Sonntag, 7. Juli 2024



Pirs û Bersiv 2
Babet: Îstîsmara Zarokan

Destdirêjî ji aliyê jinekê ve

PIRS: 

Di zaroktiya biçûk de, ji aliyê jinek ve bi qasî du salan hatim îstîsmarkirin (îstîsmara zayendî). Ji 9 salî heya 11 salî. Jinek biyanî bû wekî ebe (hebame, hemşîre D.W.) li gundê me kar dikir. Seksa pêşketî bi min re dikir.  Dema mezin bûm pê hesiyam ji xeynî min zarokên din jî îstîsmar kiriye. Ji jinan ditirsiyam. Piştî zewacê bi qasî salekê newêrîbû di ronahiyê de seks bikim. Niha jî naxwazim genîtalseks bikim. Divê nekevim vajînayê. Heger bikevimê penîsê min sar dibe, hîsên nenas, neyînî ku terîfa wan dijwar e, tên ser min. Bo xatirê jina xwe liberxwedidim lê jina min pê derdixe û îcar şerê me destpêdike. Çûm cem derûnnaseka Alman, ji ber ew jin bû, min nekarî her tiştê bêjim. Dîsa jî gelek feydeya wê ji min re çêbû. Niha hinde baş bûme. Ez hez ji têkiliya zayendî dikim lê hin tiştan na. Ez û jina xwe bi hevûdu nakin. Derûnnas ji min re gotibû ev ji ber trawmaya min a zaroktiyê ye. Jina xwe re negotiye. Gelo jê re behsa trawmaya xwe ya zaroktiyê bikim? Xêra wê heye? Baweriya min ew e ku problem di wê de jî heye. Ma çima ewçend di ronahiyê de seksê dixwaze? 

Bersiv: 

Herî kêm 4%ê Kurdan îstîsmara zayendî jiyane. Hejmara îstîsmarên însest (navmalî) ne diyar e. Bawerî bi statîstîkan nabe, lewra îstîsmar û destdirêjiyên ji aliyê karmendên dewletê ve hatine kirin, pirranî tên sansûrkirin. Gorî çavdêriyên min ên klînîkî, pirraniya jinên Kurdan ên ji ber sedemên siyasî hatine binçavkirin îstîsmara zayendî jiyane. Îstîsmarên navmalî tabû ne, tên veşartin û divê bêjim di civaka me de jî ne kêm in. Dîsa jî civaka Kurd ji gelekan baştir e. 

Pirranî îstîsmara zarokan di nava salên 8-11 de pêk tên. Li cem keçzarokan sê car ji ya lawzarokan zêde ye. Mirov bûyereke trawmatîk jiya, sîmptomên nexweşiya trawmayê hema xwe nadin der. Sê meh, şeş meh heya 18 mehan şûnde nîşaneyên NSPTê (nexweşiya stresê ya piştî trawmayê) xwe kivşe dikin. Zarok îstîsmarê dijî lê ki ber ku sîmptomên trawmayê hê rûnedaye, krîter bicih nehatine, gelek caran rayedar guh nadinê yan pê bawer nakin. Zarokên nîşaneyên îstîsmarê pê re nayên dîtin bêhtir êş û azarê dikişînin. Û ev zarok bêhtir ziyana derûnî dibînin. Perwerde û pisporiya rayedaran gelek girîng in.

Çi îstîsmara zarokan zêde dikin?

  •  Şîdeta navmalî
  •  Dê û bav bengî bin (alkol, madeyên hişbir, xumar ûêd)
  •  Dê damarî be
  •  Bav bavê heq nebe
  •  Zewaca bê dil a dê-bavê
  •  Xizaniya mezin
  •  Malbatên zêde konservatîv in
  •  Dê û bavên ku ji pedagojiyê tênagihên û cezayên bêmantiq didin zarokên xwe
  •  Bi dê û bav re kêşeyên psîkotîk hebin
  •  Dê û bavên ku kêf û rehetiya xwe ji ya zarokan zêdetir difikirin
  •  Dê û bav re astengdariyên kesayetiyê hebin
  •  Di serpêhatiya dê û bavê de destdirêjî yan îstîsmar hebe
  •  Riyên, kampên koçberiyê
  •  Şer
  •  Astengdariya mental a zarokan

Hûn dizanin kî pirr îstîsmara zarokan dikin?

Tecawizkarên zarokan wekî di fîlman de nîşandidin, ne kesên “serserî, psîkopat, xizan, pêşmûrde, nexwendî û bêmal” in. Pirraniya îstîsmarkeran kesên xwendî û dewlemend in. Doktorên zarokan, hunermend, profesor, karsaz, mamoste, polîs, gerînendeyê bankayê ûêd ango kesên bihêz, xwedî mewkî-meqam û “qaşo-maqûl” in, vê dikin. Xelkê me bi viya nizane. Xelkê me zarokên xwe ji kolanan, “pêxwas û serseriyan” diparêzin, baş e, lê nizanin ku xetereya mezin ne li kolanê ye. Divê hişyariyekê bête çêkirin, xelkê me bête agahdarkirin.

Trawma di derûn û laşê me de tomar dibe. Heger stîmûlûsek (hişyarker) wekî ya trawma çêkiriye hebe, pênc organên me yên hîskirinê bêî ku xebera me jê hebe, alarmîze dibe. Bi gotineke din ji xew hişyar dibe. Ruhê me, me dibe wê dema me trawma jiyaye. Hîsên wê demê bi me dide jiyandin. Taybetiyek xebata mejiyê me ye, dema bîranînek hat bîra me, mejî diçe modûsa, frekansa wê demê. Heger trawmaya me ya di 12 salî de pêk hatibû were bîra me, mejiyê me wê kêliyê dibe mejiyê 12 saliyê. Ev bêî vîna me, otomatîkî dibe. Mejiyê 12 saliya me jî nikare ji bin barê trawmayê derkeve. Jixwe em di terapiyê de nexweş fêrî dikin ku bi mejiyê xwe yê niha li serpêhatiyên berê binêrin.

Êrîşên zayendî yên di zaroktiyê de, ne tenê zirarê didin derûna me, herwiha didin laşê me jî. Organên zayendî hê geşedana xwe temam nekirine. Dikare zirarên fonksiyonal jî bidin organên zayendî ku di pêşerojê de me pê re mijûl bike. Helbet pirsgirêkên fonksiyonal divê ji ûrologan pirs bikin, mafê min nîne, di vî warî de pêşniyarek bikim.

Kêşeyên zayendî yên trawmayên derûnî dikarin bi xwe re bînin, ev in:

Bi gelemperî

Zarokên hatine îstîsmarkirin ji aliyê derûnî ve giran birîndar in. Geşedana zayendî û hest, ji riya xwe ya xwezayî derketine, balansa, ahenga wan şikestiye. Zarok dikarin seksên awarte biceribînin (grûpseks, analseks hwd). Jiyana wan a seksê dikare zû destpêbike. Carnan ji aliyê qaşo-partnerên xwe ve hemîle tên hîştin, zarokek li barê zarokê zêde dibe. Di têkiliyên evîndariyê de îstîkrarek tune. Zû hez dikin, zû hevûdu berdidin. Bi gelek kesan re sekskirin mimkûn e.

Ba keçikan

Keçikên hatine îstîsmarkirin kincên seksapel li xwe dikin. Mêran provoke dikin. Ev ne ji bo seksê ye, dixwazin bi mêran bilîzin, wan bipelixînin. Vê bi zanebûn nakin, binê hişmendiyê dixwaze heyfa xwe ji mêran bigire. Dikare mastûrbasyon zêde be, tiştan bikin vajîna yan anûsê. Bala wan bo seksê yan gelek zêde yan jî gelek kêm dibe. Enoresîs (binê xwe şilkirin) dikare hebe, di xewê yan panîkê de. Qurbaniyên îstîsmarê dema mezin dibin, dikarin ew jî îstîsmarê bikin an bedena xwe bifiroşin.

Hestên wan guherbar in. Carnan enerjiyeke neyînî tên ser wan. Dikevin xeyal an fikrên neyînî ku nikarin jê derbikevin. Xewnên tirsnak, kabosan dibînin. Ji tirsa van xewnan dikarin bêxew bimînin. Carnan zêde hêrs dibin, diqeherin. Xwebiçûk û pîsbûyî dibînin. Bawerî û xwebawerî gelek têkçûye. Rûtîna jiyana rojane bo wan dijwar dibe. Xwe ji malbatê û hevalan dûr digirin. Depresyon li benda wan e. Êşên derûnlaşî (psîkosomatîk) jî. Qismek ji wan qesta xwekuştinê jî dikin.

Di tevgerên xwe de yan pirr cidî ne yan jî bêpergal. Ne bextewar in. Min hin keçik naskirin zirarê didan bedena xwe. Xwe dibirrîn. Her tiştê van qurbaniyan hinekê zêde ye. Li dijî kesên biyanî nizanin çawa tevbigerin. Dikarin kesek nenas bi germî û samîmî pêşwazî bikin, nas û hezkiriyên xwe re sar bin. Hin ji qurbaniyan pirr şermok in hin jî tirsonek.

Ba lawikan

Lawikên li wan destdirêjî hatiye kirin kesayetiyek agresîv avadikin. Keçik jî bêhtir xwe biçûk û pîsbûyî hîsdikin. Qurbaniyên îstîsmarbûyî kandîdatên astengdariya kesayetiyê ne. 75% borderlîne di zaroktiyê de hatine îstîsmarkirin. Kesên bi wan re astengdariya kombîne hene, ji wan 87% herwiha hatine îstîsmarkirin.

Ba jinan

Jinên îstîsmar jiyabin, dema marî dibin (dizewicin) problem derdikevin. PSAS (xerabûna hişyarkirina daxwaza seksê ya domdar), vajînîsmûs, vûlvodînî (êşa devedora cihên genîtal), vûlvar vestîbîlîtîs (êşa organên genîtal), têkçûna orgazmê hwd.

Ba mêran

Mêrên îstîsmar jiyabin, dema marî dibin bi wan re pişthatina pêşdemkî, zûvalabûn xwe dide der. Ereksiyon ango repbûn, sertbûn dişkê. Daxwaza seksê kêm an jî pirr zêde dibe. Lê ev zêdebûn patolojîk e, dixwaze tiştinên birîsk, nelirê bike. Ango parafîlî destpêdike. Çiye parafîlî? Bo mînak di mînîbusan de xwe li jinan didin, penîsê xwe rava zarokan didin, kamera datînin daşiran û jinan tazî fîlm dikin, li cem xelkê porno temaşe dikin hwd.

Kurd miletê herî bêşans in

Saziyên Kurdan ên bo parastina zarokan tunin. Dê û bav pedagojiyê nizanin. Parastina herî baş ew e ku mirov pêşî li îstîsmarê bigire. Îstîsmar bû, mixabin zarok kêm-zêde zirarê dibînin. Zarok ji aliyê tecawizkaran ve tên xapandin an tirsandin. Bi girîngî û xeteriya îstîsmarê nizanin. Dema giliyek çêbû, kilît dibin. Sîmptomên îstîsmarê xwe kivşe nakin, demekê divê di navberê de derbas be. Ji ber vê jî gilî pûç derdikevin.

Yekîtiya Derûnnasên Kurd, şaredarî, mixtar, partiyên Kurd û medyaya Kurd divê hevkariyê bikin.

Akademiya Derûn, gorî derfetên xwe hin materyalan avadike.

Angaşta min bo derûndînamîka kêşeya we

Helbet angaşt e, lewra bi we re nexebitîme û we nasnakim.

Beriya ku organên we yên zayendî û hormonên we geşedana xwe temam bikin, beriya ku obje, girêdan, oryantasyon kamil bibin, we hişyariyeke patolojîk jiyaye. Sîmptomên stresa piştî trawmayê bi we re hene lê krîterên trawmayê temam nînin. Ango nexweşiya NSPT (Trawma, F43.1) bi we re tune. Serpêhatiya patolojîk û awarte hin rêçên xwe li ser derûn û laşê we hîştine. Germiya û nêma destên mirov û vajînayê cuda ne. Hûn di mastûrbasyonê de bi giştî azad in û penîs bi dest û xeyalên we re hatiye girêdan. Xeyalên we aktîv, penîs pasîv e. Dema têkiliya genîtal dibe rewş berevajî ye. Mecbûr in xeyal û motîvasyona hevjîna xwe jî parve bikin. Ev rewş di binê hişmendiya we de, we dekompanze ango kilît dike.

Her derûnnas ne pisporê trawmayê ye. Biçin cem derûnnasek ku bawernameya wê/wî ya EMDR heye. Herwiha hîpnoterapî û terapiya cotan dikarin gelek alîkar bin. Terapiya trawmayê mimkûn e. 80% nexweşên trawmayê stabîl dibin û wekî yên trawma nejiyabin tevlî jiyanê dibin. Hûn refleksiyon dikin, ango înteraktîv li meseleyê dinêrin. Bi gotineke din tiştan, rexne û pêşniyaran digirin ser xwe, refleksiyon dikin. Ev baş e û ez bo we gelek hêvîdar im. Heger problem ne organîk be, hûn ê wekî cot ji terapiyan gelek sûdê werbigirin. 

Bi ya min hewce nake hûn serpêhatiya xwe bi hevjîna xwe re parvebikin. Vêgav ne  hûn ne jî hevjîna we amade ne. Mesele ne veşartin e. Ango ji ber we ev serpêhatî parve nekiriye, hûn vê problemê najîn. Divê bizanibin tişta we jiyaye bareke gelek giran e û kî be ew ê heman tiştî bijî. Bi hev re herwiha terapiya cotan werbigirin. 

Helbet di têkiliyên cotan de seks muhîm e. Seks ne tenê genîtalseks e. Seks ne karekî mecbûrî ye yan wazîfe ye. Seks bo zarokçêkirinê nîne, bo kêfê ye. Seks xelata evînê ye. Bêî evîndarî, sîmpatî, harmonî û rezgirtinê seks nabe. Bibe jî dibe jehr. Hevjîna we dê di terapiyê de fêr bibe ku rengên din ên seksê jî hene. Mêranî yan jinanî bi seksê nayên pîvandin. Ev nezanî û neheqî ye. Seks hemêzkirin, bi hev re lîstin, ramûsan, masaj hwd e. Cih û dema seksê nayê kivşekirin. Di tariyê de, ronahiyê de, şevê yan rojê seks dibe. Li odeya xewê, li metbaxê, li ber golekê, serê çiyê, ber agir, binê tava heyvê… Mixabin pirraniya xelkê me seksê jî baş nizanin, li hevûdu dikin jehr.

Guh nedin şarlatanên medyaya civakî û tora înternetê. Bêî derunbijîşka/ê xwe tevnegerin. Bersiva min bixwînin lê bi ya doktorên xwe bikin, lewra ew we nasdikin. 

Darius Winzer


X: https://x.com/Darius_Winzer

Bild: Edyta Linek | Dreamstime.com

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie gUG i.G.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...