Oversharing
Pirsa T. H. : Jina min 24 saetan li ser Instagramê, Facebookê wêneyên xwe parvedike. Bo mînak biçe marketê jî teqez resmê xwe dikişîne û hê negihîştiye malê wan parve dike. Xwe wekî nexweş napejirîne. Heya bigire min sûcdar dike ku ez “paşdemayî me”. Gelo ev nexweşî ye?
Bersiv: Nexweşî hinek jî termek relatîvî ye. Ne etîkî ye, heya ez klîentek nasnekim, pê re neaxivim, ne baş e ku behsa teşhîsekê bikim. Bes li vir bi gelemperî şîrove dibe. Helbet ne bikaranîna hesabên medya civakî anormal e ne jî parvekirina wêneyan. Kivşe ye, hevjîna cenabê tê bi qasî ku te biêşîne, birêkûpêk û zêde viya dike. Krîterên nexweşiyan teng û yên tevgerên neyînî jî fireh in.
Di rayagiştî ya rojavayî de “oversharing” dibêjin. Ango zêdeparvekirin. Zêde ango tiştên ku kes naxwazin bibîhîsin, bibînin jî parvedikin. Dema xwe bi giranî didin vî karî, ji rastegînî û rûtînên pêwîst ên jiyana rojane dûr ketine. Mirov dikare bi Kurdî Serparî binavbike. Helbet ez ne zimanzan im û kovara Psychology Kurdî xebata standardkirina termên derûnnasiyê dike. Ne nexweşî lê helwestek e ku dikare di bingeha wê de hin nakokiyên an nexweşiyên derûnî hebe. Bo mînak dikare sîndroma asberger, ADHS, narsîzm, bermahiyên trawma hwd hebin.
Bi qasî ji pirsê têgihîştim, hevjîna te ne rûbirû yan bi telefonê jiyana xwe ya taybet parvedike, bes li ser înternetê dike. Çima got? Hin hene çi kirin viya teqez rûbirû yan bi telefonê ji kesên din re dibêjin.
Di civaka Kurdî de, rewş dîsa jî baştir e. Bengîbûna înternetê yek ji kêşeyên serdemê ye û zû de ye em êdî ne tenê bi kesên alkol an heroînê bikartînin, herwiha bi bengîbûnên sîber ên curbecur re jî dixebitin.
Kesên bo wan behsa oversharing tên kirin:
* Dijwar e bo wan bêî parvekirin, şîrove yan ecibandinan sebra xwe bînin, di xwe de valahiyek hîs dikin
* Enerjiyeke berbiçav bo armanc, naverok û hilbijartina parvekirinên xwe terxan dikin
* Rol û peywirdariyên din, êdî kêm-zêde ziyanê dibînin. Bo mînak perwerdeyên geşedanê, werzîş, dê-bavtî, hobî, pêşxistina aboriyê û behremendî.
* Heger derfeta wan a parvekirinê nemîne, bo mînak kehreba (elektrîk) bête birrîn, dikarin gelek bêhnteng bin, heya panîk bikin.
Dema mirov ji wan bipirse ka çima zêde parvekirinan dikin, viya yan qebûl nakin, an jî dikin, lê zêdebûnê qebûl nakin.
Bersivên wan kêm-zêde wan wiha ne:
- Ma tişteke xweş e, kelecaniyê dide
- Dixwazim xelk bi behremendî, zanîn û kalîteya min bizanibin
- Xwe wekî kesekî biqîmet hîs dikim
- Divê gelek kes min nasbikin, ji min agahdar bin
- Ji aciziyê dikim
- Şermokiya xwe derbikim, xwe di warê komûnîkasyonê de pêşbixim
- Dixwazim berjewendiyên xwe yên aborî pêşbixim, bo wê jî kesên têkildar ji min agshdar bin, min nasbikin
- Pirr aciz û bêhnteng bim, kêfa min tîne
- Civaka rastî zewqê nade min
- Têkiliyên sîber erzan û hêsan in, bo mînak bloke dikim, safî dibe.
- Dixwazim kesên nû nasbikim
- Dixwazim kesek taybet nasbikim
- Dixwazim feydeya min bigihê mirovan
- Dixwazim kelecaniyeke taybet bijîm
Divê bêjim, min di xebatê de kesên wiha jî naskirin ku li ba wan astengdariyên kesayetiyê tunebûn. Bûyereke trawmatîk derbaskiribûn û piştre rûtîn û tevgerên wan hatibûn guhertin. Rêjeyek berçav ji wan jî xwedî kesayetiyên narsîstîk, obsesîv-kompûlsîv, borderlîne bûn. Qismek jî şermok bûn an bi wan re fobiya civakî hebû.
Heger hevjîna te qebûl bike û ji dil bixwaze jixwe terapî dibe. Dibe ku xwebaweriya hevjîna cenabê te kêm e ku li ser înternetê viya temam dike. Û ji xwe re, nasnameyeke sîber a nû û bi dilê wê ye, çêkiriye. Ji ber ku ev tevgera wê te diêşîne, kêşeyek heye û divê bête çareserkirin.
Hevjîna cenabê te alîkariya derûnî nazwaze û ne baş e ku hûn bi ser de biçin. Carnan bayek tê ewrên reş belavdikin. Dibe ku rojek bi xwe biçe cem derûnnasek an hewl bide xwe ji oversharing azad bike. Piştgiriyê bidin wê da rojekê terapiyê qebûl bike. Xwe sûcdar nekin. Xwe nekin rola psîkologê wê jî. Pêşniyara min ew e hûn piştgiriya derûnî werbigirin, ev hêz û aramiyê dide we û hûn ê bêhtir bikarin alîkariya wê bikin. Heger hûn ketin depresyonê xêra we ne ji wê re dimîne ne jî ji hevjîna we re.
Bi kurtî ev ne nexweşî ye lê bingeha wê de kêşe, nakokî yan nexweşiyek heye. Û roj tê girantir dibe, bêhtir pirsgirêk derdikevin.
Darius Winzer, Pirs û Bersiv 1
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen