Derûndermaniya (psîkoterapî) Cotan/Parcotan/Hevjînan bi Kurtî
Psîkoterapiya parcotan rêbazek psîkoterapî ye ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera cotan de ye. Nakokî û kêşe ne tenê di navbera wan de dimîne, herwiha heger hene, bandorê li zarok û malbatan jî dike.
Li diyasporayê dikarim bêjim 65% cotên Kurd, bi para din a cotê re, ango bi dergîstî yan hevjîna/hevjînê xwe re di nava şer de ne. Bêî ku alîkariya derûnî werbigirin, heya rewşa patolojîk an xeterdar viya didomînin. Ango heya îxanet, jiyana paralel û nexweşiyên derûnî ûêd.
Dema ku pirsgirêk zêdebûn, eniya me qurçimî, ji hev têgihîştina me winda bû, tedawiya zewacê dikare bibe alîkar. Terapîst bêalî û pispor e. Sirrên kesî ji kesî re nabêje, sondxwarî ye. Hewl dide hûn vekirî bin, da ew bikaribe fêhm bike hûn çi dixwazin.
Milyaket jî bêqisûr nînin
Di baştirîn têkiliyan de jî, rewşên dijwar dikarin derkevin holê ku mirov dikare asê bimîne. Her qonaxek jiyanê bi xwe re zehmetiyan tîne û têkiliyan diceribîne, me dike îmtehenê. Roj tê rojên romantîk dibin xeyal. Kar, xwedîkirina zarokan, nexweşî, mêvan, têkoşîna azadiya Kurdan, malnişînîbûn, koçberî hwd bi xwe re guhertin û kêşeyan tînin.
Di tedawiya zewacê de, hemî pirsgirêk û nakokî dikarin bi terapîst re vekirî werin gotûbêjkirin. Erê, terapîst bêalî dimîne, ev tê wê wateyê ku ew bi her du helwestan re hevseng e, lê xwe nade alî, bêalî nîne. Ew li aliyê çareserkirina nakokiyan û etîka xebata xwe ye.
Terapîstê zewacê ne tenê li ser pirsgirêkên heyî disekine, lê di heman demê de aliyên erênî yên pêwendiyê jî vedikole. Hûn dizanin dema mirov li hevûdu sor û sar bû, pêşdarazî çêbûn, mirov carnan nikare rastegîniya ber pozê xwe jî bibîne. Ango terapîst dibe alîkar da hûn pirsgirêkên xwe, behremendiyên xwe û devedora xwe nasbikin.
Mixabin ji ber ku rêbaza derûndermaniya reftariyê (behavioral therapy) bo çanda Ewropayiyan hatiye amadekirin, gelek caran terapîst û nexweş bi hevûdu nakin. Li Ewropa jî terapiya reftariyê/tevgerê serdest e. Herçendî terapiya pergalî/sîstematîkî qaşo bo cotan û malbatan hatiye amadekirin jî, derûnnasên Ewropî dibin tînin, dîsa ava terapiya tevgerê pê werdikin. Ji xwe psîkanalîz jî li Ewropa di sekereta mirinê de ye. Bi taybetî li Almanya.
Girîng e ku hûn bizanibin terapîstê hûn diçin çendîn xwedî tecrûbe ye. Bo mînak her psîkolog nikare terapiya trawmayê bike. Divê sertîfîkayên wan hebin, wekî EMDR ûêd.
Tedawiya hevjînan bi taybetî girîng e heger pevçûn bandorek neyînî li jiyana rojane û tenduristiya derûnî ya we dike.
Armanca tedawiya zewacê ne ew e ku hûn zewac an têkiliya xwe berdewam bikin an jî bidawî bikin. Biryara wê dê hûn bidin, ne psîkolog. Lê bi alîkariya psîkolog hûn dikarin biryara herî baş bidin.
Tenê an bi hev re?
Di tedawiya zewacê de, ne hewce ye ku her du alî her dem amade bin, lê feydeya terapiya zewacê ew e ku terapîst her du nêrînan nas bike.
Lêbelê, carnan hin tişt hene ku mirov naxwaze li ber hevjînê din gotûbêj bike. Bi taybetî nakokiyên di warê seksê de. Dema ku hevjînek bixwaze cuda bibe, lê newêribe biaxive, baş e ku bi tenê seansan werbigire.
Navenda me dê protokol û modûlên rêbaza terapiya sîstematîkî bi giştî li Kurdî wergerîne. Dest bidin me, em di avakirina navenda xwe de biserbikevin
Kurtenivîs: Nr 200
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G.