Dienstag, 25. Juni 2024


 Nexweşiya Bîpolar Çiye?

Ez gotarên xwe, heya ku ji min tê bi zimanê civakê yê rojane dinivîsînim, da her kes jê têbigihê. Nizanim ka mirov dikare bi Kurdî “nexweşiya dualî” binavbike? Berê ji vê nexweşiyê re manîk depresyon dihate gotin. Yek ji nexweşiyên afektîv, ango hestyariyê ye. Ji ber ku du polên/pîlên/milên wê, du aliyên wê, du astên wê yên tund (ekstrem) hene, wiha binavkirine. Herdu polên wê/qutbên wê/aliyên wê cuda ne, dijî hevûdu ne. Di yekî de depresyon, ya din de manî heye. Çawa di depresyonê de hest, antrîb (enerjiya hundirîn), raman, helwest, xew, rûtîna rojê ûêd dişkê, berevajî, di maniyê de bilind û geş dibe. Çendîn zû bête teşhîskirin û terapî destpêbike, ewçend serketin dibe.

Lê ev bilindbûn û geşbûn patolojîk e, ango ne tendurist e. Heger di dema maniyê de mirov baş bala xwe bide wan, pê derdixe ku geşbûneke biserre ye, hest û laş li hevûdu nayên. Helbet dijwar e pêderxistin, her kes nikare. Di vê merheleyê de gorî taybetiya kesayetiyê, behremendî û qalibên fêrbûyî, nexweş “tiştên xerîb” dikin. 

Nexweş ji aliyek derbasî yê din dibe. Di yekê de bikêf, xwebawer, çalak dibe, di ya din de depresyonê dijî. Bêkêf, têkçûyî, vekişiyayî, bêhêvî û xemgîn dibe. Ji ber ku hestên wan guherbar in, carnan bikêf dibin kes bi nexweşiya wan bawer nake. “Wê rojê min dît li dîskoyê direqisî. Ev û nexweşî!” dibêjin, bo mînak. Ev yeka han barê nexweşan girantir dike, dibe sedem ku xwe ji wergirtina alîkariya derûnî bêpar bikin.

Derbasbûna ji aliyekê bo ya din gorî nexweşan e. Hinekan de werzane ye. Ango havînê manîk in, zivistanê dikevin depresyonê. Hinek rojê manîk in şevê depresîv. Hinek beriya nîvrojê û paşê nîvrojê, hinekan de heya bigire bo katjimêrê tê guhertin. Hesab bikin çi barekî giran e, him bo nexweşan, him jî hezkiriyên wan. 

Di dema manî de, xwebaweriyeke pirr mezin rûdide. Nexweş gelek çalak, bicoş, heya bigire euforîk dibin. Li cihê xwe nasekinin. Hinek ji wan diçin bazaran zêde tiştan, kincan ûêd dikirrin. Dans dikin, diçin xwaringehan dixwin-vedixwin, dikevin binê deynan, biryarên radîkal didin, pirr diaxivin, proje û fikrên curbecur tên bîra wan, lîbîdoya wan bilind dibe, dikarin agresîv bin, empatî namîne. Nişka ve fikrekê tê wan li trenê siwar dibin diçin bajerek din, dest bi evîndariyê dikin an terka evîndara/ê xwe didin, dest bi qursekê dikin hwd. Pêvajoya manîk ziyanên darayî û manewî dide wan. Lewra dema aliyê din ê nexweşiyê xwe da der, îcar ji ber van tevgerên xwe poşman dibin, xwe sûcdar hîsdikin, berdêla pêvajoya manîk didin.

ICDê wiha kategorîze kiriye:

F31 Nexweşiya Bîpolar (NB), xerabbûn di rewşa hestan de 

F31.0 NB, pêvajoya hîpomanîk

F31.1 NB, pêvajoya manî bêî sîmptomên psîkotîk

F31.2 NB, pêvajoya manî bi sîmptomên psîkotîk

F31.3 NB, pêvajoya bi depresyona destpêkê yan nîvgiranî

F31.4 NB, bi depresyona giran bêî sîmptomên psîkotîk

F31.5 NB, bi depresyona giran, bi sîmptomên psîkotîk

F31.6 NB, pêvajoya bi sîmptomên tevlîhev

F31.7 NB, pêvajoya remîsyonê (sivikbûna/kêmbûna sîmptoman)

F31.8 NB, a din, a nehatiye kategorîzekirin

F31.9 NB, a dîagnostîka/teşhîsa derbasdar, teşhîsa hê lê baş nehatiye xebitandin, baş nayê naskirin

Netirsin, nexweşî ne dawiya dinyayê ye. Gelek mirovên serkeftî û navdar hebûne ku bi nexweşiya bîpolar re têkoşiyane. Ernest Hemingway, Vincen van Gogh ûêd. Min hin navdarên Kurd naskirin ku bi wan re NB hebû. Heya ew jî wekî xelkê bêî kompleksan behsa nexweşiya xwe nekin, em ê jî behs nekin. A rastî rewşenbîr, navdar, hunermend, elîtên me deryaya nexweşiyan in lê pirraniya wan narsîst in. Û narsîst ne nexweşiya xwe qebûl dikin, ne jî mirov dikare wan rexne bike. Narsîst rexneyê wekî êrîşê dinirxînin û dema wan rexne bikî, hela ku bêjî “nexweşiya derûnî bi te re heye” pirr agresîv heya kîndar dibin. 

Rêjeya xwekuştinê ya NBê li cem Kurdan û girîngiya akademiya me, Akademiya Derûn

Gorî WHOyê (Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê) ji 25-50 % ji nexweşên NB qesta xwekuştinê dikin, mixabin herî kêm 15% ji wan jî xwe dikujin. Divê bêjim di civaka Kurdî de xwekuştin gorî çandên din kêm e. Statîstîkek bo Kurdan nîne lê gorî texmînên min 2-4 % nexweşên Kurd ên NB qesta xwekuştinê dikin. Pirraniya wan jî ji ber meseleyên “namûs” û “deyndariyê” ne. Çima namûs? Lewra di pêvajoya manî de jin an mêr dikarin zû dil bikevin kesek, heya tekiliya zayendî jî qebûl bikin. Hema bêjim derûnbijîşkên ewropayî qet ji Kurdan fêhm nakin û bi şaşî teşhîsan didin. 80 % nexweşên NB ên Kurdên li Ewropa dijîn, bi astengdariya kesayetiyê ya împûlsîv, bengîtî û sosyalfobiyê tên tomarkirin. We bi girîngiya Akademiya Derûnê pê derxist? Çi bikim, we kesî jî alîkarî neda me, mala we ava.

Mînak ji Kurdan

Xortek Kurd hat bîra min, daweta wî sê roj sê şevan domkiribû. Organîzasyon bêhempa bû. Têra xwe bi bukê re kêf kiribûn. Kesî nizanibû bi zava re NB hebû. Kêfa zavê ne ji bo xêrê bû. Şeva sêyem a şahiya dawetê, periyoda manî bidawî dibe. Zava ketiye daşirê, derî ser xwe de kilît kiriye û digirî. Dekompenze bûye. Dibêje: “Ez bûkê naxwazim”. Îcar bifikirin çi diqewimin, çi tên serê malbatên wan. Kesek zana jî tune pê destê zava bigire bibe cem derûnbijîşkek (psîkiyatrîst). Piştre zava bi bûkê re ji ber “nirx û namûsê” dizewicînin. Tên Almanya lê îcar bûk dikeve depresyonê. Lewra her cara pêvajoya manî dibe, zava tiştên xerîb dike û hevjîna wî nikare serî pê re derîne.

Mînakek din bidim. Xanimek Kurd li Almanya dijî. Pênc caran mêr kiribê, zarokekî wê ji mêrê afrîkayî hebû. Saziya ciwanan zarok ji wê girtibû û doza dadî jî nebûbû alîkar. Li civaka Kurd wekî jineke “asosyal heya bêexlaq” hatibû morkirin. Helbet ew mirovek heya bêjî baş, biexlaq û biwijdan bû. Tenê nexweşiya NB pê re hebû, wext û kêfa kesî nebû wê bi tevî nexweşiya wê qebûl bike. Wê li mêran an macerayê nedigeriya. Carnan tiştek bi wê dibû, dinya li ber çavên wê biçûk, komîk dibû. Hêz û qeweteke mezin, majîk dihate ser wê. “Rabe Gulê, xew karê teralan e. Jiyan kurt e. Rabe wextê jiyanê ye” digot. Dikan bi dikan, çayxane bi çayxane digeriya. Pêlav e, bersing e, rûj e her tişt dikirrî. Pereyê sosyalê di rojekê de xelas dikir. Lê bo wê ne xem e. Helbet kesên baş ên ji wê fêhm dikirin hebûn. Deyn dikir. Enerjiyekê dihat ser wê, dikaribû li her kesî bandorê bike. Gelekan deyn didanê. Were bar, were dîsko, were hotel, were bi yekî re betlane. Ji dil hezdikir. Kesekî nedixapand.  Kelecan dida, kêf dida heger “evîndar” bibe. 

Kêşeyên “evînê” hîç kêm nedibûn. Kîjan zilamê “tolaz” dikaribû ji Gulê re bêje na?! Gulê rind, xwebawer, enerjîk, bimerhemet bû. Qet nebe ji derve wisa dixwiya. Ji xwaringehan kevçî, ji hotelan macûna diranê, ji dadgehê pênûs didizî. Wextekê gelek qelew bûbû lê bi alîkariya derûnbijîşk ew mesele safî bûbû. Piştî ew bayê xapînok diçû, ewrên reş kom dibûn li serê Gulê. Erd û ezman deynên xwe dixwestin. Ji ber deynan û qaşo-evîndariyan, kêşeyên xeterdar jiyabû. Lêdan, sûîstîmala zayendî, birçîbûn, kontrola dadî ya mecbûrî hwd. Digiriya, bi rojan nedikarî ji malê derkeve. Dema hatibû cem me, di pêvajoya depresyonê de bû. Jêhatî bû, alkol terikandibû kû wextekê bengî bûye. Terapîstên wê yên baş hebûne û Gulê gelek sûd ji wan wergirtibû.

Komorbîdîteya NBê

Ango dikare di heman demê de hin nexweşiyên din jî hebin. Li cem Kurdan bêhtir nexweşiyên derûnlaşî (psîkosomatîk) hevkêşeyê dikin, wekî mîgren, adîpozîtas (qelewbûn), nexweşiya şekir hwd. Kêm-zêde ev nexweşî jî tên tesbîdkirin:

* Bikaranîna alkol û madeyên hişbir

* Astengdariyên kesayetiyê 

* Kêşeyên xwarinê

* Kleptomanî (diziya tiştên bêqîmet)

* Kêşeya panîkê

* ADHS

* Problemên dil demarê

Bingeha nexweşiya NBê

Trawmayên zaroktiyê sedema yekem in. Dîsa, genetîk, alkol, madeyên hişbir, hîpertîroîdî, astengdariyên kesayetiyê, xerabûna girêdanên derûnî bi fîgûrên dê-bavê re, mehrûmiyeta hezkirina dê-bavê, sûîstîmalên zayendî, erîşên derûnî ûêd tovên NBê ne. Nexweşî di zaroktiyê de destpêdike lê gelek caran an nayê teşhîskirin, an jî girîngiya wê nayê dîtin. Hişyarketek wê ji xewê hişyar dike, rewşa heyî xerabtir dike.

Hişyarkerên genetîkî û laşî

Heger di dayikê de NB hebe, rîsk 10% û bi dê û bav herduyan re hebe rîska rûdana nexweşiyê dibe 40-50%. Ji ber ku “jişûnvewergirtina serotonîn, dopamînê” û herwiha hilberîna adrenalînê tê guhertin, dikare nexweşiya hîpertîroîdî (xebata zêde ya toşpiya tîroîdê) jî pêvajoyên NBê bitetikîne. Herwiha bikaranîna kortîzon, alkol, beta bloker û hin dermanên dil-demarê jî. Şaş neyê fêhmkirin ev dermanan nexweşiya NBê çênakin. Dikarin bandorê li pêvajoyên NBê bikin, wan bidin destpêkirin. Nexweşiya NBê li derûn û laşên tendurist rû nade. Jixwe ji zaroktiyê ve problemên nexweş kêm-zêde hene.

Hişyarkerên derûnî

“Live event”, ango bidawîbûna zewacê, erîşên zayendî, deyn, mobbîng, koçberî, şîn, mirina hezkiriyan ûêd stresên zêde û domdar çêdikin, ev jî dikarin mirov bixin riyekê nû ya awarte û neyînî. Alkol, madeyên hişbir û ceribandinên xeterdar destpêdikin. Jiyana Kurdan dramatîk e. Civaka Kurd dîsa jî, gorî xelkên cîran ji aliyê derûnî ve baştir e. Sedemên viya nayên zanîn lê texmînî ji peresanê tê. Rehên çand û derûniya Kurdan zexm in.

Çawa tevbigerin heger hezkiriyên we re NB hebe?

Bizanibin ew ti tiştekê bi niyeta xerab nake. Divê pîvanên exlaqê û yên nexweşiyan neyên tevlîhevkirin. Ev him şaş e, him jî neheqî ye. Nexweşiya hezkiriya/yê xwe bipejirînin. Di terapiyê de piştgiriyê bidinê û gelek bisebir bin. Aboriya xwe bigirin bin ewlehiyê. Nexweş ji qeza û belayan biparêzin. Bizanibin ew êş û azareke, hûn dibe ku rojekê nikaribin tehemûl bikin, dijîn. Merhemet bikin lê xwe jî pê re nexweş nekin, derfet hebe alîkariya derûnî werbigirin.

Terapiya NBê

Terapî çi li klînîkan çi jî ambûlant, lê teqez bi derman û derûndermaniyê dibe. Beî destûr û kontrola bijîşkan tiştekê nekin. Gotarên min bixwînin, nexweşiyê nas bikin, lê dîsa jî bi ya doktorên xwe bikin. Lewra ew we nas dike, derman û terapiya we kontrol dike. Bi serê xwe lîtyûm negirin. Gotina şarlatanên medya civakî yan nivîsên ji aliyê kesên nepispor ve hatine nivîsîn nekin. 

Xwe ji qaşo-psîkologên medya civakî biparêzin

Bi rastî jî bêexlaqiyek mezin heye bi taybetî di tora înternetê ya Tirkiyeyê de. Her kes bûye derûnnas, bêî ku kontrol û ceza hebin, bo berjewendiyan şarlataniyê, xapandinê dikin. Ev li Ewropa sûcek mezin e. Hin Kurd jî viya dikin. Li Tiktokê, bêî kesek  bipirse “ka hûn kî ne, derûnnas in an nînin, ka bawernameyên xwe pêşbikin, bawername jî têr nake, divê herî kêm pênc sertîfîka û destûrnameyên we hebin!?”, xelkê dixapînin û ziyanê didin nexweş/şêwirxwaz/klîentan.

Ha, xanimek naskiribû jî çû Tirkiyeyê û niha li ser înternetê psîkologtiyê dike. Helbet ne psîkolog bû, ne jî zanîngehek bidawîkiribû. 20 sal bûn derûndermanî (psîkoterapî) werdigirt li Almanya, bi raporan xwe malnişîn (teqaût, emeklî) kir, çû li wir bicihbû. Min vîdyoyên wê temaşe kir, wele ji min baştir dike vî karî. Erê, jiber kiriye hin tişt û behsa dermanan jî dike ku ev pirr xeterdar e. Lê çi bêjim, her kes mîmarê dîwarê xwe xwe ye.

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...