Dienstag, 23. Juli 2024


 NSPT, Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê, Beşa 1em

Çiye Trawmaya Derûnî?

Ez ê wekî rêzenivîsek li ser trawmayê rawestim. Ecele nekin, hûn ê bersiva hemî pirsyarên xwe bigirin, heger hûn hemî beşên vî rêzenivîsê bixwînin. Gotarên min ên bi Kurdî kêm tên xwendin. Hûn jî belav bikin, parve bikin bila bên xwendin. Bibin endamê Akademiya Derûn, alîkariya me bikin.

Arabeska Kurdî

Kurd pirr behsa trawmayê dikin lê hîç nizanin ev çiye. “Miletê me trawmatîze bûye”, “trawmayên xwe bêjim kevir dihelin”, kurdek ku trawma pê re nîne tune” hwd dibêjin. Dibêjin qey mirov tişteke awarte jiya, dibe nexweşê trawmayê. Li rûyê erdxanê (dinyayê) kêm kes hene ku tiştên awarte nejiyabin. Her tişt trawmatîze nake, her kes trawmatîze nabe û her trawmatîzebûyî heman êş û azarê nakişîne. Di siyasetmedariya Bakur de rengekî mazoşîzmê heye, êş û azaran nirxdar, biqîmet dibînin. Pesnê êşê didin. Ev babetek cuda ye, li ser vê gotarên min hene.

Trawma nexweşiyek e

NSPTê (ango nexweşiya stresê ya piştî trawmayê) nexweşiyeke fikarê, xemê ye ku piştî serpêhatiyeke awarte rûdide. Serpêhatî tunebe, nexweşî nabe. Piştî bûyera gorî me “awarte û giran”, demekê şûn de nîşaneyên nexweşiyê xwe didin der. Bilez nabe, divê wextekê di navbera bûyerê de bibore. Carnan sê mehan, carnan şeş mehan heya salekê şûnde, krîterên teşhîsa nexweşiyê temam dibin. Ango me evro erdhej jiyabe û ziyanên me dîtine çendîn giran dibin bila bibin, dibe ku em hîç nexweş nekevin. Ketin jî, hema wisa zû nabe. Rast e ku trawmaya derûnî ne nexweşiyeke sivik e, terapiya wê ne hêsan e. Lê 80% ji nexweşan, heger xwe ji dil bidin tedawiyê, stabîl dibin, heya sax dibin.

Trawmayên derûnî bi jan û kul in. Pirranî bi xwe re depresyonê jî tînin. Kalîteya jiyanê dikeve, bandora xwe li tevahiya rolên me dike. Bo mînak bandorê li zewaca me, aboriya me, behremendî û berpirsiyariyên me dike. Hemî jê kêm-zêde zirarê dibînin. Hesasiyeteke mezin û acizker, fikarbûn, matmayîn çêdibe. Ji nû ve mirov wê karesata trawmatîk hîs dike. Ev hîseke wiha ye ku mirov dibêje qey bi rastî jî dîsa wê demê dijî. Em jê re Flashbacks dibêjin. Ango bîranînên zindî. Wekî fîlmek berçavên me re serpêhatî derbas dibe. Xewn xerab dibin, xewnreşk/kabos destpêdikin. Em ji tiştên wê serpêhatiyê bibîrtînin, direvin. Newêrin bi wan re rûbirû bimînin. Qezaya erebê be, dengê erebeyan jî me ditirsîne. Teqînek bihîst, trimbêlek fren kir, panîk dibin. Nikarin seyareyan bajon.

Mirov hene şer, êşkence, erdhej jiyane, lê trawmatîze nebûne. Mirov hene psîka wan winda bûye trawmatîze bûne. Her mirovek ji komek cuda ya kesayetiyek e. Geşedan, perwerde, serpêhatî, taybetmendiyên wan cuda ne. Dema qeza-belayek hat serê wan, cuda cuda bertekan nîşandidin.

Trawma ji peyva Grekiya kevn, τραῦμα tê û wate “birîn” e. Birînên laşî û birînên derûnî. Bo mînak mejiyê yekê di qezaya erebeyê de çelqiyaye yan ji ber lêdana bilind a xwînê demarok qetiyaye, dibêjin “trawmaya mejiyê”. Herwiha trawmaya orbîtal, trawmaya ortopedîk ûêd trawmayên laşî ne, eleqeya wan bi yên derûnî nînin. Qesta min li vir trawmaya derûnî ye. Her tişt an bûyer dikare mirov trawmatîze bike. 

Bûyera awarte çawa dibe nexweşî?

Nexwşiyên derûnî di heman demê de nexweşiyên laşî ne jî. Derûn û laş ji hev ne cuda ne. Di yekî de problem hebe yê din jî bertek nîşan dide, diêşe. Dema mejiyê me sîgnalek ji derve yan jî ji hundirê laş digire, bertekên elektrîkî û kîmyayî çêdibin. Zarê yan çermokê ser mejî wekî kablo bifikirin, hemî beşên mejî bi hev re têkildar dike. Koka mejî hîpokampûs ji karên otomatîkî berpirsiyar e. Bo mînak lêdana dil, organên laşê me îdare dike ku bêî îradeya me ye ev.

Di lîmbîksîstemê de cihek heye jê re amîgdala dibêjin. Ev wekî sîstema alarmê ye. Tirsê îdare dike. Heger xetereyek hebe ev aktîv dibe tevahiya laş bo xweparastinê hişyar dike. Dil zêde lêdide, da xwîn zêde biherike, nefesgirtin zêde dibe, da laş zêde oksîjenê bigire. Bûyera trawmatîk li derûn û laşê tomar dibe. Amigdala pirr hesas bûye. Mejiyê me bi pênc organên hîskirinê heger sîgnalek ku bûyerê bi bîr dixe wergire, alarmê lêdixe. Êdî amigdala serbixwe bûye, ji îradeya me derketiye. Di nexweşiya panîkatakê de herwiha amîgdala heman karê dike û mirov dîl digire. Bifikirin kêr destê we bibirre, çend roj şûnde birîn sax dibe. Lê heger cam an derzî di birînê de hebe, îmûnsîstem nikare serî pê re derîne, devê birînê bê girtin jî, ew cam an derzî her me diêşîne. Aha trawmaya derûnî jî wisa ye. Em nikarin bêî terapî jê xelas bin.

Dîagnostîk

ICD 11yê NSPTê bi 6B40 û Trawmaya kompleks jî bi 6B41 kod kiriye. Ji xeynî hesasbûna li dijî sîgnalên bûyera trawmatîk, xwe vekişandin û flashbacksan, bo teşhîsê li van krîterên li jêr tên gerîn.

Kêm-zêde ev sîmptom tên şopandin

* Helbet divê teqez serpêhatiyek, bûyerek trawmatîk hebe

* Xerabûna rîtma xewê, xewa parçe parçe yan bêxewî

* Xewnên tirsnak, kabos

* Agresîvbûn, hêrs

* Veciniqîn, bi mînak dema yek nişka ve destê xwe bide pişta wan, teqînek bibîhîsin, elektrîk biçe hwd

* Di hafizeyê de zeyîfbûn

* Konsantrasyon, oryantasyon kêm dibe

* Windabûna motîvasyone bo hobiyên berê

* Carnan harmoniya raman û laşê dişkê. Bo mînak em dixwazin riya xwe biguherînin lê bisernakevin, her diçin. Klîentek min 1,5 saet ji klînîkê dûr ketibû, di nava daristanê de winda bûbû. Digot “min nedikarî bi lingên xwe ku vegerim nexweşxaneyê”

* Kêm an zêde tirsa gelemperî. Hîseke nediyar e, mirov dibêje qey teqez ew ê tişteke xerab bibe

* Carnan bo neheqiyeke biçûk bertekek pirr zêde, asîmetrîk nîşan didin. Piştî ev krîz derbas bû, poşman û xemgîn dibin. Nexweşek min hat bîra min. Çima Almanekî gotiye “biyanî pîs in!”, li zilam dide, serê wî dixe nava qûmê û dixwaze wî bifetisîne

* Li cem gelekan hestên fedîkirin û xwe-sûcdar-hîskirinê pirr zêde dibin. Ewçend xwe sûcdar hîsdikin, ewçend ji ber şaşiyên xwe yên biçûk şerm dikin ku ev kalîteya jiyana wan dadixîne. Bo mînak 10 € deynê esnafekê lê ye, fedî dike ku di wir re derbas be. Îcar pereyê wî jî heye û dixwaze bide, lê ji ber ku dereng ketiye, fedî dike, qewetê dixwe de nabîne biçe deynê xwe bide.

* Carnan hindek ji nexweşên NSPTê dîsosiye dibin. Ango ji xwe diçin. Ev jixweçûn cuda û taybet e. Ne wekî yên em dizanin in. Ez ê rojekê gotarek li ser wê parvebikim.

Komplekstrawma çiye?

Heger ji yekê zêdetir bûyerên trawmatîk hebin, rewş komplekstir, tevlîhevtir, dijwartir dibe. Bûyera trawmatîk heger di zaroktiyê de pêk hatibe û terapî jî nebe, dikare ziyanên mezin bide kesayetiyê, karakterê. Dikare karakter bê guhertin. Bo mînak kesek xwebawer, sosyal, rûgeş piştî bûyerê dibe kesekî agresîv, bêrehm. Her mirovek aîdê komeka kesayetiyê ye. Dema trawma hat, cuda cuda bertek rûdidin. Ne hêsan e ku mirov determînîst û bi şablonan bifikire, bêje komplekstrawma teqez divê van û van guhertinan bike. Lewra perwerde, malbat ûêd gelen faktor jî bandorê dikin.

Kêm-zêde sîmptomên komplekstrawmayê

* Regûlasyona, îdarekirina hestan dijwar dibe. Bo mînak kesek bi germî silav daye, nexweş bersiva silavê dirêj dike. Nikare ji wir derkeve, wekî asê mabe. Cihê henekê ye lê nexweş xemgîn bûye. Xwediyê dikanê bi dengekî bilind axiviye, du roj in di tesîra wê de maye.

* Hinek ji wan dev ji xwe berdidin, dermanê xwe nagirin, carnan şeqeman (şîmaq) li xwe didin, zêde  tattoo û piercing çêdikin, dev ji hîjyenê berdidin, di riyan de dîqet nakin ku qezayekê bikin, carnan ceribandinên xeterdar jî dikin.

* Gelek tiştan jibîr dikin an di bîranînên wan de tevlîhevî hene.

* Carnan dîsosiye dibin (bi awayekê ji xwe diçin).

* Nêrînên wan ên bo qîmeta şexsî de guhertin. Bo mînak xwe biçûk dibînin ku berê wisa nebû. Sûcek nekirine lê xwe sûcdar, tenêketî, sêwî hîsdikin

* Ji aliyê xelkê ve pirr tên xapandin. Divê bête zanîn kesên nebaş û kesên trawmatîzebûyî wekî magnet û metal hevûdu dikişînin. Ev jî dibe sedem ku nexweş baweriya xwe bi tevahiya mirovan winda bike

* Hinek ji wan wekî “mirîşka serjêkiri” dibin. Klîenteka min wiha gotibû: “Randevûya min a psîkolog hebû, nizanim çima kêfek hat ser min got teqlîda tûrîstan bikim. Bi her kesî re îngilîzî axivîm. Li salona doktor mêr-jinek rûniştîbûn. Çavê min bi mêrik ket tirseke mezin bi min re çêbû. Dişibiya ew mamosteyê ez tacîz kiribûm. Ji salonê reviyam. Li trenê siwar bûm îcar çi dikim nikarim peya bim. Êdî xewa min hat, di trenê da razame. Dît jineke 45-50 salî serê min mist dide. Pirr xweşê min çû. Jinikê ez hemêz kirim. Li Mannheimê piyabûm, jinikê got were mala min. Destê min bernedida. Ez ne lezbiyen im. Nefret dikim. Lê min hew dît em seks dikin. Tirsek mezin hat ser min. Min li jinikê da, qîriyam. Min telefonê birayê xwe kir got bila were min bibe malê”.

* Dijwar e biryaran bidin.

* Hîsa valahiyê, bêhîsbûn.

* Kêm be jî hinek ji wan komekê mirovan wekî dijmin dibînin. Ev kom dişibe kesê bi wan xerabî kiriye. Hemî mamosteyên bi simbêl, mêrên qelew hwd.

Dewlet Kurdan trawmatîze dike

Di civaka Kurd de kiryarên trawmayan bêhtir dewlet in. Şerê “rêxistinan” û dewletê ku bi xwe re kuştina xizman, êşkence, destdirêjî, zîndanîbûnê ûêd tîne. Şîdet û mobbînga li dibistan û eskeriyê, şewitana gundan, koçberî hwd. Ji salên 1850î vir de, Kurd bêrawestan di bin zilmê de dijîn. Çendîn nivş in, Kurd tên trawmatîzekirin. Ji ber ku rehên çanda Kurdî gelek xurt in, Kurd li ser piyan mane û serîpêrederanîna Kurdan bi stresê re gelek pêşketî ye. Bi gotineke din, Kurd berxwedêr in, zû birînên xwe yên derûnî sax dikin. Dîsa jî NSPTê, yek ji nexweşiyên derûnî yên sereke ye, li ba Kurdan. Û sedemê trawmaya Kurdan a sereke dewlet e. We fêhm kir ka çima Kurd “dewletê naxwazin”? Di binê hişmendiya wan de îmaja dewletê neyînî ye. Ewçendî zilm dîtine ji dewletan ku êdî “dewleta Kurdî” jî naxwazin.

= berdewam dike=

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G. Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie 

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...