Sonntag, 22. September 2024


 Mobîng Çiye?

Mobbîng an bi Kurdî Mobîng, şîdeteke hestyarî ye. Yek ji cureyên terora psîkolojîk e. Wekî biçûkxistin, gefxwarin, cûdaxwazî ûêd êrîşek e, li ser yekîtiya derûniya mirov. Li seranserê cîhanê bûye yek ji kêşeyên sereke yên derûcivakî (psîkososyal).
Salên 1950yî peyva mobîngê derket. Ji peyva îngilîzî to mob ango bi hev re li yekî heqaretkirin, pelixandin belav bûye. Serî de fîrmayên mezin mobîng pêşxistin. Gorî qanûnan nikaribûn bêî sedem personalan ji kar derînin. Gotin “em çawa bikin ku personal bi xwe ji kar derkevin?”. Heger personal were acizkirin mecbûr dimîne kar diterikîne û ew jî digihên armanca xwe. Ji ber ku personal bi xwe ji kar derketiye, ji tazmînatê jî xelas dibin. Mobîng wekî modayê li seranser cîhanê belav bû. Fîrma, klûbên werzîşê, dibistan, partiyên siyasî li her derê mobîng hate kirin.
Li ba gelek cureyên ajalan jî mobîng hatiye çavdêrîkirin. Bi milyonan mirov ji ber mobîngê dikevin depresyonên giran, heya qesta xwekuştinê dikin. Ziyaneke mezin dide aboriyê. Neheqiyeke û şermeke mezin a şarezayiya serdema nûjen e. Şîdetên fîzîkî bi qasî şîdetên derûnî zirarê nadin. Yek serê me bişkîne, birîna wê sax dibe. Lê yek bi taybetî di zaroktiyê de me biçûk bixîne, dikare ev li tevahiya jiyana me bandorê bike. Şîdetên hestyarî yên em di zaroktiyê de dijîn, dikare kesayetî û karakterê me jî xerab bike.
Ên mobîng îcad kirin bûn pêşengên rakirina mobîngê
Serî de fîrmayên navneteweyî yên DYAyê, ji ber ku zirarên mobîngê dîtin, stratejiyên xwe guhertin. Erê, yê mobîng pêşxistin jî ew bi xwe bûn. Dîtin ku atmosfera kargehê xerab dibe, kêfa personalan nayê, personal bo ji kar neyên avêtin an kariyerê bi hev ketine, hilberîn û kalîteya xebatê kêm dibe. Ew li kedkaran mobîngê dikin da bi xwe îstîfa bikin û ew jî tazmînatê nedin. Dîtin ku ji vir çi qezenc bikin, du qatê wê jî zirarê dikin. Lewra mobîng mirov nexweş dike. Personal diçin raporê digirin, qeza zêde dibin, navê fîrmayên wan xerab dibe, kesek naxwaze û nikare dirêjdemî bixebite. Kesên durû, yaxçî, sextekar dimînin, personalên baş jî an direvin, an jî ji aliyê durû, yaxçî û sextekaran ve tên nexweş kirin.
Ji bo li fîrmayên wan mobîng neyê kirin guhertinên berbiçav kirin. Bo mînak şevên şahiyê yên fîrmayê, xelatkirina personalan, pîrozkirina rojbûna personalan hwd îcad kirin da di nava personalan de aştî pêk were, atmosfera fîrmayê xweş be.
Armanca mobîngê
Mobîng bi zanebûn tê kirin. Armanca mobîngê bi berjewendiyan ve girêdayî ye. Pirranî, fîrma mobîngê dikin da xelkê ji kar bavêjin, tazmînat nedin. Lê gelek caran jî xebera xwediyê fîrmayê jê nîne, di nav personelan de pêk tê. Şef li yekî mobîng dike da ew ji kar bête avêtin, cihê wî negire. Gerînende li yekî mobîngê dike, lewra ew kes di fîrmayê de pirr tê hezkirin û ev jî qet xweşî gerînende naçe. Çend personal kom dibin li şef mobîngê dikin, lewra şef pirr sert e.
Mamoste Şemdîn li mamoste Rengînê mobîngê dike, lewra Rengîn ji wî zêdetir kariyer kiriye û giraniyek wê li dibistanê heye. Fûtbolçî Azad li fûtbolçî Rohat mobîngê dike, lewra tê gotin ku klûb wî dike berpirsiyarê tîmê. Mêr li jina xwe mobîngê dike lewra kî hat mêvaniyê pesnê jina wî didin û jina wî gelek sosyal e. Rojnamevan li rakîbê xwe mobîngê dike lewra rayagiştî gelek hez ji wî dikin. Berpirsiyarê partiyê li berbijêrek mobîngê dike, ditirse da ew bibe berpirsiyar.
Bi kurtî mobîng li her derê ye û divê Kurd jî mobîngê baş nasbikin. Şerê desthilatî û egoyê yê zordaran û qurbaniyan e. Piştî vî şerî her sal li dinyayê bi milyonan mirov dikevin depresyonên giran û mixabin 15% ji wan jî qesta xwekuştinê dikin. Ewqas meseleyeke cidî ye.
Mobîng tewan e, sûc e
Li gelek welatan bi qanûnî jî wekî sûc tê qebûlkirin. Serî de Swêdê ev zagon derxist. Tevahiya welatên rojavayî jî li zagonên xwe zêdekirin. Ez ê behsa krîterên mobîngê yên Ewropayê bikim. Li Ewropayê ji bo dadger biryarê bidin, van krîteran dixwazin:
* Qurbanê mobîngê, hişyarî daye mobîngker ango li per pozê mobîngker sekiniye û ew îqaz kiriye yan na.
* Qurbanê mobîngê giliyê zordar bi şef an kesên ser xwe re kiriye yan na.
* Qurbanê mobîngê giliyê zordar bi gerînende yan xwediyê fîrmayê (yan sazî, klûb, dibistan hwd) re kiriye yan na.
* Şîdeta hestyarî birêkêpêk û herî kêm şeş meh in tê kirin an na.
* Qurban ji mobîngê zirar dîtiye yan na.
Divê qurban van pirsan bibersivîne û bi şahîd û belgeyan îsbat bike. Çinkî dadgeh dixwazin ku mirov berê meseleyên xwe bi xwe çareser bikin. Heger edalet bicih nehat, mirov serî li dadgehê dide. Di vir de şaşiyek nîne. Bes, meseleya şeş mehan cihê gotêbêjê ye. Heger zordar çend caran bo mînak qurbanî tacîz kiribe, yan mehek-du meh in vê tacîzê dike, hê wekî mobîng nayê pejirandin. Mixabin reformên dadî hêdî dibin, divê hiqûqnas, zagonçêker van krîteran nûjen bikin.
Mobîng aşkera nayê kirin
Tesbîta mobîngê dijwar e. Lewra kiryar vê aşkera nake, îndîrekt, veşarî, kamûflekirî û ziravane dike. Gelek caran li dûv xwe şahîd û delîlekê nahêlin. Heger qurbanê mobîngê bi dizî deng an vîdeo qeyd bike, ev wekî delîl nayên qebûlkirin. Û qedexe ye jî. Şahîd hebin jî pirranî naxwazin şahîdiyê bikin, lewra ditirsin ku jê zirarê bibînin. Bi rastî gelek dijwar e qurban li heqê xwe bigere.
Çend awayên mobîngê
* Mobînga fîzîkî. Bo mînak li dibistanê komek zarok mil davêjin, qalikên mûzê davêjin zarokek, mix an bizmar datînin binê zarok hwd.
* Mobînga civakî. Bo mînak zarokên Tirkan zarokek Kurd re hevaltiyê nakin, nagirin nav xwe, pê re nalîzin.
* Mobînga sîber (Cyber Mobbing). Kurdan îfşa û îxbar dikin di tora înternetê de, li ser medya civakî henekên xwe bi Kurdan dikin. Wêneyê Kurdekê belav dikin ka çendîn “ne rind e, birûyên wê qalind in” û bi hezaran kes di bin van parvekirinan de şîroveyên dijmirovane dinivîsînin.
* Mobînga devkî. Bo mînak li kargehê dema te dibînin bi dizîka kurtepist dikin, bi dengê bilind paş te dikenin, gotinên te aciz dikin dibêjin, henekên tu hez nakî dikin.
* Sûcdarkirinên exlaqî. Pirranî bi planek û ziravane dikin. Mînakên Cemîl û Nûrê bixwînin.
Çend awayên şîdeta derûnî
Ez ê li ser vê babetê nivîsên xwe parve bikim. Bes li vir çend mînakên şîdeta psîkolojîk didim.
* Karker an karmendan bi tiştên rûreşiyê tewanbarkirin. “Nazê pereyê midur diziye”.
* Ji nişka ve windabûn. “Bozan piştî salekê flirt û evîndariyê bi Gulnazê re, nişkave winda bû. Gulnaz nizane çi bike”.
* Dorkolan. Bo berjewendiya xwe kesek zêde tê reşkirin, tenê tê hîştin, dora wê tê kolan. “Feyzo xayîn e, sîxurî kiriye”.
* Sirbarkirin. Mirov sirekê li yekê bar dike, wê mecbûr dihêle da sirê nede kesî. Ev sir carnan dibe barek mezin. “Şîlan ji hevala xwe Dîlanê re dibêje ew ji mêrê xwe sar e, bi mêrekî din re flirtê dike, heger bête bihîstin mêrê wê herduyan jî dikuje”
* Vegera bêyom. Bi kesek re şer dikî, têkiliya we bidawî dibe. Wext derbas dibe, hûn êdî jibîr dikin, ji nişka ve ew kes dîsa vedigere. “Tayîna jina Kamran a berê derketiye dibistana Kamran lê kar dike”.
* Deyndariya ji deyn zêdetir.“ Roger 100€ deyn daye Bager. Bager nikare vêgav deynê xwe bide. Herçendî hezar caran jî ev gotiye û lêborîn xwestiye, Roger nasekine. Di hefteyekê de 44 caran telefon kiriye. Heger Bager bersiv neda li malbata Bager digere. Ne tenê behsa pere dike, aqil dide, gazincan û şîretê jî dike.
* Şîdeta dîjîtal. Deng û wêne tomarkirin, WhatsApp-hackkirin, bi navê vîze û zewacê xelkê xapandin hwd. “Sîrwan hesabê Xezalê teqlîd kiriye û ji mêran re resmê Xezalê yê nîvtazî dişîne”.
* Telefon, name yan SMSên anonîm. “Her roj telefon tê ji Mîran re, tenê mûzîkê didin guhdarîkirin”.
Hin cureyên şîdetê
* Şîdeta fîzîkî. Bo mînak yek bi destan an alavekê li me bide.
* Şîdeta aborî. Bo mînak yek heqê me bixwe, kesek xizanî û bêçareriya me bo berjewendiya xwe bikarbîne me deyndar bihêle. Mêr jina xwe bide xebitandin lê dest bide ser pereyê wê.
* Şîdeta zayendî. Tacîz, bi zorê sekskirin bi partne re.
* Şîdeta zagonî. Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Govend û mûzîk tên qedexekirin.
* Şîdeta exlaqî. Bo mînak jinebî nikarin bi hêsanî bi mêrek re suhbetê bikin.
Taybetiyên qurbanên, mexdûrên mobîngê
* Kesên di karê xwe de serkeftî ne.
* Kesên xwendî û afirandêr in. Kesên zanîngeh bidawî kirine bêhtir rastî mobîngê dibin. Kesên dibistana seretayî xwendine ji yên zanîngeh xwendine kêmtir mobîngê dijîn.
* Bêhtir jin rastî mobîngê dibin. Qurbaniyên mobîngê bêhtir jin in.
* Kesên temendirêj. Kesên pîr in, êdî nikarin kariyer bikin û qeweta wan jî ne wekî berê ye.
* Kesên ecemî. Kesên di meslegê de hê nû ne.
* Kesên ciwan. Li kargehan temendirêj gelek caran barên xwe li ciwanan bardikin.
* Kesên nikarin sînorên azadiya xwe baş bidin hîskirin. Kesên gotina “na” kêm bikartînin.
* Kesên giringiyeke mezin didin aîdiyeta komê. Kesên pirr di bin bandora xelkê de dimînin.
* Kesên ji pesinan, pesindariyê hezdikin. Kesên îhtîyaca wan pirr bi teqdîrê hene.
* Kesên giringiyeke mezin didin dadê (edaletê). Kesên neheqiyê hîç qebûl nakin. Kesên bi wan re obsesyon hene.
* Kesên tirsa wan ji dewletê/otorîteyê hene. Bo mînak Kurd neheqiyan dadiqultînin, çinkî ji polîs û dewletê ditirsin. Newêrin gilî bikin.
Taybetiyên kiryarên, zordarên mobîngê
* Kesên egoîst û berjewendperest in.
* Pirranî mêr in. Mêr bêhtir mobîngê dikin.
* Kesên behremendiya wan a têkiliyên civakî, komûnîkasyonê kêm in. Mirov bi axavtinê probleman safî dikin, lê li cem kiryarên mobîngê ev behremendî kêm e.
* Kesên hesûd in. Kesên bi wan re tendensa agresyona pasîv hene.
* Kesên çavbirçî ne. Kesên zêde tema, destgirtî ne.
* Kesên bi wan re tendensa narsîzmê yan astengdariya kesayetiya narsîst hene.
* Kesên xwedî hêz û otorîte ne. Kesên hêz û otorîteya xwe bi neheqî bidestxistine yan tirsa wan heye ku vê winda bikin.
* Hin ji wan obsesîv in.
* Kesên perwerdeya wan kêm in bêhtir mobîngê dikin. Kesên neçûne dibistanê herî zêde mobîngê dikin.
Mobîng bêhtir li kû tê kirin?
A rastî ev pirs şaş e. Mobîng li her derê jiyanê tê dîtin. Bêhtir;
* Li kargehan.
* Li dibistan û klûbên werzişê.
* Li eskerî, girtîgeh, partiyên siyasî.
* Di malbatê de, bêhtir di nav mêr û jinan de.
Gavbigav berî bi depresyona giran
Bifikirin li kargehê birêkûpêk, bêrawestan li dijî we xerabiyan dikin û her carê hûn diêşin. Her carî bihêrs dibin lê her carî nikarin tiştekê bikin. Çinkî hûn mecbûr in bixebitin û ne hêsan e karekê nû bibînin. Her roj vê êşkenceya derûnî dijîn. Dema serê sibeyê radibin û berê xwe didin kargehê, enerjiyeke neyînî tê ser we. Dudilî, tirs, hêrs, xemgînî, bêçaretî we dîl digire. Lê hûn dîsa jî diçin kar. Roj bi roj ev hestên we yên neyînî zêdetir dibin. Hûn li malê behsa mobîngê dikin. Hezkiriyên we xemgîn dibin. Ne tenê li malê, kî bibînin dixwazin jê re behsa neheqiya li we tê kirin bikin. Roj tê êdî kesek naxwaze guh bide we, lewra êdî aciz bûne ji we.
Xewa we xerab bûye. Yan dereng dikevin xewê yan jî gelek caran hişyar dibin. Dikevin xem, xof û tirsan. Carnan xwebixwe diaxivin, wekî hûn di mehkemeyê de ne, yan jî hîtabê hezaran kesan dikin, behsa neheqiya li we tê kirin dikin. Carnan ji hêrsan, bêçaretiyan digirîn. Kêfa jiyanê winda bûye. Hobiyên xwe nakin. Wekî berê porê xwe şehnakin, wekî berê bi zarokan re eleqeder nabin. Êdî li we giran tê. Tiştan jibîr dikin, riya xwe şaş dikin, tiştên ber pozê we ye nabînin.
Roj tê îcar fikrên xeterdar tên aqilê we. “Ax xwezî agir bi fîrmayê biketa”, “erebe li şef biketa, qet sax neba”, “bombeyek heba min dizîka bikira odeya şef” hwd. Hezkiriyên we behsa psîkolog dikin. Her kes dibêje “yan îstîfa bike, yan jî biçe cem psîkolog”. Li kargehê jî problem derketine. Hûn karê xwe wekî berê baş û zû nakin. Êdî hevkarên we, hevalên we yên baş jî hişyariyê didin we. Mejiyê we bûye wekî kulav. Carnan ji paş stûyê ve êş an giraniyekê dikeve serê we. Roj tê dibin wekî ajalekî ketiye kemînê û dipelpite. Dinya li we reş bûye, jiyan bûye bîreke kûr û tarî ku nikarin jê derbikevin. Bi xêr hatiye depresyon.
Mînak ji qurbaniyan, Cemîl
Nav bila Cemîl be. Ji terapiya forensîk ango nexweşxaneya girtî, şandibûn klînîka me ya derûnlaşî ango psîkosomatîk. Ji Edeneyê, 37 salî, zewicî, bavê sê zarokan. Piştî mobîngê, xwe bi tevî erebeyê ji pirekê avêtibû Çemê Neckarê (li Almanya). Ew xelaskiribûn û terapiya forensîk gelek serkeftî bû. Doz vekiribû dijî fîrmayê û qezenc kiribû. Fîrmayê berdêla 2 salan maeş dabûyê, li bendê bûn ku were kar. Min bi gerînendeyê fîrmayê re axivî. Samîmî û xemgîn bû, hez ji Cemîl dikir. Bi nêrîna wî şefê makîneyan ev mobîng organîze kiriye, ti xebera fîrmayê jê nebûye.
6-7 salî ye bavê wî tê kuştin, sêwî dimîne. Diya wî didin temendirêjekî dewlemend ku xizmê kujerê bavê wî ye. Zilam her roj li diya wî dide. Ew 11 salî ye, apê wî dibêje “wî bikuje, heyfa bavê xwe hilîne. Tu zarok î, ceza nadin te”. Cemîl bavê damariyê kêr dike lê pê nikare. Li qereqolê pirr lêdidin. Polîs pê henek dikin dibêjin “mêrik him bavê te kuşt him jî bi diya te re radizê”. Cemîl her dema yek heqaretê bike, wî biçûk bike, ew gotinên polîs dide bîra xwe, agresîv dibe.
12 sal li fabrîkayê kar dike. Dibe serekê tîmê. Bi şefê makîneyan re gelek caran pevçûn dike. Saet 16:10 e, kincê xwe yê normal li xwe kiriye û dê biçe mal. Du bekçiyê fabrîkayê pêşî lê digirin û dixwazin ew çenteyê xwe veke. Di çente de du pense û tornevîdeyek ku bi giştî bihayê pakêtek cixare dikin, dibînin. Xebera Cemîl jê nîne. Cemîl bi diziyê tê tewanbarkirin. Ew roj dibe mîlada Cemîl. Herçendî mesele tê fêhmkirin û gerînendeyê giştî yê fîrmayê lêborînê ji Cemîl dixwaze jî, agirê Cemîl venamire. Carekê navê wî bûye “diz”. Şerê wî û şefê makîneyan ranaweste. Piştî 10 mehan Cemîl dikeve depresyoneke giran û biryar dide ku xwe bikuje.
Mînak ji kiryaran, Nûrê
Bila nav Nûrê be. Nûrê 41 salî, 3 car zewicî, kurekî wê hebû. Kurdeka asîmîlebûyî bû. Hevjînê wê yê yekem ew ji Stenbolê anîbû Almanya. Gelek zilm pê kiribû. Ji malê avêtibû der. Xwe dabû alkolê. Hevjînê xwe yê duyem bi jinekê re dibîne. Hevjînê sêyem Tirkekî ji Bûlgaristanê ye. Nûrê şermok e û pirranî tenê digere, ji hevaltiyê zêde hez nake. Demekê li mala sitarê ya jinan dimîne. Bi alîkariya wan li ser parêziya nexweşan pîşe (mesleg) çêdike. Li nexweşxaneyek 5 sal in kar dike. Dema mêrên maço, qelew û fermanan dide bibîne, enerjiyeke negatîv tê ser wê. Lewra dişibin hevjînê wê yê yekem. Nûrê destpêka terapiyê de ji min re wisa serpêhatiya xwe vegotibû.
Li kargehê Tirkekî qelew, maço heye. “Qîra xwe berdaye Nûrê”. Ew serkarê Nûrê ye. Nûrê dema wî dibîne, dikeve stresê. “Gayên wiha dikin serkar. Qey ez jina wî me, fermanan dida min. Ji min re digot an wezîfeya xwe bike yan jî bicehime here”. Nûrê difikire, heya ev kes wê ji kar bide avêtin, ew divê bike. Gorî xwe planekê çêdike. Nûrê ji qutiya çopê ya midûr ewraqên hatine qelişandin berhev dike û dike çopa zilamê Tirk. Ji çend kesan re dibêje wî dîtiye ew bi dizî ketiye odeya midur. Ji xwe re şahîdan çêdike. Midur pê dihese û lêpirsîn dike. Kes nizane ka çawa ewraqên hatine qelişandin ji çopa (qutiya zibilê) midur hatiye ya zilam. Midur bi devkî hişyariyê dide zilam.
Li ser hesabên medya civakî bi anonîmî ji jina zilam re dinivîsîne, xwe wekî hezkiriya wî dide nasandin. Şerên mezin çêdibin lê zilam gumana Nûrê nake. Têkiliya wî bi hevjîna wî re xerab dibe. Nûrê ji hevkareka Tirk re dibêje “eman mêrê min pê nehese, ev kes min aciz dike”. Nûrê dizane ku ev hevkar devsist e. Li kargehê kurtepist, paşgotin derdikevin. Şefê mezin bi nivîskî hişyariyê dide zilam ku ew li kargehê rêzgirtina jinan dixwaze. Nûrê wisa xwe diparêze ku zilam bi masûmiyeta Nûrê bawer dike. Bawer dike xebera wê ji tiştekê nîne. Nûrê rojekê firsendê dibîne, ji telefona zilam ji hevkarek jin re peyamek erotîk dinivîsîne. Lêpirsîn çêdibe lê zilam dîsa jî şika Nûrê nake. Zilam bi nivîskî hişyariya duyem digire. Gorî zagonan sê caran hişyariya nivîskî bigire, fîrma dikare wî ji kar derîne. Zilam xwe diparêze, kêm-zêde fîrmayê bi masûmiyeta xwe dide bawerkirin. Lê rewşa wî ya derûnî gelek xerab bûye, ketiye depresyonê. Piştî çend mehan hêz û motîvasyona wî ya xebatê nemaye. Zilam raporan digire demekê nayê kar. Lê her cara vedigere, Nûrê planeke nû çêdike. Zilam fîrmayê dide mehkemeyê da lê mobîngê dikin. Hê doza mobîngê didome, jina zilam jî wî berdide.
Min ji Nûrê pirsî ka çi bû bi zilam. Bi zewqê keniya û got “psîkolojiya wî xerab bû. Pê hesiyam niha alîkariya sosyal digire”. Min li rûyê Nûrê nêrî, ew zordar bû. Piştre îtîraf kir kû herdu mêrên wê yên berê ne xerab bûne. Nûrê dema berdanê ji yekî xanî û 15.000€ biriye, ji yekî jî nîvê xwaringehê û 20.000€ biriye. Nefreta wê ya mêrên qelew û maço ji zaroktiyê dihat. Ew patronê bavê wê bû ku Nûrê di zaroktiyê de îstîsmar kiribû. Mêrê duyem jî, yê heyî jî qelew û maço bûn. Nûrê li mêrên qelew û maço digeriya. Binê hişmendiya Nûrê, ew kiribû zordarek, wê qaşo heyfa xwe digirt. Sedemê mobîngê ev bû. Lê li pey xwe qurban dihîşt û bi xwe jî birîndara zaroktiyê bû.
Zirarên mobîngê gelek in
Mobîng ne tenê bandorê li derûniyê, li kar, zewac û tevahiya jiyanê dike. Gorî sendîkaya Verdiyê salê 15-25 milyar Euro aboriya Almanyayê zirarê dibîne ji ber mobîngê. Çinkî kalîteya kar dikeve, mirov xwe nexweş dinivîsînin, malûlen malnişîn dibin û ev jî derbeyê li aboriyê dide.
Ez behsa statîstîkên welatekî wekî Almanya bikim, êdî hûn hesab bikin ka rewşa Kurdan çendîn dijwartir e. Gorî Mobbing Reportê, 98,7% ji Almanan bawer dikin mobîng li welatê wan jî heye. 57%ê karkerên Alman mobîng jiyane. 71,9% qurbaniyên mobîngê, piştî mobîngê, êdî motîvasyona xwe bo xebatê windakirine.
Herwiha;
* Bawerî û xwebawerî şikiyaye, 67,9%.
* Bihêrs, nervoz, nevehesî, bêtehemûl bûne, 60,9%.
* Xwe ji civakê vekişiyane, 58,9%.
* Xwe wekî “gêj bûye” hîsdikin, 57,7%.
* Îstîfaya kar a hinavî. Ango di hundirê xwe de êdî ji kar îstîfa kirine, bi wan be êdî naxwazin di heman karî de bixebitin, 57,3%.
* Pêderdixin ku ne wekî berê ne. Hişê wan, hêz û qeweta wan kêm bûye. Tiştên berê bi hêsanî dikirin, niha bo wan gelek çetin bûye. Wekî ku aqilê wan êdî kar nake hîsdikin, 57,0%.
* Xwebaweriya wan bi behremendiyên wan nemane. Berê di meslegê xwe de serkeftî bûn. Niha êdî bi xwe û behremendiyên xwe bawernakin, 54,3%.
* Tirseke nediyar bi wan re peyda bûye. Carnan ev tirs wekî enerjiyekê tê ser wan heya panîkê jî derbas dikin. Heger tu ji wan bipirsî sedemê tirsê çiye, êdî ew jî nizanin, 53,2%.
* Şikestin û qelsketina konsantrasyonê, 51,5%.
* Nikarin rûtîna jiyana berê pêkbînin. Deyn, teqsîd, randevû, bûrokrasî ûêd bi ser wan de wekî dêvên heftserî tên û êdî nikarin têbikoşin, 23,7%.
* Xwe ji jiyana sosyal bi giştî vekişandine, 21,6%.
* Şerê mêr-jinê êdî gelek zêde bûye, behsa biryarên radîkal heya berdanê tê kirin, 19,7%.
* Kêşeyên cidî yên aborî destpêkirine, 15,4%.
* Xwe bêhez, bêenerjî hîsdikin, êdî nikarin hîjyena xwe jî bikin, 13,9%.
* Agresîvbûn, 9,6%.
* Depresyon, 9,3%.
Mobînga domdar li dijî Kurdan
Jiyana Kurdan bi xwe mobîng e. A rastî mobîng têra îzaha jiyana Kurdan a bindestiyê nake. Li welatê xwe mirov bindest be, nikaribe bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne, her roj dîroka te bête înkarkirin, govend girt te biavêjin zîndanê ev êdî ne mobîng e, bindestiya neteweyekê ye. Her roj li ser platformên medyaya civakî heqaret li Kurdan bikin, mezelên wan bişkênînin, serbazên dewletê destdirêjiya zarokan bikin û edalet tunebe, helbet mobîng nikare ya tê serê Kurdan îzah bike.
Heger zordar Tirkek rastgir be, bizanibin îşê we dijwartir dibe. Dibe ku dadgeh jî neheqiyê li we bike. Çêtir e hûn ji miletên din bêhtir bizanebûn tevbigerin.
Hebûna mobîngê nedin gotûbêjkirin
Heger hûn bawer dikin li we mobîng tê kirin, nexwe rast e, tê kirin. Sînorên xwe bi xwe diyar bikin, nedin gotûbêjkirin. Mobîng termeke elastîkî ye û tesbîtkirina wê dijwar e. Heger hûn gorî xelkê bikin, mesele tevlîhev dibe. Dê hin bêjin “ev ne mobîng e”. Yên êş û azarê dikişînin hûn in. Heger hûn çareseriyek nebînin, mobîngker pêşde diçe, cesaretê digire. Bo mînak hûn jin in û gerînende li ber we gotinên seksî dibêje, behsa seksê dike. Ev destpêka îstîsmara zayendî ye. Dibe ku hin hevkar ji we re bêjin “ew ji xwe re henekan dike, ev ne tacîz e”. Heger ev we aciz dike û diêşîne, rast e li we mobîng tê kirin. Tişta ku we aciz dike, sînorên derûniya we destnîşan dike û ev jî mobîng e. Şerê bi mobîngker re sebir, hişyarî û biryardariyê divê.
Çi bikin?
* Bi gelek lêkolînan hatiye piştrastkirin ku mirov kesên mobîngê dike, ango kiryar, zordar, îqaz bike, xêra wê heye. Li cem şahîdan, li bor pozê kiryar bisekinin, tiliya xwe dirêjî bikin û bêjin “te îqaz dikim, carekê din neke!”.
* Sînorên xwe bi xwe kivşe bikin. Heger hûn hîs dikin ku li we mobîng tê kirin, nexwe rast e, tê kirin. Dibe ku kesek din vê normal bibîne û bixwaze fikra we biguherîne. Yê berdêlê dide hûn bi xwe ne.
* Roja mobîng destpêkir, ji xwe re derûnnasek bibînin. Hûn ê him alîkariyê werbigirin, him jî rapora psîkolog rojekê ji we re lazim dibe.
* Heya ji we tê li cem zarokan behsa mobîngê nekin. Zirarê dide zarokan.
* Tişteke derqanûnî nekin. Mobîng sûc e û cezayê wê heye. Mafdar in, nebin bersûc.
* Bi nivîskî yan bi şahîdekî giliyê zordar bi serekê xwe yê kar ve bikin. Heger li dibistanê ye li cem midur gilî bikin.
* Heger sendîkaya we heye, herwiha bi nivîskî yan bi şahîdekî wan bo mobîngê agahdar bikin.
* Li kargehê ne pirr samîmî bin, ne jî cidî. Bes karê xwe bikin.
* Fêrî gotina “na” bibin. Barê xelkê nedin stûyê xwe.
* Hevkarên we, hevalên we yên kar, ne dost û hevalên we ne. Negirin mala xwe, tevlî jiyana xwe ya prîvat nekin.
* Li kargehê sirên xwe bi kesî re parve nekin. A rastî vê ji xwe re bikin edet. Kar neynin malê, problemên kar neynin malê. Atmosfera malê bo perwerde û geşedana zarokan gelek girîng e, bi we pirr dijwar be jî atmosferê xerab nekin.
* Rapora psîkolog teqez bigirin. Bizanibin qet şahîd û delîlek we nebe jî, rapor bi xwe delîlek e.
* Heger mobîng hê jî berdewam dike, biçin cem dozger, dozê vekin. Vê piştguh nekin, lewra hûn nexweş ketin zarok û zêçên we perîşan dibin. Û bizanibin depresyon ji şêrpenceyê (kanserê) girantir e. Tûşî depresyona klînîkî bûn, êdî bixwazin jî nikarin kar bikin.
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Mittwoch, 11. September 2024


 Sîndroma Imposter û Ciwanên Kurd

Çiye sîndroma yan fenomena Imposter?
Mirov bi behremendiyên xwe ne bawer e, di gumanê de ye, bêbiryar e, herçendî ti sûcek nekiribe jî, wiha hîs dike ku şaşiyek, sûcek kiriye. Di nava nasnameya wan a rastîn û ya ew hîsdikin de nakokiyek heye. Bêhtir li cem keçan, jinan tê çavdêrîkirin. Divê jibîr nekin, jin mixabin bi qasî mêran sûd ji nîmetên heyî wernagirin, sedem ev e, ne ku jin qels an problematîk in.
Potansiyelên xwe û serkeftinên xwe yên derbasbûyî nabînin, ji potansiyel û serkeftinên xwe yên paşerojê, dahatûyê jî ne bawer in. Wiha hîsdikin ku ew “ji xelkê kêmtir in, divê ji xelkê zêdetir hewlbidin xwe”. Carnan heger tenê bin, xeyal dikin ku ew mirovên baş, serkeftî, romantîk, leheng, navdar in. Carnan xwebixwe diaxivin, dikevin rola ku ew xeyal dikin.
Ev sîndrom an fenomen yekem car ji aliyê derûnnas Suzanne Imes û Rose Clance, sala 1978ê hate bilêvkirin. Ne nexweşî, sîndromek e. Hê dikare bê guhertin. Lê mixabin kêm kes bêî alîkariya derûnî biserdikevin. Pirraniya kesên xwebaweriya wan kêm bûne, tûşî kêşeyên mezin ên derûncivakî (psîkososyal) dibin, heya bigire dikevin depresyonê jî.
Sedemên Imposterê
* Fîgûrên dê-bavê lawaz in, an cih guherîne yan jî yek ji wan kêm e.
* Hinek ji wan zarokên tenê ne, xûşk û birayên wan tunin.
* Hinek ji wan zêde delalî hatine mezinkirin.
* Hinek ji wan di nava salên 4-13yê de bûyerên trawmatîk, awarte jiyane.
* Hinekan re tendensên fobiya civakî hene.
* Hinekên wan kêm perwerde dîtine yan jî ji aliyê behremendiyên civakî ve li paş mane.
* Dê û bavên gelekan ji perwerdeya zarokan baş fêhm nedikirine. Bo mînak ceza dane lê xelat nedane. Şermezar kirine, lê pesnê zarok nedane.
* Hinekan di nava salên 4-13 de mobîng an bûyerên trawmatîk jiyane.
Şeş astên, merheleyên Imposterê hene
1. Bingeha Imposterê jixwe heye. Xwebawerî kêm ê.
2. Dixwazin her tiştî bêqisûr, perfekt bikin. Dixwazin bibin mirovek baş, bêqisûr û perfekt.
3. Carnan xeyaldikin ku ew wekî Superman her tiştî bi hêsanî dikin. Xeyal dikin ku ew bo mînak leheng, dewlemend, seksî, romantîk hwd in.
4. Piştî hin astengî yan serneketinan tirs bi wan re çêdibe. Tirsa serneketinê, tirsa windakirinê, tirsa ku xelk bi rastiyên wan bizanibin.
5. Êdî di mejî de îmaja xwe ya şexsî guhertine. Êdî ji dil bawer dikin ku ew kesên “kêm, teral, têkçûyî, bêşans in”. Êdî ji behremendî û potansiyalên xwe dûr ketine.
6. Ji serkeftinê, sûcdariyê, şaştêgihîştinê ditirsin. Xwe gelek ji jiyana civakî vedikişînin. Ziyanên madî-manewî dibînin, kalîyeta jiyana wan dadikeve.
Çend mînak bo bêhtir bête fêhmkirin
* Li marketa ew çûne diziyek bibe, dikevin stresê. Wekê ku wan dizî kiribe xwe sûcdar hîsdikin. Heya bigire ji bo qaşo bêsûciya xwe îsbat bikin, hewldidin xwe ku aram bin da kes gumanê jê nekin.
* Polîs li kesek bigerin ew xwe sûcdar hîsdikin ku çima nikarin alîkariya polîs bikin. “Xwezî bikariban alîkari bikiran, xwezî cihê ew kesê lê digerin bizanibûyan”.
* Li çayxaneyê, her cara garson derbas dibe, xwe mecbûr hîsdikin ku çay bixwazin.
* Gelek caran bo xelkê memnûn bikin, xwe dikin bin barên giran.
* Gelek ji wan bêî sedem û bêî ku pêwîst be, derewan dikin. Ango “derewên şîrîn” dikin. Armanc dîsa memnûnkirin, dupatkirin, îknakirina kesan e.
* Parsekek bibînin pere nedinê jî, dikevin stresê.
* Hin ji wan bo xwe bidin qebûlkirin, dilê xelkê xweş bikin, biryarên xeterdar jî didin. Bo mînak tevlî rêxistineke, terîqeteke radîkal dibin.
* Di evîndariyê de pirsgirêkan dijîn. Bo mînak bo dilê partnerên xwe xweş bikin, hewldidin xwe zêde fedakar, durist, romantîk nîşan bidin. Xwe dikin binê deynan, barê xwe giran dikin.
* Gotina “na” bo wan dijwar e. Lewra dixwazin dilê xelkê bikin, “şaş neyên fêhmkirin”.
* Pirranî dixwazin tenê bin, da kes bi agahiyên wan ên taybetî nizanibin. Naxwazin kes bi tiştên wan ên rastî bihesin.
* Dema bi yekî re dimeşin, her gavek li paş dimeşin. Xwe wisa di ewleyê de hîs dikin. Dema li pêşiyê bimeşin dikevin stresê.
Terapî (tedawî) pêwîst e?
Heger derfetên we hebin, alîkariya derûnî rê kurt dike. Lê ne mecbûrî ye. Imposter (bixwînin împostir) wekî nexweşî nayê pejirandin. Sîndromek, fenomenek e. Kesên pê re Imposter hene, tevî zehmetiyan jî tevlî jiyanê dibin, wekî her kesî kar dikin, dizewicin. Tercîha wan e alîkariya derûnî werbigirin an ne.
Konfrontasyon (rûbirûhîştin), derûndermaniya kognîtîv-tevgerê, terapiya Gestaltê di terapiyê de tên bikaranîn.
Sedemên ku Imposter-Sîndrom li ba Kurdan zêde ye
Ji Girê Mirazan (Xerabreşk, Gobeklitepe) heya 1850yê (belavbûna mîrektiyan) Kurd her azad bûn. Serbilind, bi xwe bawer bûn. Mirov hema li gotinên pêşiyên Kurdan jî binêre, vê dibîne. Xwe serdest, nirxdar, şareza, hêja hesibandine û henekên xwe bi neteweyên cîran kirine, ew biçûk dîtine. Seyah, gerokên rojavajî gelek behsa sosyolojiya Kurdan kirine û pesinandine. Kurd bi xwebawerî, serfirazî, merdî, dewlemendiya çandî û lîberaliyê dihatin nasîn.
Piştî belavbûna mîrektiyan, mîlada Kurdan a bêyom destpêkir. Êdî aqilekî wan ê neteweyî tunebû. Dewleta wan tunebû. Sal bi sal heliyan, welatê wan biçûk bû. Bûn bindest. Heya bigire zimanê wan jî hat qedexekirin. Bêrawestan hatin komkujîkirin. Bi sosyolojiya wan, aqilên wan hate lîstin. Civaka wan şikiya, pûç bû û riziya. Roj hat hafizeya xwe ya dîrokî jî winda kirin. Xwe biçûk, bêqîmet, bêdîrok, bêşans, bêkêr dîtin. Derûniya wan guherî. Efendî bûn, bûn parya û dîlên dinyayê. Sedemê nemana xwebaweriya Kurdan, encama van 200 salên dawî ye.
Ji ber ku her kes pê dizane ez behsa karesatên 200 salî nakim. Niha pirraniya Kurdan li derveyê welêt dijîn. Li Bakur 75% Kurd li bajaran in, statûyeke wan nîne. Ji ber şerên 50 salî, rewşa wan xerab bûye. Bi milyonan kes trawmatîze bûne. Hevgirtina civakî kêm bûye. Malbat di krîzê de ye. Asîmîlasyon êrîşeke mezin e li ser derûniya Kurdan. Xizanî, bêparmayîna ji nîmetên serdemê, şerê psîkolojîk, têkçûna bizavên Kurdî, windabûna armancên makro ûêd wiha kiriye ku bi giştî bawerî û xwebaweriya Kurdan şikestiye. Li ba ciwanên Kurd hêdî hêdî nakokiya “îmaja xwe”, ango nakokiya di navbera kesayetiya heyî û ya îdealîzekirî, derketiye. Fenomena Imposter destpêkiriye.
Piştî “Şerê Hendekan” û Covid19yê çima asîmîlasyon zêdetir bû?
Di dema Coronayê de li seranser cîhanê fenomena Imposterê dupat bû, zêdetir bû. Herwiha li Bakur jî. Piştî “Şerê Hendekan” di derûnî û civaknasiya Bakur de hin guhertin çêbûn. Armancên makro gelek hilweşiyan, hedefên komê winda bûn. Dema hedefên komê winda bûn, mirov vedigere ser aîdiyetên xwe yên mîkro. Bi gotineke vekirî “Kurdistan çû, ol, mezheb, êşîret, malbatê destpêkir”. Kesên bi wan re sîndroma Imposter hene bêhtir jê zirar dîtin. Xwebaweriya ciwanên Bakur bêhtir şikiya û ji ber wê jî asîmîlasyon zêdetir bû. Ciwan êdî kêm bi projeyên Kurdewarî, partî û pêşengên Kurdî yên heyî bawer dikin. Qedexe û îzolasyonên şewba Covîdê rewş xerabtir kir. Fenomena Imposter jî zêde bû.
Pêşniyar bo ciwanên Kurd ên bi wan re Imposter-Sîndrom heye
* Dîroka we xelkê nivîsiye û dest dane ser dîroka we, Kurd sansûr kirine, Kurd tune-hesibandine. Dîroka xwe ji dîroknasên Kurd fêrbibin. Dîrok hafizeya neteweyekê ye. Teqez dîroka xwe bizanin.
* Serê sibeyê zû rabin. Dema we diranê xwe şûşt, li neynikê û rasterast li çavên xwe binêrin. Pesnê xwe bidin. Vê ji xwe re bikin edet, her roj bikin.
* Serkeftinên xwe bidin bîra xwe. Yên ew serkeftin kirine, hûn in, ne kesên din in.
* Guh bidin wê dengê nebixêr ê ji hinava we tê. Çi dibêje? “Tu bêkêr î!”, “Tu teral î, tu tolaz î, tu ne rindik - çeleng î”. Ji zaroktiya we tê ev deng? Zarokek dikaribû çi bikira? Zarok dikarin bên sûcdarkirin?
* Li ser we bêrawestan, sîstematîkî û bi profesyonalî şerê psîkolojîk tê meşandin. Xebera we jê heye? Armanca wan kuştina bawerî û xwebaweriya we ye. Bi hemî hêza xwe dixwazin civaka we nezan, nexweş, xizan û krîmînal bikin. Pirsa min ji we; Hûn ê teslîm bin? Hûn ê bi gotina wan bikin?
* Nirxên civakî eserê însên in, ne ji ezmên in. Rindî-nerindî, başî-xerabî hemî eserê mirov in û relatîv in. Gorî cih û demê tên guhertin. Mirovên perfekt, bêkemasî û kamil tunin. Ne hûn, ne Darius Winzer, ne jî xelk mikemel nîne. Mikemelî kêmasî ye, derewek e. Çima hûn ê xwe bikin qurbanê derewekê?
* Serkeftinên xwe pîroz bikin, xelatên sîmbolîk bidin xwe.
* Carnan bifikirin ka xelk we çawa dibîne. Bawer bikin gelek kes hene dixwazin di şûna we de bin.
* Hefteyê de herî kêm çar saet xwêdanê bidin, ango werzîşê bikin.
* Hobiyên xwe aktîv bikin. Heger heya niha hobiyek we tune, ji xwe re hobiyek bibînin.
* Armanc û hedefên xwe rasyonalîze bikin. Xwe nexin bin barên giran. Fêrî gotina “na” bibin. Ev ne heqaret e, destnîşankirina sînoran e. Dema hûn ji yekî re bêjin “na”, ji wî re jî çêyiyê dikin. Hêviyên wî jî rasyonalîze dibe.
* Govendên Kurdî bigirin. Guhê xwe baş bidin melodiyê û govendê bigirin.
* Heger pêşengên we bawerî nadin we, bi xwe projeyan çêbikin. Pey xeyalên xwe bikevin. Saziyên nûjen avabikin. Bizanibin tişta ji we re lazim e, bi we re ye. Herçendî hûn vêgav nabînin, jê dûr ketine, jibîr kiriye jî.
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Samstag, 7. September 2024

Nexweşiya Bûlîmiya Nervoza Çiye?

Bûlîmiya nervoza jî wekî anoreksiya nervoza, yek ji nexweşiyên xerabûna tevgera xwarinê û guherîna patolojîk a lêhayiyan, ji koma nexweşiyên derûnlaşî (psîkosomatîk) ye. Anoreksiyayê de mirov naxwaze xwarinê bixwe, bûlîmiyayê de berevajî wê, dixwaze pirr bixwe. Bêhtir di salên 17-18yan de destpêdike.
Bûlîmîk hene ku kîloyên wan kêm an zêde ne, lê pirranî normal in. Krîzên xwarinê tên wan. Rûtîna krîzan guherbar e. Car heye rojê çend car krîz tên, car jî heye bi hefteyan nayên. Di qeyrana xwarinê de pirranî kontrolê winda dikin, bi xwe nikarin. Bilez, gelek dixwin, heger aram nebin, xwe vedirêşînin û dîsa dixwin heya ku panîka wan derbas bû, aram bûn.

Ji derve çawa tên naskirin?
* Pirr dixwin. Xwarin di jiyana wan de cihekê sereke digire.
* Rojane bi reçeteyên parêzê (diyet) re mijûl in û gelek caran diyetên awarte, xeterdar jî diceribînin.
* Xwebixwe xwe vedirêşînin da bikaribin dîsa bixwin.
* Gelek caran bêî xebera bijîşkan jê hebe laksantîn, şirûbên verêşê peyda dikin û digirin.
* Kîloyên wan çendîn normal be jî, xwe qelew dibînin. Kîloyên xwe naecibînin.
Qeyranên (krîz) xwarinê çi ditetikînin?
* Stres.
* Qeyranên hestyarî. Pirsgirêkên malbatî, evîndarî ûêd.
* Tirsa terikandinê. Nexweşên bûlîmiyayê mirovên hesas in. Di binê hişmendiyê de tirsa wan heye ku ji aliyê hezkiriyan ve şaş bên fêhmkirin an terikandin.
* Heger ji kes an rewşekê ne razî bin.
* Heger rastê astengiyek bên. Bo mînak nameyek ji saziyekê were, randevûya wan bête paşxistin, firoke dereng bifire hwd.
Komorbîdîte, nexweşî û kêşeyên din ên pêkan e derkevin
* Bengîtiya cixare, alkol, madeyên hişbir.
* Bengîtiya kirrînê. Ev jî dibe sedem zêde pere xerc bikin, deyndar û xizan bikevin an probleman bi hezkiriyên xwe re bijîn.
* Hin hene zirarê didin bedena xwe. Kulma xwe li dîwar didin, zêde Tattoo û Piercing çêdikin, li xwe heqaretê dikin hwd.
* Kêm be jî hin hene dema krîza wan tê û pereyê wan nîne, diziyê dikin.
* Îzolasyona civakî, tenêbûn, ji aliyê hezkiriyan ve terikandin, têkçûna perwerde û kariyerê.
* Xwebiçûkdîtin. Têkçûna xwebawerî û motîvasyonê.
* Depresyon.
* Kêm be jî hinek ji wan, ji zayenda xwe wekî berê ne razî ne, êdî hez ji hevzayendên xwe nakin.
* Herwiha hinek ji wan êdî hez ji seksê jî nakin.
* Panîkatak, fobî.
* Obsesyon û kompûlsiyon. Di ramanê yan tevgerê de çikbûn, asêmayîn.
* Bi hinekan re ADHS tê dîtin. A rastî bi wan re ADHS jixwe heye lê nehatiye teşhîskirin.
* Deformebûna diran û pidiyan, goştê diranan.
* Xerabûna rîtma dil.
* Kêşeyên gurçikê.
* Kêşeyên sîstema hezmê.
* Kêmiya kaliyûmê ku dikare laş biwerimîne yan bibe sedemê îltîhaban.
* Osteoporoz, xarbûn an deformebûna hestiyan.
* Ziwabûna, hişkbûna çermê.
Tovên an sedemên bûlîmiyayê
* Tirsa qelewbûnê.
* Kêmiya behremendiya têkiliyên civakî.
* Tirs û xemên estetîkî.
* Bandora patolojîk a moda û îndûstriya rindiyê.
Gorî Diagnostic and Statistical Manual of Mental Disorders (DSM-5) krîterên nexweşiyê
* Divê bi nexweş re qeyranên xwarinê hebin.
* Divê çareseriyên patolojîk hebin. Bo mînak xwebixwe verêşandin, rojîgirtin, parêzên awarte ûêd.
* Qeyranên xwarinê û çareseriyên patolojîk divê herî kêm hefteyê de carek û bi berdewamiya sê mehan hebin.
* Hesasiyeteke mezin bo kîlo û estetîkê bête çavdêrîkirin.
* Bi nexweş re teşhîsa anoreksiya nebe.
Gorî ICD-10ê, F50.2
* Eleqeyeke mezin bo xwarinê û xurdemeniyan.
* Qeyranên xwarinê.
* Çareseriyên patolojîk bo qelewnebûnê.
* Hesasiyeteke mezin bo estetîka bedenê.
* Divê teşhîsa anoreksiya nervoza tunebe.
Terapî
Armanca tedawiyê serî de normalîzekirina tevgera xwarinê ye. Li gel rêbazên kognîtîv-tevgerê, rêbaza terapiya diyalektîk-tevgerê, prognoz-tevgerê jî tên bikaranîn. Antîdepresan, werzîş, terapiyên Gestaltê jî herwiha tên bikaranîn.
Bûlîmiya di civaka Kurd de
Cihê kêfxweşiyê ye ku anoreksiya û bûlîmiya li ba Kurdan pirr kêm in. Lê hin agahî hene ku li cem keçên Kurd ên asîmîlebûyî û li metropolan dijîn hêdî hêdî rûdide. Herwiha di nava diyasporaya Kurd de. Asîmîlebûn ji hafizeya kolektîv a hezaran salan dûrketin e. Ji çandê dûrketin e. Ew çanda ku tê de tecrûbeyên hezaran salan hene. Kurdên asîmîlebûyî ji hafize û tecrûbeyên ku wan ji nexweşiyên derûnî jî diparêzin, bêpar in. Ji ber wê ye ku nexweşiyên derûnî bêhtir li herêmên Kurdan ên asîmîlebûn zêde ye, tên dîtin.
Ciwanno îndûstriya rindiyê ne dostê we ye. Karê nezan, nedîtî û cahilan e. Rindî-nerindî, çelengî-neçelengî tune. Keçikek Afrîkayî rindik e yan a Kurd? Rindî relatîv e, goreyî ye. Rindî gorî kûltûran û gorî demê tê guhertin. Moda tê guhertin. Îndûstriya rindiyê rolmodelan çêdike û propaganda dike ku hûn pere xercbikin. Xema wan nîne ku hûn nexweş ketine yan mirine.
80% Kurdên Ewropa dema extiyar dibin tên klînîkên derûnî. Tûşî nexweşiyên derûnî yan derûnlaşî bûne, ne bextewar in, têkiliyên wan û zarokan ne baş in, bêçare ne û êdî bo guhertinê jî gelek dereng e. Îcar lavayê bijîşkan dikin ku wan malnişîn (emeklî) bikin. Pere ne her tişt e. Rindikbûn ne her tişt e. Divê stratejiyeke mirov a jiyanê hebe. Jiyan kurt e ê roj tê temenê me dirêj dibe, ji qewetê dikevin. Armanca jiyanê bextewarî ye. Îndûstriya rindiyê ne tenê we nebextewar dike, we nexweş dike. Divê dê-bavên Kurd ji xewa mirinê rabin, halê zarokên xwe bipirsin.
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Donnerstag, 5. September 2024

Anoreksiya Nervoza, Nexweşiya Nexwarinê Çiye?

Yek ji nexweşiyên xerabûna tevgera xwarinê û guherîna patolojîk a lêhayiyan, ji koma nexweşiyên derûnlaşî (psîkosomatîk) ye. Nexweşên anoreksiyayê ji tirsa qelewbûnê, sedemên estetîkî yan jî ji tirsên ku bingeha xwe ji serpêhatiyên zaroktiyê digirin, xwarinê naxwin. Ji ber wê jî gelek zeyîf dibin, kîloyên wan heya 25î dadikevin. Pirranî li cem jinan, kesên 25 salî biçûktir in destpêdike. Ji bo wan xwarin di dinyayê de karê herî dijwar e. Serî de bo qelew nebin, xwarinê kêm dikin, xwarinan hildibijêrin. Piştre derman û botoksên xeterdar diceribînin da kîlo negirin. Roj tê xwe birçî dihêlin û piştî demekê jî êdî hew dikarin bixwin. Tirs û xemeke nediyar li wan çêdibe ku xwarinê bixwin. Xwarin wekî tişteke bijehr, pîs, fuzulî ye bo wan.
Koda nexweşiyê gorî ICD-10ê
F50.0 Anoreksiya nervoza
F50.1 Anoreksiya nervoza ya atîpîk
Sedemên anoreksiyayê
* Sedemên genetîkî. Heger di nexşeya genetîkî ya malbatê de ev nexweşî hebe, rîsk 10 carî zêde dibe.
* Trawmayên zaroktiyê. Pirranî îstîsmarên zayendî, jehrîbûnên di zaroktiyê hwd.
* Îndûstriya rindiyê. Propagandaya rindbûn û zeyifbûnê, moda, bazara estetîkê û bandora wê li ser mirovan.
* Sedemên çandî. Di hin civakan de normên estetîkê hene û civak bandorê li mirovan dike. Bo mînak di hin kûltûran de zeyîfbûn nîşana azebiya, nezewaca keçan e, keçikên qelew hewldidin xwe zeyîf bikin. Di serdema navîn de li Ewropa qelewbûn maqbûl bû. Jinan hewl didan xwe qelew bikin. Lê niha henek bi jinên qelew tê kirin.
* Mobîng (Mobbing). Mobîngên li zarokan tên kirin. Zarokên din bi kîlo û estetîkê dikenin, mirov biçûk dixînin hwd.
* Pirsgirêkên zarokan ên derûnî. Kêmbûna xwebaweriyê, fobiya civakî, tendensên kesayetiya bengîtiyê ûêd.
Hişyarkerên anoreksiyayê
* Tirsa qelewbûnê, xurtbûnê.
* Eleqeya zêde bo diyet, kalorî û reçeteyên xwarinan.
* Ji kîloyên xwe nerazîbûn. Hin hene gelek zeyîf in jî ji bedena xwe ne razî ne.
* Hîsa valahiyê.
* Stres, xemgînî yan depresyon. Hinek kes hene dema xemgîn dibin, îştaha wan kêm an berevajî zêde dibe.
* Tendensên borderline. Tendensên zirardayîna bedenê.
Nîşaneyên, sîmptomên sereke yên anoreksiyayê yên destpêkê
* Pirr behsa kalorî, xwarinan û qelewbûnê dikin.
* Dest bi diyet, derman û botoksên awarte û xeterdar kirine yan dê bikin.
* Westiyabûn, betilîn.
* Rûtîna serê mehê (cildîtin) xerab dibe.
* Dil kêm lêdide.
* Tansiyon dikeve.
* Hişê wan, dewxa wan diçe.
* Bedenê de zeyîfbûn.
* Konsantrasyon kêm dibe.
* Pirr dicemidin, sermayê hîsdikin.
* Bêhngirtinê de astengî.
* Zikêş.
* Çermê de ziwabûn.
* Weşana porê.
* Guhertina rengên neynûkan.
Sîmptomên piştre rûdidin
* Verêş. Piştî her xwarinê rûdide. Gelek caran nexweş bi xwe, xwe vedirêşîne.
* Dikare kêşeyên dil û demarê derkevin.
* Nirxên xwînê de guhertin.
* Bêhêzbûn.
* Guhertinên neuroendokrînî (hîpertîroîdî ûêd).
* Birînên laşê dereng sax dibin.
* Problemên hestiyan.
* Mirov dixwaze her xew bike.
* Diran dikevin an xar dibin.
* Kêşeyên sîstema hezmê.
* Ducanîbûnê, hemlê de pirsgirêk derdikevin. Dibe ku zarok bi tevî hin astengiyan werin dinyayê.
* Bazûkeyan, masûlkeyan de problem derdikevin.
* Rîska qezaderbaskirinê zêde dibe.
Çawa tê teşhîskirin?
Bijîşkê malê yan bijîşkek ne pispor e dikare şaşiyan bike. Divê nexweş baş bê miayenekirin, kontrola xwînê ya berfireh bê kirin. Anamnezên biyan bên girtin. Derûnbijîşk (psîkiyatrîst) teşhîsê dide, derman dinivîsîne û bo derûndermaniyê (psîkoterapî) dişîne ba derûnnasek (psîkolog). Derûnnas hin testan dike û dîagnozê (teşhîsê) piştrast dike. Pêwîstî bibîne ew jî anamnezên biyan dixwaze. Ango partner, zarok ûêd vedixwîne şêwirê.
Krîterên sereke gorî Diagnostic and Statistical Manual of Mental Disorders (DSM-5)
* BMI (îndeksa pîvanên bedenê) divê bide îsbatkirin ku nexweş kêm kalorî digire, gorî sal û zayendê, ne di kîloyên xwe yên tê xwestin de ye. Gorî WHO (Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê) BKI≤17 destpêka nexweşiyê ye. 16 heya 16,99 nîvco, 15 heya 15,99 pêşketî û binê 15 jî zêde pêşketî tê pejirandin.
* Bi nexweş re helwesteke patolojîk bo xwarinê û xurdemeniyan tê çavdêrîkirin.
* Di lêhayiyên nexweş de pirsgirêk tên çavdêrîkirin. Bo mînak gelek zeyîf e jî vê nabîne, kîloyên xwe normal dibîne.
Hin ji taybetiyên anorektîkan
* Qismek ji wan perfeksiyonîst in, mikemeliyetçî ne. Dixwazin tiştek kirin bêqisûr bikin. Ji ber wê jî nikarin di ti karî de biserbikevin.
* Pirranî mirovên bêbiryar, bêqerar in. Bifikirin ka dîsîplîna terapiyê bo wan çendîn dijwar e.
* Li ba hinekan nirxên civakî ne ewqas girîng in. Dikarin gotinên nebaş bixwin, layiqê xwe bibînin. Bizanibin ku ew ne mirovên xerab, bedkarakter in û gurûra wan heye, bes lêhayiyên wan cuda ne, vê nabînin. Ango bi zanebûn û qestî nakin.
Terapî
Anoreksiya nervoza tê tedawîkirin. Motîvasyona nexweş hebe, terapiyê de teqez serkeftin heye. Bernameyên pirralî tên amadekirin û derûnnas bi bijîşkên têkildar re kar dikin. Ango derûndermanî, başkirina rûtînên xwarinê, başkirina nirxên xwînê û başkirina kîloyan bi hev re tên armanckirin. Di derûndermaniyê de rêbaza kognîtîv-tevgerê tê bikaranîn. Pêwîst be teknîkên narratîv, konfrontasyon, terapiya komê jî lê tên zêdekirin.
Îhtîmala dubarekirina nexweşiyê heye. Heger dubare kir, divê nexweş heya dawiya temenê di bin çavdêriyê de bê girtin.
Ciwanno bi reklam, moda û îndûstriya rindiyê nexapin
Mirov bi nexwarinê yan xwarinê zeyîf nabe. Gelek kes hene ku tiştek nexwin jî qelew dibin. Hefteyê herî kêm çar saetan werzişê bikin, her bimeşin û rojê 1-2 lître avê vexwin, têra xwe sebze û fêkiyan bixwin. Xwe ji xwarinên fast food, cola, alkol, cixareyê dûr bigirin. Xwarinên Kurdî bixwin. Piştî saet 15:00yê xwarinê nexwin, xewa xwe bigirin. Dê hûn ê bibînin ku hûn qelew nebûne.
Hûn di nava heşt milyar mirovan de yek û tek in. Ewçend taybet û nirxdar in. Êdî çi dixwazin? Rindî goreyî ye, relatîv e. Kes hene ji partnerên zeyîf heznakin. Ziyanê nedin bedena xwe. Bizanibin ku anoreksiya nexweşiyeke xederdar e, roj tê êdî bixwazin jî nikarin vegerin. Çiqas zû dest bi terapiyê bikin, ewqas baş e. Mixabin gelek nexweş sax nabin û hê ciwan in jî, jiyana xwe jidestdidin.
Pêşniyar bo dê-bav û hezkiriyên anorektîkan
* Bizanibin ku têkilî bi anorektîkan re dijwar e. Ew jî wekî me mirovên normal in, bes mexweşiya wan giran e, sebir û dem pêwîst e.
* Bi zimanekî nerm û kurt bi wan re biaxivin.
* Xwe nekin rola bijîşkan, bi ya pêşniyarên bijîşk bikin, bi ser nexweş de neçin.
* Tevlî xwarin, diyetên bijîşk nivîsîne nebin, reçeteyên din pêşniyar nekin. Bizanibin sîstema parastinê ya laşê wan lawaz bûye, dikare xwarina hûn didinê qet li wan neyê.
* Heger derfet heye hûn jî piştgiriya derûnî werbigirin.
* Alîkarî û berpirsiyariya we ya sereke ew e ku hûn wan bo tedawiyê qanî bikin. Vê bi hevpariya derûnnas bikin, baştir e.
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

 

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...