Çawa xwe ji hîstriyonîkan biparêzin?
Mirov kesayetiya xwe di zaroktiyê de bi fîgûrên dê-bavan avadikin, piştre jî pirr nayên guhertin. Divê bêjim ti kesayetiyek ji ya din binirxtir nîne û hemî jî normal in. Helbet astengdariya, xerabûna kesayetiyan jî heye û kesên van dîagnozan wergirtine dikarin kesên din aciz bikin. Bi wan re pirsgirêka kontrolkirina hestan heye. Çi erênî çi neyînî, hestên xwe di astên extrem de didin der.
Astengdariya hîstriyonîk bêhtir li cem jinan rûdide. Gelek kêm be jî hin mêrên hîstriyonîk hene. Ev kesan dixwazin her balê bikişînin. Ruhê wan di balkêşanê de ye. Çûn kû divê xelk li wan binêrin, wan guhdarî bikin, bi wan re mijûl bibin. Hostayên vî karî ne û bi rastî jî balê dikişînin. Heya vir her tişt normal e û ti pirsgirêk jî tune.Mesele piştî balkêşanê derdikeve.
Hîstriyonîk bi hestên xwe yên zêde, bi kincên xwe yên balkêş tên naskirin. Çîroka wan ji zaroktiyê dest pê dike. Problemên xwe yên girêdana xwezayî ya bi dê-bavan re safî nekirine. Têra xwe ji fîgûra dê-bavê piştgirî û hezkirin negirtine. Dibe ku fîgûrek ango dê yan bavê wan miribe, zewicî be. Dibe ku di malbatake qelebalix da hatibin jiyanê ku kêm eleqe dîtibin. Dibe ku di nava 4-6 salî yan 9-13 salî de êrîşeke hestyarî jiyabin. Dibe ku qet ne yek ji van hebe. Ew li eleqeyê digerin.
Di terapiya xerabûna kesayetiyan de, kesayetî bi xwe ne mijara xebatê ye. Terapîst bi nexweş re li ser nakokiyên têkiliyan radiweste. Taybetiyeke xerabûna kesayetiyan heye, ew pirsgirêkek, xetayek di xwe de nabînin. Heger bibînin, em dibêjin "teşhîs şaş e". Ew her kesên din sûcdar dikin. Viya qesten nakin, wisa dizanin û bawer dikin. Lê roj tê êdî nikarin jiyana xwe bi xweşî bidomînin, tên alîkarî werdigirin.
Gorî çavdêriyên min li Kurdistanê hejmara hîstriyonîkan gorî Tirkan gelek kêm e. Astengdariyên kesayetiyê li cem Tirkan ji Kurdan pênc car zêde ne. Bi ya min li cem Kurdan mêrên hîstriyonîk qet jî ne kêm in.
Kesên derdikevin TVan, giliyê mêrên xwe yan kesên din dikin, ne hemî hîstriyonîk in, lê di nava wan de hene. Bo hîstriyonîkan balkişandin girîng e, li kû yan bi çi awayî ye, ne xem e. Dikarin heqaret bikin, balê bikişînin. Dikarin seksî bin balê bikişînin. Dikarin ji zilaman re çav biqirpînin balê bikişînin. Tiştek nedîtin, gilî dikin, derdikevin TVan, cihekê xwe tazî dikin, heya bigire ji xwe diçin, dîsa biserdikevin, balê dikişînin. Divê dubare bêjim, ew bi zanebûn, qesten viya nakin, ew jî nizanin çima wisa dikin. Ew ne kesên xerab an bênirx in. Xerabî û çêyî relatîv e, gorî kes û demê tê guhertin. Xerabî û çêyî ne mutlaq e. Gorî pirraniyê ne qîmetên civakî, rastî yan şaşiya wan nîne.
Hîstiyonîk gelek provokatîv in. Dikarin gundekî bera hev bidin û aştiyê jî bi xwe bikin. Dikarin mêrekî herî halîm-selîm ji rê derînin û piştre jî aqil bidinê. Dikarin dilê mêran bikin xwe û piştre jî heqaretê li mêran bikin. Dikarin li navenda bajêr ji xwe biçin û her kesê bi xwe bidin mijûlkirin. Ji aliyê psîkodînamîk ve ew li eleqeyê digerin. Ew zaroka ku nehatibû hezkirin li hezkirinê digere. Ew zaroka ku nekaribû hestên xwe bîne ziman, niha viya dike. Ev zaroka ku newêrî bû ji mêrên bi wan xerabî kiribûn re tiştekê bêje, niha heyfa xwe digire. Mafê wan tune gelo?
Bi texmînî 2% mirovan re astengdariya kesayetiya hîstriyonîk hene. Li bakurê Kurdistanê bi ya min 0,25 heya 0,50% jinan re astengdariya vê kesayetiyê heye. Lê bi ya min hejmara mêrên Kurd ên hîstriyonîk ji kêmzêdeka cîhanê hinekê zêdetir e. Dibe ku di vir de rola bêstatûbûna Kurdan, bindestî ûêd hebin. Lêkolîn pêwîst in. Mêrên Kurd ên hîstriyonîk carnan xwe di nava siyasetê de vedişêrin. Di platformên medyaya civakî de gelek rast li wan hatime. Heger te peyveke Kurdî şaş nivîsî tên heqaretê li te dikin. Ji taybetiya te re dinivîsînin, dema te bersiv da jî, devedorê dibêjin "eyb e, qaşo zana ye, li pey jinan digere", li te heqaretê dikin.
Bi pirraniya hîstriyonîkan re nexweşiyek an nexweşiyên din jî hene. Bo mînak bi hinan re tendensên konversiyonê, Borderline, narsîst, antîsosyal jî hene. Herwiha depresyona kronîk, nexweşiyên derûnlaşî (somatîk) jî. Jixwe ji ber van kêşeyên xwe tên bijîşkan, nexwe xwe nexweş qebûl nakin.
Carnan kêşeyên xwe bi dramatîkî, seksî didin der. Ji şanogerek baştir rola qurbaniyan dilîzin. Wisa ku hemberê xwe him qanî dikin, him jî dikin bin kontrola xwe.
Mînakek (nav hatiye guhertin)
Ayşe 58 salî, malnişînî bû. Tirk bû. Bo terapiya akût, hatibû klînîka me. Hefteyê 50+25, 75 deqîqe danişîna me hebû. Herwiha me hevûdu hefteyê du caran di terapiya komê, carekê terapiya trawmayê û du caran jî di dersên derûnlaşî de didît. Xanimeka paqij bû. Wekî keçên ciwan tevdigeriya, gorî modayê makyaj dikir. Ji ber nexweşiya vertîgoyê, astengiyên wê yên rêveçûnê hebûn. Diheciya, dipekiya carnan. Her li xwaringehê ji xwe diçû. Bijîşkekî ciwan ê Hindistanî hebû, bilez xwe digihandê da rencîde nebe. Lewra cihên xwe yên întîm baş por nedikir, venedişart. Hat gazin kir ku ew doktorê Hindistanî naxwaze lewra çerme wî reş e, jê ditirse. Û herwiha got "erê mafê wî ye jî, ji jinekê hez bike, lê doktor divê bi mesafe bin. Her ku ez dikevim, tenê ew tê alîkariya min".
Di salona dersê de bêî ku destûr bidinê, dest pê kir, zarîn û fîganan: "Bes e, goştê hemî balindeyan nayê xwarin. Ji mêran re dibêjim, ez ne layiqê mirovên wekî we xizan, nexwendî û dîn im. Sedemê hatina min, pişta min diêşe, ne ku derûniya min xerab e". Zilamekî bersiva wê dayê û şer derket. Ayşeyê tevahiya nexweşxaneyê bi xwe da mijûlkirin.
Roja xatirxwestinê ji min re got: "Mamoste tu mirovekî gelek baş î. Lê bizanibe, bo têkiliyeke nû hê ne amade me. Mirov ji jinekê hez bike, ne şerm e. Ev normal e. Xwezî te hinekê spor bikira, dê ciwan bimayî".
Bo dîagnostîkê
Gorî DSM-5ê divê ji nîşaneyan herî kêm pênc hebin:
⦁ Dema balê nekişînin, xwe xemgîn hîs dikin.
⦁ Bi kesên din re têkiliyên provokatîv, bi rengê seksî datînin.
⦁ Hestên wan zû tên guhertin. Wisa ku kesên din wan hinekê "sivik" dinirxînin.
⦁ Bo balê bikişînin ser xwe, birêkûpêk kinc û makyaja xwe bikartînin. Ew bi kinc û makyajên xwe -qet nebe hinekê- "extrem" tên naskirin.
⦁ Di ramanên wan de mantiqek, wateyek berbiçav nîne, bêbingeh in. Ramanên wan ne zelal in.
⦁ Hestên xwe bi awayekê dramatîk, şanoyî û zêdeyî didin der.
⦁ Li dijî rewş û kesan gelek hesas in. Hestên wan di bin bandora rewş û kesan de ne.
⦁ Herçendî kesên din pirr ne di baweriyê de bin jî, ew têkiliyên xwe dirust û bibawer dibînin.
⦁ Ji xeynî van nîşaneyan, divê sedemê kêşeyên wan di zaroktiyê de bin. Ango bêtê dîtin ku mesele ji zaroktiyê dest pê kiriye.
Bandora hîstriyonîkan di întelîjansiya Kurdî de
Gelo di civaka Kurdî de bandora hîstriyonîkan çiye? Me li ser neaxiviye, lêkolîn nekiriye. Rast li jinên hîstriyonîk hatime ku saziyên Kurdan, kampên penaberan tevlîhev kirine. Rast li mêrên hîstriyonîk hatime ku bo balê bikişînin, mûzîka Kurdî xerab kirine. Bi giştî întelîjansiya me hê ne azad û wêrek e. Rewşenbîrên Kurdan ên serbixwe, azad, wêrek gelek kêm in, heya bigire van salên dawiyê qet nemane. Ew li dijî hîstriyonîkan jî ne zexm in. Jineka hîstriyonîk dikare serê rewşenbîrekî Kurd têxe belayê û pê bilîze.
Li kargehan, di warê tenduristiyê de, li mizgeft û cemxaneyan jî bêhtir mêrên hîstriyonîk dîtiye. Melle hîstriyonîk e, geh xelkê dicoşîne, geh xemgîn dike. Melle çîrokên têr xemgînî dibêje, cemaet digirî. Melleyê hîstriyonîk bi hêsanî civakê li pey xwe dibe, balê dikişîne. Herwiha pîrê cemxaneyê jî heger hîstriyonîk be, bi hêsanî bawermendan heyranê xwe dike.
Hin pêşniyar bo serederkirina bi hîstriyonîkan re
⦁ Hewl bidin wan zûbizû rexne nekin. Hinekê sebir bikin. Heger helwesta xwe zû nîşan bidin, wan provoke dikin, ev jî bo we ne baş e.
⦁ Jibîr nekin ku hîstriyonîk bi zanebûn wisa nakin. Ew ne mirovên nebaş in ku hûn wan bi exlaqî sûcdar bikin. Ji ber vê yekê, jê re nebêjin derewker an şahbanûya dramayê. Mafê we jî nîne.
⦁ Hîstriyonîk zayendiya xwe, ango seksûalîteyê gelek bikartînin. Lê nayê wê wateyê ku ew li seksê digerin. Mêrên nezan zû tên xapandin û serê xwe jî dikin belayê. Hîstriyonîk bes dixwazin balê bikişînin.
⦁ Heger hevjîna/ê we hîstriyonîk e û hûn amadekariyên zewacê dikin, çêtir e, alîkariya derûnî werbigirin.
⦁ Li dijî wan dirust û bi prînsîp bin, ew ê jî rojekê sînorên we nasbike. Bi nerastî pesnê wan nedin, nebêjin "tu çiqas rind î, seksî yî, bêhempayî ûêd". Ev serî de zirarê dıde we bi xwe û herwiha hîstriyonîkan.
⦁ Dema krîz derbas kirin an ji xwe ve çûn, bang pisporan bikin. Hûn mudaxale nekin.
09.07.2022
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen