Çend ji faktorên sereke yên zêdebûna stresê, li cem Kurdan:
- Mobînga mayînde ya bêstatûbûna Kurdan li seranser cîhanê
- Trawma û depresyonên ji ber şer û jiyana awarte
- Xizanî, deyndarî û tirsa exîstensê
- Nakokiyên mayînde yên mêr-jinan (zewac, destgirtî)
- Bicihnehatina dadê (edaletê)
- Rewşa dijwar a li kar (ji aliyê performansê ve)
- Kêmasiya behremendiyan û hobiyan
- Mobîng li kargeh, dibistan û ya di medyayê de
- Zêdebûna berpirsiyariyan (li cem Kurdan bêhtir e)
- Xebata bi wardiye, karê şevê û karên awarte (kolberî)
- Hîsa kontrol û bindestiyê, kamerayên kolanan, kontrola riyan
- Îzolasyona civakî (zîndanîbûna xizman, penaberî)
- Zimanê şîdetê yê siyasetmedar û rayedaran
- Agresyona mamosteyan li hember xwendekarên Kurd
- Mehçûbiyeta li hember temendirêjan ku jiyana nûjen derfet nade mirov gorî urf û edetên xwe tevbigere
- Mehçûbiyeta li hember zarok û neviyan ku derfet nîne mirov wan baş xwedî û perwerde bike
- Tirsa aktûal a bo îhtîmala birçîbûn, bombebaran û destdirêjiyê ji aliyê hêzên çekdar ve
- Li gelek deveran berevajî îzolasyonê zêdebûna têkiliyên civakî, kêmbûna azadiya takekesî
- Xerabiyên civakî (sîxurî, kurtepist)
- Kontrola îrrasyonal a komên olî (him li cem Sunnî, him jî Elewî û Êzîdiyan)
- Kontrola îrrasyonal a komên siyasî (partî, sazî)
Darius Winzer
X Twitter: https://x.com/Darius_Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen