Montag, 13. Dezember 2021


 

Çend temî li dê û bavan, bo perwerdekirina zarokan:

- Pêwistiyên zarokan îhmal nekin
- Zarokan li dijî hevûdu bikarneynin
- Zarokan nekin efendiyê malê
- Bi zarokan re samîmî bin lê nebin heval, bibin dê û bav
- Zarok bi îmaj û fîgûrên dê-bavê kesayetiya xwe avadikin
- Bav divê di rola bav de be, nikare jî divê hewl bide
- Dê divê di rola dê de be, nikare jî divê hewl bide
- Bav divê pasîv û sist nebe
- Dê divê nebe şefê malbatê, xwe nexe rola bavê
- Ti carî li cem zarokan hevûdu biçûk nexin
- Xeta yan şaşitiyek kirin, bi zarokan nekenin, henekên xwe nekin û nehêlin kesên din jî bikin
- Fobî normal in, em mezin jî ji hinekê tiştan ditirsin. Bi tirsên zarokan henekan nekin
- Derew parçeyek ji jiyana me mezinan e. Bo derewan ceza nedin zarokan, tenê bila bêî sedem derewan nekin
- Carnan mamoste sûcên xwe davêjin dê û bavan. Heger dersên zarokan nebaşbin, ev sûcê mamosteyan e jî. Bi gotina mamosteyan dilê zarokên xwe negirin
- Zarokên xwe ji xetereyan biparêzin, bi kî re hevaltiyê dike, diçe ku bizanibin. Jibîr nekin zarok bêhtir bi zimanê laşî diaxivin.
- Dîroka Kurdan fêrî zarokan bikin. Lewra asîmîlasyon û mobînga bêdewletbûnê xwebaweriya zarokan kêm dike.
- Heya ji we tê pesnê zarokên xwe bidin
- Heya ji we tê zarokên xwe bişînin qursên geşedanê bipêşdixin
- Ti carî zarokan ji malê nekin der
- Ti carî pereyên zêde nedin zarokan lê wan ji pêwistiyên serdemê jî mehrûm nekin
- Dema keçik yekem serêmehê dîtin, wan pîroz bikin û diyariyekê bidinê
- Helbet kes cudatiyê naxe nav zarokên xwe. Lê dîsa jî girîngiyê bidin biçûkan û keçikan
- Miheqeq Îngilîzî fêrî zarokan bikin
- Bi qasî cezayê, xelatkirinê jî bikarbînin
- Bo notên şikestî cezayê nedin zarokan
- Bo exlaqê ceza bidin, lê bo performansê na
- Gorî temenê zarokan têkilî daynin, mezinan nekin biçûk û biçûkan jî nekin mezin
- Di cezakirin û xelatkirinê de birehm bin
- Biryarên hevpar nedin gotûbêjkirin
- Dê-bav divê bibin mînak ku bikaribin ji zarokan jî bixwazin
- Gorî temenê pere bidin zarokan, bo mezinan hinekê zêde
- Zarokan him li malê, him jî di karên derve de bidin xebitandin, lê wan neêşînin
- Heya 12 salî telefonê nekirrin bo zarokan, dikirrin jî bila ji telefonên berê bin, bêî ekran bin
- Beriya razanê telefon û teknîkên din, ji destê zarokan bigirin
- Di nava hefteyê de rojê herî zêde 1 saet îzna bikaranîna teknîkê bidin zarokan, lê divê beriya beriyê dersên xwe çêbikin
- Dawiya hefteyê herî zêde 3 saet dikarin teknîkê (PC, telefon ûêd) bikarbînin, lê divê îsbat bikin ku herî kêm 3 saet bi hevalan re lîstine yan werziş kirine
- Heya 12 salî destûra sosyalmedyayê nedin zarokan (Facebook ûêd)
- Heya 15 salî zarok mecbûr in şîfreyên sosyalmedyayê bidin dê-bavan, bêî ku bixwînin, carnan hesabên wan kontrol bikin. Lê ti carî behsa naverokê nekin lewra ew taybetiya zarokan e
- Heya 15 salî ti carî divê zarok nav û wêneyên xwe nekin profîlên sosyalmedyayê, mimkûn e qet jî nexinê
- Tevlî şerên zarokên hevtemen nebin, bihêlin bila bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin
- Di dema balixbûnê de bêhtir birehm bin bo zarokan
- Hin lîstikên zayendî normal in, panîk nekin û ceza nedin
- Hin caran xetayên zarokan nebînin, daqultînin
- Ti carî pevçûnê dirêj nekin, cezayê wan bidawî bûn jî wekî berê tevbigerin, êdî hîç behsa bûyerê nekin
- Zarok ne milkê we ye, emanetê we ye
- Ti carî zarokên xelkê nekin serhevde
- Derfet hebe odeyên keç û kuran cuda bikin
- Piştî 2 salî bi zarokên xwe re ranezên, bes dikarin hevûdu himbêz bikin lê dema xewê hat bila herin nivînên xwe
- Ti carî bi şerefa zarokan nelîzin wan biçûk nexin
- Ti carî taybetmendî û behremeniyên zarokan gotûbêj nekin
- Zarokên xwe ji Fastfood û xwarinên hazir dûr bigirin
- Tenê di rojbûn an pîrozbahiyan de destûra Cola, Pepsi ûêd bidin zarokan, zarokên xwe fêrî avê û ava fêkiyan bikin
- Berê Kurdî fêrî zarokan bikin û li malê tenê bi Kurdî biaxivin. Hatiye îsbatkirin ku zimanê zikmakî zarokan bipêşdixe
- Heqaret û biçûkxistin ji şîdeta laşî ziyandartir in. Êşa şeqamê derbasdibe lê ya derûnî rêça xwe dihêle


X Twitter: https://x.com/Darius_Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...