Guherîna Kesayetiyê Piştî Karesatên Awarte (F62.0) û Mînak ji Kurdan
Dubare bêjim, her kes trawmatîze nabe, nîşaneyên trawmayê li cem her kesî ne wekhev e û pêwîstiya her kesî jî bi terapiyê nîne. Heman karesatê bijîn, ji deh kesan yek tûşî nexweşiya NSPTê (Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê) dibe, nehên wê bêî ku terapiya trawmayê werbigirin, bi awayekê stabîl dibin. Stabîlbûn nayên wê wateyê ku bi giştî sax bûne.
Trawma heger neyê terapîkirin, mirov stabîl be jî li ser derûniyê rêçên xwe dihêle. Çawa depresyon e, civaka me nizane trawmayê jî çiye. Nemaze siyasetmedarên me peyva trawmayê pirr bikartînin lê nizanin çiye.
Guherîna kesayetiyê li ser bingeha ezmûna trawmatîk a derûnî ya giran rûdide. Heger berê astengdariyeke kesayetiyê jixwe hebe, tablo komplekstir dibe. Du sal krîtîk e. Heger nexweş alîkariya derûnî wernegirt, piştî du salan êdî dereng e. Li cem her kesî wekhev rûnade. Hinek xwe ji têkiliyên civakî vedikişînin, hinek bengî dibin (madeyên hişbir ûêd). Hinekan re hîpokondriya, qezenca sekonder a nexweşiyê, komorbîteyên sosyopatîk, paranoya, dîsforî, meyla krîmînalîteyê hwd pêşdikeve.
Mînak "Tarkano"
Li eskeriyê ev nav li xwe kiribû. Teşhîsa Astengdariya Kesayetiyê ya Dijcivakî (F60.02) dabûnê. Ji parêzgeha Amedê bû. Çar sal bûn li pey mafê penaberiyê digeriya, parêzer pêşniyar kiribû da were klînîka me em jî wî bibînin. Zewicî û çar zarokên wî hebûn û dixwest heger maf bigire zaroken xwe bîne. Ji rêveçûnê ve min ew naskir ku antîsosyal e.
Nexweşiya kesayetiya antîsosyal an dîsosyal, bi berdewamî piştguhkirina normên civakî tê naskirin. Tevgera neasayî bi gelemperî di zaroktî û xortaniyê de rûdide. Şerxwaz in, zû dibistanê berdidin, didizin, bi qestî tiştan dişkênînin, bi berdewamî derewan dikin. Di mezinan de, pirr kes ji wan meyl dikin ku tev li tevgerên krîmînal bibin, qanûnê binpê bikin. Ew xwedan dilxwaziyek mezin in ku rîskan bigirin. Kêfa wan ji xemgîniyê, kubariyê re nayê. Di rê de bêî sedem tiştan xerab dikin, ezmûnên xeterdar dikin. Empatî qels e li ba wan. Tenê baş kesên “zeyîf” nasdikin û ziyanê didin wan.
Heşt salî ye dema bavê wî ji ber mêrkujiyê tê kûştin. Bi tevî du birayên mezin û xûşkekê sêwî dimînin. Apê wî wan ji gund dibe, digire cem xwe ku li navenda Amedê dijî. Diya wan didin mêr û mêrê wê zarokan qebûl nake. “Mamoste rojek nebû ku apê min û amojina min li me bide. Miemeleya xulaman bi me dikirin. Min simît difirot, çima yek xwariye ez tazî kirim bi şiva ter li min da”.
Dibistana seretayî bi şer û pevçûnê bidawî dike. Hê di dibistanê de dibe “mafya”. Lêdan, kuştina psîkan, dizî, qereqol, esrar ûêd dibin parçeyên jiyana wî. Polîsek kêr dike ku çima gotiye “diya te ji ber fûhûşê her roj tê girtin û min jî pê re razaye”. 16 salî ye wê demê. Bextê wî kêr ji kemera polîs derbas nake, tiştek bi polîs nabe. “Wiha êşkence bi min kirin, gotin ev miriye birin li parkekê ez avêtim nav daran”.
Tarkano li apê xwe, jinapa xwe, mamoste, polîs her kesî dide. Mûzîka Kurdî ya arabesk guhdarî dike. Xeracê digire û bi jinên seksê dikin re rojan derbasdike. Ji dotmamek hez dike. Li diya wê jî dide çima gotiye “ew serserî ye keça xwe nadimê". Hezkiriya xwe direvîne. Lê dîsa jî diçe malên seksê.
Çima “rêxistin”, ji ber lêdana hevjînê cezayê didinê, ji wan dixeyîde. Xwe êdî wekî “Kurdê Tirkperwer ê Dewlethez” binavdike. Li eskeriyê wî dibin Sûriyê û li wir gelek xerabiyê bi xelkê dike. “Mamoste nizanim çi bi min bûbû, ez bûbûm cinawirek. Destdirêjî, êşkence, şewitandin me gelek tişt dikir. Heya ku min êdî ji xwe fedî kir. Sond xwar ez ê hemî fermandarên xwe bikujim û herim çiyê tevlî rêxistinê bibim”. Piştî eskeriyê xwaringehek vedike li Amedê, ji firotina madayên hişbir jî pereyên mezin qezenc dike.
Bi pere dokûmenta “lêgerînê” dertîne û li ser Îtalya ve tê Almanya. Li Almanya jî heman tiştan dike. Lê li vir polîs ruşwetê naxwin, serê wî ji belayan xelas nabe. Ev şansa wî ya dawî ye, heger em raporek baş nedinê dê wî bişînin Tirkiyeyê.
Tarkano li ser kuştina bavê xwe trawmatîze bûbû. Di derûna wî de fîgûra bav kêm, a dê jî şikestî bû. Balansek, hevsengiyek di ruhê wî de avanebûbû. Fêrî rêbaza şaş a serîpêrederanîna bi stresê re bûbû: “Heya li te didin, lêbide!”. Derfetên derûndermaniyê nedîtibû û hêdî hêdî karakterê wî hatibû guhertin.
Piştî du salan dîsa hat ba me. Mafê penaberiyê dabûnê, jin-zarokên xwe anibû Almanya û li xwaringehek kar dikir. A rastî xwediyê xwaringehê bû, lê wekî gelekan, pereyê sosyalê werbigire, dikan li ser navê kesek din çêkiribû. Jina wî giliyê wê kiriye ku bi jinan re ye, şîdetê bikartîne û nahêle keça wî serê xwe veke. Him li keçikê daye him jî porên wê daye sifirê. Saziya ciwanan dest daye ser zarokan, qedexe dane wî ku nêzîkê jin û zarokan nebe. Jina wî îfadeya xwe guhertiye da ew nekeve hepsê lê dixwaze hev berdin. Tarkano sond dixwar ku ew ê jina xwe bikuje. Piştî ji ba me çû, pê hesiyam vegeriyaye malê û hevûdu efû kirine. Erê, hinekê aram bû li klînîka me. Heya kengî?
Mînak Şerîfe
Ji Kurdên Serhedê bû. Akût ango bo sê mehan şandibûn klînîka me. 29 salî bû. Teşhîsa psîkozê dabûnê ku min ev teşhîs nedieciband. Neuroleptîka nivîsandibûn lê wê carnan, heger ew dirûv û dîmenên tirsnak zêde biban digirt.
Piştî dibistana seretayî wê naşînin xwendinê. Heman salê bar kiribûn hatibûn Bûrsayê, bawernameya dibistana seretayî li Bûrsayê girtibû. Xûşka wê ya mezin û birayên wê jî kar dikirin lê wê nedixwest bixebite. Ji Şerîfeyê re bes zewac dimîne. Dibe 19 salî wê didin hevgundiyek ku li Almanya dijî. Ji ber di îkameya zava de pirsgirêk heye, nikarin bi fermî bigihên hevûdu. Zava nikare were Bûrsayê, Şerîfe jî nikare biçe Almanya. Piştî sê salan bi riya qaçaxî dertînin Almanya. Lê kes bi hundirê Şerîfeyê nizane.
Dema gund tên valakirin, gelek caran digrin ser mala wan jî. 9-10 salî ye. Cara yekem e ku bêçaretiya bavê xwe dibîne. “Avêtibûn ser mala me. Bi qûndaxa tifengê li devê diya min dan, xwîn herikî ji devê wê. Xûşk-birayên min digiriyan. Pirr li bavê min dan. Esker li ser zikê bavê min rûniştibûn ew dixeniqandin”.
Şerîfe kevir davêje eskeran ku bavê wê berdin. Pê porên wê digirin bi erdê ve dikişînin. Gundî tên hewarê û lava dikin êşkenceyê bidawî bikin. Bavê wê dikin panzerê. Du esker Şerîfeyê dibin kadînê û tazî dikin. Destdirêjiya anal pê dikin.
“Ez bi xwe ve hatim, min destava mezin bi xwe ve kiribû. Jinan birin serê min şûştin. Çermê serê min rabûbû, her der xwîn û destav bû”. Ew roj dibe mîlada ruhê wê. Li Bûrsayê zarok pê dikenin û dibêjin “dîn e”. “Berê zîreka polê, serkêşa hevalên xwe bû. Henekhez bû, lê niha bûbû pêkenoka xelkê. Bûbû gêjê, dînê. Hin dibêjin bêhn jî jê tê”. Diya wê digot “ev keça min nizane cidî be, pirr dikene, ev ê di mal de bimîne”. Çi bûbû bi kenên wê? “Kilîta çiyayan windakiribû”.
Hestên wê guherbar in, carnan tiştekê hîs nake, kilît dibe. Bîranînên wê parçe parçe ne û êdî ew jî nizane ka ev bîranîn rast in an na. Xwe “pîs, bêqîmet” dibîne. Dema bêhna wê teng dibe, dengan dibîhîse. “Dengê mêran e. Tirsê dide. Pê porê xwe bigirim û hinekê tif bikim, deng kêm dibin. Carnan li dîwar binêrim rûyên bixof dibînim. Cihên girtî de nefesa min dernakeve. Hin caran ewçend agresîv dibim, tirsa min heye ku kesekê bikujim. Diçim terapiyên derûnî, erê xêra wan heye, lê ti hêviyek min ji jiyanê nemaye”.
Nikare ji hestên xwe bawer be. Wekî ku ew û mirovên din bi zimanên hevûdu nizanibin, di têkiliyan de her xerîbiyek çêdibe. Henek bike fêhm nakin, suhbet bike şaş têdigihên. Têkiliyan de harmonî, lihevhatin tune. Bi xwe dizane ku “ne miroveke dîn e” lê gelo çima jê re wisa dibêjin an viya îma dikin?
Carnan xwe hîç nasnake. Tevgerên nelirê dike. Bo mînak di mînîbusê de “diya mêrikek” gotibû. Ango wekî mêran dijûn dabû. Carnan wisa xwe dixwirîne ku êdî çermê wê xwîn dibe. Carnan hîsa valahiyê ya kambax tê ser wê. Ji tiştekê ditirse lê nizane çiye.
Mêrê wê bi bûyera destdirêjiyê nedizanî. Min pêşniyar kir ku bila hîç jê re nebêje, viya bi riyekê sembolîk bike. Û em bi hev re ketin xebatan. Ji seksê nefret dikir û xwe dişidand. Enkopresîs dibû dema seks bike. Min hevjînê wê jî vexwand û pê re axivîm. Şerîfe ne şîzofren an psîkotîk bû. Di zaroktiyê de trawmatîze bûbû û di kesayetiya wê de birînên kûr çêbûbû. Piştî çend salan pê hesiyam mêrê wê ew berdaye û rewşa wê xerabtir bûye. Kî sûcdar bikin?
Mînak Ehmed
Dixwazim rojekê çend kesên “navdar”, “pêşeng”, “ronakbîr” ên ku pê re wekî derûnnas xebitîme mînak bidim. Armanca min ew e, ji aliyê xwe ve piştgiriyê bidim bersiva, “çima rewşenbîriya Bakur rola xwe nalîze”. Ez ê viya wekî pirtûk biweşînim. Kengî, Xwedê dizane.
Nav helbet ne rast e, bila Ehmed be. Agahiyên dibe ku klîent biêşîne, yan zirarê bide klîent, ji aliyê min ve hatiye sansûrkirin.
Min wê demê li klînîkek kar dikir ku bi zimanê zikmakî jî terapî dihate kirin. Klînîka me di vî warî de li Almanya navdar bû. Min bi Kurdî û Tirkî seans dikir. Ehmed yek ji navdarên rêxistinê bû. Rêxistina navdar a Bakur. Salên 50yî de jidayik bûbû û hê di zanîngehê de tevlî rêxistinê bûbû. Kurê malbatek gelek xizan bû. Zewicî bû û zarokên wî hebûn. Bi hatina Derbeya Leşkerî ya 1980, hatibû girtin. Texmîn bikin ka çendî êşkence dîtibû. Wî davêjin zîndanê û bi salan di girtîgehê de dimîne.
Ew şandibûn klînîka me, lewra piştî “bobelatek xistine stûyê wî, hinekê bêhna wê teng bûbû û ji ber ku ez jî Kurd im, diviyabû min ê jê re raporeke xweş binivîsiya û tê de bigota ev camêrekî pirr maqûl e, eman bêxatiriya wî nekin. Zû wî malnişînî bikin bila jê xebatê nexwazin, bila ji xwe re li malê bi jinan re Chat bike”. Di seansa yekemîn de min pê derxist ku ev ne tenê nexweş, mirovekî bedkarakter e. Gelo çi bûbû sedem ku karakterê wî xerab bûbû?
Narsîst bû û narsîzma wî dibû belaya serê wî. Heger gotina wî nehate kirin, dinyayê tevlîhev dikir. Konformîst bû jî. Hez ji rehetiyê û konforê dikir. Dema grevên birçîbûnê destpêdike çend rojan tevlî dibe lê nikare berxwebide. Xwe ji hevalên xwe qut dike, bi gotina wî “mejiyê xwe ji nezanan diparêze, xwe azad dike”. Wisa dike ku, ne tevlî çalakiyên berdêlek mezin dixwazin dibe, ne jî dikeve kategoriya “xayînan”. Piştre ji girtîgehê tê berdan û demekê perîşan dibe. Jina xwe berdide, zarokên wî jî wî naxwazin, ka çima ji wan re bavtî nekiriye. Heya birçî jî dimîne. Li rêxistinê vedigere û wî di xebatên “legal” de berpirsiyar dikin.
Kurdan biçûk dibîne. “Kurd li vê dinyayê zêde ne. Gotina min nakin. Naçin şanoyê, sînemayê. Dengbêj guhdarî dikin. Dengbêj wekî keran dizîrin. Îcar bi vî çandî dixwazin Kurdistanê avabikin, mala min ê…”.
Demekê şûnde ji xwe re konforek çêdike. Ji xelkê pere kom dike li ser navê rêxistinê û bêî ku pê bête zanîn, “jiyaneke bi konfor” dijî. Diçe şanoyê, mûzîka klasîk a ewropayiyan guhdarî dike, havyar dixwe, „şalgerdana întelektûelan” girêdide, jiyana wî ya “evîndariyê” destpêdike. Şarman e, kincên biha li xwe dike, „întelektûel e, giregirê rêxistinê“ ye. Kîjan jin dikare jê re bêje na!
Wekî pirraniya “lehengên zîndanê” ew jî leheng e, ne mirov e. “Berxwedaye, ewqas êşkence kirine jî negotiye of. Di dadgehan de berevaniya Kurd û Kurdistanê kiriye”. Di rastiyê de mirov mirov e û kes nikare psîkologan bixapîne. Ehmed ne ti tiştek lê nexweşek bû. Ji xwe re ji derewan hafizeyek balkêş çêkiribû û bi wê xelk dixapand. Wekî gelekan. Êşkenceyan de trawmatîze bûbû, ne derfeta derûndermaniyê dîtibû, ne jî narsîzma wê rê dida terapiyê.
Em dizanin bi narsîstan re behremendiya empatî û xwerexnegiriyê tunin. Rexneyê, wekî êrîşekê hîs dikin û kî wan rexne bike serê xwe dixe belayê. Narsîst ziyanê didin devedorê xwe, nayên guhertin û divê mirov bilez ji wan bireve. Lê Kurd viya nizanin. Çawa be Ehmed lehengekî ye, ev besî Kurdan e.
Narsîst bo egoya xwe dikarin her xerabiyê bikin. Qurbanên Ehmed roj bi roj zêde dibin. Yekî perê xwe jê xwest li ser navê otorîteyê gefê li wan dixwe. Yan bi îtîbara wan dilîze. Em dizanin narsîst qurbanên xwe bi exlaqî tewanbar dikin. Hîjyen, dizîkirin, meseleyên zayendî ûêd. Ango bi van hincetan bi îtîbara mirov dilîzin. Hejmara jinên ew pê re razaye ew jî nizane. Divê bêjim hemî jin jî Kurd in. Ew ê bo mînak;
⦁ Kar bibîne ji xelkê re
⦁ Nakokiyên mêr-jinan çareser bike
⦁ Alîkariya jinên li xaniyan digerin bike
⦁ Alîkariyê bide jinên qaçax in, dixwazin derbasî Ewropa bibin.
⦁ Nakokiyên mêr-jinan çareser bike
⦁ Alîkariya jinên li xaniyan digerin bike
⦁ Alîkariyê bide jinên qaçax in, dixwazin derbasî Ewropa bibin.
Wan bi germî pêşwazî dike. Em dizanin narsîst bo qurbanên xwe bixin kemînê yan ji xwe nedin revandin, dikarin gelek nazîk, kubar û heya romantîk bin. Narsîst bêî qurbanan nikarin bijîn. Her li pişta xelkê siwar in û divê kes hebin ku ew wan bipelixînin, bo berjewendiya xwe, bo egoya xwe bikarbînin.
Astengdarê kesayetiya narsîst pirranî “mirovên bedkarakter in”. Bo berjewendiya xwe dikarin her xerabiyê bikin. Pereyê xelkê xwarin, derewkirin heya pedafoliyê jî. Lê ji ber ku xwebaweriya wan gelek xurt e, bi awayekê xwe mafdar dertînin. A rastî xelk wan mafdar dertînin lewra domînant in, bandorker in.
Roj tê Ehmed mecbûr dimîne wekî penaber tê Almanya. Êdî ji 40 salî derbastir kiriye. Etîketa wî kivşe ye: Şoreşger, lehengê zîndanê, nivîskar, rojnameger, zana, fîlozof. Helbet “şalgerdana întelektûeliyê” jî li stûyê ye. Êdî kî pê dikare!
Demekê kurt de mafê penaberiyê digire. Sala yekem li Almanya di malên Kurdan de dibore. Naxwaze li kampan bimîne û xelk jî rêza wî digirin. Li mêvaniyê kêf dike. Xwarinên herî xweş, serguh paqij. Diçe kîjan malê pere didinê, kincan jê re dikirrin.
Rojekê polîsê krîmînal tên wî dibin qereqolê, pêncemorê wî digirin. Jineka Alman gilî kiriye û mesele derbaskirina sînorên zayendî yê jinek Kurd e. Jinikê ji hevala xwe ya Alman re gotiye û wê jî çûye gilî kiriye. Ehmed li mala wan mêvan bûye, gelek caran ew tacîz kiriye lê rojekê jî tecawiz kiriye. Dema polîs tên îfedayê wê digirin, qebûl dike. Jinik gelek ditirse ku hevjînê wê pê bihese. Xew lê heram bûye, roja destdirêjî lê hatiye kirin ve xewnreşkan dibîne, van demên dawiyê dengan dibihîse, dema Ehmed bibîne kilît dibe, heya ji xwe ve diçe.
Kes bawer nake. Jinik poşman e ku li cem polîs qebûlkiriye. Almanî nizane. Ji jinekê alîkarî dixwaze ka çi bike. Piştre mecbûrî înkar dike, sond dixwe ku tiştek wiha nebûye, Almaniya wê ne baş e, polîsan şaş fêhmkirine. Hevjînê wê bawer dike û herdu bi hev re bi jina Alman re şer dikin. Malbat tevlîhev dibe. Îcar îş cidî ye û “mirin çêtir e ji tewanbariyeke wiha “. Ehmed çend hefteyan di hepsa lêpirsînê de dimîne. Li wir qesta xwekuştinê dike. Di rastiyê de naxwaze xwe bikuje, tiyatro dike.
Kurdên devedorê û hin mirovên rêxistinê jî ji malbatê dixwazin ku îfadeyê baş bidin, bila navekî wiha neyê ser xanimê û rêxistinê. Ehmed tê berdan lê dadgehkirin berdewam dike. Ehmed îcar “ji mirinê xelas dibe”. Û li pey xwe jineka Kurd a trawmatîzebûyî dihêle. Narsîst û wîjdan!?
Ehmed vê bûyerê jî ji xwe re dike hêz û qewet. Helbet “Komplo lê hatiye kirin. Îstîxbarata Alman nahêle Kurd li diyasporayê pêşkevin”. Ehmed bi hemî hêz û qeweta xwe vê bûyerê dide jibîrkirin. Kî derbarê wî de tiştek nebaş gotiye, yeko yeko bêîtîbar dike. “Sûcdar jinika Alman e, xêra Kurdan naxwaze, îstîxbarata Tirkiyeyê pere daye wê jinê ku îtîbara Ehmed bixe”. Mesele tê jibîrkirin, Ehmed “ji ber kêmbûna delîlan beraet dike”.
Bi guherîna atmosfera siyasî re êdî dikare biçe Tirkiyeyê û were. Bilez tevdigere û dibe piştgirê “Proseya Pêvajoya Aştiyê”. Rexnegiriya yan bi gotinek din “îtirafkariya rêxistinê” dike. Ev dibe sedem ku gelek derî jê re vebin. Tirk wî vedixwînin konferansan, pê re hevpeyvînan dikin. “Qehremanê zîndanê, giregirê berê yê rêxistinê wiha got…”. Çend salan wiha didome heya pêvajoya aştiyê bidawî dibe. Ew û hikûmet ji hevûdu dixeyîdin.
Ne rêxistin, ne jî dewlet qîmeta ku ew dixwaze didanê. “Dewletê bi gotina min nekir, nexwe min ê ev mesele safî bikira” digot. Di heman demê de li ser hesabên medya civakî ji jinan re emojiyên romantîk dişand”.
Dema rê vedibe diçe welêt, li wir jî pereyê gelekan dixwe. Bêî ku fedî bike ji min re got “min bi bûka malê re seks kir. Min got pişta min diêşe xêra xwe hinekê bixwirîne. Keçê ma mirov pişta xelkê dixwirîne!?. Ev Kurd wiha ker in”. Erê Ehmed tecawizkar bû û hîç ji bûyera hatiye serî ders nederanîbû. Çend jinan bo pê re bizewice û bi xwe re bibe Almanya dixapîne êdî ew jî nizane.
Him ji dêrê bûbû, him jî mizgeftê. Lê wî her derfetek didît ku qurbanan bibîne.
Bi kurtî Ehmed nasnameya xwe (ango şoreşger, nivîskar, rojnamevan, qehremanê zîndanê ûêd) dikir xizmeta egoya xwe. Egoya xwe ya nexweş.
Li dûv xwe jin û zarokên trawmatîk, malbat û hevalên bi hestên wan hatiye lîstin hîştin. Hema hemî jî Kurd bûn. Kurdekî bi navê Kurdan bi Kurdan re şer dikir. Ehmed hemî hêz û qeweta xwe bo xwe di rojevê de bigire, neyê jibîrkirin, ji xwe re qurbanan bibîne, bi jinan re razê, wekî ronakbîrê Kurd bête pêşwazîkirin xerc dikir. Heger te behsa pêşketineke Kurdan bikira agresîv dibû û heqaret li Kurdan dikir. Te pesnê siyasetmedar an kesayetek Kurd bikira agresîv dibû û bo wan gotinên nebaş digot.
Rojekê min jê pirsî ka “gelo çima di Kurdbûnê de israr dike?”. Nekaribû bersivê bide, bes li min heqaret kir. Narsîst li cem psîkologan her wiha tevdigerin, psîkologan wekî reqîbê xwe dibînin. “Min temenê xwe da bo van keran. Divê guh bidin min, min bizanibin”.
A rastî di dilê xwe de wiha digot: “Min di zaroktiya xwe de gelek xizanî dît. Bavê min astengdar bû, nedikarî kar bike. Min pêlavên xelkê boyax dikir. Diya min sibeyê-êvarê li min dida. Zanîngehê hêz û derfet da min. Heger bibam karmendek min ê bi navê dewletê mala xelkê mîrat bikira. Lê wê demê, kî ne şoreşger ba, keçikan jî silav nedidanê. Heger bibam serokê terîqatek Îslamî, min ê ji Muawiye xerabtir bikira. Bûm şoreşger. Şoreşgeriyê derfet da ku ez ê heya mirinê mala Kurdan mîrat bikim. Ez narsîst im. Mirov ji bo min wekî mêşekê ye. Tebîeta min jî ev e. Divê hûn ji min re rêzê bigirin, min jibîr nekin. Divê pere bidin min, bi min re seks bikin, pişta min bixwirînin. Ev wezîfe û qedera we ye. Ez ji we hêjatir im, serdesttir im”.
Neteweyên bindest - heger li welatên ew dijîn wekhevî û çanda demokrasiyê tune be - di bin mobînga neîlankirî ya serdestan de dijîn. Bindest têra xwe sûd ji nîmetên hevpar ên welat nagirin. Xwe biçûk dibînin. Kompleksa xwebiçûkdîtinê kana narsîzmê ye.
Li cem Kurdan ev hê dramatîk û heya xeterdar e. Malbatek Kurd nemaye ku ji ber şer ziyan nedîtibe. Her kes jixwe bi derdê Kurdan dizane. Li Kurdistanê, nemaze Bakur, narsîzm gelek e. Qumaşê rewşenbîrî û siyasetmedariya Bakur de li gel gelekan, lekeya narsîzmê berçav e. Divê Kurd bi van lekeyan re rûbirû bimînin, konfrontasyon bikin. Nexwe em ê wekî geravan (bi Tirkî gîrdab) birizin.
Darius Winzer
Nivîsên dosyaya Bîranînên Balîntê, 14
https://x.com/Darius_Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie gUG i.G.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen