Montag, 13. Dezember 2021



Zîndana Evîndaran

Di serdema me de gelek parcot (hevalbend, mêr û jin, dergîstî), "di zîndaneke dukesî" de dijîn. Girêdayî hev in, ji hevûdu hez dikin, lê ne bextewar in. Xwe ji têkiliyên civakî dûr xistine, tenê bi hevûdu re radibin-rûdinin. Lê ew jibîr dikin ku mirov giyandarek biyo-psîko-sosyal e. Çawa ku pêwistiyên laşê me hene, herwiha yê derûna me (ruhê me) jî hene. Yek ji van pêwîstiyan -em bixwazin-nexwazin- sosyalîte ye.
Heger ji parcotê yek di pêpelûkên zaroktiya biçûk de, têra xwe hezkirina dê-bavê nedîtibe, bêî dê yan bavê jiyabe, rûdan jî zêde dibe. Erê, ji hevjîna/hevjînê xwe hez dike, lê tiştekê kêm e. Elektrîkek, enerjiyek kêm e.
Hela ku ji aliyan yek sosyalfobîk be, pê re sîndroma Asberger hebe, nevrotîk be, sebra wê kêm be, bengî yan pasîv be, ji ber gelek serpêhatiyan ji seksê hez neke, kêşe zêde dibin. Wiha ku êdî pêwîstî bi alîkariya derûnî dibînin.
Helbet du rê hene: Cudabûn an berdewamkirin. Ev cuda nabin, lewra bêî hevûdu jî nikarin. Çare çiye?
Em ê di navenda xwe de bi modela şema-terapî, psîkodrama, xebatên îmagînatîv (û helbet bi zimanê Kurdî) bi we re bin.

Kurtenivîs Nr. 508

X Twitter: https://x.com/Darius_Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...