Bihêlin bila Êzîdî şîna xwe bigirin
Piştî şeş salan çi hat guhertin? Rewşa nexweşên me yên Êzîdî niha ne baş e. Lewra statûya herêmên wan nediyar e, rê û derfetên vegerê çênebûne. Sala derbasbûyî di nava hefteyekê de 11 kesan dawî li jiyana xwe anîbûn. Me çi kir? Qet tiştek ne.
Êş û azarên Êzîdiyan polîtîze kirine. Her kes, kom û welat gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, guh nadin pirsgirêkên Êzîdiyan ên derûncivakî.
Hikûmeta Iraqê û dewleta Ermenistanê dixwazin Êzîdiyan ji Kurdan biqetînîn û heya bigire li dijî Kurdan bikarbînin. Bo viya her rê û rêbazê bikartînîn. Xema wan ne Êzîdî, berjewendiyên dîrokî ye. Ew derdên Êzîdiyan hê zêde dikin.
Hikûmeta Başûrê bo Êzîdiyan xwedî ti vîzyonekê nîne. Hê nikare Êzîdiyan ji kampan derîne û di xaniyan de bicih bike. Ew meseleyê tenê wekî alîkariya xurdemeniyê dibînin. Ew derdên Êzîdiyan hê zêde dikin.
Rêxistinên Bakurî? Heger xêra wan ji Bakur re heba nediçûn Başûr û Şingalê. Ew derdên Êzîdiyan hê zêde dikin.
Ewropa û bi giştî cîhana rojavayiyan ji xwe durû, bêrehm û bêxem in. Bo lîtreyek petrolê dikarin hemî Êzîdiyan teslîmê kujeran bikin. Ew derdên Êzîdiyan hê zêde dikin.
Pêşeng, navdar, şêx, û xelatgirên Êzîdiyan? Ew dixwazin tac û textên wan berdewam be. Ti vîzyoneke wan bo Êzîdiyan nîne. Ew derdên Êzîdiyan hê zêde dikin.
Me di projeya xwe ya damezrandina navenda derûndermaniya înterkûltûral de, ew hemî ceribandin. Me dît ku xema wan ne Êzîdî, berjwendiyên wan e. Ti xêra wan ji Êzîdiyan re nîne.
Kî ma?
Heger hemî vekişin, ji pişta Êzîdiyan dakevin dê Êzîdî birînên xwe bikewînin. Bihêlin bila xelk şîna xwe bigirin. Bihêlin bila xelk nefesê bigirin. Bihêlin bila qurbanî bi xwe biaxivin.
03.08.2021
Drn. Darius Winzer
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen