Montag, 8. Juli 2024

Di perwerdekirina zarokan de hin şaşiyên me Kurdan

Her kes dizane, di perwerdekirina zarokan de, du çek hene; Ceza û mikafat. Herdu jî bo geşedana, pêşketina, başbûna zarokan in. Ne ji bo egoîzma, berjewendiya, konfora dê-bavan in. Wezîfeya dê-bavê ye, zarokan bo jiyaneke tendurist, serkeftî û serfiraz amade bikin. Ji peresana mirov wiha ye, li cem ajalan jî heman e. Berpirsiyariya genetîkî, takekesî, civakî û sereke ye. Em ji pêwîstiyên zarokên xwe yên fîzyolojîk û derûnî berpirsiyar in. Zagonên welatan, konvansiyonên mafê mirovan jî, me berpirsiyar dikin. Zarok ne milkê me, emanetê me ne.

Erê, divê heya ji me hatiye wezîfe û berpirsiyariyên xwe bicihbînin. Beriya şoreşa îndûstriyê û rûxandina mîrektiyên Kurdî, di civaka Kurd de ev baş bû. Kurdan di serdema neolîtîkê de şarezayî avakirin. Ji Girê Mirazan heya “Kafir Paşa (Sultan Mehmûdê 2yem)” Kurdan împeratorî, dewlet avadikirin. Ol, matematîk, mûzîk, teknîk, çandinî û ajalvanî, bijîşkî, astronomî hwd ji Kurdan dihate pirsîn. Kurdan zarokên wêrek, serbilind, gurbaz, zîrek, zana û xweşkarakter mezin dikirin. Xwebawerî didan zarokan. 

Ji salên 1850yê ve Kurd bêdewlet in. Navendeke wan a neteweyî tune. Hêdî hêdî hatine pişavtin, parçekirin û daqultandin. Herdû şerên cîhanê jî rewş hê xerabtir kirine, Kurdistan bûye koloniya heft dewlet û du blokên dinyayê. Heya ziman jî hatiye qedexekirin. Milyonan Kurd hatine kuştin, koçberkirin. Heger rehên çanda Kurdî xurt neban, niha Kurd jî wekî gelek miletan ji holê rabûbûn. Kurd man li ser piyan, lê stûxwar, trawmatîzebûyî,  xizan û bindest bûn. Me wekî hafizeya xwe ya neteweyî, perwerdeya zarokan jî jibîr kir.

Şaşiyên sereke yên dê û bavên Kurd

* Pirr ceza didin zarokan lê kêm xelatê. Kî mikafatê bide zarokên we? Kî pesnê bide? Li baxçeyê zarokan, dibistanê, eskeriyê, li bazarê, li daîreyên hikûmatê, Kurd tên biçûkxistin. Jiyana Kurdan bi mobîngê destpêdike, bi mobîngê bidawî dibe. Paşnavên Kurdan ne bi Kurdî ne. Navê gundên wan ne bi Kurdî ne. Bi Kurdî perwerde tune û zarokên we di atmosferekî wiha de tên dinyayê. Bimirin, nikarin bi Kurdî waîzek bixwînin, kêlên mezarên we tên şikandin, çima li ser bi Kurdî nav û dua hatine nivîsîn. Ji dayikbûnê heya mirinê jiyana bindestî û bêdewletiyê ev e. Îcar em jî pesnê zarokên xwe nedin, dibe?

* Di cezayên me de mantiqek tune. Çima dilîzin û malê pîs dikin, cezayê didin. Rast e barê dê-bavan giran e, lê sûcê zarokan çiye? Li kû bilîzin? Çima deng dertînin ku nahêlin hûn TVê temaşe bikin. Gelo ev ne egoîzma we, rehetiya we ye? Çima derew kirine? Hela bifikirin, hûn çendîn derewan dikin? TV, siyasetmedar, meleyê camiyê, dîroknas sibeyê heya êvarê derewan dikin û di civakek wiha de hûn ceza didin zarokên xwe. Gelo xêra wê heye? Gelo hûn dizanin cezayên bêmantiq çi zirarê didin derûniya mirov?

* Zarokên xwe raber dikin. “Keça Şemdîn dixwîne dê bibe endezyar, lê ya min jî, ji keran re dibe yar”, “tu qurbana Rizgoyê Îsko bî. Li Krasnadarê di dibistanên seretayî de bû yekem”, “wekî bavê xwe tu jî teralek Bexdayê yî. Ew bêîş û bêkar, tu jî tembelê dibistanê”, “keça min gêj e, tu jê tasek avê bixwazî diçe û êdî fêhm nake were”. Wiha motîvasyon, hewes û behremendiyên zarokan dikujin. Zarok şermok dibin, xwebaweriya wan dişkê.

* Îstîsmara hestyarî ya zarokan. Çiye ev? Malbat cihêkê ewle, bibawer, azad û bikêf e. Hin dê-bav vê jî bo zarokan dikin jehr. Zarok, nemaze yên 4-13 salî nikarin wekî me mezinan her tiştî şîrove bikin, têbigihên û wateya wan fêhm bikin. Bav tiştek dibêje, dê tiştek. Bav ji malê dike der, dê nahêle derkeve der. Zarok dişînin qursa olî ya Tirkan, li wir tê tacîzkirin. Vê dibêje lê dê-bav him bawer nakin, him jî li zarok didin. Di cezakirina wan de hevgirtinek tune. Yek telefona zarok jê digire, yek bi dizî dîsa telefonê didê. Ka zarok çawa geşedana xwe ya hestyarî temam û kamil bike? Rastî û nerastiyê, başî û bediyê çawa ji hev derîne? Çawa girêdanên xwe yên derûnî bi dê û bavê re temam bike? Biçûkxistin, pê henek kirin, sûcdarkirin, barên giran lê bar kirin, muhtackirin ûêd dikarin zarokan ji aliyê kesayetiyê ve astengdar heya trawmatîze bikin.

* Îhmalkirin, bêparhîştin. Gelek dê-bav naskirin, dixwarin nedidan zarokan. Dê kincan ji xwe re dikirre, bav pere dike berika xwe diçe çayxaneyê. Zarok li dibistanê stûxwar dibe, rastî mobîngê tê. Yê her kesî solê Nike heye lê sola kurê wan qetiyaye. Ji aliyê zarokên mezin ve gef li wan tê xwarin, li îstgehê yek wan tacîz dike, rojbûn e, keçik serê mehê dikeve stresê peda wê tune, kurik êşa gurçikê dikişîne, kontûra wan xelas bûye, ne xema dê-bavê ye. Xem bikin jî bi ser re ye. Zarok dixwazin hîs bikin ku dê û bavê wan her bi wan re ye. Divê bi dê-bavên xwe bawer bin. Zarok bi fîgûrên dê-bavê kesatetiya xwe avadikin. Dê-bav lehengên wan in, sîmpatîk in, samîmî ne, fedakar in heya pîroz in. 

* Zêde parastin, “delalîkirin”. Zarok divê gorî salên xwe tevbigerin. Du salî tewaleta xwe kontrol dike û bi serê xwe radizê. Tevlî karên malê dibe, paqijiya odeya xwe dike, organîzasyona xwe ya dibistanê bi xwe dike. Zarokên zêde delalî hatine mezinkirin pêşerojê de problemên mezin dijîn. Qismek wan re sosyalfobî pêşdikeve ku bandora xwe li tevahiya jiyanê dike. Tên xapandin, şermok dibin, xwebaweriya wan dişkê û di zewaca wan de problem derdikevin. Erê zarokan biparêzin, pêdiviyên wan bicih bînin, hinekê jî delalî be, lê ne zêde. 

* Hevaltiya patolojîk. Gelek dê-bav qaşo bi navê nûjeniyê û demokratîkbûnê zirarek mezin didin zarokên xwe. Erê bi zarokan re samîmîbûn baş e. Lê em û zarok dibê ne wekhev bin. Divê di navbera me de mesafeyek, giraniyek hebe. Ev ji bo geşedana wan mecbûrî ye. Bav dibê di rola bav, dê divê di rola dê de be. Fîgûrên dê-bavtiyê çilmisîn kesayetiya zarokan zirarê dibîne. Zarokên bûne “şefê malê” di pêşerojê de tûşî kêşeyên mezin bûne. 

* Zêde-bimesafebûn, têkiliya sar. Hin hene temasa bedenî hez nakin. Di bingehê de birînên derûnî hene. Yan wan jî ji dê-bavên xwe temasa bedenî nedîtine, yan jî trawmayên wan hene. Bêhtir ji jinan tê xwestin ku zarokên xwe hembêz bikin, serê wan mist bidin. Hîperaktîvîtî, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, kêmbûna xwebaweriyê û tevgerên êrîşkar di zarokên ku di hawîrdorek zordar de, bêî hezkirin û bêî hembêzkirina dêûbavên xwe mezin dibin de, têne dîtin. Pêşniyar e ku zarokên 3-6 salî dema hişyar dikin, maç bikin û hembêz bikin. Ji bo mezinkirina zarokên bi zekaya hestyarî ya bilind, temasa bedenî, nîşandana hezkirinê di zarokatiya destpêkê de, gelek girîng in. 

* Gotina “Na!”. Kurd zarokên xwe yan şermok mezin dikin, an jî serhişk û ne-kubar. Ciwanên me yan di jiyana civakî de sist û têkçûyî ne, yan jî pirr qurnaz, tema, çavbirçî û hov in. 

Hela herin qawîşên karkerên avadaniyê bibînin. Naxwin, venaxwin, çavên wan li xapandina xelkê ne. Ez qaşo derûnnasê wan bûm, her cara min li kolanê bidîtan ez dixapandim, pereyê qehweyê li min bardikirin. Min yek ji wan nedît ku diranên xwe bişo. Dipirsî, digotin “mamoste em nehatine kêfê, pereyê xwe kom dikin”. Erê jîrekbûn baş e, xebat baş e. Lê ev ne jiyan e. Ti carî dewlemend jî nabin. Zû bi nexweşiyan dikevin û pereyê qezenckirine jî li doktoran diçe. Min dît hinek ji wan diçin derê firûnan nanê kartû digirin, ji xwaringehan xwarinên bermayî dixwestim. Şaş fêhmnekin, kesek ji wan jî ne mecbûr bûn viya bikin. Hemiyan yek-du daîre çêkiribûn li Manîsa yan Îzmîrê. Bes elimîbûn xelkê bişêlînin. 

Di kûltûra Kurdan de parsekî gelek şerm bû berê. Kurd berê merd bûn. Mixabin Kurdên zana, xweşmirov pirr nayên Ewropa. Bi sedhezaran ciwanên me bi qaçaxî û di rewşên awarte de kar dikin, li Ewropa. Min xortek 14 salî naskir, dê-bavê wî ew şandibûn ku “heroînê bifiroşe”, îcar gundiyên wan ên vî karî dikin xwedî lê derneketine. Bav ji min re çi dibêje di telefonê de? “Mamoste însanetî nemaye, kurê min re nebûn alîkar. Raportekê bide kurê min bila îltîcaya wî qebûl be”. 

Berevajî, qismek jî şermok in. Nikarin bêjin “na”. Nikarin sînorên xwe destnîşan bikin. Pereyên wan dixwin, serê wan ji belayan xelas nabe. Ev jî dibin dûvikên xelkê. Hemal, stûxwar in. Kî sûcdar bikim? Gotina “na” ne eyb e ne jî kêmasî ye. Zarokên xwe fêrî gotina “na” bikin. Lê ji kerema xwe hinek jî dab û nêrîtên Kurdî  fêrî wan bikin. Pere ne her tişt e. Hinekê jî bila zarokên we kubariyê, edebê, nezaketê, romantîzmê, estetîkê bizanibin. Hûn dizanin ew çi dikin li kolanên Ewropa? Jinek ewropî derbas be deh bi hev re didin pey. Gilî çêbû jî “em Kurd in, êşkence dîtiye, siyesetmedar in, ka mafên mirovan!?”. Ev eserê dê-bavan e. Ev kalîteya dê-bavan e. Zarokên xwe bo pêdiviyên dewra nûjen perwerde bikin. 

* Rêzefîlmên Tirkan û bandora wê ya neyînî. Rêzefîlmên Tirkan peyaman dişînin binê hişmendiya we ku hûn hîç pê dernaxin. Hêdî hêdî we asîmîle û dejenere dikin. Helwesta we, ramana we, lêhayiyên we, tevgera we diguherînin ku hîç xebera we jê çênabe. Ev rêzefîlm we dejenere dikin û hûn pirr wextê jî bi wan re dikujin. Ka tevgerên xwe hinekê bişopînin, hûn jî wekî Tirkan ji zarokên xwe re dibêjin "anneciğim". Ji kurê xwe re dibêjin "ablacığım". Hereketên we carnan dişibe yên wan filman. Zarokên xwe îhmal dikin û wekî wan fîlmên "dejenere" têkiliyê bi zarokan re datînin.

* Kêmasiya nirxên neteweyî. Miletên bindest bi xwedîderketina nirxên xwe yên neteweyî terapî dibin. Zarok fêhm dike ku çima ewqas zilm li wan hatiye kirin. Fêhmkirin, watedarkirin, analîz parçeyên terapiyê ne. Nirxên neteweyî ji evolûsyonê, peresanê tên. Hafizeya kolektîv e. Di derûn û laşê me de rêçên peresanê hene. Ango ewqas cidî ye ev mesele. Gelek dê-bav zarokên xwe ji Kurdbûnê dûr digirin. Helbet vê bo parastina zarokên xwe dikin. Lê ev parastin zirarê dide zarokan. Xwebaweriya wan dişkê, di jiyanê de rastî probleman tên. Behremendiyên wan pêşnakevin. 

Dîroka Kurdî, çanda Kurdî û sîmbolên Kurdî bi zarokan bidin naskirin û hezkirin. Ev ne siyaset e, elaqeya wê bi siyasetê nîne ku hûn bitirsin. Heger mirov ji dê-bavên xwe fedî bike, çi dibe? Heger mirov ji rengê porê xwe, pozê xwe, bejna xwe fedî bike, çi dibe? Kurdbûn xwezaya me ye, divê xwezaya xwe qebûl û hezbikin. Çawa Beriya dibistanê teqez bi Kurdî xwendin-nivîsandinê fêrî zarokên xwe bikin. Kurd mîmarên Girê Mirazan in. Kurd avakerê şarezayiyê ne. Kurdbûn xwebaweriyê dide zarokan û pê serbilind dibin. Xebat hene ku Kurdên asîmîlebûyî ji yên neasîmîlebûyî bêhtir tûşî nexweşiyên derûnî dibin. Kurdbûn we ji nexweşiyên derûnî diparêze, bihêztir dike.

Werin em qebûl bikin em dê û bavên Kurd hinekê egoîst û xemsar in. Xerîbek li zarokên me bide dikarin wan bikujin jî, lê wexta zarokên me pêwîstî bi me heye, ne bi wan re ne. Fîgûrên dê-bavê çilmisîn, birîndar bûn an şikiyan, zarok jî fîgûrên nû peyda dikin. Destên xelkê li ser zarokên me mezin dibin. Heger ez nikaribim derdên  xwe bi bavê xwe re parve bikim, diçim cem “bavekî din”. Ev bavê nû dikare serokê terîqetek radîkal, mafya yan çete be.

Li dibistanê çi dikin zarokên me? Hevalên wan kî ne? Mamosteyên wan mirovên baş in ya xerab in? Li odeya xwe bi telefonê heya dereng bi kî re diaxivin? Kesên pê re chat dikin gelo niyetpak in? Qet nizanin. Kengî serê zarokên me ketin belayê xebera me jê çêdibe, ew jî dikare gelek dereng be. 

Ti stratejiyek perwerdeyê ya pirraniya dê-bavên Kurd nîne. Bikaranîna madeyên hişbir û fihûşa zarokan pirr zêde bûne. Ma sûcê kî ye ev? Hûn dizanin zêde-bikaranîna teknîkên ragihandinê û înternetê çendîn zirarê dide derûniyê? Bes bila zarok we aciz nekin, didin ber wan telefonê yan laptopê. Min zarokên 10 salî dîtin pornografî temaşe dikirin. Min zarokên 8 salî dîtin li ser înternetê kesan ew xapandibûn resmên xwe yên tazî şandibûn. Min bav naskirin alkol bi kurê xwe yê 8 salî dida vexwarin. 

Min dê naskirin keça xwe ya 15 salî teslîmê mele kiribû da “terbiyeyê bidê”. Herwiha bav kurê xwe yê 13 salî teslîmê xwediyê depoyê kiribû û gotibû “goştê wî ji min re hestiyê wî ji te re”. Min keçikên 13-14 salî dîtin ew fêrî hebên hişbir kiribûn û bo pereyê wê derînin fihûş dikirin. Du serbazên hikûmatê tên gundekî keçikan bo xwendina hemşîretiyê ya bêpere ji malbatan digirin. Dê û bav xizan in, ev ne şerm e. Lê ewqas nezanî û bêrehmî nayê qebûlkirin û sûc e. Du keçikan dibin. Piştî demekê keçik xwe dikujin. 

Hewar e Kurdno, yan zarokan çênekin, an jî hinekê ji xewa mirinê hişyar bin!


Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie gUG i.G.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...