Sonntag, 14. Mai 2023


 Rênameya wergêran a Derûn Akademiyê (bo gotûbêjê), Beşa 1.

Li hin welatan destûr nayê dayîn ku xizmên klîentan (nexweşan) tercumaniyê bikin. Ev gelekî mantiqî ye. Dijwar e mirov li cem keç, kur, pismam, cîranên xwe behsa kêşeyên xwe yên derûnî bike. Empatî bikin. Hûn dikarin li cem keça/kurê xwe behsa destdirêjiya zayendî ya li we hatiye kirin, bikin? Li hin welatan ev hîştine ser klîent, heger ew bixwaze terapîst divê bipejirîne. Li hinan jî ev serbest hîştine lê divê wergêr li gel peymannameya etîkî ya kar, "betalkirina aşbûnê" jî îmze bike.

Di civaka Kurd de, yekem car e ku Derûn Akademî behsa manîfestoyên etîkî dike. Li Kurdistanê tevlîhevî heye. Kurdistan çar parçe ye û li her parçeyekê zagonên dewletekê derbas dibin. Bi rastî rewşa derûndermaniyê li çar dewletan jî malwêranî ye. Li Tirkiyeyê hê zagona derûndermaniyê (psîkoterapî) jî nîne. Kî psîkolog e ne kivşe ye. Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê rewş çiye nizanim. Lê bi qasî bihîstiye li Îraq û Sûrî, ti normên psîkoterapiyê nînin. Derûndermanî maye li ser bextê, exlaqê psîkiyatrîst û derûnnasan. Ji xwe derûndermanî lûks e li van welatan, kêm kes dikarin jê sûdê werbigirin.

Divê wergêr sînorên erk û berpirsiyariyên xwe bizane da ku rol tevlihev nebin. Girîng e klîent ji hebûna wergêr aciz nebe, da ku terapîst bikaribe wê veke, karê xwe bike. Wergêr divê sînorên peywirê derbas neke û nexweş jî xwe rehet hîs bike. Li gel zimanê klîent, pêwîst e wergêr çanda klîent jî nas bike. Hin caran wergera biwêjan ne pêkan e. Wergêrên çandê nas dikin, dikarin biwêjên hevwate bibîbin. Bo mînak Alman bo kesên henekhez peyva "Spaßvogel" bikartînin. Wateya wê "çûka henekan" e. Di hin çandan de bo jinên fuhûşê dikin, wergî dibêjin. Gelo biwêja herî nêzîk a Kurdî çiye?

Bîranînek (nav hatiye guhertin)

Şenay bo terapiya akût hatibû klînîka me. Narsîst bû. Almaniya wê ji ya min baştir bû. Bi salan li gel karê xwe yê aşxaneya kebabê, bi devkî tercumanî dikir. Li herêmê ji kî re wergêr pêwîst ba, bang wê dikirin. Min ew li konferansekê naskiribû. Min qey got ew psîkiyatrîst e. Me behsa derûndermaniya navçandî kir. Piştre çûm kîjan semîner an konferansê Şenay jî li wir bû. Bijîşkekî ji min re gotibû ew tercuman e, teze min ew nas dikir. 

Min ji îdareyê re got ez wê qebûl nakim, lewra wê nasdikim. Mixabin ji ber ku dema betlaneyê bû, personal tunebû, ew dan min. Bi narsîstan re xebat kêfê nade. Şenay demekê li cem psîkiyatrîstek kar dike, wergêriya Tirkî dike. Îcar ji ber ku ji terapiyan û konferansan fêrî gelek teknîkan bûbû, bi veşarî nexweş terapî dikiriye. Nexweşên Tirk bi pereyekê erzan diçûne ba Şenayê û Şenayê ewan terapî dikiriye. Ne ku ber ev ne qanûnî ye, lê ji ber ku bac nedaye (fatûra nebirriye) serê Şenayê ketiye balayê. Ew ji kar avêtine û îmaja wê xerab bûye, ketiye depresyonê.

Şenayê Îcar jî çav berdabû derûnnasiyê. Diçû dihat wekî ku ew jî psîkolog be bi min re diket suhbeta psîkoterapiyê. Ez îtîraf bikim, Şenayê gelek tişt ji min baştir dizanî. Lê her tişt jiberkiribû, guh nedida exlaq û etîkê. Ji xwe em dizanin gelek ji narsîstan bo berjewendiyên xwe bi rehetî dikarin mirovan bikarbînin. Bi awayekê psîkiyatrîstê li cem dixebite xapandiye, psîkiyatrîst ew şandiye qursa NLPê (Bernamekirina Neuro-Zimanî). Şenayê bawernameya NLPê wergirtiye. Helbet gorî qanûnan ew bawername bêkêr û betal e, lewra Şenay ne derûnnas e, ne jî heya zanîngehek xwendiye.

Bihîstiye li Tirkiyeyê di zanîngehan de kontenjan bo biyaniyan hene. Ango kesek hevwelatiyê Alman dikare here Tirkiyeyê bêî ku tevlî îmtehanan bibe li zanîngehek bixwîne. Bi rastî min pê nedizanî, xebera min nebû. Dema li klînîka me bû, di amadekariyan de bû. Piştre min rojekê reklamek dît ku Şenay bûye terapîstek navdar a Tirkiyeyê. Xwe li zanîngehê qeyd nekiriye, hema bi bawernameya NLPê ji xwe re praksîsek (pişkînxane, muayenexane) vekiriye, xelkê sax dike. Heya bigire li ser Youtubeê jî navdar bûye. 

Di psîkoterapiyê de gelek sûîstimal çêbûn ji aliyê wergêran ve

Wekî Şenayê gelekan, ji ber ku terapîst bi zimanê nexweş nizane, li ser nexweş otorîte avakirin, bo berjewendiyên xwe ew bikaranîn. Helbet min tercumanên gelek qedirbilind naskirin. Divê em reş û spî tevlîhev nekin. Ez bêhtir behsa mînakên neyînî dikim, nayê wê maneyê ku mînakên erênî nînin.

Heger wergêr gorî norman tevnegere, xwedî exlaq û wijdan nebe, dikare ziyaneke mezin bide nexweşan. Yekîtiya terapiyê (têkiliya normî ya terapîst û klîent (nexweş) xerab dike. Hin teşhîs (dîagnoz) hene ku pirr hesas in. Dikarin wan nexweşan bikin dekompesyonê, heya jiyana wan bixin xetereyê. 

Mînaka yekem ji xetereyan (nav hatiye guhertin) 

Elî Kurd bû, zewicî bû. Li fabrîkayek Alman kar dikir. Di zaroktiyê de hatibû trawmatîzekirin. Bavê wî li xeribiyê dixebitî, kêm caran dihat mal. Diya wî paqijiya qereqolek (baregeha polîs) dikiriye, carnan jî diçûye paqijiya malan. 12-13 salî li temirxaneya trimbêlan de kar dikiriye. Rojekê karkerên temendirêj pê henek dikin, dibêjin "diya te bi zilaman re radizê, wan tîne malê. Polîsek gotiye ew li qereqolê jî fuhûşê dike". Ew roj dinya wî tê guhertin.

Kêrekê digire û dikeve qereqolê, ew polîsê ku qaşo bi diya wî re ye, kêr dike. Wî digirin û bi giranî êşkence dikin. Davêjin zîndana zarokan. Di çerxa demê de fêhm dike ku ew kurtepist hemî derew in. Gelek poşman dibe. Di zîndanê de agahdar dibe ku bavê wî ne li xerîbiyê ye, lewra fîrar e, bi dizî tê malê. 

Elî dizewice tê Almanya. Bi duristiya xwe tê naskirin. Li kargehê bûyerek dibe. Tê îdîakirin ku Elî amûreke temîrê ku qîmeta wê 12 € ye diziye. Elî wekî 12 saliya xwe îcar kêrê digire û bi nav fabrîkayê dikeve. Herçendî her kes jê lêborînê dixwazin jî agirê Elî venamire. Dema ji min re behsa bûyerê dikir, hêstir ji çavên wî dihatin xwarê: "Mamoste ma bila min bikuştan navê diziyê neaniyan ser min!". Elî ji nû ve fîlma 12 saliya xwe dijiya, dubare dikir. Ji diya wi re gotibûn "zîna dike", û niha jî ji Elî re digotin "diz".

Polîs tên wî dibin terapiya forenzîk, ango bi zorê. Tercumanek Kurd nabînin, jineka Tirk tê tercumaniyê lewra Almaniya wî lawaz e. Di terapiyê de psîkologek jin dipirse ka çima Elî li çavên wê nanêre, çavên xwe direvîne. Elî nikare bersivekê bide. Terapîst dîsa dipirse. Tercuman dibêje: "Ma tu jî li çavan binêre, xanim difikire ku te rastî jî dizî kiriye". Qalibên fêrbûyî yên trawmaya zaroktiyê dîsa rûdidin. Elî dîsa wê hîsa di 12 saliya xwe de jiyabû, hîs dike. Dipeke ser terapîst û tifê wê dike. Pêş de naçe, xwe dişîdîne, dicirife, nikare bêhna xwe bigire, digirî û li erdê dikeve.

Piştre tê fêhmkirin ku terapîst xwestiye bêje: "Serê xwe bilind bike, ne tu divê ew ên te sûcdar kirine fedî bikin". Nepirsiye çima Elî li çavên wê nanêre. Tercuman ji ber xwe ve derew kiriye. Binêrin ka xetere çiqas mezin e. Bêxemî û derewa wergêr dikare bibe sedema qeyraneke xeterdar a tenduristî. Yek jî di hin çandan de çavan-nenêrîn ne nîşaneya sosyalfobiyê ye. Ji ber rêzgirtinê jî mirov dikare li çavên kesekê nenêrin, lewra rasterast liçavannêrîn kesê hember dikare aciz bike.

Mînaka duyem (nav hatiye guhertin)

Ez li navendeke trawmayê ya bo penaberan bû, dixebitîm. Karê min ,li wê navendê bes bo roja şemiyê bû. Nexweşek dan min, Elîf. Elîf 29 salî, nezewicî, gorî qeydan Ereba Sûriyê bû. Min li raporên wê nêrî, grantrawmatîze bû. Herçendî tevlî karên polîtîk nebûye jî, eskeran ew girtine, destdirêjî kirine. Bi riya qaçaxî hatiye Almanya. Rêwîtiya wê mehekê berdewamkiriye. Saziya penaberiyê serîlêdana wê red kiriye. Saziyê bawer nekiriye ku Elîf rastiyan dibêje û biryara dersînorkirinê dane. Ango xetere hebû ku Elîfê dersînor bikin. 

Ji ber ku dawiya hefteyê bû karmend nebûn li saziyê bes ez hebûm û wê rojê jî diviyabû şeş nexweş bidîta. Ji min dihate xwestin rewşa Elîfê ji aliyê derûnî ve şîrove bikim, heger pêwîstî bi terapiya trawmayê hebe, dest bi terapiya trawmayê bikim. Di rastiyê de dadgehê ji me raportek dixwest. Elîfê du caran li derî da, min got bila li salonê be heya wergêr hat. Pirr rehet tevdigeriya, wekî em hevalê hev bin. Tercuman xortek bû, ew jî wekî Elîfê pirr bêrêz tevdigeriya. Te qey digot em sê heval hatine kafeteryayek suhbet dikin.

Ji zimanê bedena wan pêderxist ku herdu hevalên hev ên nêzîk in. Min pirsî ka berê hevûdu nasdikin an na. Tercuman got na ew ji Tirkiyeyê ye, Erebê Mêrdînê ye. Bi rastî Elîf trawmatîze nebû. Min ev ji wê re got. Nişka ve dest bi axavtina Tirkî kir: "Di raporta min de binivîsîne ku bi min re trawma heye. Parêzer got ev pêwîst e. Heger trawma hebe, nikarin mirov dersînor bikin". Ango Elîfê derew dikir, bi xwe jî Ereba Mêrdînê bû. 

Îcar hewceyî bi wergeriyê jî nemabû. Piştre Elîf nehat dersînorkirin lewra ew û qaşo-tercuman zewicîn û dema hatibûn ba min jî nîşanî bûne. Ji ber ku min gotina Elîfê nekir, giliyê min bi saziyê re kir ku qaşo min heqaret li Sûriyeyiyan kiriye. Heya niha kesî newêriye rastiyan bêje lê gorî çavdêriyên min, qet nebe 30% penaberên Bakur ku bi navê "Kurd" hatine, ne Kurd in, Ereb û Tirk in, bi navê Kurdan serî li penaberiyê dane. Wextekê li Almanya moda bû, her kesên ji Tirkiyeyê dihatin, digotin "ez Kurd im". Rojekê dê diyasporaya Kurd netirse û behsa hemî rastiyan bike. Binêrin tercuman çawa zirarê dida min û wê saziya ez lê dixebitîm

Win-Win (Qezenc-Qezenc)

Felsefaya Derûn akademiye ya derbarê wergêran da ev e. Divê her kes xwe biparêze ku ev di qezenca her kesî de ye. Wergêr, terapîst, akademî, divê hemî qezenc bikin. Ew jî bi etîkê, norm û xweparastinê dibe.

Xalên girîng

Wergêr heger xwedî bawernameyekê nebe jî divê rênameya wergêran a Derûn Akademiyê îmze bikin.

Wergêr mecbûr in "berpirsiyariya asbûnê (Schweigepflicht)" û "betalkirina aşbûnê (Schweigepflichtentbindung)" îmze bikin.

Di peymannameyên kar de divê "betalkirina aşbûnê", "parastina daneyan", manîfestoyên Derûn Akademiyê ûêd bên zelalkirin û îmzekirin.

Wergêr divê ti têkiliyeke taybetî bi klîentan (nexweşan) re daneynin.

Wergêr nikarin bo xizm, heval, dost û nasên xwe tercumaniyê bikin. Di rewşên wiha de peymanên kar tên binpêkirin û mafê Derûn Akademiyê ye berjewendiyên xwe biparêze. Herwiha ti berpirsiyariyê nagire.

Wergêr hewldide xwe ku hevokan peyv bi peyv wergerîne, tiştekê lê zêde neke.

Di rewşên ku klîent fêhm nake de, dikare bi awayekê klîent fêhm bike wergêrê bike. Lê divê viya ji terapîst re vebêje.

Wergêr nikare nêrîna xwe tevlî xebata xwe bike. Pirsên klîentan divê nebersivîne, bêje "ez nikarim bersiva pirsa we bidim lê dikarim pirsa we bigihînim terapîst".

Destûr nîne wergêr piştgirî yan dijberiya klîent bike. Hin caran wergêr bo klîent malnişînî bibe, riyên dadî û prosedûran nîşan didin. Di rewşên wiha de Derûn Akademî ti berpirsiyariyê nagire û mafê akademiyê heye berjewendiyên xwe biparêze.

Beriya seansan wergêr û klîent nikarin ji xeynî silavê ti têkiliyê bi hev re daynin. Heger mecbûr in li salonê bi hev re rûnên, divê hîç bi hev re neaxivin.

Piştî seansan jî wergêr û klîent nikarin ji xeynî xatirxwestinê ti têkiliyekê bi hev re daynin.

Bidawîbûna seansan de, berê klîent derdikeve, herî kêm pênc xulek şûnde wergêr. 

Têkiliya taybetî bi klîentan re qedexe ye. Wergêr nikare ji klîentan re telefon bike, biçe malên wan, diyarî bigire hwd. Komûnîkasyon bes bi riya karmendên akademiyê dibe.

Wergêr di xebata xwe ya di Derûn Akademiyê de kincên paqij û notral li xwe dike. Bi gotineke din makyaj û xemla "ekstrem" qedexe ye. Lewra hin dîagnoz gelek hesas in û dikare bala klîent ji terapiyê dûr bixe.

Wergêr di navbera terapîst û klîent de rûdine. Ne nêzîkî terapîst, ne jî klîent.

Serpêhatiyên klîent û wergêr wekhev an nêzîk bin, carnan wergêr piştgiriya klîent dikin. Divê tercuman xwe û hestên xwe yên bo klîent nas bike.

Derûn Akademî hewl dide, birêkûpêk etîka wergêriyê nûjen û kontrol bike. Bo wê semîner û perwerdeyan lidardixe.

Darius Winzer

-didome-

 © Alle Rechte vorbehalten für Derûn Akademie, Interkulturelle Psychologie-, und Beratungsakademie, gUG (haftungsbeschränkt) i.G.

Freigegeben von Darius Winzer, 14.05.2023, Protokoll-Nr.: iG011


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

Darius Winzer: "Min bi kilamên dengbêjiyê nexweşiya şêrpenceyê têkbir". Jînenîgariya (biyografiya) Darius Winzer Darius Winzer kî ...