.jpeg)
Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir".
.jpeg)
Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer
Darius Winzer kî ye? Kurte biyografiya wî.
Darius ji Varto ya bakurê Kurdistanê ye. Sala 1973 hatiye jiyanê. Dibistana seretayî li Vartoyê, ya amadeyî li Ankarayê dixwîne. Zanîngeha Stenbolê (İstanbul Universitesi) beşa derûnnasiyê (psikolojî) bidawî dike. Û sala 1993ê dibe psîkolog. Bi qasî pênc salan li Stenbolê, li taxa Beşîktaşê wekî derûnnas (terapîst) kar dike.
Di ciwantiya xwe de bi navên maxlas bo kovarên kurdî çîrok, pêkenok, lîstikên zarokan berhev dike wan di kovarên Kurdî de diweşîne. Ji ber nivîsên Kurdî rastî tundijîtiya dewletê tê û lê gelek doz tên vekirin. Bo demekê kurt di zîndanê de dimîne lê piştre serbest tê berdan û biryara bêsuciyê didinê. Sala 1999ê berê xwe dide Ewropa. Li Almanyayê bicih dibe.
Li gel karê xwe wekî derûnnas, bi amatorî rojnamegerî jî kiriye. Bo penaberan kovarekî ku bi kurdî, tirkî, almanî û îngilîzî weşanê dike, dertîne. Sernivîskarî û berpirsiyariya kovarê dike. Kovar li eyaleta Almanya Mecklenburg-Vorpommernê tê weşandin û 13 hejmaran dertîne. Perwerdeya redaktoriyê dibîne û nasnameya rojnamegerên serbest werdigire. Di rojnameyên herêmî yên wekî Nord Kurrier de li ser jiyana penaberan çend gotarên wî tên weşandin.
Herwiha yek ji pêşîn bikarhênerên Wîkîpediya Kurdî ye û bo ensîklopediya Kurdî nêzîkî 7.000 (heft hezar) gotaran dinivîsîne.
Bo demekê wekî xêrxwaz bi saziyên alîkariya penaberan dike re kar dike. Bêdirav alîkariya derûnî dide penaberan.
Li Almanya li gel karê xwe perwerdeya terapiya trawmayê, hûmanîst terapî, terapiya mêr-jin û malbatê, terapiya îmagînasyonê, terapiya bernamesaziya neurolîngûîstîk (NLP), terapiya dîalektîk a tevgerê, EMDR, terapiya vehestina otojenîk, PMR û gelekan jî dibîne.
Di nexweşxaneyan de di beşa derûndermaniya navçandî (înterkûltûral psîkolojî) de, bi zimanê kurdî û tirkî kar dike. Li nexweşxaneyekê dersên nexweşiyên tirsê dide û grûpterapiyan birêve dibe. Li klînîka ku bi konsepta derûnlaşî (psîkosomatîk) dihate naskirin Michael Balint Klinikê (li herêma Schwarzwald) de 8 salan bi zimanê kurdî û tirkî terapîstiyê dike.
1100 Jinên Êzîdî yên ji destên DAÎŞê (IŞİD) hatine rizgarkirin, bi alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo tedawiyê tînin Almanya. Eyaleta Baden Württemberg mafê rûniştinê dide van jinan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgiriya darayî dide. Terapiya wan 4 salan berdewam dike û Darius jî wekî terapîst tedawiya van jinan dike. Herwiha di gelek navendên terapiya trawmayê yên bo penaberan hatine avakirin de, kar dike. Bo mînak Refugio.
Di kovara Psychology Kurdî de gotarên wî yên zanistî tên weşandin.
Akademiya Derûn
Damezrînerê Derûn Academiyê (Derûn Akademî) ye. Akademî wekî Navenda Derûnnasî û Şewirmendiyê ya Kurd jî tê binavkirin. Ev akademiya derûnnasî û şêwirmendiyê, konsepta derûndermaniya navçandî bi Kurdan dide nasandin. Navenda akademiyê ya pêşîn li Hamburgê bû. Piştî ku Darius bi nexweşiya şêrpenceyê dikeve, xebatên akademiyê kêm dibin. Akademî niha bo demekê bêî navendek wê hebe, bo penaberên li kampên Başûrê Kurdistanê, qurbaniyên erdhejê ûêd bêdirav online xizmetê dike. Darius ji nexweşiya şêrpenceyê difilite û tenduristiya wî baş dibe.
Bo demekê xwe ji karê psîkologtiyê dûr dixe, li Hamburgê dest bi gerînendetiya fîrmayeke gastronomiyê dike. Dixwaze Derûn Akademiyê bi mehaniya gerînendetiyê fînanse bike. Piştî demekê dev ji wê karê berdide.
Darius carekê zewiciye û ji sala 2020î ve bi tenê ye. Ji zewaca wî zarokên wî hene.
Mîtolojî
Darius herwiha li ser mîtolojiya Aryanên Anatoliyayê, etîmolojiya Kurdî, dengbêjî, şerê psîkolojîk ê li ser Kurdan tê meşandin, derûncivakiya Kurdan, modelên psîkoterapiyê yên li cem Kurdan bikêr in, dibistana Jung, têkiliya asîmîlasyon û derûniya Kurdan, Narratîv-Terapî hwd di Bloga xwe de gotaran dinivîsîne. Di heman demê de ferhengên Kurdî-Horîkî (Hurrî), Kurdî-Lûvîkî (Lûvî) û Kurdî-Hatîkî (Hîtît) amade dike.
Amadekar: Selîm Eken, Hamburg, 26.04. 2025
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen