Samstag, 29. Juni 2024


Rêbazên Çareserkirina Kêşeyan, Fonksiyonal û Dîsfonksiyonal

Derdê me çi dibe bila bibe, “derd hebe derman jî heye”. Deyn, êşa serî, tûmora gurçikê, panîk atak, şîdeta malê, pirsgirêkên evîndariyê hwd. ferq nake. Çareserkirin carnan bi salan dixwaze. Carnan bi alîkariya rênîşanderek bilez çare tê dîtin. Carnan bextê me re çare bi xwe tê me dibîne. Carnan dikare ev çareserkirin ewçend dijwar be, ku hêdî hêdî karakterê me jî biguherîne.

Fonksiyonal ango bikêrhatî, ango kêrbar, rastegîn, mantiqî. Tu li çareyekê digerî, dixwazî pirsgirêkan çareser bikî, ji daneyên rasyonal, merc û analîzên rasyonal, modelên ceribandî sûdwerdigirî. “Amerîkayê ji nû ve keşif nakî”. Rêbaza te zanistî ye, ne bawerî yan îdeolojî ye. 2x2 dike 4. Pereyê te tunebe, divê karbikî. Diranê te diêşe, divê biçî bijîşkê diranan. Deynê te heye divê bidî. Terapiya şêrpenceyê sebir dixwaze, divê sebir bikî, bi dîsîplînî biçî seansên kemoterapiyê. Projeyek te heye bo xêra Kurdan, divê bizanibî ti karsaz an siyasetmedarek Kurd alîkariya te nake. De bila ev hevoka dawî jî heneka min be.

Dîsfonksiyonal ango ya dil dixwaze, ya îdealî, ya hestyarî. Ti model an rêbazê nafikirî, bawer dikî ku dê çare bê dîtin, an bawer dikî çare tune. Xwe girêdayî ti tecrubeyê nabînî. Bawer dikî ku tiştên majîk, bisêhr jî hene di jiyanê de. Ne ji zanistiyê lê ji bihîstin û gotinan bawer dikî. Ne ji zanistiyê, ji metafîzîkê sûdwerdigirî. Kesên çareserkirinên dîsfonksiyonal hêvî dikin, bo mînak van gotinan gelek bikartînin: “Şansê xwe biceribînim”, “tiştek erênî yan neyînî dê teqez pêk were”, “xwezî ez ne Kurd bam, dê niha bibûma pfofesor jî”, “qedera min reş hatiye nivîsîn”, “min gotina bavê xwe bikira dê wiha nebûya”, “qismetê min hatiye girêdan”, “Kurd hevûdu nagirin, qewmê kewê ne, nabin xwedî dewlet”, “Covîd19 karê Îlûmînatî ye dixwazin nifûsê kêm bikin”, “piyango vê hefteyê pereyek mezin dide, bîletek bikirrim”, “niviştên Şêx Darius ji tiştek re nabin, biçim cem Mele Winzer”, “derkevim Ewropa ez ê xelas bim” hwd.

“Xelkên Asyaya Nêzîk bêhtir hestyar in”, rast e, lê ev gorî kîjan pîvanê ye? Pîvanek wiha heye? Çi mûtlaq e? Çi gorî cih û demê nayê guhertin? “Xortek Afrîkayî çelengtir e yan yê Kurd?”, “ola Bûdîzmê bêhtir hûmanîst e yan ola şîntoîzmê?”. Relatîviya Einstein, bo nirxên civakî jî derbasdar e. Bi serê xwe mirov nikare tiştekê binirxîne, pêwîst e tiştek din jî hebe ku mirov herduyan raber bike. Raber kir jî nayê wê wateyê, nirxandina me rast û mûtlaq e. Heger em Asya Navîn û bi taybetî bakurê Ewropa bidin ber hev, helbet dikarin nirxandinan bikin. Çandên cuda ne, di rêbazên çareserkirinê de ferqiyên wan hene.

Kêm-zêde, gorî çavdêriyên min (helbet ne mûtlaq e) ferqiyên Kurd û Swêdiyan (an almanan, holendiyan, nordîkan) wiha ne:

* Swêdî bêî dewleta xwe nikarin, bêdewletbûnê layiqê xwe nabînin. Kurd xwe layiqê dewletbûnê nabînin, xwe biçûk dibînin.

* Swêdî karên xwe bêhtir bi rêbazên mantiqî dikin, Kurd hestyarî.

* Xwesûcdarkirin li cem Kurdan kêm, li cem Swêdiyan zêde ye. Hesta xwetewanbarkirinê li Asya Nêzîk kêmtirê ewropayiyan e. Bo mînak heger Swêdî di lambeya sor a hatûçuyê de derbas be ditirse, xwe sûcdar hîsdike, lê asyayî kêm. Darek biçine ji daristanê, ditirse ku daristan kêm bin, avhewa bête guhertin.

* Fedîkirin, hesta şermê li cem Kurdan ji Swêdiyan zêdetir e. Kurd dema tên Ewropayê vê şokê derbasdikin. Tu bi salan heqê qehweya hevpîşeyê xwe didî, lê ew bi hêsanî dikare bêje “na ez heqê qehweya te nadim”. Em fedî dikin, nikarin bêjin “na”.

Min çima Kurd û Swêdî raber kir? 

Du çandên cuda, du cîhanên cuda, bi xwe re du rêbazên çareserkirinê yên cuda diafirînin. Swêdî ditirsin xetayekê bikin. Kirin jî xwe sûcdar hîsdikin. Ev jî dibe sedem ku bi dîsîplînî, şaşî û kêmasiyên xwe derbibin. Bi vî awayî civaka wan pêşdikeve. Bo konfora xwe şerm nakin, sînorên xwe nîşan didin. Ev jî bi xwe re azadiya takekesiyê, xwebaweriyê tîne. Bi giştî civakek wiha şareza dibe, bêî dewlet namîne.

Kurd ji şaşî û xetayan natirsin. Kirin jî xwe sûcdar hîs nakin. Fedî dikin kû sînorên xwe nîşan bidin, ji konfora xwe tawîz didin. Keça xwe jî didin, nikarin ji xwezgînçî re bêjin “na”. Serbazekî Tirk diçe keça Kurd dixwaze, bav nikare bêje “armanca we ne zewac e, hûn keçên me dixapînin û dawiya hemiyan êxsîriya destên mafyayan in”. Min di xebatê de çendîn serpêhatiyên wiha naskirin. Çendîn “kewên gozel”, dest henna kirine, dane sadîstên biûnîforma. Bav dîsfonksiyonal difikire “çawa be karmendê dewletê ye, meaşê wî heye, keça min xizan û birçî nahêle”. Helbet behsa yên neyînî dikim, mafê min nîne pozê xwe tevlî biryar û zewacan bikim. Bes balê dikişînim ser birîneke civakî û dixwazim girîngiya rêbazên çareserkirinê bête dîtin. 

Her tişt girêdayî derûniya me ye. Ketin depresyonê problemên biçûk ber çavên me mezin dibin. Bêhêvî, reşbîn, xemgîn dibin. Nikarin êdî rûtînên jiyana xwe ya rojane jî pêk bînin. Dinya bo me cihekê nexweş e, wekî qiyamet rabûbe, xwe ji jiyanê vedikişînin. Lê xebera dinyayê jî ji me nîne. Jiyan bi hemî xweşiyên xwe li ber pozê me diherike, bes em nabînin. Dema ji depresyonê filitîn, heman dinyayê îcar bi hemî xweşiyên wê dibînin. 

Erê, rêbazên çareserkirinê jî di bin bandora derûniya me de ne. Nexweşiyên me yên derûnî hebin bandorê li raman, tevger û bîreweriya me dikin. Bes me nexweşiyên xwe pejirandin, bandora wan naskirin, dikarin biryarên baş bidin, di jiyanê de bêhtir serkeftî û bextewar bin. Qismekê bi nexweşiyên me ve girêdayî ye.

Qismekê jî bi çand û geşedanê, bi perwerde, tecrûbe û behremendiyên me ve girêdayî ye. Ristina mantiqa me fonksiyonal be, problemên xwe bi serkeftî çareserdikin, pêşdikevin. Dîsfonksiyonal bin, êdî ji bextan re problem safî bûn, gelek baş e. Çareserkirinên dîsfonksiyonal wekî mirov bo êşa diranê kêm be, alkolê vexwe ne. Ditevizîne lê sax nake. Kesên dîsfonksiyonal difikirin wekî ava naherike rojek tê “genî dibin”, dora xwe tên-diçin, xelkê sûcdar dikin, xwe sûcdar dikin, feleka malikmîratê sûcdar dikin, heya xwe nexweş dixin.

Hin ji helwestên nebikêr û şaş ên çareserkirina kêşeyan:

* Tiştekê majîk, bisêhr hêvîkirin. “Herim Hecê vegerim, Xwedê dê riyekê ji min re veke, ez ê xumarê biterikînim@.

* Reş-spî fikirandin. “Bû bû, nebû nebû”, “Ezirganî çikûs in, Erdexanî merd in”, “malbata wan hemî bi şêrpenceyê mirin, ma qey Rojda yê sax be”, “ti dewlemendek Kurd tune karên neteweyî fînanse bikin, hemî jî gundî, çavbirçî, nezan û asoteng in”.

* Kesek/kesên din tewanbarkirin. “Bîst sal in zewicî me, bîst sal in mêrê min li min dide. Ez nebim kevir derdê wî naxwe. Ma sûcê min çiye, ez ne, mêrê min nexweş e û derûnnas fêhm nake, dibêje tu jî nexweş î alîkariyê werbigire”.

* Xwesûcdarkirin. “Ez gêj im, ez teral im, ez bêşans im”.

* Gilî û gazinc. “Qismetê min hebûya bi vî re nedizewicîm. Li Almanya nexweş ketim ji derdê hevjînê xwe. Pereyê sosyalê têrî nake. Xema sosyalê ye em çilo îdare dikin. Nikarim malnişînî bibim, rojekê xebata min nîne. Di temendirêjiyê de ez ê ji birçiya bimirim. Ne zarok ne jî kes bi halê min dipirsin”.

* Eynat û serhişkî. “Min sond xwariye ez ê îsal dikanek donerê vekim. Bila pismamê min bibîne ka ez bêkêr im an na. Wî ewqas henekê xwe bi min kir, qey jê re dimîne. Ez ê hesabê wan gotinan jê bipirsim!”.

* Înkarkirin. Carnan problemên me ewqas serhev de tên, ewqas zêde dibin ku me ditirsînin. Problem ketin bîra me bêhna me teng dibe, per û baskên me dişkê. Daxwaza revê, înkarkirinê, îgnorekirinê bi me re çêdibe. “Na, qet tu xema min nîne, ji kû ve zirav e bila ji wir ve biqete”.

* Piçûkkirin û paşveavêtin. “Min kredî girt ez ê deynan ji carekê ve bidim. Ê xelkê mîlyon Euro deynên wan hene yê min hê 20 hezar e, qey çi bûye?!”.

Helwesta tecrûbekirî ya çareserkirina probleman:

* Lîsteya pirsgirêkên xwe çêbikin.

* Têxin rêzeyekê. Ji ya herî pêwîst û acîl heya ya herî kêm-acîl bikin rêzeyekê.

* Destpêbikin gav bi gav probleman çareser bikin.

* Realîst bin, gavên xwe, ango hedefên xwe biçûk bikin, gorî hêza xwe tevbigerin.

* Dawiya her gavê, hinekê vehesin, stresa xwe derbikin, xwe bi hêz û qewet bikin. Lewra gava duyem ji ya yekem girantir û dijwartir e.

* Şev bo xewê ye. Ji xeynî xew û vehesînê tiştek din nekin.

Dost û heval

Di demên qeyranê de, mirov zû ji hezkiriyan dixeyîde, çima alîkariya me nekirine. Nayê hişê me ku hezkiriyên me neguherîne, lê em berî bi depresyonê diçin, gelek hesas, bêtehemûl û xeydok bûne. Piştî ku me dost, heval û hezkiriyên xwe yeko yeko ji deftera dilê xwe paqij kir, barê me hê girantir, dijwartir dibe. Lewra însan muhtacê însên e, bi alîkariya kesan bar siviktir, rê kurttir dibin. Divê em viya jî berçav bigirin. Bo serî bi kêşeyan re derînin stratejiyeke baş e em bi dost û yar bin.

Werziş/Sport

Bi werzişê em adrenalînê kêm dikin, aram dibin. Bi werzişê laktîkasît ji laş tê avêtin. Xwe bihêz, vehesî hîsdikin. Bi werzişê bazûke (masûlke) xurt dibin, hestiyan dişidînin, barê hestiyan sivik dikin. Ev jî dibe sedem ku em êşên hestiyê kêm hîsbikin. Sport îmûnsîstemê bihêztir dike. Kî sport kiriye xêra wê dîtiye. Divê em teqez sportê bikin. Bo bi kêşeyan re têbikoşin pêwîstiya me bi derûn û laşek saxlem heye.

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...