Donnerstag, 4. Juli 2024


 Erektîl Dîsfonksiyon û Mêrên Kurd

Repnebûn, sertnebûna penîsê tabuyeke sereke yê mêran e. Piştî 40 salî problema 50%î yê mêran ev e. Hela ku mêrên Kurd vê qet naynin ser xwe. Dibe ku nivşa Z bi me mêran bikene. Lewra ew bi awayekê din li nexweşiyan dinêrin. Mixabin pirraniya mêrên Kurd “bi penîsên xwe radibin rûdinên”. Zilamên me yên 40-salî-berjortir hinekê “doxînsist” in, çavên wan her li derve ne. Ji derve pirr “mêraniyê” dikin lê di seksê de dişkên, penîsên wan errekte nabe û ev jî bi xwe re pirsgirêkan tîne.

Ji ber sedemên laşî û derûnî, herikîna xwînê kêm an asteng dibe, di demarokên penîsê de. Penîs rep nabe, sert nabe ango ranabe. Bû jî, zû sist dibe, heya ereksiyonê berxwe nade.

Mêr çi dikin beriya biçin cem bijîşk?

Li ûrologan digerin.

Heger bi wan re bo mînak nexweşiyên dil û demar hebin, ûrolog Vîagra nanivîsînin. Ew jî ji “bazarên reş” vîagraya qaçax dikirrin, rîska mirina bazûkeyên (masûlke) dil, ango qeyrana dil (înfarkta kardiyo) zêde dikin.

Li xurdemeniyên majîk digerin. Koka spingê, çermê masîsorkê, kîlo bi kîlo stîrîdyeya avê, behîv, gûz, Bitterşokolat hwd.

Li ser şêx û meleyan digerin. Nebû li ser pîrên Êzîdî û Riya Heq, ew jî nebû ser keşe û hahaman digerin.

Repnebûnê wekî kêmasiyek, sûcek dibînin, sûcê xwe jî dixin stûyê hevjînên xwe. “Ma jina min seksê bizanibûya, kêfa min bianiya, dê halê min jî ne ev ba”. 

Bi kurtî repnebûn

Tirs heye ku di seksê de penîs sert nebe. 

Tirs heye ku partner pê henekên xwe bike yan biçûk bixîne.

Penîs sert nabe yan sertbûn heya bidawîbûna seksê berdewam nake. 

Kêşeyeke pirralî ye, bi xwe re problemên derûnî û civakî tîne.

Hin ji sedemên organîk, laşî

Hişkbûna demaran

Bikaranîna titûnê, cixare

Sedemên genetîkî yên dil û demar

Nexweşiyên kronîk ên dil û demar

Nexweşiyên rûviyê

Kêmbûna testesteronê

Nexweşiya şekir (dîabet)

Parkînson

Peyronî (xarbûna penîsê)

Însomnia (bêxewî, bêxewbûn)

Şêrpenceya prostatê

Nexweşiyên toşpiya tîroîdê

Obezîte ango qelewbûn

Hîpertansiyon

Ziyanên emeliyatan

Prîapîsmûs, di sertbûnê de êş an sertbûna patolojîk

Endîkasyona ango bermahiya betablokeran (dermanên ku parastina dil dikin, bo mînak elektrîka diçe dil kêm dikin)

Hin ji sedemên derûnî

Tirsên fêrbûyî

Stres  

Depresyon

Xem, anksiyete

Trawmayên derûnî, nemaze yên zaroktiyê

Têkçûn an kêmbûna xwebaweriyê

Nebûna harmoniyê di navbera partneran de

Kêşeyên oryantasyona zayendî

Kurd û Seks

Nivşên nû hindik be jî li dibistanê dersên zayendiyê dibînin. Ew bişans in. Kurd ji gelek nîmetên dinyayê bêpar in. Asta perwerdeyê kêm e, pirraniya Kurdan hatine trawmatîzekirin, mercên bindestiyê, xizanî ûêd tên zanîn. Kurd ne li malê, ne li dibistanê û ne jî di nav civakê de, perwerde yan agahdariyeke zanistî bo seksê dibînin. Seks eyb e, şerm e. 

Keçik bi tirsê tên mezinkirin. Hê çar salî ye “keçê xwe por bike, hêtên te dixûyên”, “di riya dibistanê de baldar be, eman rûyê xwe nerm neke, navê te dertînin”, “heya zewacê nabe bi xortekî re derkevî, carekê nav hat ser te, kes te nagire”, “namûsa me biparêze, serê me di ber xelkê de danexîne”. Keçên me bi tirsê û bo zewacê tên perwerdekirin. Tirsa “şeva yekem” û “perdeya keçiktiyê” jî dera han. Helbet ev ji salên 1970yî ve hêdî hêdî tê guhertin. Helbet hin Kurd hene di aliyê perwerdeya zarokan de heya ji ewropayiyan jî baştir in. Qesta min girseya mezin e. Divê em civaka Kurd sûcdar nekin, em di serdestiya civaka pederşahî de dijîn, li Ewropa jî jin hê ji aliyê maf û qîmetê ve gavekê li paş in. Kurd li Asyaya Navîn miletê herî hûmanîst e jina Kurd jina herî azad e. Nezanî û neheqiya me mêran e ku hemî barên exlaqê civakê bixin stûyê jinan. Çima namûs tenê ya jinan e?! Em mêr, “bênamûsiyên xwe” bi sûcdarkirina jinan vedişêrin.

Kurên, lawên Kurd jî bi tehrîkkirin, pesindanên patolojîk tên mezinkirin. Bi gorî dê-bavê heman xetaya zayendî bikin, ên cezayê dixwin keç in. Law dikare pey keçikan bigere, yekê ramûse, nîşaniya xwe bavêje lê keç nikare.  Law tên pesindan heger keça xelkê xapandibe. Lawên Kurd seksê şaş fêrdibin. Ji temendirêjan tiştan dibihîsin; “Li Stenbolê bi 10 jinan re razam”, “min li Antalya grûpseks kir bi jinên Rûs re”, “penîsê te kurt e, îşê te zor e”. Law balix e, dixwaze keçekê maçî bike, dikeve xeyal û fanteziyan. Lê vê derfetê nabîne. Yekane rê dimîne ku biçe bordelan ango malên fûhûşê. Li wir seksa ku wan xeyal dikir, tune. Her tişt mekanîk, bilez e. Wekî fabrîkeyan e. Ne hîjyen e. Jina seksê dike domînant e. Gelek kes naskirin ku dema çûne bordelan ji seksê nefret kirine. Îcar bifikirin ka law mezin bû di zewacê û seksê de kêşeyên çendîn mezin dijîn.

Jin ditirse, fedî dike, nizane. Mêr şaş fêr bûye, beriya zewacê gelek jinan re razaye û di xeyal/fanteziyan de ewçend pêşde çûye ku jina xwe balkêş nabîne. Nakokiyên jiyana zayendî dertên. “Ez newêrim ji mêrê xwe re behsa fanteziyên xwe bikim. Ew ê bêje tu ji kû fêr bûyî”. “Ez dema bi hevjînê xwe re seks dikim, hevalê kargehê xeyal dikim. Lewra ew romantîk, çeleng e. Çi bikim malbata min zorê dan min ku ez zû mêrbikim”. “Erê ez îxanetê bi jina xwe re dikim. Jinên me ne balkêş in. Makyajê nakin, kincên seksî xwenakin, ne zîrek in, hez ji fanteziyan nakin. Heya êvarê rêzefîlman temaşe dikin, dixwin qelew dibin an jî serê wan diêşe. Lê ma jinên polonî wiha ne!?”.

Bi sedan cotan re xebitîme. Nakokiyên seksê mezin dibin. Jiyanên paralel destpêdikin. Ango “îxanet”. Aliyekê xwe ji jiyanê vedikişîne; “çi bikim qedera min jî ev e. Min xwe bexşandiye bo zarokên xwe”. Aliyekê yan herdualî roj tê tûşî nexweşiyên derûnî dibin. Yan cihê dibin. Asta berdanê ya Kurdên li Almanya dijîn li dora 55-60%î ye. Helbet sedema yekem ne her demê seks e. Aborî, şîdet, alkol, xumar, îxanet ûêd li cem Kurdan di qorên pêşîn de ne. Lê min gelek cotên Kurd jî naskirin ku problema wan a sereke nebûna harmoniya seksê bû. Ango problem seks bû.

Terapî

Erektîl dîsfonksiyon, ji wan nexweşiyan e ku terapiya wê mimkûn e. Serî de divê dramatîze nekin, vê nexweşiyê jî wekî êşa diranan an gurçikê qebûl bikin. Nexweşî tiştek e, exlaq an karakter tiştek e, divê mirov tevlîhev neke. Nexweşî ne şerm e, ne jî exlaqê me destnîşan dike. Beriya ku erektîl dîsfonksiyon ziyanê bide me divê biçin cem ûrolog. Heger ûrolog sedemekê laşî nedît, biçin cem derûnnasên malbatê. Derûnnas pêwîstî bibîne û jixwe çêtir e, hûn ê wekî cot tevlî seansan bibin. 

Seksterapî di civaka me de nayê naskirin. Nav seksterapî ye lê nayê wê wateyê ku li vir derûnnas dersa seksê dide me. Kêşeyên seksî encam in, ne sedem in. Derûnnas li sedem û bingeha nexweşiyê digere û hûn bi hev re derdikevin rêwîtiyek berî bi zaroktiyê. Dikare EMDR, hîpnoterapî, şematerapî, PMR û gelek şaxên derûndermaniyê bên bikaranîn. 

Tiştên îhtîmal e ku ûrolog bikin ESWT (şok didin çermê penîsê), terapiya hormon û înjeksiyonê, dermanên herikîna xwînê hêsan dikin, penîlprotez hwd in. Ji xeynî seansên derûndermaniyê divê hûn ji xwe re bernameya xwe ya taybet a diyetê, xewê, werzîşê çêbikin. Cixare, alkol û madeyên hişbir divê bên terikandin. Jiyaneke kêmstresî hedefa we ye.

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...