Donnerstag, 28. Juli 2022

Wêne ji Beziehungszentrum

Kesayetiya bengî (astenîk, dependent, kesên bi mirovan re girêdayî tevdigerin) çiye?

Erê kesên wiha jî gelek in û bi taybetî di civaka Kurd de. Helbet bengîbûn bi serê xwe ne nexweşî ye. Ez nabêjim ev xerab e yan baş e. Heger krîterên astengdariya (xerabûna) kesayetiyê bicih nehatibin, bi bengiyan re jiyan heya bigire xweş e jî. Lê ez behsa zêdebûna van krîteran, behsa astengdariya vê kesayetiyê dikim.

Êdî em bi sedemên astengdariya kesayetiyan dizanin: Bingeha xwe di zaroktiyê de digirin. Fîgûra dê-bavê rengê xwe dide kesayetiya mirovan. Ji ber ku civaka Kurd di mercên awarte de dijî, xwebawerî kêm e li cem Kurdan. Jixwe bengî jî bi kêmbûna xwebaweriyê tên zanîn.

"Bo xatiran, malê dikin wêran"

Astenîk ji gundekî çûn gundê din, bîrî dikin. Xerîbî, veqetîn, xatirxwestin hwd wan zêde xemgîn dike. 

Di hinava xwe de girtî ne, baweriya wan bi xwe kêm e. 

Hestên gelekan depresîv, melankolîk in. 

Înîsiyatîvê nagirin, di nava komê de her alîgir, mirîd in. 

Xwe bêçare, qels hîs dikin. Ji derve jî wiha dixwiyên.

Pirr caran ji ber tirsa ku bên terikandin, ramanên xwe nabêjin. 

Biryarên girîng bo wan biêş e. Nikarin biryaran bidin, pirranî dihêlin kesên din bo wan xwe biêşînin. 

Vîna (îradeya) wan qels e, bi veşarî tevgerên kesên vîna wan zexm in, kopî dikin. 

Bêî heval, dostan nikarin. 

Dependent bo bala kesan bikişînin, têkiliya wan winda nekin, zêde xwe diêşînin. 

Carnan tiştinên ku qet naxwazin bikin jî, dikin. Bo xatiran serê xwe jî dixin belayan. 

Dema tenê man dikevin xemên tirsnak. "Ez ê çi bikim? Çawa bi şefê xwe re serî derînim. Ji kar bêm avêtin, ez ê birçî bimînim. Çima hevalên min ji min sar bûne, gelo vexwînim malê, xwarinê ji wan re çêbikim...". 

Fêrî mekanîzmayên serederkirina bi bi stresê re nebûne. 

Kêf û vehesînê kêm dijîn. 

Li kargehê dema nakokiyên mezin derketin, sûcê xwe dikin stûyê yên din. Ne ku nedûrist in viya dikin, newêrin bi rastiyê re rûbirû bimînin, serî derînin.

Ne hezkirina zêde, lê azadî

Dibe ku kesên bi astenîkan re dijîn, serî de bextewar bin. Lê dem tê aciz dibin. Xwezaya mirov azad e, kes naxwaze kesek din bi dirêjiya temenekê li keştiya xwe bar bike. Kes naxwaze yek bi wan re bizeliqe. Bi taybetî di têkiliya evînê, zewacê de, zehmetî derdikevin. Astenîk çi bikin jî hembazê xwe qanî nakin. Min gelek zilam naskirin ku ketibûn riyeke din, veşarî têkiliyên paralel avakiribûn. Astenîkan fêhm nedikirin ku pêwîstiya hembazên wan ne bi eleqeya zêde, lê bi azadiyê hebûn.

Astenîk di civaka Kurd de

Mêrên Kurd, taybetî bi jinên wiha re dixwazin bizewicin. Lê zû-dereng problem derdikevin. Rûdana bengîtiyê gorî çavdêriyên min, li ba jinên Kurd bêhtir e. Bi giştî him li cem mêran, him jî jinan tê dîtin. Zehmet e ku bêjim rola "xwendîtiyê (perwerdeya li dibistanan)" heye. Min gelek jinên 'nexwendî', ji gundan hatibûn naskirin ku serbixwe bûn, bi wan re tendensên kesayetiya bengî nebûn. Min gelek jinên xwendî jî li Almanya naskirin ku rasterast bengî bûn. Lêkolîn pêwîst in.

Jinên Kurd hene li Ewropa ku 40 sal in li vir in fêrî ziman nebûne. Zarokên wan tercumaniyê ji wan re dikin. Rêzefîlman temaşe dikin, werzîşê nakin, gelek nexweşiyên laşî û derûnlaşî (psîkosomatîk) bi wan re derketine. Bêî hevjînên xwe nikarin li ser piyan bimînin. Lêdanê dixwin lê dibêjin "Erê dizanim hevjînê min diçe ba jinên din, li min dide. Lê zilam e, zilam jixwe wiha ne. Ez naxwazim veqetim. Zilamê min di eslê xwe de, ne mirovek xerab e. Min xwe daye zarokan, çi bikim, ev jî bila qedera min be".

Du cureyên kesayetiya bengî hene:

Bengiyên çalak: Xwe li civakê tînin. Şarman û nazîk in. Dema bi hestyarî bin axavtinên wan dramatîk in. Her dixwazin hestên xwe baş û têkûz bidin der. Ji ber wê gelek caran peyvên xwe dadiqultînin, hildibijêrin, da hestê xwe baş bilêv bikin. Qismek ji wan di têkiliya rûbirû de çavên xwe direvînin, rasterast li çavên mirov nanêrin. Lê ne hemî wisa ne. 

Bengiyên neçalak: Êdî behremendiya wan a înteraksiyonê jî ziyan dîtiye. Tenê di bin siya kesan de tevlî jiyana civakî dibin. 

Sedemên pêşketina kesayetiya girêdayî

Mirov jiyandareke biyo-psîko-sosyal e. Yek ji van nikare kêm be. Lê bêhtir ji dê-bavan e. Ez her dibêjim salên 4 heya 6 û 9 heya 13 gelek girîng in. Di zaroktiyê de kesayetiya mirov ava dibe. Hin ji sedemên pêşketina vê kesayetiyê dikarin ev bin:

Zarok pirr di ser destan re hatine girtin. Nehîştine berpirsiyariyan bigirin ser xwe, behremendiyê xwe pêşbixin.

An jî berevajî wê, dê-bav (an herdu bi hev re) zêde otorîter û sert in, nehîştine zarok xwe îsbat bikin,  xwebaweriya zarokan kuştine.

Trawmayên zaroktiyê. Mobîng, destdirêjî, şîdeta dê-bavê ûêd.

Windakirina kesayetiyên pîroz di zaroktiyê. Dê yan bav miriye, yan cihê bûne ûêd.

Gelek kêm be jî malbatên hinekan de cureyek astengdariya kesayetiyê heye.

Behsa sedemên genetîk jî tê kirin, lê ev li cem gelek û gelek kêm kesan hatiye dîtin. Naxwazim xwendevan viya wekî sedemeke berçav bifikirin.

Mînakek (nav hatiye guhertin)

Sevîm, 39 salî, ji Tirkên Deryaya Reş bû. Akût hatibû klînîka me. Bavê wê du jin kiribû û diya wî dema ew heşt salî bû, felc derbaskiribû, seqet mabû. Diviyabû binê diya xwe bigire, karên malê bike. Damariya (dêmarî, jinbav, sitardê) wê gelek caran lê dida. Wê him diya xwe diparast, him jî ji bo lêdanê nexwe, her tişt dikir. Birayekî damariyê bo xwendina dibistana amadeyî (lîse) hatibû mala wan. Ciwanekî nerihet bû. Damariyê ew mecbûr dikir ku xizmeta kurik bike. 

Ciwan lingê xwe dida şûştin, dest diavêt Sevîmê. Carekê ji bavê xwe re dibêje lê him kes bawer nake, him jî lêdanê dixwe. Ciwan bo wê ceza bike, bi zorê destdirêjiyê dike. Qîrînên wê erd û ezman digire lê kes nayê hewarê. Tenê dibistana seretayî dixwîne. Ji mamosteya xwe re behsa destdirêjiyê dike, dibin heval. Mamosteya wê dibe wekî xuşka wê. Mamoste dibe alîkar bi yekî li Almanya re dikeve têkiliyê.

Dizewice tê Almanya. Hevjînê wê di aşxaneyek de dixebite, du zarokên wê çêdibin. Pirraniya rojê di mal de dimîne, zilamê wê naşîne qursa Almanî. Ew jî ji rewşa xwe kêfxweş e. Ji mirovan ditirse, her li alîkarek digere. Hevjînê wî hevalên xwe tîne malê ku yek ji wan eleqeyeke cuda nîşan dide. Bi awayekê dilê Sevîmê dikeve wî. Zilam zewicî ye, zarokên wî hene. Derdên xwe ji zilam re dibêje. Zilam jê re diyariyan dikire, bi veşarî derdikevin der, diçin xwarinê.

Hêdî hêdî bi awayekê dibe jina duyem a zilam. Têkiliya wan 12 salan berdewam kiribû dema Sevîm hatibû ba me. Du-sê caran bicanî dimîne ji zilam, lê jiberxwe dike. Sevîm zêde vedireşiya ku ev psîkosomatîk bû. Lewra têkiliya zayendî destdirêjiya di zaroktiyê dianî bîra wî û kesî jê fêhm nedikir. "Carnan fikrên wisa tên min dibêjim qey qiyamet rabûye. Dibêjim ew ê tişteka pirr nebaş biqewime, lê nizanim çiye. Xwedê vê hîsê nede dijminê min, pirr dijwar e." digot. Min bi Sevîmê re EMDR kir bo trawmaya wê. Bawerî ew bû ku em bikevin navenda kêşeyên derûnî. Rewşa wê gelek baş bû, êdî me dest bi xebatên derûndermaniya tevgerê kiribû.

Dostê Sevîmê hatibû klînîkê, ziyaretê. Min bang wî kir. Jê re got divê têkiliyê bidawî bike. Zilam qebûl kir. Sevîmê mêrê xwe berda. Çend salên din dîsa hat klînîka me. Îcar jî sê mêran re têkilî danibû. Ew zilamê ez pê re axivîbûm, her berdewam dikir. Sevîmê li klînîkê ji xwe re ciwanek ditiye, ew carnan dihatiye mala Sevîmê û niha jî mêrê wê yê berê bûye bala serê wê. Mêrê berê bi têkiliyên wê hesiyaye, bi Tirkeka Bûlgaristanê re zewiciye lê carnan tê mala Sevîmê, bi zorê destdirêjiyê dike. "Dengê min tomar kiriye, heger gotina wî nekim, ew ê min rezîl bike". Nexweş regresyoneke mezin de bû. Pirsgirêkên wê yên civakî, malbatî, qanûnî zêdetir bûbûn. Ji min xwest ku ez alîkar bim da ew ji hemî derdan azad be. "Bila mêrê min ê berê bê girtin. Bila ciwan êdî neyê mala min, ji min 15 sal biçûktir e û ez ji keça xwe ditirsim, Bila ew ê hûn nasdikin jina xwe berde bi min re bizewice. Ez xwe li cem wî xwe baş hîs dikim". "Bila" yên Sevîmê xelas nedibûn. 

Terapiya wan

Di terapiyê de kesayetî nayê bingehgirtin. Kesayetî ewçend naguhere û terapiya kesayetiyê bi serê xwe nîne, ne gengaz e. Erê heger bi salan xebat bête kirin guhertin çêdibin, lê ne sebra nexweşan bo wê heye, ne jî sîgortayên nexweşiyê pere didin. Terapîst lê dixebitin ku rêbazên derbasdar fêrî klîentan bikin da serî bi kêşeyên ji bandora kesayetiyê derketine re derînin. Heger hûn xêra hevalên xwe yên bengî dixwazin, dikarin gelek alîkar bin. Terapiyên kognîtîv-tevgerê gelek bikêr tên. Heger bi nexweş re trawma yan depresyon heye, divê berê ew bên saxkirin.

Hin pêşniyar bo serederîkirina bi bengiyan re

Di psîkoterapiyê de derdên sereke yên kesayetiya girêdayî ya diyarkirî divê werin çareser kirin. Digel vê yekê, wekî hevkar, hûn jî dikarin bibin alîkar da ku yê din kêmtir bê girêdan. Berî her tiştî, girîng e ku hûn ji şêwaza gelemperî ya "bo xatirê heval", derbikevin. 

Heger hevjîna/ê we dependent e, hûn dikarin xwe bişans jî bihesibînin. Ew we difikire, bo we xemê dixwe, bo têkiliya we winda neke, çi ji dest hatiye dike. Rast e, hûn carnan wê/wî wekî benîştê zeliqandî hîs dikin, we rehet bernade, pirr aciz dike. Ma evîn bêî fedakariyê dibe? Hûn dikarin berê wê/wî berî bi pêşxistina behremendiya bikin. Bila ehliyetê bigire, zimanan bizanibe, xwedî pîşe be. Ew çiqas azad bû, barê we jî sivik dibe. Ew çiqas serbixwe bû, evîna we birengtir, baştir, romantîktir dibe. Ma dîl (kole) tên hezkirin!? Helbet dîl ne balkêş in, mirov evîndarê koleyan nabe. Dilê astenîkan neşkînin, lê hêdî hêdî sînoran daynin, konseqûansan ava bikin.

28.07.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)








 

Sonntag, 24. Juli 2022

Wêne: ji Welt

 Çawa xwe ji narsîstan biparêzin?

Civaka me narsîzmê nasnake. Narsîzmê wekî ezperestî, pozbilindî, qurrebûn, arogantî dizanin. Na xêr, taybetiya narsîzmê ne ev e. Hinekê ezperestî pêwîst e, ne şaş e. Heger mirov tiştên baş layiqê xwe nebîne, bi xwe pesnê xwe nede, wate xwebawerî şikestiye. Divê em ji xwe hez bikin.

Narsîzm ne xerab e. Her yek ji me xwedî kesayetî û karakterek e. Rengareng in em. Ti kes ji yê din binirxtir nîne. Lê heger giraniya kesayetiya me berî bi taybetiyeke zirarê dide me ve diçe, ev helbet ne baş e. Ez nabêjim da narsîst di warê hevaltiyê de bên windakirin. Hinek ji wan mirovên balkêş, heneksaz in. Dilê jinan jî mêran jî dikare zû bikeve wan. Destpêkê de mirov heyranê xwe dihêlin. Xwebawerî, rehetî, zanîna wan bi xweşî mirov diçe.

Narsîzm rûpoşek e

Narsîzm rûpoşek e, maskeyek e. Fantaziyên heybetmendiyê yên derûna narsîstan ji bo sererastkirina şikestinên hundurîn e. Ew ji aliyekê ve, bi vê maskeyê birînên xwe yên zaroktiyê dikewînin. Ne hewce ye ku were gotin, narsîst ne hevalê îdeal in ku mirov pê re evîndariyê, zewacê, hemkariyê bikin. Nêzîkbûna rastîn, rûbirûmayîna bi rastiyê re wan ditirsîne. Mitja Back, derûnnasek ji Zanîngeha Münsterê ku gelek lêkolîn li ser narsîstan kiriye, dibêje "gengaz e ku mirov bi wan re têkiliyek baş dayne, lê divê yek qehra wan bixwe û berdêla wê jî dikare mirov nexweş bixe". 

Hûn bingeha peyva "narsîzmê" jixwe dizanin. Di mîtolojiya Grekiyan de Narsîs an Narkîz, nêçîrvanekî pirr qeşeng û çeleng e. Herwiha rinda periyan Eko jî jineke pirr rind e. Eko dil dikeve vî nêçîrvanî. Narsîs di ava golê de rûyê xwe dibînê û ji xwe gelek hez dike. Ewçend ku êdî ji ber avê ranabe, her li xwe dinêre. Bi Eko re mijûl nabe, îhmal dike. Narsîs êdî bi roj û şev li ber golê ye, pê de çûye, îcar jî dixwaze dirûvê xwe yê di avê de hembêz bike û dike jî. Helbet di golê de dixeniqe. Eko jî ji êşa evîna xwe diqîre û ew dengê wê hê jî "eko dike" ango olan dide. Peyva eko ji wir tê.

Xwedayê derya û okyanûsan, Mêr 

Versiyoneke vê evînê di mîtolojiya kevnare ya Kurdan de heye. Xwedayê cîhana derya û okyanûsan Mêr ewçend çeleng e ku dilê perî û xwedayiyan dikeve wî. Lê ew bi xwe re mijûl e, evîn-mevîn ne xema wî ye. Mêr ewqas pozbilind e ku li ser pişta hespê xwe yê baskên wê hene û dikare di binê avê de jî, ser erdê de jî bijî, heya dikare bifirre siwar e, kêfa xwe dike. Mêr, heger yek wî rexne bike gelek agresîv dibe. Kî bêî destûra wî keştiya xwe derîne seferê, bagerê radike û wan dixeniqîne. Ev ji mîtolojiya Hatiyan e (hîtît). Hatî, Mîtanî û Horî (Hurrî) yek milet in û Kurd neviyên wan in. 

Navekê din ê Mêr jî Kîşî ye ku ev rengdêr e, binavkirineke Horiyan e. Peyva Kîşî, di Kurdiya îro de tê çi wateyê hin angaştên min hene, lê hedê xwe bizanim, pirr ji babetê dûr nekevim. Mêr ewqas ezperest e, carnan gotina xwedayê bayê Tarxûn/Tayfûn nake, bi hev re şer dikin. Ji ber şerê wan, av radibe, bager xaniyan hildiweşîne. Mêr guh nade temiyan xwe berdide bîra herî kûr û tarî ya bin deryayê, ku ew di sînorê xwedayek din, xwedayê tarîtiyê, goristan û marên bin erdê Markûvaya yan Marwanzî de ye, jê re qedexe ye û serê wî dikeve belayan. 

Hespê wî dibe ku Bozê Rewan ê destana Mem û Zîn be. Ez ne pisporê mîtolojiyê me, lê bi ya min destana Mem û Zînê yek ji kevintirîn destanên antîk e. Gorî demê tê rojanekirin. Destan behsa bajarekî li Qirimê ya Ûkrayna dike. Keça mîrê herêmê û Mem ê ji Alanê hatiye. Kivşe ye beriya wê jî di nava Mîtanî, Hatî û Horiyan de ev destan hebûye. Mêr di zimanên rojavahiyan de di wateya deryayê de ye. Bo mînak bi Fransî Mer, bi Almanî Meer, derya ye. Peyva 'mêr' a Kurdî dibêjin ji lêkera mirinê tê, lê dibe ku ji navê xwedayê deryayê yê pirr bihêrs Mêr, hatibe. Nizanim. 

Peyama van metaforên mîtolojîk ew e ku mirov ewqas bi xwe û armancên xwe re mijûl e ku evîna xwe jî jibîr dike, guh nadê. Çima wiha dikin? Helbet bi zanebûn, bi qestî viya nakin. Kî bi zanebûn dev ji hezkiriyên xwe yên herî pîroz berdide? Bêî zanebûn viya dikin, lewra bi wan re behremendiya empatiyê nîne. Erê, ew nikarin empatî bikin. Erê, narsîst nikarin empatiyê bikin. 

Mêr ewqas bi mêraniyê re mijûl e ku devedorê xwe nabîne, hîs nake. Çêtir e ez ji sînorên nezaniya xwe dernekevim, van tiştan ji pisporan re bihêlim. 

Narsîst xwedî kompleksa xwebiçûkdîtinê ne

Narsîstî heger gihîştibe asta xerabûna kesayetiyê gorî ICD-10 bi 'F60.8 Astengdariyên kesayetiyê yên taybet ên cuda, narsîstî´ tê kodkirin. Di bingehê de ev kesana xwe kêm, biçûk dibînin. Ewçend xurt e ku ev kompleks, hûn hema rexneyek biçûk jî li wan bikin, ev digihê birîna wan a kûr û canê wan diêşe û hêrs dibin. Qet tehemûla wan bo rexneyê nîne. 

Narsîst mirovan wekî di pişt perdeyê de bin an di nava mijê de bin, dibînin. Ê li hemberê wan tî ye birçî ye, derdek wan heye yan nîne, nizanin. 

Mînakek ji narsîstan (nav hatiye guhertin) 

Azad 55 salî bû, ji kar hatibû avêtin, di hewla malnişînîbûnê de bû. Wextekî bûye milyoner lê bi gotina wî sê zewac kirine, ketiye zîndanê û her tişt windakiriye. Çûbû ba gelek derûnnasan lê ji kesî memnûn nemabû. "Nizanim kî bawername dide van kesan. Xanim derûnnas e, nizane derûnnasa navdar a Swîsreyî Werner kî ye". Beriya ku ew were klînîkê min bi dîagnoza wî dizanibû. Hê ji rûniştina me ya yekem re saetek hebû, bêî ku li derî bide, derî vekir hat bûroyê. Beriya ku ez hişyariyê bidimê, înîsiyatîv ji min girt û got "nizanim we perwerdeya psîkanalîzê dîtiye yan na, nexwe ez ê terapîstek din bixwazim". Wî gola yekem avêtibû qeleha min.

Di dersên me yên bi zimanê Tirkî de, diçû-dianî pirsek wisa ji min dikir ku ez nekarim bersivê bidim. Li ser Googleê li nav û gotinên fîlozof an derûnnasan digeriya, di nava nexweşan de dixwest min biçûk bixe. Min heger rasterast bigota "ez nizanim", rê dida ku ew viya her bidomîne. Lewra narsîst bibînin tu bêçare yî, her te dipelixînin. Min bi zanebûn digot, "bisekinin ez di dawiya dersê de bersivê bidim, niha mijara me cuda ye". Bi viya, yek, da nîşandan ku li salona dersê otorîte ne ew e. Du, rê neda ew dersê bigire bin kontrola xwe. Sê, rê neda ew ziyanê bide baweriya nexweşan bi min re. Di dawiya dersê de bi kurtî digot "ha, ew pirsa we ne mijara dersa me ye, hûn dikarin li înternetê binêrin". Heger pirsek têkildarî dersê jî kiriba, bi heman helwestî, digot "nizanim". Lê di dawiya dersê de digot.

Sedemên cudabûna wî bi hevjînên wî re şîdet bûye. "Nezan bûn" digot. Şîdet li dijî jinên xwe bikaraniye. Ji ber wê jî çendekê di zîndanê de maye. Heya pola heftan xwendibû û wekî entellektûelan şalgerdan girêdida. Di seansên me de her dixwest min biçûk bixîne û terapî jî ne xema wî bû. Wekî ez xulamê wî bim, bi min re miamele dikir. "Dikarin binêrin ev nameya sîgortayê ku ji min re hatiye çi dibêje?". Min hema di serî de nedigot "ev ne wazîfeya min e", digot, "filan saetî were". Dema dihat jî digot "aha, biçin cem şêwirmenda civakî ya klînîkê, ez fêhm nakim ji bûrokrasiyê".

Wî nedikarî hespê xwe di zeviya min de bibezîne, îcar gelek diqeherî. Di seansan da înîsiyatîv nedida wî. Rojekê got "mamoste bi ya min tu vî karî berde, bibe fermandarê leşkerî, psîkologtî li te nayê". Wî dipa ku ez viya wekî heqaret bihesibînim lê ez keniyam û min got "heger ez fermandarê leşkerî bim ez ê te negirîm eskeriyê, tu mirovekî heyf î". Him da nîşandan ku min dilê xwe negirtiye, him jê re got "tu heyf î", dilê wî xweş kir.

Roja ji me çû, gotina wî ya dawî "mamoste min qey got tu Kurdperwer î. Ji bo wê min tu wekî terapîst qebûl kir. Tu jî wekî yên din î. Qisûrê nenêre, hinekê pirtûkan bixwîne, xwe pêşbixe".

Sedemên sereke yên rûdana kesayetiya narsîstîk (di zaroktiyê de)

Helbet hin derûnnas sedemekê din jî nîşan didin, dibêjin "di zaroktiya biçûk de ji aliyê dê-bavan ve ser destan hatine girtin, zêde hezkirin û eleqe dîtine, îcar mezin bûn jî viya ji herkesê dixwazin". Hin nêrîn hene ku dibêjin rola genetîkê jî heye.

Pirr zêde di ser destan de hatine girtin.

Atmosfera sar a malbatê ku pêwîstiyên zaroktiyê berçav nagire. Ango mehrûmiyet.

Mobîng. 

Destdirêjiyên hestî û zayendî. Pirranî ev heye di serpêhatiya narsîstan de.

Malbatên zêde lîberal û azad in ku zarok nikarin rastegîniyê û sînorên xwe nasbikin.

Dê yan bav an jî herdu, mirovên bibawer nînin. Zarok lihevhatinekê di karakterê wan de nabînin. Ango gotin û kirinên wan hevûdu nagirin.

Narsîstî li cem Kurdan

Mixabin heya niha lêkolînek me bi xwe nîne. Narsîst li Kurdistanê gelek in. Bi taybetî li hin herêmên Kurdistanê ku herî zêde komkujî û zilm dîtine, narsîst gelek in. Ez naxwazim dilê kesî bihêlim, ji ber wê navên herêman nadim. Bi rastî jî li hin herêmên Kurdistanê narsîstî gorî yên din gelek zêde ye. 

Întelîsansiya me deryaya narsîzmê ye. Divê bêjim hîç rewşenbîrek bi qasî yê Kurd fedakar nîne. Wan berdêlên mezin dane. Ciwaniya xwe, jiyana xwe dane bo neteweya xwe. Werin em hinekê maf bidin wan, ji wan fêhm bikin. Ên xelkê pîr bûn, malnişînî dibin, diçin betlaneyan. Ê me ev derfet nîne. Çi bikin narsîstên me yên reben? Ew jî mecbûr in di nava sazî, çapemenî, partiyên polîtîk ûêd de ji xwe re cihekê cêbikin. Pirraniya cihan girtine jixwe. Bo mînak salekê di zîndanê mabin, bîst salan dixwazin li ser wê biaxivin û îtîbarê bibînin. Nedîtin bi hevûdu dikevin. Piştî pêşketina înternetê jî gelek ji wan bûn Youtuber. Ji bo etîketekê, pesnekê, xelatekê hevûdu dixwin. Min hin akademîsyenên Kurd naskirin, bi rastî mirov divê ji wan bitirse. Bo xelatekê dikarin qanûnên cezayê jî binpê bikin. 

Ji ber ku di bingeha narsîzmê de li gel gelek sedeman, bûyerên travmatîk ên ku xwebaweriyê tune dike jî hene, pirr mantiqî ye ku li cem Kurdan narsîzm jî zêde be. Kurd jiyanake awarte dijîn. Qet nebe 150 sal in, bêrawestan di bin zilmê de ne. 

Ji neteweyên din zêdetir ev sedem hene:

Bêdewletbûna Kurdan. Kurd li çar parçeyan dewletên hene ne wekî yên xwe dihesibînin. Ji dibistanan heya baregehên leşkerî, ji lambeyên trafîkê heya nexweşxaneyan tiştekê wekî yê xwe nabînin. Bi sîmbolên van dewletan re girêdaneke wan a ruhî nîne, heya wan bo xwe wekî gefxwarinek jî dibînin.

Nebûna perwerdeya zimanê zikmakî. Girêdanên bingehîn ên kesayetiyê bi term û peyvên zimanekî biyanî çêdikin. Germî û baweriya zimanê dê-bavê tune.

Kêmbûna radeya perwerdeyê. Gorî statîstîkên sala 2004î, kêmzêdeka perwerdeyê ya li bakurê Kurdistanê pola çarem e. Niha çiye em nizanin. Helbet hikûmetên Tirkiyeyê statîstîkên heyî vedişêrin û ji me re rastiyê nabêjin.

Operasyonên eskeran û zilmên din. Kurdek ku kêm-zêde tûşî serpêhatiyên trawmatîk nehatiye, nîne. Trawma ziyanê dide xwebaweriyê.

Şîdeta mamosteyan di dibistanan de, bi taybetî dibistana seretayî de. Sedemê gelek sosyalfobiyan ev e. Zarok û ciwanên Kurd hinekê şermok in û bi ya min fobiya civakî bi taybetî li bakurê Kurdistanê gelek zêde ye.

Xizanî û birçîmayîn. Nahêle yan dijwartir dike ku mirov xwe di jiyanê de bipêşbixe.

Mirov dikare narsîstan bi du tiştan nasbike: 

Nikarin empatiyê bikin, Xwedê ev behremendî nedaye wan.

Tehemûla wan bo rexneyê nîne. Ji rexneyê hez nakin, dikarin bi we re şer bikin.

Taybetiyên wan ên din jî ev in:

Xwe gelek biqîmet dihesibînin.

Dikarin bi hêsanî kesên din bo egoya xwe bikarbînin, viya normal dibînin.

Ruhê wan di pesinan de ye. Dixwazin û hezdikin ku herkes pesnê wan bidin.

Di xeyal û fantaziyên xwe de carnan tiştinên awarte jî hene. Bo mînak ew çeleng, dewlemend in, herkes rêza wan digire hwd.

Krîtera girîng a astengdariya kesayetiyan

Heger kesayetiya me krîterên astengdariya-xerabûna kesayetiyê dihewine, nexwe çi narsîst, çi aktîv-pasîv, çi hîstriyonîk an înstabîliya hestan ûêd be, em bingehê di zaroktiya biçûk de digerin. Heger em di nava salên 4-6 û 9-13an de bi dê û bavê xwe re bijîn, dê-bavên me mirov ên kamil û baş bin, ji me hezbikin, eleqedar bin, li dijî me zorkeriyê nekin, heger atmosfera malbatê bi kêf be, li dibistanê yan derve xerabiyekê nejîn, di me de astengdariya kesayetiyê rû nade. Em bi hemî kêmasî yan derdên xwe dibin mirovên bi gotineke relatîvî "normal". Ez her dibêjim, "normal" û "nenormal" tunin, yên heyî jî relatîvî ne, gorî cih û demê tên guhertin. Gorî pirraniyê rengê xwe digirin.

Dema yek bi gumana astengdariya kesayetiyê hat pêşberî me, em ji bo dîagnozê kontrol bikin, tiştekê dikin: Ka nexweş, dîagnoza hatiye dayîn, ango xerabûna kesayetiya xwe qebûl dike, hinekê be jî li xwe mikur tê, yan na. Heger qebûl bike, nexwe pê re xerabûna kesayetiyê tune. Ew her viya red dikin, napejirînin.

Serederkirin bi narsîstan re

Nehêlin ew bi gotin û tevgerên xwe we rencîde bikin, bipelixînin.

Narsîzmê nas bikin. 

Narsîst baş dizanin bandorê li mirov bikin. Taybetî di têkiliyên evînê de baldar bin, narsîst mirov baş dixapînin. Heger kesekî zêde şarman û romantîk e, ji xwe bipirsin "çima wisa ye?"

Narsîst dixwazin her balê bikişînin. Vê rehetiyê nedin wan. Ramanên xwe jî bêjin.

Ti carî li cem narsîstan xwe qels nîşan nedin. Ev wan provoke dike, tehrîk dike ku bêhtir we bipelixînin.

Nekevin rola qurbaniyan. Hûn li cem narsîstan çiqas "mezlûm" û "qûrbanî" bin, ew ewqas zêde "zalim" dibin. Bi giştî rola qurbaniyan di jiyanê de ti pirsgirêkan safî nake.

Ew dijminê rexneyê ne. Zû bi zû wan rexne nekin. "Erê erê, hi hiii" bêjin û we dît dixwaze we rencîde bike, bi helwesta xwe sînorê xwe nîşan bidin. Bo mînak bêjin "ez divê herim".

Heger hûn mecbûr in bi narsîstek re bijîn, divê teqez behremendiyên xwe pêşbixin.  Alîkariya derûnî werbigirin baş e bo we.

Zewac bi narsîstan re gelek zehmet e. Heger hezkiriya/ê we narsîst e, divê bizanibin hûn ê roj were nexweş bikevin. Tevlî qursên coaching (pêşxistina behremendiyan) bibin, baş e.

Narsîstan bi devedora xwe, malbat an hevalên xwe re nedin naskirin. Narsîst bo li ser we desthilat be, gelek caran devedora we jî bikartîne, manûple dike. Bi gotineke din wan jî aciz dike.

Ne hemî, lê pirraniya narsîstan mirovên ne durist in. Bo berjewendiyên xwe mirovan xerc dikin. Ti carî bi sozên wan bawer nekin, da hûn rojekê poşman û xemgîn nebin.

Nehêlin narsîst kalîteya jiyana we kêm bikin. Xwe ji bo kirinên wan paşve nekişînin, îzole nekin. Bi rengê xwe jiyan û bextewarî mafê me ne.

Di xwe de negirin, derdê xwe parve bikin. Helbet bi hevalên xwe yên baş re. Axavtin baş e.

Bedena xwe jibîr nekin. Werzîşê bikin, sîstema parastina laşê xwe bihêz bikin.


24.07.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)

Dienstag, 19. Juli 2022


 Manîfestoya Etîkê ya Derûn Akademiyê bo Gotûbêjê - Beşa 2.

Gelek terapîst hene, hewl didin her dem rûgeş, rûken, sîmpatîk tevbigerin. Rast e derûnnas kesên rûnerm in, aramî di hinava wan de heye yan divê hebe. Divê kêm-zêde 150 katjimêr terapî wergirtibin. Terapîst mecbûr in beriya dest bi kar bikin, xwe jî terapî bikin. Lê ev têr dike? Helbet na. Klîent ji terapîstên rûnerm, sîmpatîk hez dikin, li wan digerin. Ev di têkiliya terapiyê de kêşeyan dertîne. Terapî rûbirûmayîn e, konfrontasyon e. Li jûra (odeya) terapiyê, qîrîn, zarîn, xwêdan, teqînên hestyarî hene. Çawa emeliyat bêî êşê nabin, derûndermanî jî wisa ye. Lê em ê di akademiya xwe de sîmpatiyeke bi însiyatîv pêşkêş bikin, birêkûpêk perwerdeyan organîze bikin.

Derûndermaniya online bi etîk, dîsîplîn, pisporiyê tê kirin. Terapîst divê herî kêm pênc xulek berê amade be. Nikare bi kincên malê tevlî online-terapiyê bibe. Em nabêjin bila krawat girêbide, lê pîjama, stûvekirin, benîşt cûtin, berçavkên tavê hwd nabin. Divê kinceke normal be, porê xwe şehbike. Li pişta wê/wî foneke notral hebe. Ti tişta bala nexweş erênî/neyînî bikişîne, divê di ekranê de neyê xuyan.

Ji bo parastina daneyan em ê sîstema "jimare, kod an şîfre" daynin. Nexweş tenê di destpêkê de navê xwe dide birêveberê terapiyê, xwe tomar dike, piştre ne mecbûr e, paşnav an telefon ûêd.ên xwe bide. Bi koda xwe tevlî online-terapiyê dibe.

Çi online, çi rûbirû bi giştî di terapiyê de aksesûar qedexe ne. Jixwe li tevahiya klînîkên Almanya ev wisa ye. Gustîl, saet, guhar, gerdan, piercing ên dîtbar, qedexe ne. 

Heger terapîst mecbûr e dikare avê vexwe. Lê divê ji nexweş destûrê bigire. Bi giştî di dema terapiyê de (çi derûndermanî, çi terapiyên Gestalt), xwarin-vexwarin qedexe ne.

Di odeya terapiyê der aramî, bêdengî, notralî divê hebin. Beriya klîent bikeve odeyê, divê terapîst ser mêzeya xwe paqij bike, ti tiştekê ji klîentên berê nehêle. Hin hene wêneyên malbat, zarokên xwe bi bûroyê ve dikin. Ev ti carî nayê qebûlkirin, heya bixetere ye jî. Em hemî ji tecrûbeyan dizanin.

Carnan di terapiyê de dibe ku terapîst bo kêliyekê derkeve derve. Di rewşên wiha de, divê derê odeyê vekirî bihêle. Ev him klîent kontrol dike, him jî ji xemê dûr dixe. Ji tecrûbeyan e.

Klîent gelek caran ji odeyên terapiyê tiştinan bi dizî dibin. Ev nîşaneya xêrê ye. Wate, nexweş qîmetê dide we. Ti carî tiştinên xwe yên biqîmet li meydanê nehêlin. Nexweş ji van materyalan hêzê digire. Hat bîra min ku yekê kevirek min ê rengîn biribû, dema diçe ser pireyê ku xwe bavêje, destê wê diçe vî kevirî û min û gotinên min dide bîra xwe. "Derê xwe bigirin, cîranan jî akademiyê jî sûcdar nekin".

Wergêr. Rola tercûmanan gelek girîng e. Em ê li ser viya qursan, perwerdeyan lidarbixin. Heya ji me hatiye divê rê nedin ku wergêr terapiyê parçe bike. Em ê peymannameyeke cuda bo wergêran amade bikin.

Terapîst terapiyê dike, bo vê perwerde dîtiye, karê wan ev e. Nikarin karên din bikin. Bo mînak nikarin ti carî rola bijîşkên somatîk werbigirin. Mixabin hin hene viya dikin. Min di medyaya civakî de kes dîtine, ji dermanê keçeliyê heya li Tirkiyeyê diranên erzan li kû tên çêkirine, agahiyan didin û ev kesana herwiha tîtreya ´derûnnas´ bikartînin. Pirr şerm e. Zanîna me hebe jî mafê me nîne em ji hewşa xwe derkevin. Dermanpêşniyarkirin, ji saziya kar re name nivîsîn, masajkirin hwd qedexe ne.

Terapî divê di cih û dema xwe de bibe. Terapiya rûbirû tenê dikare li odeya terapiyê bibe. Li kafeteryayan, parkan, daristanan nabe. Heger terapîst pêwîstî ditiye ku bi nexweş re derkevin derve, divê birêveber agahdar bikin û ji hewşa xaniyê terapiyê dernekevin. Hûn dizanin ev bi xwe re pirsgirêkên mezin heya xeterdar tîne. Heger li kolanê nexweş ket an tiştek hat serî, sîgortayên nexweşan pere nadin û terapîst dikare bê darizandin. Herwiha divê seansên online jî rûbirî jî di nava demên guncav de bên kirin. Mirov nikare bo mînak katjimêr 24:00an de nexweş aciz bike. Ev qedexe ye, dijî norman e.

Dilê me xwest jî, em nikarin seansan dirêj bikin. 10-15 dq carnan dirêj dibin, ji ber ku xebatekê kêm dimîne, yan derûnnas dixwaze piştî teknîka screen nexweşê xwe aram bike hwd. Lê bi giştî ev jî dijî norman e, em nikarin.

Terapîst nikare behsa xwe, derdê xwe, jiyana xwe bike. Nikare reklama kargeha xwe bike, karta xwe ya prîvat bide. Min terapîstekî Azerî naskiribû, ji bo li Almanya bimîne li jineka dewlemend digeriya. Ji nexweşan re digot: "Ez ne zewicî me, dikarî yekê ji min re bibînî?" Mafê me nîne em bi derdên xwe klîentan aciz bikin. Û ev eybeke mezin e.

Îgnorant û bêxem nînin em. Lê ne ew kesan in ku derdên nexweşan bigirin ser xwe jî. Gelek terapîstên Bakur dîtine, dilê wan bi nexweşan şewitîne, ji wan re xanî, kar geriyane. Di akademiya me de dê şêwirmendên civakî jî hebin. Ew ê alîkarî bikin, ne ku terapîst. Û em naxwazin serê xwe bikin belaya Yekîtiya Psîkoterapîstên Alman. Min gotibû ev yekîtî ne normal e, di destên lobiyan û elîtan de ye û li qurbanan digere. Qurbanek dîtin, bo reklama xwe, bo ku bêjin "karekê dikin", malê lê mîrat dikin. Mînakek bidim: Seroka yekîtiya eyaletekê 30 sal in li ser kar e, cihê xwe dide keçika xwe. Û mêrê wê jî xwediyê lobiyeke navdar a tenduristiyê ye. Ji bo berjewendiya holdînga mêrê xwe, zagonên eyaletê yên tenduristiyê dan guhertin. Êdî hûn hesab bikin. Kî gotiye li Almanya gendelî, lobîgerî, krîmînalîteya elîtan nîne?

"Sirrên, agahiyên dizî yên hevpar" qedexe ne. Nekevin bin vî barî. Carnan klîent me dixin kemînê, agahiyên dizî ji me re dibêjin. Divê em bidin hîskirin ku em ne heval, dost, lêzimên wan in. Xeterdar e. Tiştek bû hûn dibin şirîk. Bo nexweş ne xem e, heya kêfê dide ku terapîst xistiya nava meseleyan. Min alîkariya Kurdekî kiribû. Zilam diviyabû bihata malnişînîkirin lê mafên xwe nedizanî. Ya min kiribû şaş bû helbet. Piştre zilam ji hemî saziyan re got ku Winzer rê nîşanî min daye. Malnişînîbûna wî hinekê dereng ket, îcar jî giliyê min kir. Serê min gelek pê re êşiya.

Ti carî riya "bi hev ve girêdayîna dualî" venekin. Bimesafe bin da klîent rojê deh caran li derê we nede. Bi taybetî nexweşên me yên Kurd hinekê rûnermiya me dît, rêza me nagirin. Ev ji derûniya bindestan e. Elîmîne karmendên serdestan biqîre ser wan. "Bimesafebûneke hûmanîst" dê felsefeya akademiya me be.

Hûn dikarin herî zêde -heger nexweş destûr da- pê destên nexweşan bigirin. Ti carî destên xwe nedin derekê wan ê din. Hager bo mînak we destê xwe li pişta wan an porên wan dabin, kurtepistê dikin û ev jî ziyanê dide têkiliya terapiyê.

Her tişt dikare bibe lê bi baweriya nexweş nayê lîstin. Hin derûnnasên Bakur bêxemî dibêjin "tu terapî nebî, nikarî sax bî", "teqez divê alîkariya derûnî werbigirî". Kî gotiye ev rast e? Min bi hezaran Kurdên girantrawmatîzebûyî dîtin ku hîç terapî nedîtibûn jî sip-saxbûn. Şerm e ku em tiştinên wiha bêjin. Wezîfeya me ye ku em her dem "alaya hêviyê bilind bigirin".

Terapîst nikare bi Derûn Akademiyê re bikeve konkûrensê (rikberî, reqabet). Ji aliyê zagonên kar ve jî ev qedexe ye. Mirov li dikanekî xebitî, nikare bi dikanê re bikeve reqabetê. Him fedî ye, him jî qedexe ye. Helbet karên terapîstên me ji xwe hene. Lê bo mînak dema ji me re online-terapî kirin jî, divê wekî kargeha xwe tevbigerin. 

Sûpervîzorekî me heye. Em ê birêkûpêk etîk û qalîteya karên akademiyê berçav re derbasbikin.

didome

19.07.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G., Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie

Freigegeben von Darius Winzer, 10.02.2023, Protokoll-Nr.: iG004






Samstag, 9. Juli 2022


Çawa xwe ji hîstriyonîkan biparêzin?

Mirov kesayetiya xwe di zaroktiyê de bi fîgûrên dê-bavan avadikin, piştre jî pirr nayên guhertin. Divê bêjim ti kesayetiyek ji ya din binirxtir nîne û hemî jî normal in. Helbet astengdariya, xerabûna kesayetiyan jî heye û kesên van dîagnozan wergirtine dikarin kesên din aciz bikin. Bi wan re pirsgirêka kontrolkirina hestan heye. Çi erênî çi neyînî, hestên xwe di astên extrem de didin der.

Astengdariya hîstriyonîk bêhtir li cem jinan rûdide. Gelek kêm be jî hin mêrên hîstriyonîk hene. Ev kesan dixwazin her balê bikişînin. Ruhê wan di balkêşanê de ye. Çûn kû divê xelk li wan binêrin, wan guhdarî bikin, bi wan re mijûl bibin. Hostayên vî karî ne û bi rastî jî balê dikişînin. Heya vir her tişt normal e û ti pirsgirêk jî tune.Mesele piştî balkêşanê derdikeve. 

Hîstriyonîk bi hestên xwe yên zêde, bi kincên xwe yên balkêş tên naskirin. Çîroka wan ji zaroktiyê dest pê dike. Problemên xwe yên girêdana xwezayî ya bi dê-bavan re safî nekirine. Têra xwe ji fîgûra dê-bavê piştgirî û hezkirin negirtine. Dibe ku fîgûrek ango dê yan bavê wan miribe, zewicî be. Dibe ku di malbatake qelebalix da hatibin jiyanê ku kêm eleqe dîtibin. Dibe ku di nava 4-6 salî yan 9-13 salî de êrîşeke hestyarî jiyabin. Dibe ku qet ne yek ji van hebe. Ew li eleqeyê digerin. 

Di terapiya xerabûna kesayetiyan de, kesayetî bi xwe ne mijara xebatê ye. Terapîst bi nexweş re li ser nakokiyên têkiliyan radiweste. Taybetiyeke xerabûna kesayetiyan heye, ew pirsgirêkek, xetayek di xwe de nabînin. Heger bibînin, em dibêjin "teşhîs şaş e". Ew her kesên din sûcdar dikin. Viya qesten nakin, wisa dizanin û bawer dikin. Lê roj tê êdî nikarin jiyana xwe bi xweşî bidomînin, tên alîkarî werdigirin. 
Gorî çavdêriyên min li Kurdistanê hejmara hîstriyonîkan gorî Tirkan gelek kêm e. Astengdariyên kesayetiyê li cem Tirkan ji Kurdan pênc car zêde ne. Bi ya min li cem Kurdan mêrên hîstriyonîk qet jî ne kêm in. 

Kesên derdikevin TVan, giliyê mêrên xwe yan kesên din dikin, ne hemî hîstriyonîk in, lê di nava wan de hene. Bo hîstriyonîkan balkişandin girîng e, li kû yan bi çi awayî ye, ne xem e. Dikarin heqaret bikin, balê bikişînin. Dikarin seksî bin balê bikişînin. Dikarin ji zilaman re çav biqirpînin balê bikişînin. Tiştek nedîtin, gilî dikin, derdikevin TVan, cihekê xwe tazî dikin, heya bigire ji xwe diçin, dîsa biserdikevin, balê dikişînin. Divê dubare bêjim, ew bi zanebûn, qesten viya nakin, ew jî nizanin çima wisa dikin. Ew ne kesên xerab an bênirx in. Xerabî û çêyî relatîv e, gorî kes û demê tê guhertin. Xerabî û çêyî ne mutlaq e. Gorî pirraniyê ne qîmetên civakî, rastî yan şaşiya wan nîne.

Hîstiyonîk gelek provokatîv in. Dikarin gundekî bera hev bidin û aştiyê jî bi xwe bikin. Dikarin mêrekî herî halîm-selîm ji rê derînin û piştre jî aqil bidinê. Dikarin dilê mêran bikin xwe û piştre jî heqaretê li mêran bikin. Dikarin li navenda bajêr ji xwe biçin û her kesê bi xwe bidin mijûlkirin. Ji aliyê psîkodînamîk ve ew li eleqeyê digerin. Ew zaroka ku nehatibû hezkirin li hezkirinê digere. Ew zaroka ku nekaribû hestên xwe bîne ziman, niha viya dike. Ev zaroka ku newêrî bû ji mêrên bi wan xerabî kiribûn re tiştekê bêje, niha heyfa xwe digire. Mafê wan tune gelo?

Bi texmînî 2% mirovan re astengdariya kesayetiya hîstriyonîk hene. Li bakurê Kurdistanê bi ya min 0,25 heya 0,50% jinan re astengdariya vê kesayetiyê heye. Lê bi ya min hejmara mêrên Kurd ên hîstriyonîk ji kêmzêdeka cîhanê hinekê zêdetir e. Dibe ku di vir de rola bêstatûbûna Kurdan, bindestî ûêd hebin. Lêkolîn pêwîst in. Mêrên Kurd ên hîstriyonîk carnan xwe di nava siyasetê de vedişêrin. Di platformên medyaya civakî de gelek rast li wan hatime. Heger te peyveke Kurdî şaş nivîsî tên heqaretê li te dikin. Ji taybetiya te re dinivîsînin, dema te bersiv da jî, devedorê dibêjin "eyb e, qaşo zana ye, li pey jinan digere", li te heqaretê dikin.

Bi pirraniya hîstriyonîkan re nexweşiyek an nexweşiyên din jî hene. Bo mînak bi hinan re tendensên konversiyonê, Borderline, narsîst, antîsosyal jî hene. Herwiha depresyona kronîk, nexweşiyên derûnlaşî (somatîk) jî. Jixwe ji ber van kêşeyên xwe tên bijîşkan, nexwe xwe nexweş qebûl nakin.
Carnan kêşeyên xwe bi dramatîkî, seksî didin der. Ji şanogerek baştir rola qurbaniyan dilîzin. Wisa ku hemberê xwe him qanî dikin, him jî dikin bin kontrola xwe.

Mînakek (nav hatiye guhertin)


Ayşe 58 salî, malnişînî bû. Tirk bû. Bo terapiya akût, hatibû klînîka me. Hefteyê 50+25, 75 deqîqe danişîna me hebû. Herwiha me hevûdu hefteyê du caran di terapiya komê, carekê terapiya trawmayê û du caran jî di dersên derûnlaşî de didît. Xanimeka paqij bû. Wekî keçên ciwan tevdigeriya, gorî modayê makyaj dikir. Ji ber nexweşiya vertîgoyê, astengiyên wê yên rêveçûnê hebûn. Diheciya, dipekiya carnan. Her li xwaringehê ji xwe diçû. Bijîşkekî ciwan ê Hindistanî hebû, bilez xwe digihandê da rencîde nebe. Lewra cihên xwe yên întîm baş por nedikir, venedişart. Hat gazin kir ku ew doktorê Hindistanî naxwaze lewra çerme wî reş e, jê ditirse. Û herwiha got "erê mafê wî ye jî, ji jinekê hez bike, lê doktor divê bi mesafe bin. Her ku ez dikevim, tenê ew tê alîkariya min".

Di salona dersê de bêî ku destûr bidinê, dest pê kir, zarîn û fîganan: "Bes e, goştê hemî balindeyan nayê xwarin. Ji mêran re dibêjim, ez ne layiqê mirovên wekî we xizan, nexwendî û dîn im. Sedemê hatina min, pişta min diêşe, ne ku derûniya min xerab e". Zilamekî bersiva wê dayê û şer derket. Ayşeyê tevahiya nexweşxaneyê bi xwe da mijûlkirin. 

Roja xatirxwestinê ji min re got: "Mamoste tu mirovekî gelek baş î. Lê bizanibe, bo têkiliyeke nû hê ne amade me. Mirov ji jinekê hez bike, ne şerm e. Ev normal e. Xwezî te hinekê spor bikira, dê ciwan bimayî".

Bo dîagnostîkê


Gorî DSM-5ê divê ji nîşaneyan herî kêm pênc hebin:

Dema balê nekişînin, xwe xemgîn hîs dikin.
Bi kesên din re têkiliyên provokatîv, bi rengê seksî datînin.
Hestên wan zû tên guhertin. Wisa ku kesên din wan hinekê "sivik" dinirxînin.
Bo balê bikişînin ser xwe, birêkûpêk kinc û makyaja xwe bikartînin. Ew bi kinc û makyajên xwe -qet nebe hinekê-  "extrem" tên naskirin.
Di ramanên wan de mantiqek, wateyek berbiçav nîne, bêbingeh in. Ramanên wan ne zelal in.
Hestên xwe bi awayekê dramatîk, şanoyî û zêdeyî didin der. 
Li dijî rewş û kesan gelek hesas in. Hestên wan di bin bandora rewş û kesan de ne.
Herçendî kesên din pirr ne di baweriyê de bin jî, ew têkiliyên xwe dirust û bibawer dibînin.
Ji xeynî van nîşaneyan, divê sedemê kêşeyên wan di zaroktiyê de bin. Ango bêtê dîtin ku mesele ji zaroktiyê dest pê kiriye.

Bandora hîstriyonîkan di întelîjansiya Kurdî de


Gelo di civaka Kurdî de bandora hîstriyonîkan çiye? Me li ser neaxiviye, lêkolîn nekiriye. Rast li jinên hîstriyonîk hatime ku saziyên Kurdan, kampên penaberan tevlîhev kirine. Rast li mêrên hîstriyonîk hatime ku bo balê bikişînin, mûzîka Kurdî xerab kirine. Bi giştî întelîjansiya me hê ne azad û wêrek e. Rewşenbîrên Kurdan ên serbixwe, azad, wêrek gelek kêm in, heya bigire van salên dawiyê qet nemane. Ew li dijî hîstriyonîkan jî ne zexm in. Jineka hîstriyonîk dikare serê rewşenbîrekî Kurd têxe belayê û pê bilîze.

Li kargehan, di warê tenduristiyê de, li mizgeft û cemxaneyan jî bêhtir mêrên hîstriyonîk dîtiye. Melle hîstriyonîk e, geh xelkê dicoşîne, geh xemgîn dike. Melle çîrokên têr xemgînî dibêje, cemaet digirî. Melleyê hîstriyonîk bi hêsanî civakê li pey xwe dibe, balê dikişîne. Herwiha pîrê cemxaneyê jî heger hîstriyonîk be, bi hêsanî bawermendan heyranê xwe dike.

Hin pêşniyar bo serederkirina bi hîstriyonîkan re


Hewl bidin wan zûbizû rexne nekin. Hinekê sebir bikin. Heger helwesta xwe zû nîşan bidin, wan provoke dikin, ev jî bo we ne baş e.
Jibîr nekin ku hîstriyonîk bi zanebûn wisa nakin. Ew ne mirovên nebaş in ku hûn wan bi exlaqî sûcdar bikin. Ji ber vê yekê, jê re nebêjin derewker an şahbanûya dramayê. Mafê we jî nîne.
Hîstriyonîk zayendiya xwe, ango seksûalîteyê gelek bikartînin. Lê nayê wê wateyê ku ew li seksê digerin. Mêrên nezan zû tên xapandin û serê xwe jî dikin belayê. Hîstriyonîk bes dixwazin balê bikişînin.
Heger hevjîna/ê we hîstriyonîk e û hûn amadekariyên zewacê dikin, çêtir e, alîkariya derûnî werbigirin. 
Li dijî wan dirust û bi prînsîp bin, ew ê jî rojekê sînorên we nasbike. Bi nerastî pesnê wan nedin, nebêjin "tu çiqas rind î, seksî yî, bêhempayî ûêd". Ev serî de zirarê dıde we bi xwe û herwiha hîstriyonîkan.
Dema krîz derbas kirin an ji xwe ve çûn, bang pisporan bikin. Hûn mudaxale nekin.

09.07.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)


 

Mittwoch, 6. Juli 2022



Manîfestoya Etîkê ya Derûn Akademiyê bo Gotûbêjê - Beşa 1.

Dema mehremiyetê çiye?

Bi rastî Kurdiya wê çiye nizanim. Bi Almanî "Abstinenz Gründe" dibêjin. Ango "sedemên dûrbûyînê". Dema klîent/nexweş  ji cem me çûn, terapiya wan bidawî bûn, heya demekê em nikarin bi wan re têkiliya normal daynîn. Li hin eyaletên Almanya ev du, hinan sê û li hin eyaletan jî heya pênc sal in. Min ev bi navê "Dema Mehremiyetê" binavkir. Dema mehremiyata klîent, nexweş. Di vê demê de nexweş digihê wê encamê ku terapîst êdî ne terapîstê wê/wî ye. Dema yek ne terapîstê mirov be, mirov dikare pê re têkîliyên normal dayne. Di dema mehremiyetê de, terapîst mecbûr in dûrbûnê, mesafeyê bixin nava xwe û nexweş. Heger viya nekin dikarin bên darizandin heya zîndanîkirin.

Çima manîfestoya etîkî?

Beriya ku em dest bi çi rûbirû, çi jî online terapiyê bikin, divê xal bi xal rênameya, yan a rastî peymannameya me ya etîka xebatê bidawî bibe. Akademiya me ne li Almanya, li welatek din ba jî, me yê heman tişt bikira. Lê divê bête zanîn, li Almanya etîka xebatê bi zagonan hatiye destnîşankirin. Bi taybetî derûnnas, şêwîrmendên derûnî yên ji Tirkiyeyê li me digerin, dixwazin tevlî me bibin, divê manîfestoya me nas bikin, paşerojê de îmze bikin. Beî îmzekirin, online be jî, em kesî tevlî terapiyan nakin. Helbet psîkolog baş dizanin etik çiye, mirov di odeya terapiyê de çawa tevdigere. Helbet baş dizanin ku dema mirov li kargehekê dest bi kar kir, li gel karnameyê divê mirov mercên taybet ên kargehê jî îmze bike.

Mercên derûndermaniyê (psîkoterapî) ji ber gelek serpêhatiyan, lêkolînan, ceribandinan derketiye holê. Bi klîentan re dikare astengdariyên kesayetiyê jî hebin. Carnan dikare terapî bi neyînî jî bidawî bibe. Armanca mercên etîkî di serî de parastina klîent (an nexweş) be jî, herwiha terapîst bi xwe jî diparêze. 

Di konsepta derûndermaniya navçandî de hin tişt hene hê jî baş nehatine rohnîkirin. Yek, derûndermaniya navçandî jixwe nû ye, du, derfetên perwerdeya wê kêm in. Erê em bi hesasiyeta çandan nêzîktêdayîn li nexweşan dikin, lê car heye nexweş viya sûîstîmal jî dikin. Li diyasporaya Kurd, îmaja derûnnasan -gorî nexweşek gotibû- bi giştî wiha ye: "Psîkologên Alman sar in, du deqe jî guhdarî nakin. Mirov hinekê dereng hat seansê, mirov qebûl nakin. Hema dibêjin jin an mêrê xwe berde, werzîşê bike. Mirov dişînin wêne yan peykerçêkirinê. Ma em ti hunermend in! Derûnnasên Kurd ne wisa ne, germ in. Deh caran jî li deriyên wan bidî, aciz nabin". Çi xweş. Lê herî zêde jî nexweşên biyanî giliyên me dikin. Heger daxwazek wan bicih nehat, dikarin mala psîkolog jî mîrat bikin. Li cem nexweşên Tirk daxwaza sereke ´malnişînîbûn e". Hema dibêjin "min malnişîn bikin". Li cem Kurdan jî berevajî wê, mafên xwe nizanin, dema derûnnas mafên wan ji wan re got, alîkariya wan kirin jî, ji derûnnasan re kêm rêzê digirin, miameleya hevalê qehwexaneyê dikin. 

Kurdên jin, ên ji hin parêzgehên Bakur hene ku naxwazim navên wan parêzgehan bidim, gelek û gelek bêrehm tevdigerin li dijî derûnnasên Kurd. Êdî ewqas e ku dema yek ji wan jinan hat klînîkan, em hewl didin ku xwe biparêzin da ew zirarê nedin me. Ew jiyana xwe li klînîk û dadgehan de derbas dikin. Ne tenê giliyên psîkologan dikin, giliyê mêrên xwe jî dikin. Em jê re dibêjin "qezenca sekondar a nexweşiyê". Ev dînamîk li cem wan gelek rûdide. Ango ji nexweşiya xwe qezencê werdigirin.

Hela ku sûcdarkirinên exlaqî

Werin em behsa xetereya herî mezin jî bikin. Li Almanya salê kêmzêde giliyê 600 terapîstan tê kirin ku di terapiyê de sînorên zayendî derbaskirine. Ev tenê bo zayendiyê ye. Bi gotineke din, 600 nexweş ji helwesta terapîst aciz bûne, viya wekî hewldan an destdirêjiyeke zayendî (seksî) dîtine. Gorî statîstîkan, li Almanya 12%ê derûnnasan bi sedema sînorderbaskirina zayendî hatine sûcdarkirin. Kivşe ye ku ne hejmareke kêm e. Piştî lêpirsîn an darizandinan nêzîkî 98%ê terapîstan bêsûc hatine dîtin. Nêzîki 1% jî helwesta xwe ya di terapiyê de şaş dîtine û lêborîn xwestine. We jî dît ku mesele ne ji terapîstan e. Terapîst çi ji destên wan hatine dikin. Mesele di klîentan de ye. Hin dîagnoz hene ku terapîstan wekî "mirovê herî taybet" dibînin û ewçend hesas in ku ji yek nêrîn an gotinekê dişkên. Îcar, dixwazin heyfa serpêhatiya xwe ji terapîst derînin. Helbet hemî terapîst bi van dizanin, perwerdeya wê dîtine. Lê em dîsa jî manîfestoyek ava bikin, da bila dubare bê zanîn.

Pîvanên destdirêjiyê çine? 

Helbet tunin. Sûbjektîv in. Yek dikare bêje "te bi seksî li min nêrî, ev destdirêjî ye", yek dikare bêje "te ji min re got tu rind î, ez viya wekî destdirêjî dinirxînim". Carnan di terapiyê de mirov mecbûr dimîne, destê xwe bide klîent û pirranî jî ji viya qewetê werdigirin, bi xweşî wan diçe. Lê hin dîagnoz hene divê mirov gelek û gelek baldar be. Wekî mobîngê, êrîşên seksî de, divê qurbanî bi xwe sînorên xwe kivşe bikin. Zagonên cezayê yên Alman jî vê prînsîbê dipejirîne. Gorî qûrbanî heger bawer dike ku li dijî wê/wî mobîng an êrîşeke seksî pêk hatiye, nexwe wisa ye. Û li hember dadger pirsa "gelo ma bawerî bi nexweşan dibe" nayê pirsîn û heya bigire ev sûc e jî. 

Xal bi xal naveroka manisfestoya me ya etîkî

Heger terapîst di destpêka dermankirinê de nexweşê xwe baş li ser pêvajoya psîkoterapiyê û lêçûnên tê de agahdar neke, ev dikare serêşê çêke. Pêdivî ye ku ew agahdarî bide ka çima terapî hewce ye, çi celeb terapî tê kirin, çi rêbaz têne bikar anîn, kîjan dermanî bo çi demê divê bikarbîne, çi xetere dikarin derkevin holê û çi alternatîfên vî celebê dermankirinê hene. Wekî din, divê ew di derbarê aliyên pratîkî de jî agahdarî bide, wek mînak danişînek çiqas dirêj dike, çend caran danişîn çêdibin û heke nexweş neçar be randevûyekê betal bike çi qaîdeyên wê hene, nemaze kengê xercên betalkirinê têne hesabkirin û bihayê wan çiqas e hwd.

Heger psîkoterapî bi profesyonelî û li gorî zanîn û standardên nûjen neyê kirin, di teşhîs an dermankirinê de xeletî têne kirin. Ev jî tê vê wateyê ku terapîst mecbûr e bi rêkûpêk beşdarî perwerdehiyên bibe,  kalîteya bilind a dermankirinê mîsoger bike. Lêbelê, ger ku derman negihêje pêşkeftinên tê xwestin, ne hewce ye ku di dermankirinê de xeletiyek hebe. Ji ber ku her çend derman bi profesyonelî were meşandin jî, garantiya serkeftinê tune. Heke hûn wekî nexweşek di derheqê awayê pêkanîna dermankirinê de gumanên we hene, çêtir e ku hûn bi terapîstê xwe re bipeyivin an bi navendek şêwirmendiya pispor re têkilî daynin.

Dema ku hêviyên nerast an jî sozên nerast bo başbûn an dermankirinê ji nexweş re têne dayîn, "têkiliya derûndermaniyê" pûç dibe. 

Dema ku terapîst li hember nexweş û malbata wê/wî bi rêz û hurmet tevnegere, wek nimûne bi devkî destdirêjî an heqaretê li wan bike, atmosfera şematîk a malbatê xerab dibe. Bo mînak, "mêrê xwe yê teral berde", "xwesiya te derewkar e, tu jî diranên wê yên porselen neşo û ew rêzê heq nake", "jina te ne layiqê te ye", "Mûşî qurre, Vartoyî pozbilind in", "eşîra jina te ne welathez e" hwd.

Dema ku terapîst ji hêla siyasî, îdeolojîkî an olî ve nexweş teşwîq dike yan didarizîne, herwiha "têkiliya derûndermaniyê" şêlû dibe. Bi hîç awayekê em nikarin van nasnameyên nexweş gotûbêj bikin an nasnameyên din empoze bikin.

Terapîst divê ji bawerî, nezanî û bêçaretiya nexweşan sûdê wernegirin û herwiha ji têkiliya xwe ya bi nexweşan re jî sûdên şexsî û aborî wernegirin. Ji ber vê yekê divê terapîst dîstanseke pisporî (dûrbûn, mesafe) dayne nava xwe û nexweş. 

Jûrên (ode, xurfe) terapiyê divê ji yên din dûr bin,  ji cihê jiyana taybet a terapîst werin veqetandin. Odeya terapiyê divê dûrî odeya razanê, daşir, kulîn (metbax, kûxniya), serşok ûêd be.

Terapîst nikarin bi nexweşan re derkevin derve, minak bo xwarin, qehwe an beşdariya şahî yan çalakiyên taybet. Heger ji we re vexendnameyek bo dawetê hatibe, divê berê mîsoger bikin ka li wir nexweşên we hene yan na. Heger mecbûr in biçin jî, divê li wir ji xeynî silavwergirtinê ti têkiliyek bi nexweşan re daneynin û viya di protokolên danişînan de tomar bikin. 

Hûn nikarin tu diyarî, xêrxwazî ​​an mîrasek ji wan qebûl bikin, ne jî daxwaz bikin. Heger nexweş xwarineke li malê çêkiriye aniye, yan ji we re şalgerdanek ristiye, viya dikarin qebûl bikin. Heger redkirina we ya diyariyê bi neyînî bandorê li nexweş dike, qebûlkirin baştir e. Pîvan ev e: Hûn dikarin bi bihayê xwarinekê li restoranek bipejirînin. Sal bi sal yekîtiya terapîstan vê sînorê tesbît dike. Bo mînak sala 2019an ev sînor 25 € bû. Mînakek bidim? Nexweşan di nava xwe de pere kom kirine, ji psîkolog re gomlekek kirrîne. Bihayê gomlekê 29,99 € bû. Ji ber ku 4,99 € zêde ye, serê hevalekî ketibû belayê. Me di protokolên terapiyê de tomar kir û şefê klînîkî agahdar kir, da giliyek hebe, destê heval xurt be.

Hûn nikarin bi nexweşên xwe re şirîkiyê, bazirganiyê bikin, xaniyên wan kirê bikin an xaniyên xwe bi kirê bidin wan. 

Hatiye serê hemî terapîstan ku nexweş carnan dil dikevin me. Hin hene viya bilêv dikin, hin jî qet nakin. Bi profesyonelî tevbigerin. Heya dema mehremiyetê derbas nebûye, hûn jî nikarin dil bikevin nexweşek an bi wan re bizewicin. Helbet hûn viya nakin, lê xwe ji xetereyan biparêzin. Hin dîagnoz hene, bersîva evîna xwe negirtin, dixwazin mala terapîst mîrat bikin. Bi taybetî li dijî ICD F22.0, F25.0, F60.4, F62.0 gelek hişyar bin. Dema ku sînorderbaskirinek wiha rû da, yekîtiya terapîstan û dozger li we dozê vedikin, saziyên mafên mirovan beşdarî giliyan dibin, ji Xala §174c a Qanûna Cezayê tên darizandin. Sûc tesbît bû ji xeynê betalkirina bawernameyên we, ji 3 meh heya 5 salan cezayê zîndanê li we tê birrîn. 

Mixabin di vir de ti rehmê li terapîstan nakin. Herçendî nêzîkî 99%ên terapîstan bêsûc tên dîtin jî, rojname, TV bi rojan mobîngê dikin. Min psîkiyatrîstekî nas kir ku bêsûc hatibû dîtin, heya bigire nexweş bi xwe jî sûcê xwe pejirandibû, dîsa jî nedigirtin kar. Hevjîna zilam wî berda, zarokên wî hemî nexweş ketin. Zilam çû welatekî din ji nû ve dest bi jiyanê kir. Herçiqas bêsûc hatibûn dîtin jî, kesan xwe kuştin, malbatên wan belawela bûn. Hin hiqûqnasan ev yeka han rexne kirin lê biserneketin. Bizanibin Yekîtiya Psîkoterapîstên Alman, ji bo reklama xwe carnan li qurbanan digere. Pirraniya psîkologan ji Yekîtiyê ne razî ne, lê Yekîtî di destên elîtan de ye, kes newêre dengê xwe bike. 

Klîentên ne balix in ji aliyê terapîstên zarok û ciwanan ve tên terapîkirin. Em ê jî wisa bikin. Lê gava em mecbûr man jî, divê gorî zagon û norman bi dê-bavan re terapiyê plan bikin, bêî destûra dê-bavan, em ê terapiyê qebûl nekin. 

Em nikarin di xebata xwe de zimanê "tu" bikarbînin. Bes dikarin bo kesên ne balix in bikarbînin. 

Erê em dizanin, ewlekariya daneyên nexweş yek ji berpirsiyariyên me ye. Li klînîkên Alman gotinek pirr tê bilêvkirin: "Daneyên nexweş ji nexweş girîngtir in". Anonîmî divê hebe. Em nikarin kompûtera xebatê bo şexsê xwe bikarbînin. Nikarin emaila xwe ya taybet binêrin. Nikarin tistekê şexsî kopî bikin, nikarin USB bikarbînin. Beriya em bûroyê biterikînin divê hemî çopên xwe yên kaxezî îmha bikin, li ser maseyê tiştekê nehêlin. Yek raporek nexweş ji aliyê kesek ve bê dîtin, serê me dikeve belayê. Nikarin ti daneyek bi xwe re bibin malê hwd.

Nexweş heya ku jiyana xwe yan kesekî din nexe xetereyê destûr nîne ti terapiyek an tiştekê mecbûrî bikin. 

Berpirsiyariya aşbûnê, bi Almanî "Schweigepflicht" yek ji hîmên sereke yên derûndermaniyê ye. Dualî ye. Em vê peymanê îmze dikin ku herdu alî (terapîst û nexweş) bi awayekê sond dixwin da bi giştî têkiliya terapiyê û daneyan biparêzin, ji kesî re nebêjin. Qanûn ne nexweşan lê terapîstan berpirsiyar dike. Nexweş dikare vê berpirsiyariyê bicih neyne, lê terapîst nikare, cezayê wê heye. Carnan babetên wijdanî derdikevin holê. Bo mînak nexweşek min hebû, destdirêjiya keça xwe dikir û ji min soz xwest ku ez giliyê wî nekim. Qanûn an wijdan? Helbet em jî ne bêçare ne, min ne giliyê wî kir, ne jî bêwijdanî kir. Di dawiyê de zarok terapî dît û zilam jî hat girtin. Lê çi dibe bila bibe, em nikarin giliyê nexweş bikin. 

Yekgirtiya, yekbûna terapiyê. Ev jî himeke sereke ye. Terapî divê neyê parçekirin. Terapî proseseke yekgirtî ye, di nava nexweş û terapîst de ye û kes an tiştekê divê nekeve nava wan, parçe neke. Carnan wergêr, hemşîre, bijîşkên malê, karmendên saziya xebatê, endamên malbatê ûêd dixwazin pozê xwe tevlî terapiyê bikin. Ev bi xwe re xetereyan tîne, terapiyê pûç dike. Divê em di vî warî de qursan lidarbixin, gorî çanda Kurdî normên xwe kivşe bikin. 

Dîsîplîn an edeba terapiyê. Mixabin di vî warî de kaosek heye. Nexweşên Kurd miemeleya hevalê qehwexaneyê bi terapîstan re dikin. Samîmiyet û rûgeşiya me sûîstîmal dikin. Di wextê de nayên danişînê, di seansê de siyasetê dikin, bêî randevû li deriyan didin, telefonên xwe yên berikê (mobile, Handy) vekirî dihêlin, xwe dixwirînin, pirsên taybet ji terapîstan dikin hwd. Di vî warî de pêwîstiya me bi qursan heye. Em çawa tevbigerin? Gorî normên Ewropa yan normên me çine? Nexweşên me yên jin ên Tirk di seansan de goran dirisin, makyaja xwe nû dikin. Dibêjin "mamoste guhê min li ser te ye". Em çawa tevbigerin li dijî Kurdan?

Mafê nexweş heye hemî protokolên terapiyê bixwînin, kopî bikin. Dikarin tevahiya dosyaya xwe jî kopî bikin. Mafê wan e hin tiştan jêbibin. Dema ji me re gotin "ez naxwazim hûn vê serpêhatiyê di protokolan de tomar bikin", em mecbûr in bi gotina wan bikin. Îcar hin nexweş hene viya bo kêfê dikin. Ev jî wextê me digire. Hîstriyonîk gelek viya dikin. Bêwext tên bûroyê, daxwaza dosyayê dikin. Bêjî na, dikarin gilî bikin. A rastî armanca wan bes balkişandin e. Divê em bi hev re normên effektîv bibînin.

Ne DSM, ICD. Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê DSM bo klasîfîkasyonê tê bikaranîn. Lê ji ber ku akademiya me li Almanya ye, em ê jî ICD bikarbînin. Me derfet dît em ê bêpere ji her terapîstek akademiya me re versiyona dawî bişînin. 

Terapîstên me divê kopiyeka "pejirandina naskirina fermî ya bawernameyên xwe" ji me re bişînin. Çi derûnnas, çi jî terapîstên gestaltê. Naskirina wan a fermî nebe, ew nikarin bi me re bixebitin. Helbet ev ne bi dilê me ye lê em mecbûr in. Cezayê wê heye ku li hin eyaletan ev sê sal zîndan e.

didome

06.07.2022

Darius Winzer

© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie gUG (haftungsbeschränkt) i.G., Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie

Freigegeben von Darius Winzer, 28.03.2023, Protokoll-Nr.: iG003






 

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...