqê dide we. Hin ciwan hene, êdî partnerek naxwazin. Lewra bo wan seks mastûrbasyon e û behremendiya wan a bo romantîzmê pêşneketiye. Dema hez ji yekê/yekî dikin, tenê seks tê bîra wan. Pirsgirêkên mezin derdikevin. Gelo ne baş e mirov seksa xwezayî û real bijî?

Mastûrbasyon û civaka Kurd
Mercên bindestiyê bi xwe re xizaniyê, êş û azaran tîne. Kurd di bin zilm û zordariya domdar de ne. Asta perwerdeyê kêm e. Bi qasî neteweyên din sûd ji nîmetên dinyayê wernagirin. Bi zanebûn li ser Kurdan şerê psîkolojîk tê meşandin. Armanca şerê psîkolojîk xerabkirin, teslîmgirtin, asîmîlekirin û pûçkirina civaka Kurd e. Bi milyonan ciwan û zarokên me xistine dafika madeyên hişbir û fihûşê. Xizanî zêde ye. Dê-bavên Kurd ji perwerdeya zarokan fêhm nakin. Pornografî gelek belav bûye. Pirraniya malbatan de fîlmên porno tên temaşekirin. Li ser tora înternetê zarok û ciwanên Kurd tên xapandin. Gelek ji dê-bavan, bi rêzefîlman, TikTok û Instagramê re mijûl in, xebera wan ji zarokan nîne.
Mastûrbasyon bûye problemeke cidî. Heya divê bêjim, bi zanebûn zarokên Kurd taciz dikin. Zarokên ku îstîsmara zayendî jiyabin, zehmet e ku du pêşerojê de jiyaneke bextewar û serkeftî bijîn. Li her bajarên me komên krîmînal hene û zarokan dikişînin xwe. Min bihîstiye ku hin “xêrnexwaz” fîlm û materyalên pornografiyê li gundan belavkirine. Hişyarî û strateji divê. Berê, stûnê malbata Kurd jin bû. Mêrên Kurd zû asîmîle dibûn lê jin nedibû. Jinê ziman û çanda Kurdî diparast. Ji ber wê ye ku ji salên 1980yî ve jina Kurd kirin armanc. Piştî pêşketina înternetê jî rêzefîlmên Tirkan mala Kurdan xerab kirin. Bi taybetî li Bakur rewşa civaka Kurd ne baş e. Carnan gelek hêrs dibim ka çima dê-bavên Kurd ewqas bêxem in bo zarokên xwe. Lê ne sucê wan e jî. Sûcê mezin ê bindestiyê, bêstatûbûnê ye.

Hin hişyariyên pratîk bo dê-bavan
* Normal e ku zarok bi organên xwe yên zayendî bilîzin, bi hev re lîstikên teqlîda mêr-jinê dikin, bikin. Hema sûcdar û şermezar nekin. Berevajî, jê re îzah bikin ku bo seksê wext heye, laş û organên wan hê kamil nebûne. Mînaka gûzê bidin. Gûz negihîştibe mirov biçine, him tehl e nayê xwarin, him jî zirarê dide darê, salek din dar kêm gûzê dide. Divê ew xwe biqewet, serkeftî, xwendî, zana û dewlemend bikin da pêşerojê de partnera/ê wan jê hezbikin, bextewar bin. Jê re bêjin ku heger gûza negihîştî biçinin, heger niha zirarê bidin bedena xwe û aqilê xwe, pêşerojê de kes naxwaze bi wan re bizewice, paşketî, xizan û nexweş dibin. Bêjin yek-du gûza negihîştî biçinin tişt nabe, lê pirr be zirarê dide.
* Xetên sor ên îstîsmara zayendî fêrî wan bikin. Wan perwerde bikin. Kesên biyan re bila neaxivin, yek nêzîkî wan bû bila bi dengê bilind biqîrin. Bila di cihên qelebalix re biçin dibistanê. Ji wan re bêjin bêî destûra wan dê-bav jî nikarin destê xwe bidin cihên wan ên hesas. Gelek zarok ji ber ku temasa bi cihên wan ên hesas, fêrî mastûrbasyona zûdemkî dibin.
* Dîsîplîna bikaranîna înternet û teknîkê wezîfeya dê-bavan e. Zarokên xwe fêrî otokontrolê bikin. Serî de divê dê-bav vê dîsîplînê bikaribin û ji zarokan re bibin mînak. Otokontrol nebe, zarok zû yan dereng pornografiyê yan krîmînalên li ser tora înternetê zarokan dikin dafikê, keşf dikin.
* Sînorên bedenê (body zone) û jiyana civakî bi wan bidin naskirin. Rûniştin, kinc, samîmiyet, nêzîkbûna kesên biyanî, tazîbûn, bikaranîna tewaletên gelemperiyê, serê mehê û bikaranîna pedê, prînsîbên flirtê, xetereyên seksa bêkontrol ûêd. Da kes nikaribin wan bixapînin, bikarbînin û ji riya xwezayî ya geşedana tendirust derînin.
Ez ne ji wan derûnnasan im ku pesnê mastûrbasyonê bidim û bi dilrehetî ji Kurdan re pêşniyar bikim. Bi ya min divê em psîkologên Kurd etîk û hesas bin, berjewendiyên xelkê xwe biparêzin. Gelek psîkolog bo berjewendiyên xwe yên şexsî tevlî koroyê bûne, etîkî tevnagerin, reklama agahiyên nerast dikin. Ji ber ku otoriteyek etîkî tune li welatê me, divê em miletê xwe agahdar bikin. Çinkî em civaka Kurd nasdikin. Divê balê bikişînin ser xetereyên derûncivakî (psîkososyal) û Kurdan hişyar bikin.
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung


 

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...