Helwesta rastîn a dê-bavan di îstîsmara zarokan de
Van demên dawiyê dîsa zarokên, keçên Kurd tên windakirin. Hê em behsa yekê dikin, yeka din winda dibe. Meytên wan bi teknîkên pisporî tên xerabkirin da delîlekê neyê dîtin. Gulistan, Rojîn, Narîn… Mirov dibêje qey vê wekî kampanyeyek dikin. Kî ne ev, zarokên me dikujin? Gelo bi rastî dê-bav, dergîstî, hezkirî ne viya dikin an ev jî wekî “faîlî meçhûl ên salên 90î” ji aliyê dewleta veşarî ve tên kirin? Nizanim. Ez ne siyasetmedar im, tenê dikarim hinek hişyariyan bidim dê û bavan. Propagandaya reş yek ji şaxên şerê derûnî ye û jixwe wiha tê kirin. Em ê her tiştî bi xerabûna exlaqê civakê ve girêbidin? “Civak xerab bûye, nexwe ev jî normal in”?
Windabûna zarokên Kurd encamek bindestiya Kurdan e. Em derûnnas ne siyasetmedar in. Projeyên parastina gel, parastina geşedan û derûniya zarokan ûêd him berpirsiyarî him jî peywirdariya siyasetmedaran e. Divê bername û projeyên wan hebin. Herwiha parastina geşedan û tenduristiya derûnî ya zarokan, wezîfeya dewletan e jî.
Pispor dibêjin li ser Kurdan bêrawestan şerê derûnî tê meşandin. Bi rêzefîlman, rîtûelên perwerdeyê, ol, dîroka fermî û “wergerandina çanda Kurdî bo Tirkî”, binê hişmendiya Kurdan dîzayn dikin, wan asîmîle dikin, heya bigire helwestên wan diguherînin, xebera kesî jî jê nîne. Ne zanayên Kurdan, ne saziyên sîvîl, ne partî, ne jî medyaya Kurdan behsa şerê psîkolojîk nakin, xelkê hişyar nakin. Kî bike?
Em mecbûr in zarokên xwe hişyar û perwerde bikin. Helbet zarok çiqas zana bin jî nikarin xwe ji mezinên xêrnexwaz biparêzin. Lê lêkolîn hene, Heger zarok hin teknîkên xweparastinê bizanibin, di vî warî de hişyar bin, 20% pêşî li îstîsmara zayendî tê girtin. Ev jî qezenceke mezin e.
Baldar bin, li dijî kesên wiha hişyar bin
Helbet pêşdarazî ne baş e. Reş û spî tevlîhev nekin. Jibîr nekin, mirovên baş, dilpak û zarokhez jî hene. Lê zarokên we li ser her tiştî re ne, hûn mecbûr in hesas bin, mecbûr in wan biparêzin.
* Kesên li cem zarokan behsa organên zayendî (penîs, vajîna, pêsîr ûêd) û seksê dikin. Çi mezin, çi zarok. Çi nas, çi nenas. Çi xizm, çi ne eqrebe. Vê rehetiyê nedin wan.
* Kesên dixwazin zarokan himbêz û maçî bikin. Gelek kesên wiha hene, hatin mêvaniyê zarokan didin ser çokên xwe, porên wan mist didin. Di riyan de her pê destên zarokan digirin.
* Kesên dixwazin bi zarokan re tenê bimînin. “Hûn derkevin em bi Rewşanê re dersê çêdikin”.
* Kesên zêde baş in ji zarokên we re. Çima ewqas zêde baş, kubar û nazîk in?
* Kesên bêî sedem pere didin zarokên we yan diyariyan dikirrin. Destên xelkê li ser zarokên xwe bilind nekin.
* Kesên zêde behsa bedena zarokên we dikin. “Rewşan tam bûye keçek azeb”. “Nizanim li kî çûye ewqas rindik e”, “Hela were apo bilikê te bibîne”, “pêsîrên xwe bavêje devê xalo” hwd. Gelek caran vê li cem dê-bavan dikin, gelek caran jî li kolanan zarokan diqefilînin û behsa bedena zarokan dikin.
* Kesên bi dizîka bi zarokên we re diaxivin. Mafê we ye pê bizanibin, çi diaxivin. Destûrê nedin kes bi zarokên we re têkiliyên wiha nêzîk daynin.
* Kesên sirên xwe didin zarokan an zarokan mecbûr dikin ku siran ji kesî re nebêjin. Mafê kesî nîne sirên xwe li zarokên we bar bikin, zarokan tevlî karên mezinan bikin. “Bi dizîka li telefona jina min binêre ka kî telefon kiriye”, “telefonê vedikim bêje ez keça Rizgo me, bavê min ne li mal e”, “vê pereyê bide Eyşanê, eman ha ji kesî re nebêjî, jina min pê bihese min dikuje”, “çi bû li taxa we were ji me polîsan re bêje, em ê te bidin xwendin” hwd.
Kengî dest bi perwerdeya parastina ji îstîsmarê bikin?
Du saliyê de destpêbikin baştir e. A rastî ev karê baxçeyên zarokan e jî. Birêkûpêk zarokên xwe li dijî îstîsmarên seksî hişyar û perwerde bikin. Lê bizanibin zarok ne wekî mezinan in. Divê wan aciz nekin, bi zimaneke vekirî û nerm biaxivin. Divê bi wan bidin fêhmkirin ku ewlehî ne tişteke dijwar, bêkêf û cihê tirsê ye. Zarok biçûk be, nikare ji ders an qursa hûn didinê fêhm bikin. Pêwîst e bi awayekê ew bikarin fêhm bikin, vê bikin. Ev li ser behremendiya we ye. Bo mînak dikarin bi lîstikekê bidin fêhm kirin.
Di atmosfereke xweş de, bêî ku wan aciz bikin, wekî hûn bi zarokên xwe re dilîzin, qursê bidin wan. Bila kesek din nebe li cem we. Dê/bav û zarok. Zarokên we yên din jî bila nebin. Berê zarok vehesînin. Çawa? Bo mînak lîstikek bilîzin, henekan bikin an biçin bi hev re bestenî (Eis, îskrem, dondurma) bixwin. Lê divê dê û bav bi xwe jî bibin mînak. Tiştên fêrî zarokan dikin, divê bi xwe jî bikin. Divê zarok bizanibin xwedî û efendiyê bedena xwe ew bi xwe ne.
Xeta Û
Ev nav min lêkir. Çiye Xeta Û? “Û” ango baldar be, “Û” ango “Ûffff!”. Cihên bedenê yên zayendî. Sing, dev, zik û pişta jêr. Divê em zarokên xwe perwerde bikin. Zarok bi niyetên xêrnexwazan nizanin û fêhm nakin. Yekî destê xwe da bo mînak singê zarokê, nizanin ku ev tiştekê xerab e. Çawa bizanin ku “apo, xalo, mamoste, polîs, bijîşk” ewqas bêwijdan, nexweş û sadîst in?!
Xeta Û yeko yeko bi zarokan bidin têgihîştin. Ew ê her bipirsin ka ferqa lêv û porê çiye. A rastî ferqek nîne. Ferqek di navbera şax û organên bedenê de nîne. Em ê jî wisa bêjin ji zarokan re. Lê divê bizanibin ev konsepteke xweparastinê ye û mirovên xerab Xeta Û dikin armanc, ji ber wê jî Xeta Û, xeta sor e.
Bi kurtî van bêjin ji zarokan re
* Bêî sedemek, nehêlin em dê û bav jî destê xwe bidin bedena we. Bêî destûra we em dê ê bav jî nikarin destên xwe bidin bedena we. Bo mînak me serê we şûşt, hûn destûrê didin ku em vê bikin. Lê cihên xeta Û, me xwest jî nehêlin em destên xwe bidinê. Heger em ne li cem we bin, nehêlin bijîşk jî destên xwe bidin cihên xeta Û. Kî kir hişyariyê bidinê, biqîrin, alîkariyê bixwazin û heya bikin hewar. Ji me re bêjin. Hûn ji me re nebêjin, dikarin tiştên xeterdar bibin.
* Ji destên biyaniyan ti tiştekê negirin. Şekir, benîşt, pêlîstok, Cola hwd tiştekê negirin. Bêjin em bêî destûra dê-bavên xwe nikarin qebûl bikin.
* Ji destên mamoste, polîs, karmendan jî tiştekê negirin. Ne xwarin, ne vexwarin, ne jî diyariyek negirin. Mamosteyên baş, polîsên baş vê nakin jî û dizanin ev qedexe ye.
* Em wekî dê û bav sedem çi dibe bila bibe, çi hatiye serê we bila were, ti carî we sûcdar nakin, cezayê nadin we. Çinkî hûn parçeyek ji derûn û laşê me ne û em ji her tiştî bêhtir ji we hez dikin. Çinkî hûn zarok in û zarok nayên sûcdarkirin. Çinkî em jî wextekê zarok bûn, kamil nebûn û tecrûbeyên me kêm bûn û dê-bavên me em diparastin. Wezîfeya dê-bavan e ev.
* Ti carî nehêlin ji xeynî me kesek we hembêz bike, ramûse, mistbide. Mixabin mirovên nebaş, kesayetî xerab hene. Kêfa we tunebû, nehêlin em jî we hembêz bikin, maçî û mistbidin.
* Di riya dibistanê de hewl bidin tevî hevalên xwe tevbigerin. Di cihên qelebalix de bimeşin. Erebeyek sekinî û tiştek ji we pirsîn, bersivê nedin, heger we dît bi ser we ve tên, biqîrin, alîlariyê bixwazin û heya bikin hewar.
* Tora înternetê, Chat û medyaya civakî tijî xeterî ne bo zarokan. Bo wê jî heya nebin 18 salî em mecbûr in we ji van xeteriyan biparêzin. Ti carî nav, wêne û resmên xwe parve nekin. Kesek li ser înternetê gefê li we dixwe, divê teqez xebera me jê hebe.
Hin nîşaneyên îstîsmarê
Divê şaşî nebe, nîşaneyên îstîsmarê yan yên wekî wê, dikarin di rewşên derûnî yên cuda de jî rûbidin. Ango hema netirsin û nekevin xeman. Di hevberdana dê-bavê de, di şînê, malbarkirinê, nexweşiyên kronîk ûêd de, herwiha dikarin heman sîmptom xwe bidin der. Tedbîr û hişyarî baş e. Hişyarî û hesasiyet baş in. Li jêr behsa hin nîşaneyan dikim. Bi yek û dûyê nekevin panîkê, bi yek û duyê em nikarin behsa îstîsmarê bikin. Divê gelek ji van nîşaneyan hebin.
* Problemên zarok ên xewê zêde bûne.
* Gelek ji zarokên keçîn wekî keçên mezin tevdigerin. Makyaj, tevgerên seksapel hwd dikin.
* Gelek ji zarokên lawîn fêrî gotinên nebaş û seksî dibin.
* Gelek ji zarokan bi pêlîstokan teqlîda seksê dikin. Bo mînak pêlîstoka mêr û ya jin li hevûdu didin.
* An kêm, an zêde xew dikin. Yan ketina xewê dijwar bûye, yan xew parçe-parçe bûye.
* Zarok xewnên nebaş dibîne. Di xewê de dinale yan bi tirsê hişyar dibe.
* Zarok ji berê zêdetir bêdeng bûye, xwe ji têkiliyên rojane vekişandiye.
* Rûtîna berê ya tewaletê xeyîriye, guheriye. Kêm an zêde diçe tewaletê.
* Carnan enuresîs ango binêxweşilkirin heye.
* Pirr kêm be jî li cem hinekan enkopresîs tê şopandin. Ango destava mezin di kîlotê wan de tê dîtin.
* Destava biçûk an mezin de êş.
* Rûtîn û awayê xwarinê hatiye guhertin. Zarok kêm an zêde dixwe, xwarinan hildibijêre.
* Carnan zêde bihêrs dibe, diqehere.
* Hin ji zarokan ji dibistanê direvin.
* Hin ji zarokan dest bi derewkariyê dikin. Mîtomanî ango bêî mentiqek wê hebe, direwan dikin.
* Guhertin di organên zayendî de. Vajîna yan penîsê de guherîna reng tê şopandin. Reş bûye, birîn lê heye hwd.
* Zarok ji hin cihan an kesan ditirse.
* Hin ji zarokan zirarê didin bedena xwe. Zêde tatoo û piercing, lêvên xwe gezkirin, xwe birrîn hwd.
Çawa tevbigerin piştî îstîsmarê?
Qiyamet ranebûye. Niha wexta têkoşînê ye. Bo zaroka/ê we kêm zirarê bibîne, pisporiya we divê. Hest bi serê xwe têra jiyanê nake. Aqil û îrade jî divên. Zarok mecbûr e alîkariya derûnî werbigire. Beriya her tiştî vê meseleyê hal bikin. Dadgeh, doz, şahîd ûêd ji tenduristiya zarok girîngtir nînin.
* Ti carî xeberê nedin medyayê, ti agahî nedin medyayê.
* Parêzerek berpirsiyar bikin. Derfet nîne, alîkariyê ji baroyan bixwazin.
* Bêjin bila parêzer nav û wêneyên zarok nedin. Nebin qurbanê medyayê ku armanca wan bes reytîng e.
* Xwe nekin şûna, psîkolog, polîs, dadger hwd. Bes dê-bavtiya xwe bikin.
* Têkiliya zarok û rayedaran bibirrin. Nehêlin polîs, dozger, medya pirsan ji zarok bikin. Destûrê nedin, heger îfadeyê de psîkolog tunebin.
* Zarok hembêz bikin, hezkirin û baweriyê bidinê. Lê heger zarok keçik e, bila bav na, dê viya bike. Bav bila bo demekê bi mesafe hez bike.
* Piştî îstîsmarê wezîfeya yekem parastina derûniya zarok e. Ev jî bi alîkariya derûnnasan dibe. Ti carî wezîfeyên din nexin pêş.
* Zarok sûcdar nekin. Ev ne wijdanî ye, ne exlaqî ye. Çi jiyabe bila jiyabe, zarok qurban in, mezlûm in. Mezlûm nayên sûcdarkirin. Viya bi zarok bidin hîskirin. Herwiha nehêlin kesek jî zarok sûcdar bike. Destên xelkê li ser zarok û malbata xwe mezin nekin.
* Zarok ji îstîsmarker ditirsin. Bi zarok bidin hîskirin ku ew di ewlehiyê de ye, îstîsmarker nikare zirarê bide.
* Pêvajoya doza dadî bi êş û azar e, bi stres e. Alîkariya derûnî barê dê-bavan siviktir dike. Lê divê dê-bav jî aktîv bin, bi derûnnas re têkildar bin.
Roj tê, ewrên reş û tarî belavdibin. Heger zaroka/ê we di wextê de alîkariya derûnî girtibe, ziyanên îstîsmarê kêm dibin, xetereya astengdariya kesayetiyê ji holê radibe. Çareya trawmayan heye. Terapiya trawmayê li cem zarokan hêsan e. Helbet heya mirinê mirov nikare îstîsmarê jibîr bike, lê terapî pişta ziyanên îstîsmarê dişkênîne.
Darius Winzer
© Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie und Beratungsakademie (in Gründung)



